BONA LÊKOLÎNÊ
Merivên Amin Xweyê Sozên Xwe ne
Bixûne Hakimtî 11:30-40, wekî pêbihesî ku Yeftah û qîza wî ça xweyê sozê xwe bûn.
Dîna xwe bide kontêkstê. Îsraêliyên amin hindava sondên xweda ça bûn? (Jimar 30:2) Yeftah û qîza wî ça baweriya xwe nîşan kirin? (Hakimtî 11:9-11, 19-24, 36)
Diha kûr lêkolîn ke. Gava Yeftah sond xwar, dibeke nêta wî çi bû? (w16.04 7 ¶12) Yeftah û qîza wî çi kirin, wekî sonda wî baniyana sêrî? (w16.04 7-8 ¶14-16) Roja îroyîn Mesîhî çi sond dixwin? (w17.04 5-8 ¶10-19)
Bifikire ku ça vê yekê bidî xebatê, çi ku hîn bûyî. Ji xwe bipirse:
Çi dikare alî min bike, wekî sonda xweye tesmîlbûyînê, ku heta-hetayê Yehowara xizmet kim, bînim sêrî? (w20.03 13 ¶20)
Seva ku ez hê zêde Yehowara xizmet kim, gelo ez çi dikarim bikim?
Çi dikare alî min bike, ku sonda xweye zewacê neteribînim? (Metta 19:5, 6; Efesî 5:28-33)