GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10
KILAMA 31 Gura Xwedêda bin!
Çev Bide Nihêrandina Yehowa û Îsa
“Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihkirî bin” (1 PETRÛS 4:1).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin, ku Petrûsê şandî ji nihêrandina Îsa çi hîn bû û em çi dikarin hîn bin.
1-2. Hezkirina hindava Yehowa çiva girêdayî ye, û ça Îsa da kifşê, wekî ew bi temamiya hişê xwe Bavê xwe hez dike?
“YEHOWA Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hez bike” (Lûqa 10:27). Îsa nîşan kir, ku Qanûna Mûsada eva temiya lape ferz e. Dîna xwe bidinê, ku hezkirina Yehowa dilê meva girêdayî ye, dêmek xwestin, hest û êmosiyên meva. Xêncî vê yekê, hezkirina Yehowa hişê meva, dêmek nihêrandinên meva jî girêdayî ye. Seva ku em fikirên Yehowa diha baş fem kin, em gerekê hîn bin mîna Îsa bifikirin, çimkî nihêrandina wî bi temamî mîna nihêrandina Yehowa ye (1 Korintî 2:16).
2 Îsa bi temamiya hişê xwe Yehowa hez dikir. Ewî zanibû ku nêta Xwedê bona wî çi ye, û seva ku xwestina Xwedê bianiya sêrî, ew hazir bû biçerçiriya jî. Îsa dîna xwe bi temamî dida xwestina Bavê xwe û îzin nedida, wekî tiştek riya wî bigire.
3. (a) Petrûsê şandî ji Îsa çi hîn bû? (b) Petrûs xûşk-birara got ku ewana çi bikin? (1 Petrûs 4:1)
3 Gava Petrûs û şandiyên din cem Îsa bûn, mecala wan hebû ku xwexa ji Îsa hîn bin û nihêrandina wî pêbihesin. Çaxê Petrûs ji bîna ber Xwedê nema xweye pêşin nivîsî, ewî Mesîhiya hêlan kir wekî bi nêt-fikirê Îsa “sîlihkirî bin”, dêmek çekkirî bin (Bixûne 1 Petrûs 4:1). Vê rêzêda Petrûs giliyên eskerî da xebatê: “Sîlihkirî bin”. Lema jî hergê Mesîhî hîn bin mîna Îsa bifikirin, bal wana wê her tişt hebe, wekî miqabilî xwestinên xirab şer kin. Belê, hergê em çev bidine nihêrandin û fikirên Îsa, emê bibine xweyê çekê qewî. Bi vî cûreyî, emê bikaribin miqabilî xwestinên nerast û miqabilî dinya Mîrê-cina serkevin (2 Korintî 10:3-5; Efesî 6:12).
4. Eva gotara wê ça alî me bike, wekî em li gora şîreta Petrûs bijîn?
4 Vê gotarêda emê nihêrandina Îsa lêkolîn kin û bivînin, ku em ça dikarin çev bidine wî. Ji mesela wî emê pêbihesin ku em ça dikarin (1) çev bidine nihêrandina Yehowa, bi saya çi jî emê bikaribin yektiyê xwe kin, (2) milûk bin, (3) serwaxt bin û bi saya dua îtbariya xwe Yehowa bînin.
ÇEV BIDE NIHÊRANDINA YEHOWA
5. Petrûs çira nihêrandina Yehowa neda kifşê?
5 Carekê Petrûs li gora nihêrandina Yehowa hereket nekir. Îsa şandiyên xwera gotibû, ku ew gerekê here Orşelîmê û wê wî bidine destê serwêrên rêlîgî, ewê cefa bikişîne û paşê bê kuştinê (Metta 16:21). Petrûs fem nedikir, ku Yehowa wê ça îzin bide wekî Mesîhê sozdayî, yê ku gerekê xizmetkarên Xwedê xilaz kira, bê kuştinê (Metta 16:16). Lema jî Petrûs Îsa da alîkî û got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ev hemû tişt wê neyê serê te” (Metta 16:22). Petrûs derheqa vê derecê mîna Yehowa nedifikirî, lema jî nihêrandina wî ji ya Îsa cude dibû.
6. Îsa Mesîh ça da kifşê wekî ew mîna Yehowa difikire?
6 Îsa bi temamî mîna Bavê xwe difikirî. Lema jî ewî Petrûsra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Tu bona min kevirê likumandinê yî, çimkî tu ne ku mîna Xwedê difikirî, lê mîna însana” (Metta 16:23). Îsa zanibû, seva ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew gerekê cefa bikişîne û bimire. Diqewime nêta Petrûs baş bû, lê yeke Îsa şîret da wî. Ji vê serhatiyê Petrûs hîn bû, ku ew gerekê çev bide nihêrandina Yehowa. Em jî gerekê usa bikin!
7. Wext şûnda Petrûs ça hazir bû nihêrandina Yehowa qebûl ke? (Binihêre şikil.)
7 Wext şûnda Petrûs hazir bû çev bide nihêrandina Yehowa. Îda wede bû, wekî merivên ji miletên din jî bibine xizmetkarên Xwedê. Lema jî Petrûsra hate gotinê, wekî here bal mêrekî bi navê Kornêlyo. Ji miletên din ew merivê pêşin bû, yê ku bû şagirtê Îsa. Cihûya tevî merivên ji miletên din hevaltî nedikirin, lema jî Petrûs gerekê nihêrandina xwe biguhasta, wekî şedetî bide wan. Gava Petrûs fem kir, ku nihêrandina Xwedê derheqa vê yekê çi ye, ewî nihêrandina xwe guhast. Û çaxê gazî wî kirin, ew bê “gazin” çû (Karên Şandiya 10:28, 29). Petrûs şedetî da Kornêlyo û maliyên wî, û ewana hatine nixumandinê (Karên Şandiya 10:21-23, 34, 35, 44-48).
Petrûs dikeve mala Kornêlyo (Binihêre abzasa 7)
8. Em ça dikarin bidine kifşê, wekî em mîna Yehowa difikirin? (1 Petrûs 3:8)
8 Çend sal şûnda, Petrûs xûşk-bira hêlan kir, wekî “hemû jî ser nêtekê bin” (Bixûne 1 Petrûs 3:8). Seva ku em hemû jî ser nêtekê bin, em gerekê nihêrandina Yehowa qebûl kin, ya ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin. Mesele, Îsa şagirtên xwera got, ku ewana emirê xweda ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine Padşatiya Xwedê (Metta 6:33). Dibeke li gora vê şîretê xûşk yan birakî ji civata te safî ke ça mizgînvanê hertim xizmet ke. Dewsa ku em jêra bêjin, wekî ew rêke hêsa xwera bijbêre, em gerekê payê wî bidin û alî wî bikin.
MILÛK BE
9-10. Îsa ça milûktî da kifşê?
9 Êvara pêşiya ku Îsa bihata kuştinê, ewî derheqa milûktiyê derseke ferz da Petrûs û şandiyên din. Îsa pêşiya vê yekê Petrûs û Yûhenna şandibû, ku ewana şîva paşin hazir kin. Li gora edet, wana gerekê bona şûştina nigên mêvana, teşt û pêşgîr jî hazir kirana. Lê kê gerekê milûktî bida kifşê û nigên mêvana bişûşta?
10 Gava wedê şîvê hat, Îsa bi milûktî destpêkir vî şixulî bike, çi ku xulamê malê gerekê bikira. Ewî çuxê xwe da alîkî, pêşgîr hilda pişta xweva girêda, av kire teştê û destpêkir nigên şandiyên xwe bişo (Yûhenna 13:4, 5). Bona şûştina nigên hemû 12 şandiya, wede lazim bû. Cihûda jî nava wanda bû, yê ku paşê nemamiya Îsa kir. Dîsa jî Îsa bi milûktî şixulê xwe anî sêrî. Paşê ewî got: “Hûn fem dikin ku min bona we çi kir? Hûn minra ‘Dersdar’ û ‘Xudan’ dibêjin, û hûn rast in, hema usa jî heye. Ez wekî Xudan û Dersdar im, û min nigên we şûşt, gerekê hûn jî nigên hevdu bişon” (Yûhenna 13:12-14).
Milûktiya rast fikirên dilê meva girêdayî ye
11. Petrûs ça da kifşê, wekî ew îda yekî milûk e? (1 Petrûs 5:5) (Binihêre usa jî şikil.)
11 Petrûs ji milûktiya Îsa ders stand. Çaxê Îsa vegeriya ezmana, Petrûs mêrekî ku ji bûyînê seqet bû, qenc kir (Karên Şandiya 1:8, 9; 3:2, 6-8). Ev keremet ber çevê gelek meriva hate kirinê (Karên Şandiya 3:11). Kûltûra Cihûyada meriv pey navê xwe diketin, û Petrûs jî vê kûltûrêda mezin bibû. Dîsa jî ewî payê xwe neda, lê bi milûktî dîna meriva kişande ser Yehowa û Îsa. Ewî got: “Pê navê Îsa û bi saya baweriya meye hindava navê wî, nigên wî merivî şidiyan” (Karên Şandiya 3:12-16). Çend sal şûnda, Petrûsê şandî nemeke xweda gote Mesîhiya, wekî ewana şkestî û milûk bin, çi ku ser zimanê orîjînalê raste-rast tê hesabê, milûktiyê li xwe kin. Û ew yek dikare bîne bîra me, gava Îsa pêşgîr pişta xweva girêda û destpêkir nigên şandiyên xwe bişo (Bixûne 1 Petrûs 5:5).
Çaxê Petrûs keremet kir, ewî ne ku payê xwe da, lê bi milûktî pesinê Yehowa û Îsa da. Em jî dikarin milûktiya xwe bi vê yekê bidine kifşê, ku qenciyê bikin û hîviyê nîbin, wekî meriv payê me bidin (Binihêre abzasa 11-12)
12. Em ça dikarin çev bidine milûktiya Petrûs?
12 Mîna Petrûs em jî gerekê milûktiyê nav xweda pêşda bînin. Bîr nekin, wekî milûktiya rast ne tenê ev e, ku em rastiyê bêjin. Petrûs xebera “şkestî” da xebatê, û ev tê hesabê wekî şkestîbûn nêt û fikirên dilê me dide kifşê, dêmek em derheqa xwe û meriva çi difikirin. Em hazir in alî meriva bikin ne ku seva vê yekê, wekî kesên din payê me bidin, lê çimkî em Yehowa Xwedê û meriva hez dikin. Hergê em bi rastî milûk bin, emê hazir bin bona Yehowa û xûşk-bira van şixula jî bikin, çi ku kesên din navînin (Metta 6:1-4).
SERWAXT BE
13. Em ça dikarin “serwaxt” bin?
13 Em ça dikarin “serwaxt” bin? (1 Petrûs 4:7) Em gerekê safîkirinên usa bikin, yên ku dilê Yehowa xweş tên. Em zanin wekî dostiya tevî Yehowa emirê meda tiştekî lapî ferz e. Em gerekê bi zêdeyî derheqa xwe nefikirin û qebûl kin wekî em her tiştî nizanin. Usa jî em gerekê bi milûktî Yehowara dua bikin û bi vê yekê bidine kifşê, wekî em xwe dispêrin wî.a
14. Carekê Petrûs çi şaşî kir?
14 Êvara pêşiya mirina xwe, Îsa şagirtên xwera usa got: “Îşev hûn hemûyê min bihêlin”. Lê Petrûs bi bawerî usa got: “Hergê hemû te bihêlin jî, ezê tu car te nehêlim!” Wê şevê, Îsa hine şagirtên xwera got: “Hişyar bimînin û timê dua bikin” (Metta 26:31, 33, 41). Hergê Petrûs guh bida şîreta Îsa, dibeke ewî mêrxasî bida kifşê û înkar nekira ku ew şagirtê Îsa ye. Lê paşê ew ji bo kirên xwe gelek poşman bû (Metta 26:69-75).
15. Şeva pêşiya mirina xwe Îsa çi kir?
15 Îsa xwe bi temamî disparte Yehowa. Rast e Îsa bêqisûr bû, lê yeke ewî gelek car dua dikir. Ev yek wî qewî dikir ku nêta Yehowa bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44; Yûhenna 18:4, 5). Bê şik Petrûs tu car bîr nedikir, ku Îsa wê şevê çiqas dua kiribû.
16. Petrûs ça nîşan kir, ku ew îda bûye yekî serwaxt? (1 Petrûs 4:7)
16 Wede şûnda Petrûs hîn bû ku çiqas ferz e, wekî ew dua bike û xwe bispêre Yehowa. Çaxê Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî Petrûs û şandiyên dinra got, ku wê ruhê pîroz bide wan, wekî ewana bikaribin mizgîniyê hemû ciya bela kin. Îsa got wekî ewana Orşelîmêda hîviyê bin, heta ku ruhê pîroz bistînin (Lûqa 24:49; Karên Şandiya 1:4, 5). Heta ku Petrûs hîviyê bû, ewî çi dikir? Ewî tevî xûşk-birên din “her gav tevayî dua dikirin” (Karên Şandiya 1:13, 14). Wede şûnda, Petrûs nema xweye pêşinda xûşk-bira hêlan kir ku “serwaxt” bin, Yehowara dua kin û îtbariya xwe wî bînin (Bixûne 1 Petrûs 4:7). Belê, Petrûsê şandî hîn bû îtbariya xwe Yehowa bîne û îda dikaribû xûşk-bira qewî ke (Galatî 2:9).
17. Hergê em hine tiştada cêribandî ne jî, em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)
17 Seva ku em serwaxt bin, em gerekê timê Yehowara dua kin. Em gerekê berdewam kin Yehowara dua kin û alîkariyê bixwazin, hergê em difikirin, ku hine tiştada cêribandî ne jî. Lema jî îlahî gava em safîkirinên ferz dikin, em gerekê ji Yehowa rêberiyê bixwazin û bawer bin, ku ew zane em hewcê çi ne.
Petrûs hîn bû ku bi saya dua îtbariya xwe Yehowa bîne. Gava em jî safîkirinên ferz dikin, em dikarin bi saya dua alîkariyê ji Yehowa bixwazin û usa serwaxtiyê bidine kifşê (Binihêre abzasa 17)b
18. Em ça dikarin çev bidine nihêrandina Yehowa?
18 Em ji Yehowa razî ne, çimkî ewî em usa efirandine, ku em dikarin çev bidine hunurên wî (Destpêbûn 1:26). Hemikî em nikarin vê yekê bi cûrê bêqisûr bikin (Îşaya 55:9). Lê mîna Petrûs, were em jî her tiştî bikin, wekî çev bidine nihêrandina Yehowa û usa jî milûk û serwaxt bin!
KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost
a Seva ku hê zêde pêbihesin ku çi tê hesabê serwaxtî, bikevine malpera jw.org yan jî JW Library®, para “Şirovekirina Rêzên Kitêba Pîroz”, têma “2 Tîmotêyo 1:7—Xwedê Ruhekî Tirsê Neda Me”, abzasa “Serwaxtî”.
b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkek pêşiya ku derheqa xebatê xeber de, dilê xweda dua dike.