KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Gulan rûp. 2-7
  • Çev Bidine Melekên Amin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bidine Melekên Amin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • MELEK MILÛK IN
  • MELEK MERIVA HEZ DIKIN
  • MELEK SEBIRÊ DIDINE KIFŞÊ
  • MELEK BONA TEMIZAYA CIVATÊ CABDAR IN
  • Çawa Melek Dikarin Alî Te Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Rastî Derheqa Meleka
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Gulan rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

KILAMA 6 Ezman Rûmeta Yehowa Eyan Dike

Çev Bidine Melekên Amin

“Pesinê Xudan bidin, milyaketên Wîye xweyîqewat” (ZEBÛR 103:20).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine hine dersa, kîjan ku em dikarin ji melekên amin hîn bin.

1-2. a) Em çida ji meleka cude ne? b) Em kîjan aliyada mîna meleka ne?

GAVA Yehowa Xwedê tu anî ser riya rastiyê, tu ketî malbeteke mezin, ya xizmetkarên Xwedê. Vê malbeta hezkirîda bi mîlyona melekên amin jî hene (Daniyêl 7:9, 10). Hemikî melek ji me gelek cude ne. Mesele, ewana gelek wext pêşiya meriva hatibûne efirandinê (Îbo 38:4, 7). Qewata wan ji ya me zêdetir e. Usa jî, ji bo wê yekê ku em merivne qisûrdar in, em nikarin mîna wan rast û pîroz bin (Lûqa 9:26).

2 Dîsa jî, em gelek aliyada mîna hev in. Mesele, mîna meleka, em jî dikarin çev bidine hunurên Yehowa û azaya bijartina me jî heye. Çawa navên wana hene, usa jî navên meyî şexsî hene, xeysetên her yekî ji me, ji hev cude ye û cûre-cûre cabdariyên me hene, çawa yên wan. Û mîna meleka, hewcetiya me heye Xwedê bihebînin (1 Petrûs 1:12).

3. Em ji melekên amin çi dikarin hîn bin?

3 Em gelek aliyada mîna meleka ne, lema jî em dikarin çev bidine wan û gelek tişta ji wan hîn bin. Vê gotarêda emê bivînin ku em ça dikarin çev bidine milûktiya melekên amin, usa jî hezkirin û sebira wan û vê yekê, ku ewana çi dikin, seva ku civatê temiz xwey kin.

MELEK MILÛK IN

4. a) Melek milûktiya xwe ça didine kifşê? b) Melek çima milûk in? (Zebûr 89:7)

4 Melekên amin cêribandî ne, qewat û bîlaniya wan gelek e, lê dîsa jî ewana milûk in û guh didine temiyên Yehowa Xwedê (Zebûr 103:20). Gava ewana cabdariyên xwe tînin sêrî, ewana tu cara bona kirên xwe û qewata xweye mezin pesinê xwe nadin û xwe nakine çeva. Hergê navên wan eyan nîbin jî, ewana razî ne ku qirara Yehowa bînin sêrîa (Destpêbûn 32:24, 29; 2 Padşatî 19:35). Ewana naxwazin wan pesina bistînin, kîjan ku Yehowara dikeve. Gelo melek çima usa milûk in? Çimkî ewana Yehowa hez dikin û qedirê wî digirin (Bixûne Zebûr 89:7).

5. Milûktiya melek ça eyan bû, çaxê ewî şîret da Yûhennayê şandî? (Binihêre usa jî şikil.)

5 Were em dîna xwe bidine serhatîkê, kîjan ku milûktiya meleka eyan dike. Nêzîkî sala 96 D.M., melekekî ku em navê wî nizanin, xeyaleke ecêbmayî nîşanî Yûhennayê şandî kir (Eyantî 1:1). Çaxê Yûhenna ev xeyal stand, ew ber melek kete ser çoka û xwest serê xwe ber wî dayne. Lê ev melekê amin nehîşt ku Yûhenna vê yekê bike. Ewî got: “Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birên te me . . . Serê xwe li ber Xwedê dayne!” (Eyantî 19:10). Cabeke çiqas bi milûktî bû! Melek nexwest ku jêra rûmet yan pesin bê dayînê, lema ewî dîna Yûhenna kişande ser Yehowa Xwedê. Xêncî vê yekê melek Yûhennara neda kifşê, ku ew ji wî çêtir e. Rast e ewî melekî îda wedekî dirêj Yehowara xizmet kiribû û ji Yûhenna qewattir bû, dîsa jî ewî bi milûktî got, ku ew xulamekî mîna wî ye. Û gava lazim bû, ku melek şîretê bide Yûhenna, ewî ev yek sert jêra negot. Melek fem dikir, wekî Yûhenna ji bo tiştên ku dît ecêbmayî mabû, lema jî ewî bi nermî şîret da Yûhenna.

Melekek îzinê nade Yûhennayê şandî, wekî ew ber wî bikeve ser çoka û serê xwe ber wî dayne.

Melek bi milûktî tevî Yûhenna xeber da (Binihêre abzasa 5)


6. Em ça dikarin çev bidine milûktiya meleka?

6 Em ça dikarin çev bidine milûktiya meleka? Em jî dikarin cabdariyên xwe usa bînin sêrî, ku pesinê xwe nedin û dîna meriva nekişînin ser pêşdaçûyînên xwe (1 Korintî 4:7). Usa jî em gerekê xwe ji merivên din çêtir hesab nekin ji bo vê yekê, ku me wedekî dirêj Yehowara xizmet kiriye, yan jî me hine cabdarî standine. Bi rastî, cabdariyên me çiqas zêde bin jî, haqas em gerekê xwe nimiz hesab kin (Lûqa 9:48). Em jî mîna meleka dixwazin kesên dinra xizmet kin û naxwazin xwe ber çevê meriva bilind kin.

7. Gava lazim dibe ku em şîretê bidine kesekî, em ça gerekê vê yekê bikin?

7 Gava lazim dibe ku em şîretê bidine kesekî, mesele zara xwe, xûşk yan bira, em dikarin vê yekê bi milûktî bikin. Dibeke carna em gerekê raste-rast şîreta bidin. Dîsa jî, mîna melekê ku bi nermî şîret dabû Yûhenna, em jî dikarin usa bi nermî şîreta bidin û tu kesî nimiz nekin. Hergê em xwe ji meriva çêtir hesab nekin, emê şîreta ji Kitêba Pîroz bi qedir û dilovanî bidine wan (Kolosî 4:6).

MELEK MERIVA HEZ DIKIN

8. a) Li gora Lûqa 15:10, melek çawa eyan dikin ku meriva hez dikin? b) Şixulê belakirina mizgîniyêda, rola meleka çi ye? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Melek me bêkêr hesab nakin. Ewana meriva hez dikin. Gava kesekî gunekar tobe dike, dêmek gava berxekî undabûyî vedigere bal Yehowa, yan gava kesek xwe rast dike û tê ser riya rastiyê, melek gelek şa dibin (Bixûne Lûqa 15:10). Usa jî melek şixulê belakirina mizgîniyêda kar dikin (Eyantî 14:6). Rast e melek xwexa mizgîniyê nagihînin meriva, lê ewana dikarin rêberiya me bikin, wekî em rastî wan meriva bên, yên ku dixwazin Yehowa nas bikin. Gava kesek tê ser riya rastiyê, hemikî em nizanin ev yek bi rêberiya meleka bû yan na, çimkî Yehowa dikare mêtodên din jî bide xebatê. Mesele, ew dikare ruhê pîroz bide xebatê (Karên Şandiya 16:6, 7). Dîsa jî Yehowa melekên xwe gelek car dide xebatê, seva ku wedê belakirina mizgîniyê alî me bikin. Lema jî gava em mizgîniyê bela dikin, em dikarin bawer bin, wekî melek wê alî me bikin (Binihêre çargoşe, “Wana Caba Duayên Xwe Stand”).b

Xûşk û birak pê stêndê kûçêra derbaz dibin. Melek jorva rêberiya xûşkê dikin, wekî ew dîna xwe bide jinika ku medekirî rûniştiye.

Xûşk û birak ji xizmetiyê vedigerine malê. Rêda ewana jineke xemgîn divînin. Xûşka me fem dike ku melek dikarin alî me bikin, wekî em bivînin wan meriya, yên ku Xwedê digerin. Lema jî ew safî dike tevî wê jinikê xeber de û ber dilê wêda bê (Binihêre abzasa 8).


Wana Caba Duayên Xwe Stand

Gelo van serhatiyada melek kar kiribûn?

  • Pêrûyêda, keçikeke 12 salî tevî diya xwe pê têlêfonê xizmet dikir. Ewê kulfetekêra xeber da, ya ku ji Xwedê hîvî kiribû wekî kesek bê û alî wê bike. Gava keçikê wêra têlê xist, kulfetê ev yek ça caba duayên xwe hesab kir û hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir. Gelek wede derbaz nebû, ku ew destpêkir here ser civata.

  • Rûmanyayêda kulfetekê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, lê paşê hînbûn da sekinandinê. Paşê, gava ew li Îtaliyayê cem malbetekê dixebitî, ewê xwest dîsa hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Lê ewê Şedên Yehowa wê herêmêda nas nedikir. Lema jî ewê ji Yehowa alîkarî xwest. Hine wede şûnda paşî wê yekê, malbetê ew şand dikanekê ku tiştekî bikire, lê jêra gotin wekî ew xweyê dikanêra xeber nede. Wana got: “Ew Şedê Yehowa ye û ew mişteriyara derheqa Kitêba Pîroz xeber dide”. Bi rastî jî usa bû. Birê me jêra derheqa Kitêba Pîroz gilî kir, û ewê jî ev yek ça caba duayên xwe hesab kir. Evê kulfetê tezeda hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û ruhanîda zû pêşda çû. Mesela wêye baş ser kurekî wê jî hukum kir, û ewî jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û diçû ser civata.

  • Xûşk û birakî me safî kirin, wekî ereba xwe bifiroşin. Gava jin-mêrek hatin ku erebê binihêrin, xûşk û birê me wanra gilî kirin, ku çima ewana erebê difiroşin. Wana got ku dixwazin xercên xwe kêm kin, wekî hê zêde wedê wan hebe merivara derheqa Kitêba Pîroz xeber din. Ew mêrê ku erebe dinihêrî, got: “Duhu min dua kiribû: ‘Ya Xwedê, kesekî bişîne ku alî min bike. Gelek pirsên min hene, û ez dixwazim caba wan bistînim’”. Ewî ev xeberdan ça caba duayê xwe hesab kir. Wana hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir, û du qîzên wan jî destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin. Ev malbet niha diçe civîna.

9. Em ça dikarin çev bidine hezkirina meleka, ya ku ewana hindava merivada didine kifşê?

9 Em ça dikarin mîna meleka, meriva hez bikin? Gava tê elamkirinê ku kesek dîsa civatêda hatiye qebûlkirinê û vegeriyaye cem Yehowa, em dikarin mîna meleka şa bin û wî kesîra bêjin, wekî ew bi xêr hatiye û em şa ne ku ew vegeriyaye civatê (Lûqa 15:4-7; 2 Korintî 2:6-8). Çawa ku melek bi dil û can Yehowara xizmet dikin, em jî dikarin bi dil û can mizgîniyê bela kin (Waîz 11:6). Usa jî, çawa ku melek şixulê belakirina mizgîniyêda alî me dikin, em jî dikarin xizmetiyêda alîkariyê bidine xûşk-bira. Mesele, gelo em dikarin tevî mizgînvanekî teze derkevine xizmetiyê? Gelo em dikarin alî xûşk-birên emirda mezin yan alî yên nexweş bikin, wekî ewana jî bikaribin xizmet kin?

10. Em ji serhatiya xûşka me Sarayê çi dikarin hîn bin?

10 Hergê mecala me tune haqasî xizmet kin, çiqas dilê me dixwaze, em çi dikarin bikin? Dîsa jî em dikarin tevî meleka belakirina mizgîniyêda hevkariyê bikin. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Sarayê,c ya ku li Hindistanê dijî. Paşî vê yekê ku ewê 20 sala ça pêşeng xizmet kiribû, ew nexweş ket û îda nikaribû rabe ser piya. Ji bo vê yekê ew kete dêprêsiya kûr. Lê bi saya piştgiriya xûşk-bira û xwendina Kitêba Pîroz, şabûna wê hêdî-hêdî vegeriya. Hemikî lazim bû wekî ewê îda li gora dereca xweye teze xizmet kira. Ew îda nikaribû rûnişta jî û neme binivîsiya, lê tenê bi têlêfonê xizmet dikir. Ewê serlêdanên dubare bi têlêfonê dikir û wana dipirsî, hela ewana kesekî nas dikin, kê ku dixwaze derheqa Kitêba Pîroz xeber de. Evê yekê çi kar anî? Nava çend mehada, Sarayê tevî 70 meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ji bo vê yekê ku ewê nikaribû tevî haqas meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, ewê hine hînbûnên xwe tesmîlî xûşk-birên din kir. Ji van xwendekara gelek kes niha têne civata. Melek bê şik gelek şa ne, çimkî ewana tevî xûşk-birên xîret, yên mîna Sarayê hevkariyê dikin!

MELEK SEBIRÊ DIDINE KIFŞÊ

11. Melekên amin ça sebirê didine kifşê?

11 Melekên amin aliyê sebirêva jî mera mesele ne. Bi hezara sala wana miqabilî neheqî û xirabiyê sebir kiriye. Wana dîtibû ku Mîrê-cina û gelek melekên din, yên ku berê tevî wan xizmet dikirin, çawa miqabilî Yehowa derketin (Destpêbûn 3:1; 6:1, 2; Cihûda 6). Kitêba Pîroz besa melekekî amin dike, yê ku raste-rast tevî cinekî qewî şer dikir (Daniyêl 10:13). Usa jî destpêbûyî ji rojên Adem û Hêwayê, meleka dîtiye, ku tenê hine meriv Yehowa dihebînin. Dîsa jî, melekên amin bi xîret û şabûnê Yehowara xizmet dikin. Ewana zanin ku wedê kifşkirîda, Xwedê wê neheqiyê bide hildanê.

12. Çi dikare alî me bike sebir kin?

12 Em ça dikarin çev bidine sebira meleka? Mîna meleka, dibeke em jî neheqiyê bivînin yan jî rastî peyketinê bên. Lê mîna wan, em jî bawer in, ku Xwedê wê wedê kifşkirîda xirabiyê bide hildanê. Lema jî mîna melekên amin, em ji qencîkirinê nawestin (Galatî 6:9). Usa jî Xwedê soz daye ku ewê alî me bike, wekî em bikaribin sebir bikin (1 Korintî 10:13). Em dikarin Yehowara dua bikin, wekî ew ruhê xwe bide me, kîjan ku sebir û şabûnê pêşda tîne (Galatî 5:22; Kolosî 1:11). Hergê tu rastî peyketinê bêyî, tu dikarî çi bikî? Xwe bi temamî bispêre Yehowa û netirse. Yehowa wê hertim alî te bike û qewatê bide te (Îbranî 13:6).

MELEK BONA TEMIZAYA CIVATÊ CABDAR IN

13. Wan rojên paşinda, çi cabdariya mexsûs melekara hatiye dayînê? (Metta 13:47-49)

13 Wan rojên paşinda, Yehowa cabdarîke mexsûs daye meleka (Bixûne Metta 13:47-49). Bi saya belakirina mizgîniyê, bi mîlyona meriv mizgînî qebûl kirine. Ji van kesa hinek xîret dikin, wekî bibine Mesîhiyên rast. Lê belê, hine kes naxwazin jîyîna xwe biguhêzin. Cabdariya meleka ev e, ku “merivên xirab ji merivên rast veqetînin”. Dêmek ewana dîna xwe didinê, ku civatêda temizayî bê xweykirinê. Hemikî ev yek nayê hesabê, wekî merivên ku ji bo menîkî îda para civatê nînin, nikarin dîsa vegerine cem Yehowa. Usa jî ev yek nayê hesabê, wekî civatêda wê tu cara problêm pêşda neyên. Lê belê, em dikarin bawer bin wekî melek her tiştî dikin, wekî civatên me temiz bimînin.

14-15. Em ça dikarin mîna meleka bona temizaya civatê xem bikin aliyê ruhanî û nav-namûsiyêda? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Mîna meleka, em ça dikarin bona temizaya civatê xem bikin? Em gerekê her tiştî bikin ku dostiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin. Seva vê yekê em gerekê tevî dostên Yehowa hevaltiyê bikin û xwe ji tiştên usa dûr bigirin, yên ku dikarin ziyanê bidine heleqetiya me tevî Yehowa. Usa em dikarin piştgiriya temizaya civatê bikin (Zebûr 101:3). Xêncî vê yekê, em dikarin alî xûşk-bira bikin, wekî ewana jî Yehowara amin bimînin. Mesele, hergê em pêbihesin ku xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, em gerekê çi bikin? Em wî hez dikin, lema jî em gerekê jêra bêjin, wekî ew derheqa gunê xwe rûspiyara bêje. Hergê ew usa neke, em xwexa gerekê vê yekê rûspiyara bêjin. Xwestina me ev e, ku xûşk yan birakî me, kîjan ku ruhanîda sist bûye, zû alîkariyê bistîne (Aqûb 5:14, 15).

15 Sed heyf wekî hine kesên, ku gunên giran kirine gerekê îda para civatê nîbin. Hingê em gerekê heleqetiya xwe tevî wan bibirind (1 Korintî 5:9-13). Belê, ev yek ferz e, seva ku civat paqij bimîne. Usa jî bi vê yekê ku em tevî wan hevaltiyê nakin, em bi rastî qenciyê li wan dikin, çimkî safîkirina me dikare alî wan bike, ku ewana dîsa vegerine cem Yehowa. Gava kesên usa vedigerine civatê, em jî çawa Yehowa û melekên wî, gelek şa dibin (Lûqa 15:7).

Şikil: 1. Du xûşk tevayî rûniştine û qaweyê vedixwin. Yek ji wana xeber dide, lê ya din li rûyê wê nanihêre. 2. Paşê, xûşka ku xeber dida, diçe oda civatê bal du rûspiya.

Hergê em pêbihesin, ku xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, em gerekê çi bikin? (Binihêre abzasa 14)e


16. Tu kîjan aliyada dixwazî çev bidî meleka?

16 Em çiqas şa ne ku Yehowa derheqa meleka elametî daye me. Bona me qedirekî mezin e, wekî em dikarin tevî wan hevkariyê bikin! Were em mîna wan milûk bin, meriva hez bikin, sebir bikin û bona temizaya civatê aliyê ruhanî û nav-namûsiyêda xem bikin. Hergê em çev bidine melekên amin, emê jî bikaribin heta-hetayê malbeta Yehowada bimînin.

EM ÇA DIKARIN ÇEV BIDINE MELEKA . . .

  • milûktiyêda?

  • hezkirina hindava merivada?

  • xemkirina bona temizaya civatêda?

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

a Bi seda mîlyona melek hene, lê Kitêba Pîroz tenê navê du meleka eşkere dike: Mîxayîl û Cibrayîl (Daniyêl 12:1; Lûqa 1:19).

b Bona hê zêde înformasiya, binihêrin Îndêksa Edebyetên Birca Qerewiliyê, binserî “Melek” û paşê bitikînin “rêberiya ji meleka (mesele)”.

c Nav hatiye guhastinê.

d Çawa ku Elametiya ji Koma Rêberiyê №2-da ya sala 2024, hatibû şirovekirinê, hergê merivê ku îda Şedê Yehowa nîne, tê civatê, xûşk yan bira dikare li gora îsafa xwe, ku ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî ye, safî ke silavê bide wî yan na.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkek hevala xwera dibêje, wekî ew derheqa gunê xwe rûspiyara bêje. Wede şûnda, gava hevala wê neçû bal rûspiya, xûşka me xwexa diçe bal rûspiya û derheqa vê yekê xeber dide.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin