KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Adar rûp. 14-19
  • Xizmetiyêda Çev Bidine Xîreta Îsa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xizmetiyêda Çev Bidine Xîreta Îsa
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÎSA DÎNA XWE DIDA QIRARA YEHOWA
  • ÎSA DÎNA XWE DIDA PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ
  • ÎSA XWE DISPARTE YEHOWA
  • ÎSA BAWER BÛ KU HINE MERIV WÊ GUH BIDINE MIZGÎNIYÊ
  • Em Ça Dikarin ji Xizmetiyê Diha Zêde Şabûnê Bistînin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Hezkirinê Mizgîniyê Bela kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Adar rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

Xizmetiyêda Çev Bidine Xîreta Îsa

“Xudan . . . ew dudu-dudu pêşiya xwe şandin her bajar û ciyê ku ewî xwexa dixwest here” (LÛQA 10:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin ku em ça dikarin xizmetiyêda çev bidine xîreta Îsa.

1. Xizmetkarên Yehowa çida ji kesên din cude dibin?

XIZMETKARÊN Yehowa bi dil û can mizgîniyê bela dikin. Û vê yekêda ewana ji kesên din, yên ku dibêjin ku ewana Mesîhî ne, cude dibin (Tîto 2:14). Lê carna dibeke mera hêsa nîne xizmetiyêda xîret bin. Rûspîkî xîret usa got: “Carna xwestina min qe tune, wekî mizgîniyê bela kim”. Dibeke em jî carna xwe mîna wî texmîn dikin.

2. Çira carna dikare çetin be bi xîret mizgîniyê bela kin?

2 Diqewime cûrên xizmetiyêye din diha me xweş tên, ne ku belakirina mizgîniyê. Gelo çira? Gava em tevî xûşk-bira avayên teşkîletê ava dikin, paşî teşqelên tebiyetê alî xûşk-bira dikin û wana qewî dikin, em derbêra kara vê yekê divînin û ji vê yekê şabûnê distînin. Çaxê em tevî xûşk-bira hevkariyê dikin, em lezetê distînin ji yektî û hezkirina ku orta meda heye, û divînin ku ewana şixul û xîreta me qîmet dikin. Ji aliyê dinva jî, dibeke em mizgîniyê bi sala mihalekêda bela dikin, lê tenê hine meriv guh didine me. Usa jî dibeke em rastî merivên usa tên, yên ku naxwazin guh bidine mizgîniyê û sert caba me didin. Û em zanin wekî çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas hê zêde em dikarin rastî peyketina bên (Metta 10:22). Lê seva ku em xîreta xwe unda nekin, em çi dikarin bikin?

3. Lûqa 13:6-9 derheqa xîreta Îsa çi nîşan dike?

3 Mesela Îsa dikare alî me bike, ku em xîreta xwe unda nekin. Çaxê ew ser erdê bû, ewî bi xîret mizgînî bela dikir (Bixûne Lûqa 13:6-9). Mîna mêrê ku sê sal hîviyê bû wekî berê dara xwe ya hêjîrê bistîne, lê nestand, Îsa weke sê sal Cihûyara besa mizgîniyê dikir, lê heçî zef ji wan guh nedane wî. Lê çawa ku mêrê ji metelokê gumana xwe unda nedikir, wekî dara hêjîrê wê ber bide, Îsa jî gumana xwe unda nedikir, wekî meriv wê guh bidine mizgîniyê. Lema jî ew xizmetiya xweda diha xîret bû, seva ku alî Cihûya bike mizgîniyê qebûl kin.

4. Vê gotarêda emê ji mesela Îsa kîjan çar tişta hîn bin?

4 Vê gotarêda emê bivînin, wekî Îsa ça bi xîret xizmet dikir, îlahî şeş mehên paşine ser erdê (Binihêre “Paşî vê yekê” elametiya hînbûnê ser hîmê Lûqa 10:1). Seva ku em xîreta xwe unda nekin, em gerekê him guh bidine giliyên wî, him jî çev bidine kirên wî. Niha emê derheqa van çar tişta bifikirin: (1) Îsa dîna xwe dida qirara Yehowa, (2) ewî dîna xwe dida pêxembertiyên ji Nivîsarên Pîroz, (3) ewî xwe disparte Yehowa û (4) ewî gumana xwe unda nedikir, wekî hine meriv wê guh bidine wî.

ÎSA DÎNA XWE DIDA QIRARA YEHOWA

5. Îsa çawa dîna xwe dida qirara Xwedê?

5 Îsa “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bi xîret bela dikir, çimkî ewî zanibû ku Xwedê dixwaze wekî ew vî şixulî bike (Lûqa 4:43). Emirê Îsada xizmetî ciyê pêşin digirt. Nêzîkî xilaziya xizmetiya xwe jî, ewî “gund û bajarara derbaz dibû û meriv hîn dikirin” (Lûqa 13:22). Usa jî ewî şagirta şixulê belakirina mizgîniyê hîn dikirin (Lûqa 10:1).

6. Ji hemû şixulên ku em bona Yehowa dikin, ya lape ferz kîjan e? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Îro jî belakirina mizgîniyê şixulê lapî ferz e, ya ku Yehowa û Îsa dane me (Metta 24:14; 28:19, 20). Her şixulê ku em bona Yehowa dikin, belakirina mizgîniyêva girêdayî ye. Mesele, em avayên teşkîletê ava dikin, wekî merivên ku guh didine mizgîniyê, bikaribin wêderê Yehowa bihebînin. Şixulên ku em Beytelêda dikin, ev jî belakirina mizgîniyêva girêdayî ne. Paşî teşqela em têne hewara xûşk-bira ne tenê seva ku alî wan bikin, lê usa jî wekî mecala wan hebe dîsa herine civata û mizgîniyê bela kin. Hergê em bîr nekin ku belakirina mizgîniyê şixulê lapî ferz e, yê ku Yehowa dixwaze em bînin sêrî, emê çi ji destê me tê bikin, wekî evî şixulî bînin sêrî. Rûspîkî bi navê Yanoş, yê ku li Hûngarîstanê dijî, usa dibêje: “Ez timê tînim bîra xwe wekî tu şixulê din, yê ku em bona Yehowa dikin, nikare dewsa belakirina mizgîniyê bigire. Belê, şixulê meyî lapî ferz ev e”.

Şikil: 1. Birak ser proêkteke avakirinê kar dike. 2. Birakî din ji mala xwe alî Beytelê dike. 3. Paşê jî ev du bira tevayî diçine xizmetiyê.

Yehowa û Îsa dixwazin wekî em bi xîret mizgîniyê bela kin, çimkî îro ev şixulê lapî ferz e (Binihêre abzasa 6)


7. Yehowa çira dixwaze ku em berdewam kin mizgîniyê bela kin? (1 Tîmotêyo 2:3, 4)

7 Seva ku xîreta me zêde be, em gerekê bi nihêrandina Yehowa ser meriva binihêrin. Ew dixwaze wekî meriv mizgîniyê bibihên û qebûl kin (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:3, 4). Bona vê yekê, ew me hîn dike, wekî em vê mizgîniya ferz, ya ku dikare emirê wan xilaz ke, bigihînin wan. Mesele, broşûra Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin, me hîn dike ku em ça tevî meriva xeberdanê destpêkin û alî wan bikin wekî ewana bibine şagirtên Îsa. Hergê ewana guh nedine me jî, dibeke ew pêşiya xilaziya tengasiya mezin bêne ser riya rastiyê. Tiştên ku em niha wanra dibêjin, dikarin paşê alî wan bikin, ku ewana nihêrandina xwe biguhêrin. Lê bona vê yekê, lazim e ku em berdewam kin mizgîniyê bela kin.

ÎSA DÎNA XWE DIDA PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ

8. Tiştên ku Îsa ji Nivîsarên Pîroz zanibû, ça ser wî hukum dikirin?

8 Îsa fem dikir, wekî çi ku Nivîsarên Pîrozda pêşda hatibûne pêxembertîkirinê, wê çawa bêne sêrî. Mesele, ewî zanibû wekî xizmetiya wî wê tenê sê sal û nîv bikişîne (Daniyêl 9:26, 27). Usa jî ewî zanibû wekî hatibû pêxembertîkirinê, ku ewê kengê û ça bimire (Lûqa 18:31-34). Ew haj van tişta hebû, lema jî ewî wedê xwe bi cûrê lapî baş dida xebatê. Ewî mizgînî bi xîret bela dikir wekî şixulê ku jêra hatibû dayînê, bi temamî bîne sêrî.

9. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz ça xwestina me zêde dikin, ku em bi xîret mizgîniyê bela kin?

9 Zanebûna derheqa pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz dikare me jî hêlan ke, wekî bi xîret mizgîniyê bela kin. Mesele, em zanin wekî xilaziya vê dinyayê nêzîk e. Halê dinyayê û xeyset-hunurên merivên îroyîn nîşan dikin, ku em rojên xilaziyêda dijîn, çimkî derheqa wan tişta hatibû pêxembertîkirinê. Kitêba Pîrozda derheqa dijminatiya orta padşê başûr û padşê bakurê hatibû pêxembertîkirinê. Û îro em vê dijminatiyê orta împêriya hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîkayê û Rûsyayêda, divînin (Daniyêl 11:40). Usa jî em fem dikin ku piyên heykelê ji Daniyêl 2:43-45 têne hesabê împêriya hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîka. Ji pêxembertiyên Kitêba Pîroz, em fem dikin ku demeke gelek nêzîkda, Padşatiya Xwedê wê qira hemû serwêrên dinyayê bîne. Bi saya van pêxembertiyên Kitêba Pîroz, em divînin ku rojên me çira mexsûs in û çira em gerekê bi xîret mizgîniyê bela kin.

10. Dîsa kîjan pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz xîreta me zêde dikin?

10 Xêncî vê yekê, sozên Kitêba Pîroz dilê me gelek germ dikin, û em dixwazin wekî kesên din jî derheqa vê yekê pêbihesin. Xûşkeke bi navê Kêrî, ya ku li Komara Domînîkê dijî, usa dibêje: “Axiriya xweş, ya ku Yehowa mera soz daye, xwestina min zêde dike wekî ez kesên dinra besa rastiyê bikim. Gava ez divînim ku meriv rastî çi çetinaya tên, ez fem dikim ku sozên Yehowa ne tenê bona min, lê bona wan in jî”. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz nîşanî me dikin, ku Yehowa piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê dike. Ev yek xwestina me zêde dike, wekî em berdewam kin mizgîniyê bela kin. Xûşkeke bi navê Lêyla, ya ku Hûngarîstanêda dijî, usa dibêje: “Pêxembertiya ji Îşaya 11:6-9 alî min dike, ku ez mizgîniyê bidim wan meriva jî, yên ku bi texmîna min wê mizgîniyê ne jî qebûl kin. Ez zanim ku bi alîkariya Yehowa, her kes dikare bê ser riya rastiyê”. Birakî bi navê Krîstofêr, yê ku li Zambyayê dijî, usa dibêje: “Çawa Markos 13:10-da hatibû pêxembertîkirinê, mizgîniya xêrê ser temamiya dinyayê bela dibe, û bona min qedirekî mezin e, ku ez jî vê yekêda kar dikim”. Lê kîjan pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz alî te dikin, wekî berdewam kî mizgîniyê bela kî?

ÎSA XWE DISPARTE YEHOWA

11. Seva ku Îsa bi xîret mizgînî bela kira, çira lazim bû wekî ew xwe bispêre Yehowa? (Lûqa 12:49, 53)

11 Îsa dudilî nedibû, wekî Yehowa wê alî wî bike bi xîret mizgîniyê bela ke. Rast e Îsa bi nermî û bi qedir derheqa mizgîniyê tevî meriva xeber dida, lê dîsa jî ewî zanibû ku hine meriv wê hêrs kevin û guh nedine mizgîniyê (Bixûne Lûqa 12:49, 53). Çaxê Îsa mizgînî bela dikir, serwêrên rêlîgî çend cara dixwestin wî bikujin (Yûhenna 8:59; 10:31, 39). Dîsa jî Îsa berdewam dikir mizgîniyê bela ke, çimkî ewî zanibû wekî Yehowa tevî wî ye. Ewî got: “Ez tenê nînim, lê Bavê ku ez şandime, tevî min e. . . . Ewî ez tenê nehîştime, çimkî ez hertim tiştên ku wî xweş tên, dikim” (Yûhenna 8:16, 29).

12. Îsa gote şagirtên xwe ku hergê ewana rastî peyketina bên, gerekê çi bikin?

12 Îsa şagirtên xwe hêlan kir, wekî xwe bispêrin Yehowa. Ewî çend cara anî bîra wan, ku hergê ewana rastî peyketina bên, Yehowa wê alî wan bike (Metta 10:18-20; Lûqa 12:11, 12). Usa jî ewî wanra got ku haj xwe hebin (Metta 10:16; Lûqa 10:3). Ewî temî da wan, ku hergê kesek naxwaze guh bide wan, ewana gerekê zorê wî nekin (Lûqa 10:10, 11). Xêncî vê yekê, ewî got ku hergê ewana rastî peyketina bên, bira ji wî ciyî birevin (Metta 10:23). Îsa yekî xîret bû û xwe disparte Yehowa, lê dîsa jî çi ji destê wî dihat dikir, wekî badîhewa emirê xwe neke bin qeziyê (Yûhenna 11:53, 54).

13. Em çima dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê alî me bike?

13 Em hewcê alîkariya Yehowa ne, seva ku wedê peyketina jî berdewam kin mizgîniyê bela kin (Eyantî 12:17). Em çima bawer in wekî Yehowa wê alî me bike? Were em niha dîna xwe bidine duayê Îsa, ya ku kitêba Yûhenna serê 17-da nivîsar e. Îsa ji Yehowa lava kir, wekî ew bona şandiya xem bike. Û Yehowa caba duayê wî da. Kitêba Karên Şandiya nîşan dike, ku Yehowa ça alî şandiya dikir, wekî ewana nava peyketinada jî bi xîret mizgîniyê bela kin. Usa jî duayê xweda Îsa ji Yehowa lava kir, wekî ew bona wan meriva xem bike, yên ku wê guh bidana mizgîniyê. Lema jî çawa ku Yehowa alî şandiya kir, ewê alî te jî bike (Yûhenna 17:11, 15, 20).

14. Em ji ku zanin, ku emê bikaribin bi xîret mizgîniyê bela kin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas belakirina mizgîniyê dikare diha çetin be. Dîsa jî Yehowa wê alî me bike, wekî em bi xîret şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin (Lûqa 21:12-15). Mîna Îsa û şagirtên wî, em jî mizgîniyê bi destê zorê ser merivava nakin û tevî wan nakevine dewê. Çaxê belakirina mizgîniyê welatekîda tê qedexekirinê, xûşk-birên me dîsa jî terka vî şixulî nadin, çimkî ewana îtbariya xwe Yehowa tînin. Çawa ku Yehowa qirna yekêda qewat da xizmetkarên xwe, ew îro jî qewatê dide me, wekî em her dera mizgîniyê bi temamî bela kin û xwestina wî bînin sêrî (2 Tîmotêyo 4:17). Em dikarin bawer bin, ku hergê em xwe bispêrin Yehowa, emê bikaribin mizgîniyê bi xîret bela kin.

Wan welatada jî, kîderê ku şixulê belakirina mizgîniyê qedexekirî ye, xûşk-birên xîret mecala digerin wekî merivara besa baweriya xwe bikin (Binihêre abzasa 14)a


ÎSA BAWER BÛ KU HINE MERIV WÊ GUH BIDINE MIZGÎNIYÊ

15. Çira Îsa bawer bû ku şixulê belakirina mizgîniyê wê berên baş bîne?

15 Îsa bawer bû, ku hine meriv wê guh bidine mizgîniyê. Lema jî ewî xizmetiyêda şabûna xwe unda nedikir. Mesele, nêzîkî xilaziya sala 30 D.M., gava Îsa dît ku gelek meriv hazir in guh bidine mizgîniyê, ewî ew meriv beramberî zeviyê kir, ya ku zer bibû û bona dirûnê hazir bû (Yûhenna 4:35). Weke salek şûnda, ewî usa gote şagirtên xwe: “Şixulê nandirûnê gelek e” (Metta 9:37, 38). Careke din jî, ewî usa got: “Şixulê nandirûnê gelek e, . . . Lema, hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî nandirûna xwera xebatkara bişîne” (Lûqa 10:2). Belê, Îsa timê bawer bû, ku hine meriv wê guh bidine mizgîniyê, û çaxê wana guh dida, ew gelek şa dibû (Lûqa 10:21).

16. Metelokên Îsa derheqa belakirina mizgîniyê çi me hîn dikin? (Lûqa 13:18-21) (Binihêre usa jî şikil.)

16 Îsa dîna şagirtên xwe dikişande ser kara belakirina mizgîniyê, û ev yek alî wan dikir wekî ewana xîreta xwe unda nekin. Were em dîna xwe bidine du metelokên wî (Bixûne Lûqa 13:18-21). Bi saya meteloka toximekî xerdalê, Îsa da kifşê, ku mizgîniya Padşatiya Xwedê wê çawa bela be. Usa jî ewî got ku mîna hevîrtirşkê, mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê, wê her dera bela be. Û kara ku ewê bianiya, dibeke derbêra nehata kifşê. Bi vî cûreyî Îsa nîşanî şagirtên xwe kir, wekî mizgîniya ku wana bela dikir, wê alî gelek meriva bike.

Du xûşk ber stêndê sekinî ne. Gelek meriv ber wanra derbaz dibin, lê nasekinin.

Mîna Îsa, em bawer in ku merivên usa hê hene, yên ku wê guh bidine mizgîniya xêrê (Binihêre abzasa 16)


17. Çima em gerekê nihêrandina baş ser belakirina mizgîniyê xwey kin?

17 Gava em didine ber çevê xwe, wekî mizgînî ça alî meriva dike, ev yek alî me dike xîreta xwe unda nekin. Her sal, bi mîlyona meriv têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh û destpêdikin Kitêba Pîroz hîn bin. Bi seda hezara meriv têne nixumandinê û mizgîniya xêrê tevî me bela dikin. Em nizanin ku dîsa çiqas meriv wê mizgîniyê qebûl kin, lê em zanin wekî Yehowa elaleteke mezin top dike, ya ku wê tengasiya mezinda sax bimîne (Eyantî 7:9, 14). Yehowa Xweyê nandirûnê ye, û ew bawer e ku dîsa gelek meriv dikarin mizgîniyê qebûl kin. Ev yek me hêlan dike, berdewam kin bi xîret mizgîniyê bela kin.

18. Em dixwazin ku meriv çida îzbat bin?

18 Şagirtên Îsa mizgînî timê bi xîret bela dikirin. Gava xelqê didît wekî şandiyên Îsa çawa mizgîniyê bi mêrxasî bela dikin, “wana têderxist ku ewana tevî Îsa bûn” (Karên Şandiya 4:13). Mîna vê yekê, gava meriv divînin ku em çawa bi xîret mizgîniyê bela dikin, ewana dikarin îzbat bin, ku em jî çev didine xîreta Îsa.

EM ÇA DIKARIN MÎNA ÎSA XIZMETIYÊDA . . .

  • xîret bin?

  • xwe bispêrin Yehowa?

  • nihêrandina pozîtîv xwey kin?

KILAMA 58 Merivên Aştîhiz Bigerin

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Vî ciyî kîderê ku ereba bi bênzînê dadigirin, birakî me şedetiyê dide mêrekî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin