GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17
KILAMA 99 Biratiya Me Bêhesab e
Em Tu Car Tenê Nînin
“Ezê alî te bikim” (ÎŞAYA 41:10, DT).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku bi saya kîjan çar tişta Yehowa alî me dike.
1-2. (a) Em ji ku zanin wekî çetinayên giranda, emê tu cara tenê nemînin? (b) Vê gotarêda emê çi pêbihesin?
GAVA em rastî çetinayên giran tên, dibeke em xwe usa texmîn kin, tê bêjî em nav mêşeda unda bûne û tenê mane. Lê bi rastî em tenê nînin. Bavê meyî ezmana çetinayên me divîne û ewî bi dilovanî soz daye, ku wê alî me bike. Yehowa xizmetkarên xweye aminra usa dibêje: “Ezê alî te bikim” (Îşaya 41:10, DT).
2 Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa ça (1) rêberiya me dike, (2) bona hewcên me xem dike, (3) me diparêze û (4) ber dilê meda tê. Yehowa soz daye ku çi jî biqewime, ewê tu car me bîr neke û terka me nede. Lema jî em tu cara tenê nînin.
YEHOWA RÊBERIYA ME DIKE
3-4. Yehowa ça rêberiya me dike? (Zebûr 48:14)
3 Bixûne Zebûr 48:14. Yehowa zane, wekî em nikarin xwexa rêberiya gavên xwe bikin. Lema jî ew bi saya Kitêba Pîroz rêberiya me dike (Zebûr 119:105). Kitêba Pîroz alî me dike wekî em safîkirinên baş bikin û hunurên usa nav xweda pêşda bînin, yên ku him niha me bextewar dikin him jî gumana jîyîna heta-hetayê didine me.a Mesele, Yehowa me hîn dike, wekî em kînê ji dilê xwe derxin, her tiştîda helal bin û ji dil hevdu hez bikin (Zebûr 37:8; Îbranî 13:18; 1 Petrûs 1:22). Çaxê em wan hunura nav xweda pêşda tînin, em dibine dê-bavên baş, jin-mêrên baş û hevalên baş.
4 Usa jî Kitêba Pîrozda Yehowa besa serhatiyên hine meriva dike, yên ku mîna me rastî çetinayên giran dihatin û hestên wan jî mîna hestên me bûn (1 Korintî 10:13; Aqûb 5:17). Gava em van serhatiya dixûnin û şîretên ku em ji van serhatiya pêdihesin, emirê xweda didine xebatê, em herî kêm bi du cûra karê distînin: Ya ewlin, em fem dikin wekî em tenê nînin, mîna me kesên din jî rastî derecên çetin hatine û bi alîkariya Yehowa wana ev çetinayên xwe alt kirine (1 Petrûs 5:9). Ya duda, em hîn dibin ku ça himberî çetinayên xwe sebir kin û şabûnê unda nekin (Romayî 15:4).
5. Yehowa bi saya kê rêberiya me dike?
5 Yehowa usa jî bi saya xûşk-bira rêberiya me dike.b Mesele, berpirsiyarê mihalê tê civata me, wekî hêlanê bide me û me bişidîne. Gotarên wî baweriya me diha qewî dikin û alî me dikin yektiyê xwey kin (Karên Şandiya 15:40–16:5). Rûspiyên civatê jî bona ruhaniya her mizgînvanekî xem dikin (1 Petrûs 5:2, 3). Dê-bav rêberiya zarên xwe dikin û alî wan dikin, wekî ewana Yehowa hez bikin, safîkirinên baş bikin û xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin (Metelok 22:6). Xûşkên meye ruhanîda gihîştî jî bona xûşkên cahil dibine mesele, şîretên kêrhatî didine wan û dilê wan qewî dikin (Tîto 2:3-5).
6. Seva ku em ji rêberiya Yehowa karê bistînin, em gerekê çi bikin?
6 Gelo em ça dikarin nîşan kin, wekî em bona rêberiya Yehowa şêkirdar in? Metelok 3:5, 6 usa dibêje: “Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe”. Hergê em usa bikin, Yehowa wê “hemû şiverîyên [me] rast-dûz ke”, dêmek wê alî me bike, wekî em xwe ji gelek kul-derda dûr bigirin û bi emirekî bextewar bijîn. Gelo em şêkirdar nînin, ku Yehowa bi hezkirinê şîreta dide me? (Zebûr 32:8)
YEHOWA BONA HEWCÊN ME XEM DIKE
7. Yehowa bona kîjan hewcên me xem dike? (Fîlîpî 4:19)
7 Bixûne Fîlîpî 4:19. Xêncî vê yekê ku Yehowa aliyê ruhanîda rêberiya me dike, ew usa jî alî me dike ku em xwera kinc, cî-sitar û xwarinê destxin (Metta 6:33; 2 Têsalonîkî 3:12). Hemikî normal e ku em bona hewcên xwe xem dikin, lê Yehowa dibêje ku em gerekê bona tiştên usa bi zêdeyî xem nekin (Metta 6:25). Gelo çima? Çimkî Bavê me xizmetkarên xweye amin tu car nahêle (Metta 6:8; Îbranî 13:5). Yehowa soz daye wekî ewê bona hewcên me xem bike, û em dikarin îtbariya xwe sozê wî bînin.
8. Yehowa ça alî Dawid dikir?
8 Dîna xwe bidinê ku Yehowa ça alî Dawid Padşa dikir. Gava ew ji Şawûl direviya, Yehowa bona hewcên wî û hevalên wî xem dikir. Derheqa vê yekê Dawid usa got: “Ez zar bûme û niha jî mezin bûme, min nedîtîye yê rast wêda avîtî, yan jî zarên wî ku nên pars kin” (Zebûr 37:25). Mîna Dawid, dibeke te jî emirê xweda gelek car dîtiye, wekî Yehowa ça bi dilovanî bona hewcên xizmetkarên xweye amin xem kiriye.
9. Wedê teşqela Yehowa çawa bona hewcên xizmetkarên xwe xem dike? (Binihêre usa jî şikil.)
9 Wedê teşqela jî Yehowa bona hewcên xizmetkarên xwe xem dike. Gava qirna yekêda xelayîke mezin pêşda hat, Mesîhiyên ji gelek welata bona xûşk-birên zirardîtî tiştên lazim şandin (Karên Şandiya 11:27-30; Romayî 15:25, 26). Îro jî xizmetkarên Xwedê destvekirî ne. Gava teşqelek diqewime, Yehowa bi saya xizmetkarên xwe tiştên usa ça av, xwarin, kinc û derman digihîne wan xizmetkarên xwe, yên ku hewce ne. Xûşk-birên ji koma avakirinê malên xûşk-bira û Odên Civata teze dikin. Usa jî xizmetkarên Yehowa bi saya Kitêba Pîroz ber dilê wan xûşk-birada tên, yên ku merivên xweye hezkirî unda kirine.c
Wedê teşqela Yehowa ça berdiliyê dide me? (Binihêre abzasa 9)e
10-11. Em ji serhatiya Borîs çi hîn dibin?
10 Xêncî vê yekê, Yehowa bi merdanî bona hewcên wan meriva jî xem dike, yên ku hê nebûne xizmetkarên wî, û em jî mecala digerin, wekî çev bidine Yehowa û hindava wan merivda qenc bin (Galatî 6:10). Ev yek dikare alî wan bike wekî him me him jî Yehowa diha baş nas kin. Were em dîna xwe bidine serhatiya dîrêktorê mektebeke li Ûkraînayê, bi navê Borîs. Ew Şedê Yehowa nîne, lê ew hertim hindava şagirtên xwe, yên ku Şedên Yehowa bûn, heyf bû û qedirê baweriya wan digirt. Gava Borîs safî kir ji bo şer ji gundê xwe bireve û here cîkî din, birên me alî wî kirin. Wext şûnda Borîs çû ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Ew dibêje: “Şedên Yehowa hindava minda gelek heyf bûn û bona min xem dikirin. Ez gelek ji wan razî me!”
11 Mîna Bavê meyî dilovan, were em jî qenciyê bona her kesî bikin, him bona xûşk-birên xwe him jî bona kesên ku Yehowara xizmet nakin (Lûqa 6:31, 36). Em bawer in ku qenciya me wê alî meriva bike, wekî ewana bibine xizmetkarên Yehowa (1 Petrûs 2:12). Çi jî hebe, em dudilî nabin, wekî “bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda” (Karên Şandiya 20:35).
YEHOWA ME DIPARÊZE
12. Yehowa soz daye ku ewê xizmetkarên xwe ça biparêze? (Zebûr 91:1, 2, 14)
12 Bixûne Zebûr 91:1, 2, 14. Yehowa soz daye, ku ewê xizmetkarên xwe biparêze ji her tiştê ku dikare zirarê bide dostiya wan tevî wî. Ewê tu cara îzinê nede Mîrê-cina, wekî ew riya xizmetkarên Wî bigire jêra xizmet kin (Yûhenna 17:15). Gava “tengasiya mezin” destpêbe, Yehowa wê him alî me bike wekî em jêra amin bimînin, him jî wê me biparêze (Eyantî 7:9, 14).
13. Yehowa ça me diparêze?
13 Gelo Yehowa her kesî ji me çawa diparêze? Mesele, bi saya Nivîsarên Pîroz ew alî me dike, wekî em têderxin ku çi rast e û çi na (Îbranî 5:14). Gava em xwe li qanûnên Kitêba Pîroz digirin, em dostiya xwe tevî wî xwey dikin û safîkirinên baş dikin, yên ku alî me dikin bextewar bin û miqatî sihet-qewata xwe bin (Zebûr 91:4). Usa jî Yehowa bi saya civatê me diparêze (Îşaya 32:1, 2). Çaxê em xwe li wan xûşk-bira digirin, yên ku li gora qanûnên Yehowa dijîn, em hêlan û qewatê distînin, wekî xwe ji xirabiyê dûr bigirin (Metelok 13:20).
14. (a) Xwedê çima me ji hemû tengasiya xwey nake? (b) Zebûr 9:10-da çi soz hatiye dayînê? (Usa jî binihêre spartin.)
14 Wedê berê Yehowa hine xizmetkarên xwe ji mirinê û qeziya xwey dikir. Lê ewî hertim usa nedikir. Carna tiştên usa dikarin bêne serê me, çi ku em hîviyê nîbûn (Waîz 9:11). Usa jî wedê berê Yehowa îzin dida, wekî xizmetkarên wî rastî zulmiyê bên. Hine xizmetkarên Xwedê hela hê hatine kuştinê jî. Usa hate îzbatkirinê ku Mîrê-cina derewîn e (Îbo 2:4-6; Metta 23:34). Îro jî dibeke Yehowa me ji hemû tengasiya xwey neke. Lê dîsa jî em dikarin bawer bin, wekî ewê tu car pişta xwe nede wan kesa, yên ku wî hez dikind (Zebûr 9:10).
YEHOWA BER DILÊ MEDA TÊ
15. Em çawa bi saya dua, Kitêba Pîroz û xûşk-bira berdiliyê distînin? (2 Korintî 1:3, 4)
15 Bixûne 2 Korintî 1:3, 4. Carna em xemgîn dibin, dilteng in yan derdê giran dikişînin. Dibeke xût niha tu dereceke giranda nî û tenêbûnê texmîn dikî. Gelo kesek halê te fem dike? Belê, Yehowa halê te rind fem dike. Ew haj derdên me heye û “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me”. Gelo çi cûreyî? Gava em Yehowara dua dikin, ew “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” dide me (Fîlîpî 4:6, 7). Usa jî gava em Kitêba Pîroz dixûnin, dilê me rihet dibe, em pêdihesin ku Yehowa çiqas me hez dike û ew bîlanî û gumanê dide me. Xêncî vê yekê, ser civata em ji Kitêba Pîroz û ji hezkirina xûşk-bira berdiliya mezin distînin.
16. Em ji serhatiya Natan û Prîskîlayê çi hîn dibin?
16 Serhatiya Natan û Prîskîlayê, yên ku li Amêrîkayê dijîn, nîşan dike, ku Yehowa ça bi saya Kitêba Pîroz ber dilê meda tê û me qewî dike. Çend sal pêşda, wana safî kir derbazî cîkî din bin, kîderê ku hewcetiya xizmetkara hebû. Natan dibêje: “Em bawer bûn, ku Yehowa wê safîkirina me kerem ke”. Lê çaxê ewana gihîştine vî ciyî, ewana nexweş ketin û rastî problêmên êkonomîkî hatin. Axiriyêda ewana mecbûr bûn paşda vegerin mala xwe. Wêderê jî aliyê matêrîalîda halê wan baş nebû. Natan usa dibêje: “Ez ber xwe diketim, ku çira Xwedê em bi vî cûreyî kerem nekirin, çawa ku em hîviyê bûn. Ez hela hê xemgîn jî dibûn, ku diqewime min şaşî kiribû”. Lê wext şûnda Natan û Prîskîlayê fem kirin, wekî Yehowa pişta xwe nedabû wan. Natan dibêje: “Wan rojên çetinda, Kitêba Pîroz bona me bibû ça dostê bîlan, ku dilê me qewî dikir û rêberiya me dikir. Gava me dîna xwe dida ne ku çetinayên xwe, lê vê yekê ku Yehowa ça alî me dikir, wekî em himberî tengasiya sebir kin, baweriya me diha qewî dibû, ku Yehowa wê axiriyêda jî timê alî me bike”.
17. Xûşka me Hêlga çawa berdilî distand? (Binihêre usa jî şikil.)
17 Xûşk-birên me jî dikarin ber dilê meda bên. Gelo çawa? Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Hêlga, ya ku li Hûngarîstanê dijî. Ji bo çetinaya, rastî kîjana ku ew bi deha sala dihat, ewê xwe bêçare û bêqîmet hesab dikir. Lê gava ew derheqa wan salên çetin difikire, ew fem dike ku Yehowa ça bi saya civatê berdilî dida wê. Hêlga usa dinivîse: “Çaxê ez ji bo xebata xwe, xweykirina kurê xweyî nexweş û çetinayên din qidûm diketim, Yehowa timê alî min dikir. Nava van 30 salên paşinda, rojek jî derbaz nebûye ku Yehowa sozê xwe neaniya sêrî wekî ber dilê minda bê. Ew gelek car bi saya giliyên kesên din, ber dilê minda dihat û min qewî dikir. Carna çaxê ez gelek ber xwe diketim, xût hingê kesekî minra nema yan sms dişand û payê min dida”.
Yehowa ça dikare bi saya te berdiliyê bide kesên din? (Binihêre abzasa 17)
18. Em ça dikarin ber dilê kesên dinda bên?
18 Mîna Xwedayê xwe, em jî dikarin berdiliyê bidine kesên din. Gelo çi cûreyî? Em dikarin bi sebir guh bidine wan, bi dilgermî tevî wan xeber din û alî wan bikin (Metelok 3:27). Em dixwazin ber dilê her kesîda bên, hela hê ber dilê wan merivada jî, yên ku hê Yehowara xizmet nakin. Gava merivên der-dora me xemgîn in, nexweş in, yan jî derdekî giran dikişînin, em serîkî wan dixin, guh didine wan û bi saya Kitêba Pîroz berdiliyê didine wan. Gava em çev didine Yehowa, “Xwedêyê hemû berdiliyê”, emê ne tenê alî xûşk-birên xwe bikin, yên ku ketine tengasiyê, lê mecalê bidine nebawermenda jî, ku bixwazin Yehowa nas kin (Metta 5:16).
YEHOWA TIMÊ KÊLEKA ME YE
19. Yehowa ça alî me dike, û em ça dikarin çev bidine wî?
19 Yehowa bi dilovanî bona wan meriva xem dike, yên ku wî hez dikin. Gava em rastî çetinaya tên, ew me tenê nahêle. Çawa ku dê-bav bi hezkirinê zarên xwe dibine xweyî, Yehowa jî xizmetkarên xweye amin dibe xweyî. Ew rêberiya me dike, bona hewcên me xem dike, me diparêze û ber dilê meda tê. Çaxê em berdiliyê û alîkariyê didine kesên din, bi vê yekê em çev didine Bavê xweyî ezmana. Em rastî çi çetinaya jî bên, em dikarin dudilî nebin, ku Yehowa tevî me ye. Ewî usa soz daye: “Netirse, çimkî ez tevî te me” (Îşaya 41:10, DT). Ev soz bi rastî jî baweriya me diha qewî dike, ku emê tu car tenê nemînin!
KILAMA 100 Mêvanhiz bin
a Binihêre gotara bi navê “Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke” ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Nîsanê, sala 2011.
b Binihêre gotara bi navê “Hertim Pey Rêberiya Yehowa Here” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Sibatê, sala 2024, abz. 11-14.
c Seva ku hê zêde meselên teze bivînî, ser jw.org lêgerînêda binivîse “alîkarî wedê teşqela”.
d Binihêre “Pirsên Xwendevana” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Sibatê, sala 2017.
e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Paşî teşqela tebiyetê, xûşk-birên Malavyayêda alîkariya ruhanî û matêrîalî distînin.