RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Dilê Xwe Hazir ke
Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em dixwazin wekî fikirên Yehowa ser dilê me hukum kin. Ezra vê yekêda mera meseleke baş hîştiye. Kitêba Pîroz dibêje ku ewî “dilê xwe dabû ser hînbûn û pêkanîna Şerîeta [Qanûna] Xudan” (Ezra 7:10, ÎM). Gelo em ça dikarin dilê xwe hazir kin?
Dua bike: Pêşiya lêkolînê dua bike. Ji Yehowa alîkariyê bixwaze, seva ku van tişta, çi ku lêkolîn dikî, fem bikî û bikaribî emirê xweda bidî xebatê (Zebûr 119:18, 34).
Milûk be: Xwedê ji kesên qure, yên ku gumana xwe didine ser hişê xwe, rastiyê vedişêre (Lûqa 10:21). Nêta lêkolînê gerekê ev nîbe, wekî tu dîna meriva bikişînî ser xwe. Gava tu têderdixî wekî fikirên te ne li gora fikirên Xwedê ne, bi milûktî ser xwe bixebite, wekî xwe rast kî.
Guh bide kilameke me: Kilam dikarin ser hestên te hukum kin. Lema jî hergê tu pêşiya lêkolînê guh bidî kilamekê, ev yek dikare alî te bike, wekî dilê xwe bona lêkolînê hazir kî.