KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Nîsan rûp. 2-7
  • “Bona Xwe Bijbêrin Hûnê Kêra Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Bona Xwe Bijbêrin Hûnê Kêra Xizmet kin”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÎSA ÇIRA SAFÎ KIR YEHOWARA XIZMET KE?
  • YEHOWA ÇIRA HÊJA YE, WEKÎ EM JÊRA XIZMET KIN
  • ÇIRA ME SAFÎ KIRIYE YEHOWARA XIZMET KIN
  • TERKA XIZMETIYÊ NEDE
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Yehowa Xwedayê Sax e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Nîsan rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

KILAMA 8 Yehowa Stara Me ye

“Bona Xwe Bijbêrin Hûnê Kêra Xizmet kin”

“Ez û maliyên xwe, emê xulamtiya Xudan bikin” (YÊŞÛ 24:15, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine vê yekê, ku me çira safî kiriye Yehowara xizmet kin.

1. Seva ku em bextewar bin ferz e ku em çi bikin û çira? (Îşaya 48:17, 18)

BAVÊ meyî ezmana gelekî me hez dike, û ew dixwaze wekî em heta-hetayê ji emirê xwe lezetê bistînin (Waîz 3:12, 13). Rast e ewî em bi hine feresetên mexsûs efirandine, lê ewî em usa neefirandine wekî em xwexa rêberiya gavên xwe bikin û safî kin çi ye rastî û çi ye xirabî (Waîz 8:9; Yêremya 10:23). Yehowa zane seva ku em bextewar bin, gelek ferz e wekî em wîra xizmet kin û li gora qanûnên wî bijîn (Bixûne Îşaya 48:17, 18).

2. Mîrê-cina dixwaze çida me bide bawerkirinê, û Yehowa ça îzbat kiriye, wekî ev fikir nerast e?

2 Mîrê-cina dixwaze me bide bawerkirinê, ku em dikarin bê Yehowa jî bextewar bin û xwexa rêberiya gavên xwe bikin (Destpêbûn 3:4, 5). Yehowa, seva ku îzbat ke wekî ev fikir nerast e, îzin da merivên neguhdar xweserîxwe bin û ser wextekî rêberiya gavên xwe bikin. Belê, îro axiriya xirab ya serwêrtiya meriva eşkere ye. Ji aliyê dinva jî, Kitêba Pîrozda derheqa wan meriva tê gotinê, yên ku gelek bextewar bûn, çimkî Yehowara xizmet dikirin. Yek ji wan, Îsa Mesîh e. Were em berî pêşin bivînin, ku ewî çira safî kir Yehowara xizmet ke. Paşê jî emê şêwir kin, ku Bavê meyî ezmana çira hêjayî ye, wekî em jêra xizmet kin. Xilaziyêda emê dîna xwe bidine vê yekê, ku çira me safî kiriye Yehowara xizmet kin.

ÎSA ÇIRA SAFÎ KIR YEHOWARA XIZMET KE?

3. Mîrê-cina gote Îsa ku çi bike, û Îsa ça caba wî da?

3 Gava Îsa ser erdê bû, ewî gerekê safî kira kêra xizmet ke. Paşî nixumandina Îsa, hine wext şûnda Mîrê-cina jêra got, hergê ew hema carekê serê xwe ber wî dayne, ewê hemû padşatiyên dinyayê bide wî. Lê Îsa usa caba wî da: “Ji min dûr keve, Şeytan! Çimkî nivîsar e: ‘Gerekê Xwedayê xwe Yehowa bihebînî û tenê wîra xizmetiya pîroz bikî’” (Metta 4:8-10). Gelo Îsa çira safîkirineke usa kir? Were em vê yekê şêwir kin.

4-5. Îsa çira safî kir Yehowara xizmet ke?

4 Berî pêşin, Îsa gelekî Bavê xwe hez dike, lema jî ewî safî kir Wîra xizmet ke (Yûhenna 14:31). Xêncî vê yekê Îsa Yehowara xizmet dike, çimkî ev e safîkirina rast (Yûhenna 8:28, 29; Eyantî 4:11). Ew zane wekî Yehowa Kaniya jîyînê ye û yekî bi îtbar û destvekirî ye (Zebûr 33:4; 36:9; Aqûb 1:17). Yehowa timê Îsara rastî digot û her tiştên qenc, çi ku cem Îsa hene, ji Yehowa ye (Yûhenna 1:14). Lê Mîrê-cina bi temamî ji Yehowa cude dibe, ewî gune û mirin aniye ser erdê. Ew derewîn e û usa jî yekî tima û xwehez e (Yûhenna 8:44). Îsa rind haj kirên Mîrê-cina hebû û tu cara nedixwast çev bide wî û miqabilî Yehowa derê (Fîlîpî 2:5-8).

5 Îsa usa jî safî kir Yehowara xizmet ke, çimkî ewî zanibû ku xizmetiya wîye amin, kareke çiqas mezin dikare bîne (Îbranî 12:2). Ewî zanibû ku hergê ew amin bimîne, ewê navê Bavê xwe pîroz ke û usa jî gune û mirinê kuta ke.

YEHOWA ÇIRA HÊJA YE, WEKÎ EM JÊRA XIZMET KIN

6-7. Îro gelek meriv çira Yehowara xizmet nakin, lê çira ew hêja ye wekî em jêra xizmet kin?

6 Îro gelek meriv Yehowara xizmet nakin, çimkî ewana hê nizanin wekî ew xweyê çiqas hunurên baş e û ewî bona wan çiqas tiştên qenc kiriye. Bineliyên Atînayê jî Xwedê nas nedikirin, kîjanara ku Pawlosê şandî mizgînî bela dikir (Karên Şandiya 17:19, 20, 30, 34).

7 Pawlos guhdarên xwera got, ku Xwedê “jîyînê, bînkişandinê û her tiştî dide hemû meriva”. Usa jî ewî got: “Bi saya Xwedê em dijîn, dimeşin û hene”. Belê, Xwedê Efirandarê me ye, yê ku “ji merivekî hemû milet çêkirin”, lema jî ew hêja ye ku em jêra xizmet kin (Karên Şandiya 17:25, 26, 28).

8. Yehowa wê çi tu cara neke? Şiroveke.

8 Yehowa Efirandar û Serwêrê gerdûnê ye, ewî dikaribû zorê li meriva bike wekî ewana wîra xizmet kin. Lê ewê tu car usa neke. Dewsa vê yekê, ew mera îzbat dike wekî ew heye, û ew me her kesî gelekî hez dike. Ew dixwaze wekî gelek meriv bibine dostên wîye heta-hetayê (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Lema jî ew me hîn dike, wekî em kesên dinra jî derheqa qirara wî gilî kin, dêmek bêjin ku ewê bona însanetê çi bike (Metta 10:11-13; 28:19, 20). Usa jî Yehowa civat saz kirine, kîderê ku em dikarin wîra xizmet kin, û ji rûspiyên dilovan alîkariyê bistînin (Karên Şandiya 20:28).

9. Çi cûreyî Yehowa hezkirina xwe hemû merivara eyan dike?

9 Hezkirina Yehowa usa mezin e, ku ew tiştên baş dide wan meriva jî, yên ku bawer nakin wekî ew heye. Hela bifikire: Nava terîxiya însanetêda bi mîlyarda meriv li gora dilê xwe dijîtin, û wana guh nedida Yehowa. Lê dîsa jî Yehowa bi dilovanî bona hewcên wan xem dikir û mecal dida wan, wekî ji emirê xwe lezetê bistînin (Metta 5:44, 45; Karên Şandiya 14:16, 17). Bi saya Yehowa, meriv dikarin xwera hevala bivînin, bibine xweyê malbetê û ji keda xwe şabûnê bistînin (Zebûr 127:3; Waîz 2:24). Belê, eşkere ye ku Bavê meyî ezmana hemû meriva hez dike (Derketin 34:6). Niha were em bînin bîra xwe, ku me çira safî kiriye Yehowara xizmet kin û ça ew wan meriva kerem dike, yên ku safî dikin jêra xizmet kin.

ÇIRA ME SAFÎ KIRIYE YEHOWARA XIZMET KIN

10. (a) Meniya sereke ku em Yehowara xizmet dikin, çi ye? (Metta 22:37) (b) Te ji sebira Yehowa çi kar standiye? (Zebûr 103:13, 14)

10 Meniya sereke ku em Yehowara xizmet dikin ev e, ku em jî mîna Îsa Wî hez dikin (Bixûne Metta 22:37). Gava em derheqa hunurên Yehowa pêdihesin, dilê me ser wî diha germ dibe. Mesele, bifikire ku Yehowa meriva çiqas sebir dike. Gava cimeta Îsraêlê guh nedida Yehowa, ewî ji wan reca kir: “Ji riya xweye xirab vegere!” (Yêremya 18:11, ÎM). Yehowa bîr nake, wekî em merivne qisûrdar in û ji xaliyê ne (Bixûne Zebûr 103:13, 14). Gava tu derheqa sebira Yehowa û hunurên wîye din difikirî, gelo tu naxwazî heta-hetayê wîra xizmet kî?

11. Dîsa ji bo kîjan meniya me safî kiriye Yehowara xizmet kin?

11 Usa jî em dixwazin Yehowara xizmet kin, çimkî em zanin wekî hema ev e safîkirina lape rast (Metta 4:10). Xêncî vê yekê, em zanin ku bi saya aminiya xwe, em navê Yehowa pîroz dikin, îzbat dikin ku Mîrê-cina derewîn e û dilê Bavê xweyî ezmana şa dikin. Hergê em îro safî kin Yehowara xizmet kin, emê bikaribin heta-hetayê wîra xizmet kin! (Yûhenna 17:3)

12-13. Em ji mesela Cêyn û Pamê çi hîn dibin?

12 Gelek meriv ji zarotiyê hîn dibin Yehowa hez bikin, û ev hezkirin temamiya emirê wanda gur dimîne. Mesele, dîna xwe bide serhatiya Cêyn û Pamêa, ku xûşkên hev in. Gava wana hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, yek ji wan 11 salî bû û ya din jî 10 salî. Dê-bavê wan nedixwestin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, lê wana qîzên xwera got ku hergê ewana her xilaziya heftiyê tevî malbetê herin dêrê, wî çaxî ewana dikarin tevî Şedên Yehowa jî hevaltiyê bikin. Cêyn dibêje: “Tiştên ku Şedên Yehowa ji Kitêba Pîroz min hîn dikirin, alî min dikir wekî ez nekevime ber bayê hevalên xirab, narkotîka nedime xebatê û bênamûsiyê nekim”.

13 Çend sal şûnda herd keçik bûne mizgînvan. Paşê wana destpêkir ça pêşeng xizmet kin. Usa jî wana bona dê-bavê xweye emirda mezin xem dikirin. Cêyn dibêje: “Min pê çevê xwe dît, wekî Yehowa dostên xwe dibe xweyî. Ça 2 Tîmotêyo 2:19-da tê gotinê, ‘Xudan yên para xwe nas dike’”. Belê, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa bona kesên ku wî hez dikin û wîra xizmet dikin, xem dike.

14. Em ça dikarin navê Yehowa bi xeberdan û kirên xwe biparêzin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Em dikarin merivara bêjin, ku tiştên xirab, yên ku wana derheqa Xwedê bihîstine, derew in. Bide ber çevê xwe, ku hevalekî te heye, yê ku rem, destvekirî û efûkar e. Rojekê, kesek dibêje ku hevalê te yekî zulim û nehelal e. Hergê te tiştekî usa bibihîsta, teyê çi bikira? Teyê hevalê xwe biparasta, usa nîne? Mîna vê yekê, gava Mîrê-cina û kesên ku bin hukumê wîda nin, dixwazin navê Yehowa reş kin, em rastiyê derheqa Wî dibêjin û navê Wî bi xîret diparêzin (Zebûr 34:1; Îşaya 43:10). Belê, bi xeberdan û kirên xwe em nîşan dikin, wekî em dixwazin bi dil û can Yehowara xizmet kin.

Şikil: 1. Kulfetek dîna xwe dide merivên raber, yên ku pêşberî civata mezin protêsta dikin. 2. Paşê ew diçe ber stêndê û û tevî Şedên Yehowa xeber dide.

Gelo tuyê navê Yehowa biparêzî? (Binihêre abzasa 14)b


15. Çaxê Pawlos emirê xweda hine tişt guhast, ewî çi kar stand? (Fîlîpî 3:7, 8)

15 Seva ku Yehowa diha zêde ji me razî be, yan jî seva ku em hê zêde wîra xizmet kin, em hazir in nêtên xwe biguhêzin. Mesele, Pawlosê şandî nav Cihûyada yekî nav û deng bû, lê ew hazir bû terka kirên xweye berê bide, wekî pey Îsa here û Yehowara xizmet ke (Galatî 1:14). Axiriyêda, ewî ji xizmetiyê şabûneke mezin distand, û mecal kete destê wî, wekî tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bike. Ew bona safîkirina xwe qe poşman nebû, û emê jî ji safîkirina xwe ku Yehowara xizmet kin, tu car poşman nebin (Bixûne Fîlîpî 3:7, 8).

16. Ji serhatiya Cûlyayê em çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Hergê em emirê xweda herî zêde dîna xwe bidine xizmetiyê, emirê me wê gelek xweş be him niha, him jî axiriyêda. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke me bi navê Cûlya. Pêşiya ku ew bû Şeda Yehowa, ewê ji biçûktayê dêrêda tevî komê kilam distira. Stranbêjekî hoste dîna xwe da fereseta wê û destpêkir lê hîn ke. Gelek wext derbaz nebû, ku Cûlya bû stranbêjeke gelek pêşdaçûyî. Lê gava ew diçû mekteba mûzîkê, hevaldersxanekî wê jêra besa Xwedê kir û got, ku navê Xwedê, Yehowa ye. Cûlya heftiyêda du cara hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibû. Xilaziyêda ewê safî kir dîna xwe bi temamî bide xizmetiyê, ne ku bibe stranbêjeke hoste. Ev safîkirineke hêsa nîbû. Ew dibêje: “Gelek meriva minra digot, ku ez feresetên xwe davêjime avê, lê min dixwest emirê xweda herî zêde Yehowara xizmet kim”. Gelo Cûlya îro, paşî 30 sala, ça ser safîkirina xwe dinihêre? Ew usa dibêje: “Dilê min rihet e û ez bawer im, ku axiriyêda Yehowa wê hemû xwestinên min bîne sêrî” (Zebûr 145:16).

Şikil: Şikilên bijartina ku Cûlyayê kir. 1. Ser sênê ew ber temaşevana distirê. 2. Ser civatê ew tevî mêrê xwe distirê.

Gava em ji her tiştî zêdetir dîna xwe didine xizmetiyê, em ji emirê xwe şabûneke mezin distînin (Binihêre abzasa 16)c


TERKA XIZMETIYÊ NEDE

17. Ev yek ku xilaziya dinyayê nêzîk e, ser meriva ça hukum dike?

17 Xilaziya vê dinya xirab îda gelek nêzîk e. Pawlosê şandî usa nivîsîbû: “Pey wextekî kinra, ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe” (Îbranî 10:37). Gelo nêta van giliya çi ye? Bona kesên ku hê safî nekirine Yehowara xizmet kin, nêta van giliya ev e ku wext hindik maye û ewana gerekê vê safîkirinê zû bikin (1 Korintî 7:29). Lê bona kesên ku îda safî kirine Xwedêra xizmet kin, nêta van giliya ev e, ku hergê çetinayên wan hebin jî, ewana wê demeke nêzîkda ji wan kul-derda xilaz bin.

18. Îsa û Yehowa dixwazin ku em çi bikin?

18 Îsa şagirtên xwera got, ku ewana gerekê ne tenê destpêkin pey wî herin, lê gerekê vê yekê berdewam kin (Metta 16:24). Lema jî hergê em îda gelek sal Yehowara xizmet dikin, were em terka xizmetiya xwe nedin. Seva ku em newestin, em gerekê gelek xîret bin. Carna dibeke hêsa nîbe, lê hergê em li gora safîkirina xwe bijîn, emê him îro him jî axiriyêda gelek kerema bistînin û gelek bextewar bin (Zebûr 35:27).

19. Ji serhatiya Cên em çi hîn dibin?

19 Hine meriv difikirin ku hergê ewana Yehowara xizmet kin, wê şabûnê ji emirê xwe nestînin. Hergê tu cahil î, gelo tu difikirî wekî Yehowara xizmet kî, tuyê hine mecala unda kî? Birakî cahil bi navê Cên, usa dibêje: “Ez difikirîm ku nikarim wedê xwe usa derbaz kim ça dilê min dixwaze, çimkî ez Şedê Yehowa me. Usa dihate kifşê, tê bêjî zarên din şabûn distandin ji wedederbazkirina necayîz, heleqetiya romantîk û lîstikên komputerêye bi zulmiyê, lê ez mecbûr bûm herim xizmetiyê û ser civata”. Gelo nihêrandina usa ça ser Cên hukum kir? Ew dibêje: “Min destpêkir bi emirekî durû bijîm û wextekî jîyîna vî cûreyî minra şabûn dianî. Lê bi rastî emirekî usa min bextewar nedikir. Lema jî min dîna xwe da giliyên ji Kitêba Pîroz, yên ku min wedekî pişt guhê xweva avîtibû û min safî kir, wekî bi dil û can Yehowara xizmet kim. Hingêva ez texmîn dikim ku Yehowa caba her duayê min dide”.

20. Safîkirina me gerekê çi be?

20 Zebûrbêjekî usa Yehowara stira: “Xwezî li wî ku Tu dibijêrî û nêzîkî Xwe dikî, ku ew hewşên Teda bimîne” (Zebûr 65:4). Bira safîkirina me ev be, ku em timê Yehowara xizmet kin. Mîna Yêşû, were em jî usa bêjin: “Ez û maliyên xwe, emê xulamtiya Xudan bikin” (Yêşû 24:15, ÎM).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Îsa çira safî kir Yehowara xizmet ke?

  • Yehowa çira hêja ye ku em jêra xizmet kin?

  • Te çira safî kiriye ku Yehowara xizmet kî?

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

a Hine nav hatine guhastinê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Kulfetek ber ciyê derbazkirina civata mezin derbaz dibe û dibihê, ku dijminên rastiyê çi dibêjin. Paşî vê yekê ew diçe ber stêndê û guh dide rastiyê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Şikilên bijartina ku Cûlyayê kir, seva ku dîna xwe bide xizmetiyê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin