GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20
KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye
Yehowa Kaniya Berdiliyê ye
“Şikir . . . Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 KORINTÎ 1:3).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku Yehowa çawa berdilî dida Cihûyên aksorkirî, û emê bivînin ku em çi dikarin ji vê yekê hîn bin.
1. Halê Cihûyên aksorkirî çawa bû?
HELA bide ber çevê xwe Cihûya, welatê kîjana hatibû wêrankirinê û dîltî biribûne Babîlonê. Ewana ji bo gunên xwe û gunên kal-bavên xwe ji malên xwe hatibûn derxistinê û aksorkirinê (2 Dîrok 36:15, 16, 20, 21). Babîlonêda hine tiştada dîl aza bûn, mesele şixulên herrojîda (Yêremya 29:4-7). Dîsa jî jîyîna wan hêsa nîbû û ne li gora dilê wan bû. Gelo wana ça li ser halê xwe dinihêrîn? Ji wana yekî usa got: “Li ber çemên Babîlonê em rûdiniştin, me Sîyon dikire bîra xwe û digirîyan” (Zebûr 137:1). Belê, kesên aksorkirî hewcê berdiliyê bûn. Lê kê dikaribû ber dilê wanda bihata?
2-3. a) Yehowa bona Cihûyên aksorkirî çi kir? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
2 Yehowa “Xwedêyê hemû berdiliyê” ye (2 Korintî 1:3). Ew meriva hez dike, û hazir e berdiliyê û dilbîniyê bide wan hemû meriya, yên ku nêzîkî wî dibin. Yehowa zanibû ku hine kesên aksorkirî wê temî û şîretên wî qebûl kin û vegerine bal wî (Îşaya 59:20). Lema jî 100 salî zêdetir pêşiya aksorkirinê, ewî Îşaya pêxember kitêbek da nivîsarê. Gelo çima? Ji kitêba Îşaya em pêdihesin, ku Xwedê dibêje, wekî berdiliyê bidine cimeta wî (Îşaya 40:1). Bi saya nivîsarên Îşaya pêxember, Yehowa berdilî dida Cihûyên ku paşê hatine aksorkirinê.
3 Mîna wan Cihûyên aksorkirî, em jî carna hewcê berdiliyê ne. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa ça bi sê mêtoda berdiliyê dide kesên aksorkirî: 1) Ewî soz daye wekî wê bibaxşîne kesên ku tobe dikin, 2) hêvî daye xizmetkarên xwe û 3) alî wan kiriye wekî ewana netirsin. Gava em wan sê tişta şêwir kin, dîna xwe bidinê ku em ça dikarin ji giliyên Yehowa berdiliyê bistînin.
YEHOWA BI REMA XWEYE MEZIN DIBAXŞÎNE ME
4. Yehowa ça rema xwe nîşan kir? (Îşaya 55:7)
4 Yehowa Xwedê Bavê berdiliyê ye (2 Korintî 1:3). Bi Îşaya pêxember Yehowa soz da Cihûya, ku wê bibaxşîne wan (Bixûne Îşaya 55:7). Ewî got: “Ezê bi dilovaniya herheyî li te werim remê” (Îşaya 54:8, ÎM). Gelo Yehowa rema xwe ça nîşan kir? Hemikî ça milet, Cihû nikaribûn ji axiriya kirên xwe birevin. Dîsa jî Yehowa soz da, wekî ewana wê heta-hetayê Babîlonêda nemînin. Bi Îşaya pêxember, ewî eşkere kir, ku ewana wê tenê demekê wêderê bimînin (Îşaya 40:2). Kesên ku tobe dikirin, bê şik ji van giliya berdilî distandin!
5. Îro çima meniyên me ji Cihûyên ku dîltiya Babîlonêda bûn, diha zêde hene wekî bawer kin, ku Yehowa gunên me dibaxşîne?
5 Em ji vê yekê çi hîn dibin? Yehowa hazir e bi temamî bibaxşîne xizmetkarên xwe. Îro meniyên me ji Cihûyên ku dîltiya Babîlonêda bûn, diha zêde hene wekî bawer kin, ku Yehowa gunên me dibaxşîne. Gelo çira? Çimkî em zanin Yehowa çi kiriye seva ku gunên me bibaxşîne. Bi seda sala paşî pêxembertiya Îşaya, Yehowa Kurê xweyî delal şande ser erdê, wekî ew bona hemû gunekarên tobedar emirê xwe berva bide. Ev qurban bû hîmê vê yekê ku gunên me “bêne paqijkirinê”, dêmek bi temamî bêne temizkirinê (Karên Şandiya 3:19; Îşaya 1:18; Efesî 1:7). Belê, Yehowa bi rastî jî Xwedêkî dilovan e û bi rema xweye mezin dibaxşîne!
6. Gava em derheqa baxşandina Yehowa difikirin, çima em berdiliyê distînin? (Binihêre usa jî şikil.)
6 Hergê îsafa me ji bo gunên meye berê hê nerihet e, giliyên Yehowa, yên ku Îşaya 55:7-da nivîsar in, dikarin berdiliyê bidine me. Hine meriv paşî tobekirinê dîsa jî xwe sûcdar dikin, îlahî hergê axiriya xirab yên şaşiyên wan, hê dîsa hene. Lê belê, hergê me gunên xwe tobe kiriye û xwe rast kiriye, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê bibaxşîne me. Gava Yehowa dibaxşîne, ew gunên me îda nayne bîra xwe (Beramber ke Yêremya 31:34). Hergê Yehowa gunên meye berê bîr dike, em jî gerekê bîr bikin. Yehowa dîna xwe nade şaşiyên meye berê, lê bona wî tiştê ferz ev e ku em niha çi dikin (Hezeqêl 33:14-16). Zûtirekê Bavê meyî berdiliyê wê bi temamî me ji axiriya şaşiyên me xilaz ke.
Yehowa dîna xwe nade şaşiyên meye berê. Bona wî ya ferz ev e, ku em niha çi dikin (Binihêre abzasa 6)
7. Çi dikare alî me bike ku em alîkariyê bixwazin, hergê me gunê xwe veşartiye?
7 Hergê îsafa me nerihet e ji bo vê yekê ku me gunekî giran veşartiye, em gerekê çi bikin? Kitêba Pîroz dibêje ku em ji rûspiya alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:14, 15). Dibeke mera hêsa nîne, ku em gunên xwe bînin rûyê xwe. Lê em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa bi saya rûspiyên ku mîna wî dilovan in, alî me dike. Hergê me bi rastî tobe kiriye, emê bixwazin herin bal wan. Were em binihêrin ku dilovaniya Yehowa çawa berdilî da birakî bi navê Artûra, îsafa kîjanî nerihet bû. Artûr usa dibêje: “Weke salekê, min pornografiyayê dinihêrî. Lê çaxê min gotarek derheqa îsafê bihîst, min jina xwera û rûspiyara besa vê yekê kir. Paşê ez hevekî dilrihet bûm, lê ez dîsa jî bin barê kirên xweda diçerçirîm. Rûspiya anî bîra min, ku Yehowa ez înkar nekirime. Yehowa me şîret dike, çimkî ew me hez dike. Giliyên wanî bi dilgermî dilê min girtin û alî min kirin wekî fem kim, ku Yehowa bi rastî jî baxşandiye min”. Îro Artûr ça pêşeng û alîkarçiyê civatê xizmet dike. Belê, hergê em bi rastî tobe kin, Yehowa wê li me bê remê. Gelo ev fikir berdiliyê nade me?
YEHOWA HÊVIYÊ DIDE ME
8. a) Yehowa çi hêvî da cimeta xweye aksorkirî? b) Li gora Îşaya 40:29-31, hêvî ça ser Cihûyên ku tobe kiribûn hukum kir?
8 Halê Cihûyên aksorkirî bi rastî jî bêçare dihate kifşê, çimkî Babîloniya dîlên xwe tu car aza nedikirin (Îşaya 14:17). Lê belê, Yehowa hêvî da xizmetkarên xwe. Ewî soz da wekî wê wan aza ke, û tu tiştî nikaribû riya wî bigirta (Îşaya 44:26; 55:12). Li ber çevê Yehowa, Babîlon mîna tozê bû (Îşaya 40:15). Evê hêviyê berdilî dida merivên aksorkirî. Îşaya pêxember usa jî nivîsî: “Kesên li benda Xudan in hêza [qewata] xwe teze dikin” (Bixûne Îşaya 40:29-31, ÎM). Belê, hêviyê qewat dida wan, wekî mîna teyra baskên xwe vekin û bifirin.
9. Çi menî hebûn, ku Cihûyên aksorkirî baweriya xwe sozên Yehowa bînin?
9 Meniyên baş hebûn ku merivên aksorkirî baweriya xwe sozên Yehowa bînin. Hela bifikirin derheqa wan pêxembertiya, kîjan ku îda hatibûne sêrî. Mesele, wana zanibû ku ordiya Asûrê padşatiya Îsraêlêye bakurê bindest kiriye, û milet dîltî biriye (Îşaya 8:4). Wana dîtibû, ku çawa Babîloniya bajarê Orşelîmê wêran kiribûn û cimeta Orşelîmê biribûn dîltiyê (Îşaya 39:5-7). Wana zanibû ku Babîloniya padşê wan kor kiribû û biribûne Babîlonê (Yêremya 39:7; Hezeqêl 12:12, 13). Belê, hemû tiştên ku Yehowa pêşda gotibû, hatine sêrî (Îşaya 42:9; 46:10). Wan tişta bê şik baweriya wan diha qewî dikir, ku sozê Yehowa derheqa azaya wan, wê bê sêrî!
10. Çi dikare alî me bike, ku em van rojên paşinda gumana xwe unda nekin?
10 Em ji vê yekê çi hîn dibin? Gava taqeta me namîne, hêvî dikare berdiliyê û qewatê bide me. Em rojên xirabda dijîn û dijminên me gelek qewî ne. Dîsa jî nelazim e, ku em xwe bêçare texmîn kin. Yehowa soz dide ku emê li cinetê nava edilayî û bêxofiyêda heta-hetayê bijîn. Em gerekê vê gumanê hertim bînin bîra xwe. Hergê em vê yekê nekin, hêviya me dikare qewata xwe unda ke, çawa ku merivek ji pencereke qirêj dinihêre û nikare bedewiya tebiyetê zelal bivîne. Gelo em çawa dikarin awa gotî pencera xwe temiz kin, wekî gumana me qewat û zelaliya xwe unda neke? Mesele, em dikarin timê emirê dinya tezeda bidin ber çevê xwe. Em dikarin gotara bixûnin, vîdêoya binihêrin û kilamên me bibihên, yên ku gumana me diha qewî dikin. Usa jî duakirinêda em dikarin Yehowara besa sozên wî bikin, kîjan ku em hizret in bivînin.
11. Xûşkek ça qewat û berdilî distîne?
11 Hela binihêre ku hêviyê çawa berdilî û qewat daye xûşkeke bi navê Coy, ya ku giran nexweş e. Ew dibêje: “Gava ez xwe bêçare texmîn dikim, ez dilê xwe Yehowara vedikim, çimkî ez zanim ku ew min fem dike. Yehowa jî ‘zorayiya qewatê’ dide min” (2 Korintî 4:7). Coy usa jî jîyîna dinya tezeda dide ber çevê xwe û ev sozê ji Kitêba Pîroz tîne bîra xwe: “Yê ku li wir rûdine [dijî], wê nebêje: Ez nexweş im” (Îşaya 33:24). Seva ku em bikaribin ber tengasiya sebir kin, em jî gerekê dilê xwe Yehowara vekin û dîna xwe bidine hêviya xwe.
12. Çi menî hene ku em baweriya xwe sozên Yehowa bînin? (Binihêre usa jî şikil.)
12 Çawa ku Yehowa gelek menî dabû Cihûyên aksorkirî, wekî îtbariya xwe sozên wî bînin, ew bona me jî îro wê yekê dike. Bifikire derheqa wan pêxembertiya, kîjan ku ber çevê me têne sêrî. Mesele, em divînin împêriya hemdinyayê, pareke kîjanê ku qewî ye, lê para din sist e (Daniyêl 2:42, 43). Em usa jî dibihên ku gelek ciya erdhej diqewimin, û em mizgîniyê “ser temamiya dinyayê” bela dikin (Metta 24:7, 14). Sozên Yehowa, yên ku hatine sêrî, baweriya me diha qewî dikin hindava wê yekêda, ku sozên wîye din jî wê bêne sêrî.
Sozên Yehowa, yên ku hatine sêrî, baweriya me diha qewî dikin hindava wê yekêda, ku sozên wîye din jî wê bêne sêrî (Binihêre abzasa 12)
YEHOWA ALÎ ME DIKE KU EM NETIRSIN
13. a) Çaxê Cihû hatin azakirinê, ewana rastî çi tengasiya hatin? b) Li gora Îşaya 41:10-13, Yehowa çawa berdilî da Cihûyên aksorkirî?
13 Yehowa bi hêvîke xweş berdilî dida merivên aksorkirî. Dîsa jî ewî zanibû ku gava ewana bêne azakirinê, wê rastî hine tengasiya bên. Yehowa pêşda gotibû, ku nêzîkî xilaziya dîltiya cimeta wî, padşek wê miletên der-dor bindest bike û miqabilî Babîlonê şer bike (Îşaya 41:2-5). Gelo lazim bû, ku Cihû bitirsin? Na. Yehowa pêşda bi wan giliya berdilî da xizmetkarên xwe: “Netirse, çimkî ez tevî te me. Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te, DT” (Bixûne Îşaya 41:10-13). Gelo Yehowa çima got “Ez im Xwedayê te”? Nêta vê gotinê ew nîbû, wekî bîne bîra wan, ku gerekê ewana wî bihebînin. Wana zanibû, ku ev yek çiqas ferz e. Belê, Yehowa dixwest bîne bîra wan, ku ew dîsa jî hazir e alî wan bike (Zebûr 118:6).
14. Yehowa Cihûyên aksorkirîra çi got, wekî ew netirsin?
14 Usa jî Yehowa anî bîra Cihûyên aksorkirî, ku qewat û zanebûna wî çiqas mezin e. Ewî wanra got, ku ewana li steyrka binihêrin. Ewî anî bîra wan, ku her tişt aliyê wîva hatiye efirandinê, û wekî ew navê her yekî ji wan zane (Îşaya 40:25-28). Hergê Yehowa navê her steyrkekê zane, hemikî ew navê her xizmetkarekî xwe jî zane. Û hergê qewata Yehowa hebû steyrka biefirîne, hemikî qewata wî heye wekî alî xizmetkarên xwe jî bike. Belê, qe ne lazim bû, ku Cihûyên aksorkirî bitirsin.
15. Xwedê ça Cihûyên aksorkirî hazir kir, bona qewimandinên ku hîviya wan bû?
15 Xêncî wê yekê, Yehowa xizmetkarên xwe hazir kir, bona qewimandinên ku hîviya wan bûn. Ewî wanra got: “Bikeve odeyên xwe yên hindur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Gava Koreş Padşa bajarê Babîlonê bindest kir, dibeke giliyên vê rêzê cara pêşin hatine sêrî. Terîxzanekî Yûnanistana berê dibêje, ku gava Koreş Padşa kete Babîlonê, “ewî ferman da [eskerên xwe] wekî hemûyên ji malê der, bikujin”. Hela bidine ber çevê xwe ku bineliyên Babîlonê bin tirseke çada bûn! Lê ça tê kifşê, Cihûyên aksorkirî xilaz bûn, çimkî wana gura rêberiya Yehowa kir.
16. Çima nelazim e em ji tiştên ku wê zûtirekê biqewimin, bitirsin? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Em ji vê yekê çi hîn dibin? Zûtirekê, tengasiya here mezin wê destpêbe. Heçî zef ji meriva wê ziravqetî bin. Lê halê xizmetkarên Yehowa wê cude be. Em zanin ku Yehowa Xwedayê me ye. Emê “serê xwe bilind kin”, çimkî emê bizanibin ku “xilazbûna [me] nêzîk e” (Lûqa 21:28). Hela hê wî çaxî jî, gava koalîsya mileta hicûmî ser me bike, emê xwe bispêrin Yehowa. Yehowa wê me bi saya meleka biparêze û usa jî rêberiyê bide me, wekî em xilaz bin. Gelo ev rêberî wê ça bêne dayînê? Em hê nizanin. Lê ça tê kifşê, ev rêberî wê bi saya civatên me bêne dayînê. Dibeke civat mera bibin ça ‘odeyên hindur’, kîjanada emê bêxofiyêda bin. Gelo em ça dikarin xwe bona axiriyê hazir kin? Em gerekê tevî xûşk-bira nêzîk bin, ji dil gura rêberiya teşkîleta Yehowa bikin û bawer bin wekî Yehowa rêberiyê teşkîleta me dike (Îbranî 10:24, 25; 13:17).
Em zanin ku Yehowa dikare me xilaz ke, lema jî wedê tengasiya mezin wê nelazim be, wekî em bitirsin (Binihêre abzasa 16)b
17. Em ça dikarin ji Yehowa berdiliyê bistînin?
17 Halê Cihûyên aksorkirî hêsa nîbû, lê Yehowa berdilî dida wan. Ew wê berdiliyê bide me jî. Lema, em rastî çi çetinaya jî bên, bîr nekin ku kaniya berdiliyê Yehowa ye. Îtbariya xwe rema wîye mezin bînin. Gumana xwe unda nekin û bîr nekin ku Yehowa Xwedayê me ye, lema jî nelazim e ku em bitirsin.
KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye
a Hine nav hatine guhastinê.
b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Çend xûşk-bira tevayî top bûne. Ewana baweriya xwe qewata Yehowa tînin û zanin, wekî ew dikare xizmetkarên xweye ser temamiya dinyayê biparêze.