GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13
KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”
Destê Yehowa Tu Car Kin Nîne
“Çima ji destê Xudan nayê?” (JIMAR 11:23).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku çi wê alî me bike diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînin, wekî ewê bona hewcên me xem bike.
1. Gava Mûsa miletê Îsraêl ji welatê Misirê derxist, ewî xwe ça sparte Yehowa?
KITÊBA Îbranî besa çend meriva dike, baweriya kîjana ku gelek qewî bû. Yek ji wan Mûsa pêxember bû (Îbranî 3:2-5; 11:23-25). Gava Mûsa miletê Îsraêl ji welatê Misirê derxist, ewî baweriya mezin da kifşê. Mûsa dewsa ku ji Firewin û ordiya wî bitirse, ewî xwe sparte Yehowa, cimet bera Sorra derbaz kir û bire beriyê (Îbranî 11:27-29). Wêderê heçî zef Îsraêlî dudilî bûn, ku Yehowa dikare bona wan xem bike, lê Mûsa timê Xwedêda bawer bû. Baweriya Mûsa pûç derneket. Xwedê beriyêda bi keremetî av û xwarin dida cimeta xwea (Derketin 15:22-25; Zebûr 78:23-25).
2. Xwedê çima ji Mûsa pirsî: “Çima ji destê Xudan nayê?” (Jimar 11:21-23)
2 Rast e baweriya Mûsa gelek qewî bû, lê gava Yehowa wîra got wekî wê goşt bide miletê Îsraêlê, Mûsa dudilî bû ku ev yek wê ça biqewime. Beriyêda bi mîlyona meriv gerekê bihatana têrkirinê, lê gelek çetin bû xwarinê destxin. Hingê Yehowa ji Mûsa pirsî: “Çima ji destê Xudan nayê?” (Bixûne Jimar 11:21-23). Vê rêzêda “destê Xudan” tê hesabê ruhê pîroz, dêmek qewata Yehowa. Em dikarin bêjin, wekî vira Yehowa ji Mûsa usa pirsî, ‘Tu difikirî wekî ez nikarim sozê xwe bînim sêrî?’
3. Çira em gerekê derheqa serhatiya Mûsa û Îsraêliya bifikirin?
3 Gelo tu qe fikirîyî, hela Yehowa wê aliyê matêriyalîda bona hewcên te û malbeta te xem bike yan na? Vê gotarêda emê dîna xwe bidine serhatiya Mûsa û Îsraêliya, yên ku bawer nekirin, wekî Xwedê dikare bona hewcên wan xem bike. Bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku emê şêwir kin, baweriya me wê diha qewî be, wekî destê Yehowa tu car kin nîne.
JI MESELA MÛSA Û ÎSRÊÎLIYA DERSA HÎN BE
4. Çima gelek meriva bawer nedikirin, wekî Yehowa dikare hewcên wan razî ke?
4 Gelek Îsraêliya çima bawer nedikirin, wekî Yehowa dikare hewcên wan razî ke? Paşî vê yekê ku miletê Îsraêl û gelek kesên din ji Misirê derketin, ewana pêşiya ku biketana Erdê Sozdayî, wextekê beriyêda man (Derketin 12:38; Qanûna Ducarî 8:15). Wede şûnda, him gelek Îsraêlî him jî kesên din ji xwarina Mannayê eciz bûn û lema gazinên xwe dikirin (Jimar 11:4-6). Cimetê bîra xwarina Misirê dikir. Ji bo gazinên cimetê, Mûsa xwe borcdar texmîn dikir, wekî hewcên wan razî ke (Jimar 11:13, 14).
5-6. Ji vê yekê ku nihêrandina merivên ji miletên xerîb ser Îsraêliya çawa hukum kir, em çi dersa hîn dibin?
5 Tê kifşê wekî bêşêkiriya merivên ji miletên xerîb ser Îsraêliya hukum dikir. Dibeke em jî bikevine ber bayê bêşêkiriya merivên din û îda bona tiştên ku Yehowa dide me, razî nîbin. Mesele, hergê em hizreta wan tişta bin, çi ku berê bal me hebû, yan jî çevnebariyê kesên din bikin, em jî dibeke bibine merivne bêşêkir. Firqî tune em çi halîda nin, hergê em hîn bin, wekî bona van tişta çi ku niha cem me heye, razî bin, emê diha bextewar bin.
6 Îsraêliya gerekê bîrnekirana wekî Xwedê soz dabû, ku gava ewana bigihîjine malên xweye teze, cem wan her tişt wê têr-tije hebe. Ev soz ne ku beriyêda, lê Erdê Sozdayîda gerekê bihata sêrî. Mîna vê yekê, dewsa ku em dîna xwe bidine tiştên ku îro destê meda tune ne, were em bînin bîra xwe wekî Yehowa dinya tezeda wê çi bide me. Usa jî em dikarin kûr bifikirin ser rêzên ku baweriya me hindava Yehowa diha qewî dikin.
7. Em çima dikarin bawer bin, wekî destê Yehowa kin nîne?
7 Dîsa jî dibeke bal te pirs pêşda bê ku çira Xwedê ji Mûsa pirsî: “Çima ji destê Xudan nayê?” Dibeke Yehowa dixwest, wekî Mûsa ne tenê derheqa vê yekê bifikire ku destê wî çiqas qewî ye, lê usa jî ku destê wî digihîje heta kîderê. Hela hê beriyêda jî Xwedê dikaribû têr-tije goşt bida Îsraêliya. Xwedê qewata xwe “bi destê zor û zenda dirêjkirî” nîşanî wan kir (Zebûr 136:11, 12). Lema jî gava em dikevine tengasiya, em dikarin bawer bin wekî destê Yehowa wê bigihîje me jî (Zebûr 138:6, 7).
8. Seva ku em mîna Îsraêliya şaşiya nekin, em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)
8 Gelek wext derbaz nebû gava Yehowa bi mîlyona qarîtk şandin ser Îsraêliya. Lê wana şikirî neda Xwedê. Wana ji timayê xwera gelek qarîtk top kirin. Bona xweheziya wan, Yehowa ewana ceza kirin (Jimar 11:31-34). Ji vê serhatiyê em dikarin dersê bistînin. Em gerekê haj xwe hebin, wekî çevbirçî û tima nîbin. Firqî tune em dewletî yan kesîb in, em gerekê hê zêde dîna xwe bidine dostiya xweye tevî Yehowa û Îsa, û bi vî cûreyî “xwera li ezmên xiznê top kin” (Metta 6:19, 20; Lûqa 16:9). Em dikarin bawer bin, ku hergê em usa bikin, Yehowa wê bona hewcên me xem bike.
Çolêda gelek meriva çi kir, û em ji vê yekê çi dikarin hîn bin? (Binihêre abzasa 8)
9. Em dikarin çida bawer bin?
9 Yehowa îro jî destê xwe dirêjî xizmetkarên xwe dike, wekî alî wan bike. Ev yek hemikî nayê hesabê wekî emê tu car tiştên matêriyalî unda nekin û birçî nemînin.b Lê Yehowa wê tu car me tenê nehêle. Firqî tune em rastî çi çetinaya jî bên, ewê alî me bike. Were em dîna xwe bidine du dereca, yên ku nîşan dikin, wekî Yehowa wê destê xwe dirêj ke seva ku hewcên me razî ke: (1) gava em rastî çetinayên matêriyalî tên û (2) çaxê ber xwe dikevin, ku ça emê ebûra xwe bikin, gava emirda mezin bin.
GAVA EM ALIYÊ MATÊRÎALÎDA RASTÎ ÇETINAYA TÊN
10. Em dibeke rastî çi çetinaya bên?
10 Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, dibeke halê êkonomîkî diha xirab be. Ji bo tevlihevbûna polîtîkî, şera, teşqelên tebiyetê yan pandêmiyayê, dibeke em xebata xwe yan hebûka xwe unda kin û hela hê nikaribin bona hewcên xweye herrojî jî xem bikin. Seva ku em ebûra malbeta xwe bikin, diqewime lazim be em xwera xebateke teze bivînin, yan jî mala xwe bar kin û derbazî cîkî din bin. Lê çi dikare alî me bike safîkirinên usa bikin, yên ku wê bidine kifşê, wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin?
11. Gava em rastî problêmên matêrîalî tên, çi dikare alî me bike? (Lûqa 12:29-31)
11 Ya lape ferz ev e, ku em derdên dilê xwe Yehowara bêjin (Metelok 16:3). Ji wî bîlaniyê û dilrihetiyê bixwaze, wekî tu bikaribî safîkirinên baş bikî û bi zêdeyî ber xwe nekevî (Bixûne Lûqa 12:29-31). Alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî tu razî bî seva wan tişta, çi ku bona emirê herrojî lazim e (1 Tîmotêyo 6:7, 8). Edebyetên me lêkolîn ke, wekî pêbihesî ku çi bikî, gava rastî problêmên êkonomîkî têyî. Gelek meriv ji vîdêoya û gotarên derheqa problêmên matêrîalî, yên ku ser jw.org hene, kareke mezin standine.
12. Seva ku em safîkirinên baş bikin, yên ku bona malbeta me kêrhatî ne, em dikarin çi ji xwe bipirsin?
12 Hine meriva safî kiribûn xebateke usa qebûl kin, ji bo kîjanî ewana mecbûr bûn ji malbeta xwe dûr bixebitin, lê paşê geleka fem kir, ku ev safîkirineke bîlan nîbû. Pêşiya ku tu xebateke teze qebûl kî, ne tenê ser vê yekê bifikire ku tuyê çiqas pere qazanc kî, lê usa jî bifikire ku rûyê vê yekêda tu çi dikarî unda kî (Lûqa 14:28). Pirsên usa bide xwe: “Hergê ez ji malbeta xwe dûr bim, ev yek wê ser zewaca min ça hukum ke? Gelo ezê bikaribim xizmet kim, timê herim civata û tevî xûşk-bira wede derbaz kim?” Lê hergê zarên te hene, evê pirsê bide xwe: Hergê ez ji zarên xwe dûr bim, ezê ça wana “bi şîret û hînkirina Xudan mezin” kim? (Efesî 6:4) Çaxê safîkirina dikî, ne ku guh bide şîretên heval û merivên xwe, yên ku li gora Kitêba Pîroz najîn, lê li gora nihêrandina Yehowa safîkirina bike.c Birê me Tonî, yê ku li Asya roavayê dijî, çend mecal jêra hate dayînê, wekî here welatekî din bixebite. Lê çaxê ewî derheqa vê yekê dua kir û tevî kulfeta xwe xeber da, ewî safî kir neçe welatekî din. Dewsa vê yekê, ew fikirî ku çi cûreyî xercên malbetê kêm bike. Tonî dibêje: “Bi saya vê safîkirinê, mecal minra hate dayînê, wekî alî çend meriva bikim ku Yehowa nas kin, û zarên me jî Yehowa gelek hez dikin. Malbeta me hîn bûye ku hergê em li gora giliyên Metta 6:33 bijîn, Yehowa wê bona me xem bike”.
BONA HEWCÊN XWEYE MATÊRÎALÎ XEM BIKE
13. Em ça dikarin nihada xwe bona axiriyê hazir kin?
13 Em dikarin bidine kifşê, wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin, gava pêşda difikirin, ku çaxê em emirda mezin bin, emê ça ebûra xwe bikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em gerekê serwaxt bin û xwe bona axiriyê hazir kin (Metelok 6:6-11). Hergê tê standinê, wê baş be ku em bona axiriyê hine pere paş xin, çimkî hine derecada pere dikare me biparêze (Waîz 7:12). Lê dîsa jî em gerekê emirê xweda heçî zef dîna xwe nedine ser qazanckirina hebûkê.
14. Gava em xwe bona hewcên axiriyê hazir dikin, çira ferz e ku em giliyên ji Îbranî 13:5 hildin hesab?
14 Bi saya metelokekê, Îsa nîşan kir, wekî merivê ku xwera hebûkê top dike, “lê çevê Xwedêda dewletî nîne”, bêaqil e (Lûqa 12:16-21). Tu kes nizane ku sibê çi wê biqewime (Metelok 23:4, 5; Aqûb 4:13-15). Em şagirtên Îsa ne, lema jî em diha zêde rastî çetinaya tên. Îsa got, ku ça şagirtên wî, em gerekê hazir bin wekî “destê xwe ji temamiya hebûna xwe” bikişînin (Lûqa 14:33). Qirna yekêda xûşk-birên li Cihûstanê bi dil û can hazir bûn vê şîretê qebûl kin û hergê lazim be jî, hebûka xwe unda kin (Îbranî 10:34). Îro jî gelek xûşk-birên me xebata xwe unda kirine ji bo vê yekê, ku piştgiriya partiyên polîtîkê nakin (Eyantî 13:16, 17). Gelo çi alî wan kir ku evê safîkirinê bikin? Ewana ji dil îtbariya xwe Yehowa tînin, yê ku soz daye: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Bixûne Îbranî 13:5). Lema jî em çi ji destê me tê dikin, wekî bona hewcên xweye axiriyê xem bikin, û gava nişkêva tiştek biqewime, em dudilî nabin ku Yehowa wê alî me bike.
15. Nêta dê-bava hindava zara gerekê çi be? (Binihêre usa jî şikil.)
15 Hine kûltûrada meniya sereke ku çira jin-mêr dixwazin zarên wan hebin ev e, wekî zar aliyê matêrîalîda bona wan xem bikin, çaxê ewana emirda mezin bin. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê ku dê-bav gerekê bona hewcên zarên xwe xem bikin (2 Korintî 12:14). Gava dê-bav mezin dibin, hemikî dibeke wanra alîkarî lazim be, û gelek zar hazir in alî dê-bavê xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:4). Lê dê-bavên bawermend fem dikin, wekî şabûna lape mezin ev nîne ku axiriyêda zar wan bibine xweyî û aliyê matêrîalîda komekê bidine wan, lê ev e, wekî zarên wan bibine xizmetkarên Yehowa (3 Yûhenna 4).
Gava xûşk-birên amin bona axiriyê safîkirina dikin, mesele gava safî dikin ku çiqas zara bînin, ewana prînsîpên Kitêba Pîroz hildidin hesab (Binihêre abzasa 15)d
16. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana paşê bikaribin ebûra xwe bikin? (Efesî 4:28)
16 Dê-bavno, bi mesela xwe zarên xwe hîn kin, ku çaxê ewana mezin bin, bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî îtbariya xwe Yehowa bînin. Ji biçûktayêda nîşanî wan kin, ku çiqas ferz e, wekî ewana şixulda xîret bin (Metelok 29:21; bixûne Efesî 4:28). Alî wan bikin, wekî ewana mektebêda rind hîn bin. Usa jî prînsîpên Kitêba Pîroz bigerin, yên ku wê alî wan bikin, wekî ewana aliyê hînbûnêda safîkirinên rast bikin. Usa ewana wê bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî hê zêde Yehowara xizmet kin.
17. Em dikarin çida bawer bin?
17 Bawer be ku Yehowa him dikare him jî dixwaze aliyê matêrîalîda bona xizmetkarên xwe xem bike. Em çiqas nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas hê zêde ferz e, ku em îtbariya xwe Yehowa bînin. Û çi jî biqewime, em bawer in ku Yehowa wê pê qewata xweye mezin bona hewcên me xem bike. Belê, em dudilî nabin ku destê Yehowa wê tu car kin nebe, wekî alî me bike!
KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî
a Ji jûrnala Birca Qerewiliyê, ya meha Cotmehê, sala 2023, binihêre “Pirsên Xwendevana”.
b Ji jûrnala Birca Qerewiliyê, ya 15 Îlonê, sala 2014, binihêre “Pirsên Xwendevana”.
c Ji jûrnala Birca Qerewiliyê, ya 15 Nîsanê, sala 2014, binihêre gotara bi navê “Tu Kes Nikare Du Axara Xulamtiyê Bike”.
d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşk û birak tevî qîza xwe xeber didin, ya ku tevî mêrê xwe ser proêkta avakirina Oda Civatê kar dike.