KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w24 Îlon rûp. 19
  • Pirsên Xwendevana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pirsên Xwendevana
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Têmên Mîna Wê
  • Di Otaxa Jorinda
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Kîjan Şîva Sivik Derheqa Padşayê Ezmana Me Hîn Dike?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Şîva Paşin, ya Îsa
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Derbazkirina Cejina “Şîva Xudan”, Navê Xwedê Rûmet Dike
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
w24 Îlon rûp. 19
Îsa Şîva Xudan tevî şandiyên xweye amin derbaz dike.

Pirsên Xwendevana

Gava Îsa Mesîh Şîva Xudan derbaz kir, 70 şagirtên ku ewî berê şandibûn wekî mizgîniyê bela kin, kîderê bûn? Gelo wana lê hîştibûn çûbûn?

Gava Îsa Mesîh Şîva Xudan cara pêşin derbaz kir, 70 şagirt wêderê nîbûn. Lê ev yek nayê hesabê ku Îsa îda ewana qebûl nedikirin, yan jî wana Îsa hîştibûn çûbûn. Menî ev bû ku Îsa dixwest ev êvara mexsûs tenê tevî şandiyên xwe derbaz ke.

Îsa him 12 şandî, him jî 70 şagirtên xweye din hez dikir. Sêrîda Îsa ji nava gelek şagirtên dinda xwera 12 kes bijartin, û ewana nav kirin şandî (Lûqa 6:12-16). Gava “Îsa gazî Donzdeha kir” û “ew şandin, wekî derheqa Padşatiya Xwedê gilî kin û meriva qenc kin”, ew li Celîlê bû (Lûqa 9:1-6). Paşê, gava Îsa li Cihûstanê bû, ewî “70 şagirtên din bijartin û ew dudu-dudu pêşiya xwe şandin” (Lûqa 9:51; 10:1). Lema jî, gelek ciya şagirtên Îsa hebûn, yên ku mizgînî bela dikirin.

Cihûyên ku bibûne şagirtên Îsa Cejina Derbazbûnê dîsa jî her sal derbaz dikirin, ça kifş e tevî malbetên xwe (Derketin 12:6-11, 17-20). Gava mirina Îsa nêzîk dibû, ew tevî şandiyên xwe çû Orşelîmê. Lê ewî gazî hemû şagirtên xwe yên ji Cihûstanê, Celîlê û Perêayê nekir, wekî tevî wan Cejina Derbazbûnê kifş ke. Eşkere ye, wekî vê êvarê, Îsa dixwest tevî şandiyên xwe tenê be. Ewî gote wan: “Ez hizret bûm ku tevî we xwarina Cejina Derbazbûnê bixwim, pêşiya ku ez biçerçirim” (Lûqa 22:15).

Îsa zanibû ku ewê mîna “Berxê Xwedê, yê ku gunê dinyayê hildide” bimire (Yûhenna 1:29). Ev yek li bajarê Orşelîmê qewimî, dêmek ciyê ku bi seda sala qurban Xwedêra hatibûne dayînê. Azaya ku bi saya mirina Îsa hate dayînê, ji azaya ku bi saya berxê ku malbetên Îsraêlî şeva derketina ji Misirê xwaribûn, mezintir bû (1 Korintî 5:7, 8). Qurbanbûna Îsa mecal da Donzdeh şandiyên wî, ku ewana bibine hîmê civata Mesîhiya (Efesî 2:20-22). Kitêba Pîroz derheqa bajarê Orşelîmêye pîroz usa dibêje: “Donzdeh hîmên sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navên her donzdeh şandiyên Berx nivîsar bûn” (Eyantî 21:10-14). Belê, şandiyên amin pêkanîna qirara Xwedêda roleke ferz dilîstin. Lema jî, em fem dikin wekî çira Îsa dixwest ku ewana Cejina Derbazbûnê ya paşin tevî wî derbaz kin, pey kîjanîra bona Şîva Xudan hazir bûn.

Wê êvarê, 70 şagirt û şagirtên din wêderê nîbûn. Dîsa jî, hemû şagirtên amin ji Şîva Xudan kar distandin. Hemû kesên ku bi ruhê pîroz hatine bijartinê, ketine peymana padşatiyê, derheqa çi jî Îsa wê êvarê şandiyên xwera got (Lûqa 22:29, 30).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin