KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Tebax rûp. 20-25
  • Tu Dikarî Xwestinên Nerast Alt kî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Dikarî Xwestinên Nerast Alt kî
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • MÎRÊ-CINA DIXWAZE KU EM XWE ÇA TEXMÎN KIN?
  • JI BO VÊ YEKÊ KU EM GUNEKAR IN, DIBEKE EM DERHEQA XWE ÇI DIFIKIRIN?
  • TU ÇA DIKARÎ SER KEVÎ?
  • “HER GAV XWE BICÊRIBÎNIN”
  • Fesal Bin ku Nekevine Cêribandina
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Paşî Nixumandinê Berdewam ke Pey Îsa Here
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Yehowa Çi Kiriye ku Me ji Gune û Mirinê Xilaz ke?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Tebax rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

KILAMA 121 Xwegirtinê Kifş kin

Tu Dikarî Xwestinên Nerast Alt kî

“Nehêlin ku gune ser jîyîna we hukum ke, û we mecbûr ke gura xwestinên bedena xwe bikin” (ROMAYÎ 6:12).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin 1) dilteng nebin gava xwestinên nerast cem me pêşda tên û 2) ça cêribandinada ser kevin.

1. Em hemû jî miqabilî çi şer dikin?

CARNA, dibeke dilê meda xwestineke usa pêşda bê, çi ku Yehowa xweş nayê. Hergê tiştekî usa bê serê te, nefikire ku tu ji her kesî zêdetir têyî cêribandinê. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Hemû cêribandinên ku têne serê we, têne serê merivên din jî” (1 Korintî 10:13). Dêmek, kîjan xwestina nerast cem te pêşda bê jî, bizanibe wekî kesên din jî miqabilî wan xwestina şer dikin. Tu tenê nînî û tu dikarî bi alîkariya Yehowa ser kevî.

2. Hine Mesîhî û xwendekarên Kitêba Pîroz bi çi têne cêribandinê? (Binihêre usa jî şikil.)

2 Usa jî, Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Her kes dibe maşoqê dilhavijiyên xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14). Meriv bi cûre-cûre tişta têne cêribandinê. Hine Mesîhî dikarin bêne cêribandinê wekî bênamûsiyê bikin, mesele mêr tevî jina yan jin tevî mêra. Lê hinek jî têne cêribandinê, wekî bênamûsiyê bikin, mesele mêr tevî mêra yan jî jin tevî jina. Hinek, yên ku berê pornografiyayê dinihêrîn, têne cêribandinê ku dîsa destpêkin binihêrin. Wanra, yên ku berê narkotîka didane xebatê, yan bi zêdeyî îçke vedixwarin, diqewime çetin e xwe ji van tişta dûr bigirin. Ev hine xwestinên nerast in, ku dikarin bikevine dilê Mesîhiya û xwendekarên Kitêba Pîroz. Diqewime tu jî carna xwe mîna Pawlosê şandî texmîn dikî, yê ku usa got: “Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji min xirabî dertê” (Romayî 7:21).

Meriv dikare nişkêva bê cêribandinê (Binihêre abzasa 2)c


3. Hergê xwestineke nerast ji dilê te dernakeve, dibeke tu xwe ça texmîn kî?

3 Hergê xwestineke nerast ji dilê te dernakeve, dibeke tu xwe bê çare texmîn kî, tê bêjî tu nikarî cêribandinêda ser kevî. Usa jî dibeke tu xwe bê guman texmîn kî, tê bêjî Yehowa wê te înkar ke seva vê yekê, ku xwestina nerast dilê teda heye. Lê bawer be ku ev herdu fikir jî nerast in! Vê gotarêda, emê ser du pirsa bifikirin: 1) Ji ku pêşda tên ev fikir, ji bo çi jî em xwe bê çare û bê guman texmîn dikin? 2) Gelo tu ça dikarî miqabilî xwestinên nerast şer bikî?

MÎRÊ-CINA DIXWAZE KU EM XWE ÇA TEXMÎN KIN?

4. a) Mîrê-cina çima dixwaze wekî em xwe bê çare texmîn kin? b) Şerê miqabilî xwestinên nerastda, em çima bê çare nînin?

4 Çaxê em têne cêribandinê, Mîrê-cina dixwaze wekî em xwe bê çare texmîn kin. Lema jî Îsa şagirtên xwera gotibû, ku usa dua bikin: “Alî me bike ku em cêribandinada şaş nebin, lê me ji destê Mîrê-cina xilaz ke” (Metta 6:13). Mîrê-cina gotibû ku hergê meriv bêne cêribandinê, ewê guh nedine Yehowa (Îbo 2:4, 5). Gelo çima ew usa difikire? Çimkî ew xwexa kete ber bayê xwestina xwe, û nexwest Yehowara amin bimîne. Eyan e, ku ew difikire wekî em jî mîna wî ne, û emê jî cêribandinada guh nedine Yehowa. Mîrê-cina difikirî ku dikare hela hê Kurê Xwedê jî bi saya cêribandinê ji rê derxe! (Metta 4:8, 9) Gelo şerê miqabilî xwestinên nerastda, em bi rastî bê çare ne? Na! Em tevî giliyên Pawlosê şandî qayîl in, yê ku got: “Ez dikarim bi saya Xwedê, yê ku qewatê dide min, her tiştî bikim” (Fîlîpî 4:13).

5. Em ji ku zanin ku Yehowa bawer e, wekî em dikarin şerê miqabilî xwestinên nerastda ser kevin?

5 Nihêrandina Yehowa ji nihêrandina Mîrê-cina bi temamî cude dibe. Yehowa bawer e ku em dikarin xwestinên nerast alt kin. Em vê yekê ji ku zanin? Yehowa berêda gotibû, ku gelek merivên amin wê tengasiya mezinda sax bimînin. Hela bifikirin ev yek çi tê hesabê. Yehowa, yê ku nikare derewa bike, dibêje ku ne tenê hine kes, lê gelek meriv wê bi “çuxên çîle-qerqaş” bikevine dinya teze. Ev tê hesabê ku Yehowa wan meriva ça kesên temiz hesab dike (Eyantî 7:9, 13, 14). Eşkere ye, ku Yehowa nafikire wekî em şerê miqabilî xwestinên nerastda bê çare ne.

6-7. Mîrê-cina çima dixwaze wekî em xwe bê guman texmîn kin?

6 Mîrê-cina dixwaze ku em xwe ne tenê bê çare, lê bê guman jî texmîn kin, û bifikirin ku Yehowa wê me înkar ke, çimkî bal me xwestinên nerast hene. Bi rastî, yê ku bê guman e, Mîrê-cina ye, çimkî Yehowa ew înkar kiriye. Ewê nikaribe heta-hetayê bijî, lê wê bê kutakirinê (Destpêbûn 3:15; Eyantî 20:10). Bê şik, Mîrê-cina gelek hêrs e çimkî gumana meye jîyîna heta-hetayê heye. Lema jî ew her tiştî dike, wekî me bide bawerkirinê, ku mîna wî, gumana meye hindava axiriyê tune. Lê em bê guman nînin. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Belê, Yehowa naxwaze me înkar ke, lê dixwaze alî me bike.

7 Hergê em difikirin, wekî şerê miqabilî xwestinên nerastda em bê çare û bê guman in, bi vê yekê em dilê Mîrê-cina şa dikin. Hergê em vê yekê rind fem kin, emê hê zêde bixwazin wan fikira ji dilê xwe derxin (1 Petrûs 5:8, 9).

JI BO VÊ YEKÊ KU EM GUNEKAR IN, DIBEKE EM DERHEQA XWE ÇI DIFIKIRIN?

8. Xêncî kirên nerast, xebera gune dîsa çi tê hesabê? (Zebûr 51:5) (Binihêre usa jî “Xebera Şirovekirî”.)

8 Xêncî hukumê Mîrê-cina, dîsa menîke din jî heye, ji bo çi jî diqewime şerê miqabilî xwestinên nerastda em xwe bê çare û bê guman texmîn kin. Gelo ev çi menî ye? Ev heye gunekarî, kîjan ku me ji Adem û Hêwayê ça milk standiyea (Îbo 14:4; bixûne Zebûr 51:5).

9-10. a) Gune ça ser Adem û Hêwayê hukum kir? (Binihêre usa jî şikil.) b) Gune ça ser me hukum dike?

9 Bifikire ku gune ça ser Adem û Hêwayê hukum kir. Paşî vê yekê ku wana qanûna Yehowa teriband, wana xwe veşart û xwest in bedena xwe dadin. Kanîkêda derheqa gunê Adem û Hêwayê usa tê gotinê: “Gune bû sebeb ku wana xwe neheq texmîn kir, xemgîn bûn, tirsiyan û şerm kirin” (Femkirina Nivîsarê). Tê bêjî Adem û Hêwa maleke usada man, ku têda tenê çar otax hebûn, dêmek neheqî, xemgînî, tirs û şerm. Wana dikaribû ji otaxekê derbazî otaxeke din bûna, lê ewana nikaribûn ji vê malê derkevin. Belê, wana nikaribû ji gunekariyê birevin û aza bin.

10 Dereca me bi temamî mîna dereca Adem û Hêwayê xirab nîne. Bi saya qurbana Îsa, ya ku ser wan hukum nake, mecal mera hatiye dayînê, wekî gunên me bêne baxşandinê û em nêzîkî Xwedê bin (1 Korintî 6:11). Lê çi jî hebe, gune ji wana derbazî ser me bûye. Lema em jî xwe neheq texmîn dikin, xemgîn dibin, ditirsin û şerm dikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî gune “padşatiyê dike hela hê ser wan jî, gunên kîjana mîna yên Adem nîbûn” (Romayî 5:14). Sed heyf ku usa ye, lê dîsa jî, nelazim e ku em xwe bê çare û bê guman texmîn kin. Gelo em ça dikarin hestên usa ji dilê xwe derxin?

Adem û Hêwa bi şermî ji baxçê Êdênê derdikevin. Kincên ji çermê heywana li wan in.

Gune bû sebeb ku Adem û Hêwayê xwe neheq texmîn kirin, xemgîn bûn, tirsiyan û şerm kirin (Binihêre abzasa 9)


11. Hergê em xwe bê çare texmîn kin, em gerekê çi bikin û çira? (Romayî 6:12)

11 Cara diqewime em ça bêjî “dengê gunekariyê” bibihên yê ku mera dibêje, wekî emê tu car nikaribin xwestinên nerast alt kin û lema jî emê xwe bê çare texmîn kin. Lê em gerekê guh nedine wî “dengî”. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Nehêlin ku gune ser jîyîna we hukum ke” (Bixûne Romayî 6:12). Dêmek, hergê xwestinên meye nerast hebin jî, em dikarin safî kin wana ji hişê xwe derxin û neynin sêrî (Galatî 5:16). Hergê Yehowa bawer nîbûya ku em dikarin cêribandinada amin bimînin, ewî wê ev yek ji me dewa nekira (Qanûna Ducarî 30:11-14; Romayî 6:6; 1 Têsalonîkî 4:3). Eyan e ku şerê miqabilî xwestinên nerastda em bê çare nînin.

12. Hergê em xwe bê guman texmîn dikin, em gerekê çi bikin û çira?

12 Mîna vê yekê, gava em difikirin ku Yehowa wê me înkar ke çimkî xwestinên meye nerast hene û ji bo vê yekê em xwe bê guman texmîn dikin, em gerekê fem bikin ku ev jî ça bêjî “dengê gunekariyê” ye û guh nedine wî “dengî”. Gelo çima? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa halê meyî gunekar fem dike (Zebûr 103:13, 14). Ew derheqa me “her tiştî zane”. Mesele, ew zane ku ça gunekariya me ser me hukum dike, wekî xwestinên nerast cem me pêşda tên (1 Yûhenna 3:19, 20). Hergê em miqabilî xwestinên xweye nerast şer dikin û wana naynin sêrî, îsafa me ber Yehowa temiz e. Gelo em vê yekê ji ku zanin?

13-14. Hergê dilê meda xwestinên nerast hebin, gelo ev yek tê hesabê ku Yehowa ji me razî nîne? Şiroveke.

13 Li gora Kitêba Pîroz, orta xwestinên nerast û kirên nerastda firqîke mezin heye. Carna destê merivda nîne ku xwestineke nerast bikeve dilê wî, lê dîsa jî ew dikare vê xwestinê kontrol ke û xirabiyê neke. Mesele, qirna yekêda hine xûşk-birên ji civata Korintê berê homosêksûal bûn. Pawlosê şandî usa nivîsî: “Hinek ji we hema merivne usa bûn”. Gelo ev yek tê hesabê ku xwestinên homosêksûalî îda qe nediketine dilê wan? Na. Gelek çetin e ku meriv ji xwestinên usa bi temamî aza be, lema jî diqewime xwestinên usa carna diketine dilê wan. Lê Yehowa ewana temiz hesab dikirin, çimkî wana îda xwestinên xweye nerast nedianî sêrî (1 Korintî 6:9-11). Mîna wan, em jî dikarin ber çevê Yehowa temiz bêne hesabê.

14 Xwestinên teye nerast çi bin jî, tu dikarî ser kevî. Hergê tu nikarî wana bi temamî ji dilê xwe derxî, dîsa jî tu dikarî xwegirtinê bidî kifşê û “li gora xwestinên xweye gunekar û fikirên xwe hereket” nekî (Efesî 2:3). Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî û xwestinên nerast alt kî?

TU ÇA DIKARÎ SER KEVÎ?

15. Seva ku em xwestinên nerast alt kin, çima ferz e ku em helal bin?

15 Seva ku xwestinên nerast alt kî, tu gerekê bi helalî bînî ser xwe wekî hine kêmasiyên te hene. Xwe bi fikirên şaş nexapîne (Aqûb 1:22). Mesele, hergê tu xwera usa dibêjî, “Kesên din ji min zêdetir vedixwin”, yan “Hergê jina min diha zêde dîna xwe bida min, minê pornografiyayê nenihêriya”, wî çaxî tera wê gelek çetin be ku xwe ji tiştên nerast dûr bigirî. Lema jî, meniya negere ku xwe rast derxî û şaşiyên xwe bîne ser xwe (Galatî 6:7).

16. Tu çi dikarî bikî, seva ku nekevî bin hukumê kêmasiyên xwe?

16 Xêncî vê yekê, gelek ferz e xwera nêtê daynî, wekî kêmasiyên te ser te hukum nekin (1 Korintî 9:26, 27; 1 Têsalonîkî 4:4; 1 Petrûs 1:15, 16). Têderxe kengê tu diha zêde têyî cêribandinê. Mesele, dibeke gava tu westiyayî yî yan gava îda şev e, tera çetin e nekevî bin hukumê cêribandinê. Xwe pêşda hazir ke û bifikire ku tuyê çi bikî hergê bêyî cêribandinê (Metelok 22:3).

17. Em dikarin ji serhatiya Ûsiv çi dersê hîn bin? (Destpêbûn 39:7-9) (Binihêre usa jî şikil.)

17 Bîne bîra xwe ku Ûsiv ça derbêra ji jina Potîfar reviya, gava ewê dixwest wekî Ûsiv serê xwe wêra dayne (Bixûne Destpêbûn 39:7-9). Em dikarin ji vê serhatiyê çi dersê hîn bin? Pêşiya ku jina Potîfar xwest Ûsiv ji rê derxe, Ûsiv îda safî kiribû ku ewê çi bike. Mîna vê yekê, pêşiya ku bêyî cêribandinê, tu jî dikarî xwera safî kî çi ku rast e, vê yekê bikî. Wî çaxî tera wê diha hêsa be xwe rast bidî kifşê, çimkî te pêşda safî kiriye ku çi bikî.

Şikil: 1. Ûsiv ji jina Potîfar direve. Kincê wî destê wêda maye. 2. Mektebêda birakî cahil flîrta keçikê înkar dike.

Gava tu têyî cêribandinê, çev bide Ûsiv! (Binihêre abzasa 17)


“HER GAV XWE BICÊRIBÎNIN”

18. Tu ça dikarî xwestinên nerast alt kî? (2 Korintî 13:5)

18 Seva ku şerê miqabilî xwestinên nerastda ser kevin, gelek ferz e berdewam kin “her gav xwe bicêribînin” (Bixûne 2 Korintî 13:5). Car-cara derheqa fikir û kirên xwe dişirmîş be, û hergê lazim be, xwe rast ke. Mesele, gava tu cara paşin hatî cêribandinê, gelo tera çetin bû derbêra bêjî “Na”? Hergê usa bû, xemgîn nebe, lê bifikire ku careke din tu ça dikarî diha baş xwe bidî kifşê. Ji xwe bipirse: “Ez ça dikarim fikirên nerast diha zû ji hişê xwe derxim? Diqewime ji bo tiştên ku ez dixûnim yan dinihêrim minra diha çetin e xwe ji xwestinên nerast dûr bigirim? Gava ez tiştekî bênamûs divînim, gelo ez derbêra pişta xwe didimê? Çiqas minra qewat lazim be jî seva ku xwe kontrol kim, gelo ez fem dikim ku qanûnên Yehowa bona kara min in?” (Zebûr 101:3).

19. Çima ferz e ku em şaşiyên biçûk jî nekin?

19 Gava tu dilê xwe dicêribînî, hindava xweda helal be û xwe rast dernexe, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “dil ji her tiştî xapînoktir e” (Yêremya 17:9, ÎM). Îsa jî gotibû, wekî “fikirên xirab” “ji dil derdikevin” (Metta 15:19). Mesele, paşî hine wede merivê ku terka pornografiyayê daye, dikare bifikire ku bona wî îda xof nîne şikilên usa binihêre, kîderê ku rast e meriv tezî nînin, lê ev şikil xwestinên nerast pêşda tînin. Yan jî ew dikare bifikire ku problêm nîne tiştên necayîz bide ber çevê xwe, hergê ew wan tişta nake. Bi rastî, bi wî cûreyî dilê xapînok pêşda difikire “ku çawa xwestinên bedena gunekar razî” ke (Romayî 13:14). Gelo tu ça dikarî xwe ji vê telikê biparêzî? Gelek ferz e ku xwe bi “fikirên xirab” nexapînî û kirên nerast heq dernexî, wekî şaşiyên biçûk jî nekî, yên ku dikarin te berbi şaşîke mezin bivin.b

20. Şerê xweye miqabilî xwestinên nerastda, em çima bê çare û bê guman nînin?

20 Yehowa alî me dike cêribandinada ser kevin. Usa jî, ser hîmê qurbana Îsa gunên me dikarin bêne baxşandinê, û em dikarin heta-hetayê dinya tezeda bijîn. Em hizreta wê rojê ne ku îda bi hiş û dilê kamil Yehowara xizmet kin. Lê heta ev wede bê, em gerekê şerê xweye miqabilî xwestinên nerastda xwe bê çare û bê guman texmîn nekin, çimkî Yehowa hazir e alî me bike!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çi dikare alî me bike, hergê em xwe bê çare û bê guman texmîn dikin?

  • Seva ku ‘gune ser jîyîna me hukum’ neke, em dikarin çi bikin?

  • Em ça dikarin berdewam kin “her gav xwe bicêribînin”?

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

a XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Kitêba Pîrozda, xebera “gune” gelek cara tê hesabê kirên nerast yan xirab, mesele dizî, bênamûsî yan kuştin (Derketin 20:13-15; 1 Korintî 6:18). Lê hine rêzada, xebera “gune” tê hesabê qisûrdariya ku derbazî ser me her kesî bûye, hela hê hergê me tiştekî nerast nekiriye jî.

b Dîna xwe bidê ku ew xort, derheqa kîjanî ku Metelok 7:7-23-da tê gotinê, pêşiya ku bênamûsî bikira, çend şaşiyên biçûk kir.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Aliyê çepê: Birakî cahil, yê ku kafêda rûniştiye, du mêrên homosêksûal dinihêre. Aliyê rastê: Xûşkek du meriva dinihêre, yên ku cixarê dikişînin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin