KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Hezîran rûp. 20-25
  • Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Bibe Xizmetkarê Yehowa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Bibe Xizmetkarê Yehowa
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ALÎ WAN BIKIN TÊDERXIN KU ÇI DIKARE RIYA WAN BIGIRE RUHANÎDA PÊŞDA HERIN
  • ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN WEKÎ HEZKIRINA XWE HINDAVA YEHOWA DIHA QEWÎ KIN
  • ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN JI HER TIŞTÎ ZÊDETIR DÎNA XWE BIDINE QIRARA YEHOWA
  • ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN ÇETINAYADA SERKEVIN
  • ÎTBARIYA XWE XWENDEKARÊ XWE BÎNE
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • “Herin Hemû Mileta Hîn kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Hezîran rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Bibe Xizmetkarê Yehowa

“Hişyar bimînin, baweriyêda qayîm bin” (1 KORINTÎ 16:13).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin, wekî ewana bawerî û mêrxasiya xwe zêde kin û safî kin Yehowara xizmet kin.

1-2. a) Hine xwendekarên Kitêba Pîroz çima ditirsin bibine xizmetkarên Yehowa? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

GAVA tu Kitêba Pîroz hîn dibûyî, gelo sêrîda te xwe paş nedixist ji vê yekê, ku bibî Şedê Yehowa? Diqewime tu ditirsiyayî wekî malbeta te û hevalên te wê çi bêjin. Yan jî dibeke tu dişirmîş dibûyî ku gelek çetin e li gora qanûnên Yehowa bijîyî. Hergê dereca te usa bû, tuyê rind fem kî, wekî çira hine xwendekarên Kitêba Pîrozra çetin e safî kin bibine Şedên Yehowa.

2 Îsa zanibû ku tirsa vî cûreyî dikare bibe meniya vê yekê, ku meriv ruhanîda pêşda neçe (Metta 13:20-22). Dîsa jî ewî gumana xwe ji kesên ku hazir nîbûn pey wî herin, nedibirî. Lema jî ewî şagirtên xwe hîn dikir, ku ça alî kesên usa bikin 1) têderxin ku çi dikare riya wan bigire wekî ruhanîda pêşda herin, 2) hezkirina xwe hindava Yehowa diha qewî kin, 3) ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine qirara Yehowa û 4) çetinayada serkevin. Em ça dikarin hînkirinêda çev bidine Îsa, gava em bi saya kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! alî xwendekarên xwe dikin bibine xizmetkarên Yehowa?

ALÎ WAN BIKIN TÊDERXIN KU ÇI DIKARE RIYA WAN BIGIRE RUHANÎDA PÊŞDA HERIN

3. Dibeke çi bû menî ku Nîkodêmo derbêra nebû şagirtê Îsa?

3 Nîkodêmo nav Cihûyada merivekî bi nav û deng bû, lema jî wîra çetin bû bibe şagirtê Îsa. Tenê weke şeş meh derbaz bibû paşî vê yekê, ku Îsa xizmetiya xwe destpêkiribû, û Nîkodêmo îda fem kir, ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye (Yûhenna 3:1, 2). Lê “ji tirsa Cihûya”, ewî dizîkava Îsara xeber dida (Yûhenna 7:13; 12:42). Dibeke ew difikirî ku hergê ew bibe şagirtê Îsa, ewê gelek tişt unda ke.a

4. Îsa Mesîh ça alî Nîkodêmo kir, wekî ew xwestina Xwedê fem bike?

4 Nîkodêmo Qanûna Mûsa rind zanibû, lê jêra alîkarî lazim bû wekî fem bike, ku Yehowa çi ji wî dewa dike. Gelo Îsa ça alî wî kir? Ew hazir bû hela hê nîvê şevê jî tevî Nîkodêmo xeber de, wekî alî wî bike bibe şagirt. Usa jî Îsa Nîkodêmora zelal got, wekî ew gerekê tobe ke, bê nixumandinê û baweriya xwe Kurê Xwedê bîne, ku bibe şagirtê wî (Yûhenna 3:5, 14-21).

5. Tu ça dikarî alî xwendekarê xwe bikî wekî ew têderxe, ku çi riya wî digire ruhanîda pêşda here?

5 Hergê xwendekarekî te îda rind Kitêba Pîroz fem dike, dibeke jêra alîkarî lazim e wekî ew têderxe, ku çi riya wî digire ruhanîda pêşda here. Dibeke xebata wî gelek wede ji wî distîne, yan jî malbeta wî naxwaze ku ew bibe Şedê Yehowa. Lema jî tevî xwendekarê xwe wede derbaz ke. Hûn dikarin tevayî qaweyê vexwin yan jî derva bigerin, wekî ew dilê xwe tera veke û bêje ku çi riya wî digire. Xwendekarê xwe hêlan ke wekî guhastina bike, ne ku seva dilê te şa ke, lê seva ku îzbat ke wekî ew Yehowa hez dike.

6. Tu ça dikarî xwendekarê xwe hêlan kî, wekî ew safî ke Yehowara xizmet ke? (1 Korintî 16:13)

6 Hergê xwendekarê te bawer be, ku Yehowa wê alî wî bike li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî, ev yek wê wî hêlan ke, wekî tiştên ku hîn dibe, emirê xweda bide xebatê (Bixûne 1 Korintî 16:13). Dikarin bêjin wekî cabdariya te mîna ya dersdarekî mektebê ye. Hela bîne bîra xwe gava tu mektebêda hîn dibûyî, te heçî zef kîjan dersdara hez dikir? Hemikî te herî zêde wan dersdara hez dikir, yên ku te didane bawerkirinê, wekî tu yekî zên î û tê bibî merivekî pêşdaçûyî. Mîna vê yekê, em jî gerekê ne tenê xwendekarê xwe hîn kin, wekî Yehowa çi ji wî dewa dike, lê usa jî wî bidine bawerkirinê ku bi alîkariya Yehowa ew dikare ruhanîda pêşda here. Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî?

ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN WEKÎ HEZKIRINA XWE HINDAVA YEHOWA DIHA QEWÎ KIN

7. Îsa ça alî guhdarên xwe dikir, wekî ewana diha zêde Yehowa hez bikin?

7 Îsa zanibû ku hergê şagirtên wî Xwedê hez bikin, ewana wê bixwazin li gora van tişta bijîn, çi ku hîn bûne. Lema jî ewî gelek car tiştên usa wana hîn dikir, çi ku alî wan dikir diha zêde Bavê xweyî ezmana hez bikin. Mesele, ewî got ku Yehowa mîna bavekî usa ye, yê ku tiştên baş dide zarên xwe (Metta 7:9-11). Diqewime bavên hine meriva, yên ku guh didane Îsa, ne haqas dilovan bûn. Hela bide ber çevê xwe, wana xwe ça texmîn kir, gava Îsa meteloka derheqa bavê dilovan wanra gilî kir, yê ku kurê xweyî ji rê derketî dîsa qebûl kir. Bi vî cûreyî Îsa merivara da kifşê, wekî Yehowa çiqas wana hez dike (Lûqa 15:20-24).

8. Tu ça dikarî alî xwendekarê xwe bikî, ku ew diha zêde Yehowa hez bike?

8 Seva ku xwendekarê te diha zêde Yehowa hez ke, dîna wî bikişîne ser hunurên Wî. Wedê dersa nîşanî wî ke, wekî ça tiştên ku ew hîn dibe, hezkirina Yehowava girêdayî ne. Mesele, gava hûn derheqa qurbana Îsa şêwir dikin, nîşan ke ku ça ew ji vê yekê karê distîne (Romayî 5:8; 1 Yûhenna 4:10). Hergê xwendekarê te fem ke, ku Yehowa çiqas xût wî hez dike, hezkirina wî jî hindava Yehowa wê diha zêde be (Galatî 2:20).

9. Çi alî Mîkayêl kir emirê xwe biguhêze?

9 Were em dîna xwe bidine serhatiya mêrekî bi navê Mîkayêl, yê ku li Endoneziyayê dijî. Rast e ewî ji biçûktayê rastiya Kitêba Pîroz zanibû, lê ew nehate nixumandinê. Gava Mîkayêl 18 salî bû, ew çû welatekî din bixebite. Paşê ew vegeriya welatê xwe û zewicî, lê dîsa jî mecbûr bû malbeta xwe bihêle û here welatekî din bixebite. Hingê jina wî û qîza wî destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin û ruhanîda pêşda çûn. Çaxê diya Mîkayêl mir, ewî safî kir vegere welatê xwe wekî bavê xwe bibe xweyî, û xwexa jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Wedê hînbûna kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, dersa 27 para “Kûr Lêkolîn ke”, gelek dilê Mîkayêl girt. Çaxê ewî da ber çevê xwe ku gava Îsa hate kuştinê, dilê Yehowa gelek êşiya, ew kelogirî bû. Ew bona qurbana Îsa gelek razî bû, û destpêkir emirê xwe biguhêze û paşê hate nixumandinê.

ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN JI HER TIŞTÎ ZÊDETIR DÎNA XWE BIDINE QIRARA YEHOWA

10. Îsa ça alî şagirtên xwe kir, wekî ewana diha zêde dîna xwe bidine xizmetiyê? (Lûqa 5:5-11) (Binihêre usa jî şikil.)

10 Şagirtên pêşin zû fem kirin ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, lê wanra alîkarî lazim bû, wekî ji tiştên din zêdetir dîna xwe bidine xizmetiyê. Gava Îsa gazî Petrûs û Endrawis kir wekî timê tevî wî herin, ewana îda şagirtên wî bûn (Metta 4:18, 19). Wana tevî Aqûb û Yûhenna şixulê mesîgirtinêda kar dikir, û şixulê wan baş diçû (Markos 1:16-20). Gava Petrûs û Endrawis “torên xwe hîştin” û tevî Îsa çûn, dibeke wana îda safî kiribû ku çi cûreyî ebûra malbeta xwe bikin. Gelo wana çira îda ji xebata xwe zêdetir dîna xwe dane xizmetiyê? Kitêba Lûqada tê gotinê, ku Îsa bi saya keremetekê alî wan kir, wekî ewana bawer bin ku Yehowa dikare bona hewcên wan xem bike (Bixûne Lûqa 5:5-11).

Îsa gazî du mesîgira dike, û ewana ji qeyîka xwe derdikevin. Mesîgirên din qeyîkêda dimînin û torên xwe hîvêz dikin.

Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê, ku Îsa ça alî şagirtên xwe dikir, wekî ewana ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xwestina Yehowa? (Binihêre abzasa 10)b


11. Tu ça dikarî alî xwendekarê xwe bikî, wekî baweriya wî diha qewî be?

11 Em nikarin mîna Îsa keremeta bikin, lê em dikarin derheqa serhatiyên xweş gilî kin, yên ku nîşan dikin wekî Yehowa ça alî wan meriva dike, kîjan ku ji her tiştî zêdetir dîna xwe didine qirara wî. Mesele, tu dikarî derheqa emirê xwe jî gilî kî. Gelo tê bîra te ku gava te teze destpêkir herî civata, Yehowa ça alî te dikir? Dibeke lazim bû ku tu mezinê xebatêra bêjî, wekî tu nikarî heta dereng bixebitî, çimkî dixwazî herî civata. Xwendekarê xwera bide kifşê, ku gava te safî kiribû ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidî xwestina Yehowa, te destê Yehowa ça emirê xweda didît û vê yekê çi cûreyî baweriya te diha qewî dikir.

12. a) Çira wê baş be, wekî em cûre-cûre xûşk-bira teglîfî ser hînbûna xwe kin? b) Tu ça dikarî vîdêoya bidî xebatê? Meselê bîne.

12 Bona xwendekarê te wê usa jî kêrhatî be, wekî ew pêbihese ku xûşk-birên din çi guhastin emirê xweda kirine, seva ku bikaribin dîna xwe bidine xwestina Yehowa. Lema jî cûre-cûre xûşk-bira teglîfî ser hînbûna xwe bike. Bira ewana xwendekarê tera gilî kin, ku ça bûne Şedên Yehowa û çi kirine, wekî ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xizmetiyê. Xêncî vê yekê, tevî xwendekarê xwe ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! binihêre vîdêoyên ji para “Hê Zêde Pêbihese” yan ji para “Kûr Lêkolîn ke”. Mesele, gava hûn dersa 37 lêkolîn kin, tu dikarî dîna wî bikişînî ser prînsîpên ji vîdêoya bi navê “Yehowa Wê seva Hewcên Me Xem Bike”.

ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN ÇETINAYADA SERKEVIN

13. Îsa şagirtên xwe ça bona peyketina hazir kir?

13 Îsa çend cara şagirtên xwera got, ku ewana wê hela hê ji aliyê merivên xwe jî rastî peyketina bên (Metta 5:11; 10:22, 36). Pêşiya mirina xwe Îsa şagirtên xwera got, ku ewana dikarin bêne kuştinê, çimkî Yehowara xizmet dikin (Metta 24:9; Yûhenna 15:20; 16:2). Lema jî Îsa got, ku ewana gerekê tevî miqabila neketana dewê û miqatî xeberdan û kirên xwe bûna.

14. Em ça dikarin alî xwendekarên xwe bikin, wekî ewana xwe bona peyketina hazir kin? (2 Tîmotêyo 3:12)

14 Em gerekê pêşda xwendekarên xwe hazir kin, çimkî diqewime ewana ji aliyê hevalxebatçî, dost û merivên xwe rastî peyketina bên (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:12). Mesele, dibeke hine hevalxebatçiyên wan qerfên xwe wan bikin, çimkî ewana dixwazin li gora Kitêba Pîroz bijîn. Hine kes û hela hê merivên wan jî diqewime baweriya wan sûcdar kin. Lema jî wê baş be wekî em serê sêrîda xwendekarên xwe hazir kin, û gava ewana rastî peyketina bên, îda bizanibin çi bikin.

15. Wedê peyketinên ji aliyê malbetê, çi dikare alî xwendekarê te bike wekî ew xwe rast bide kifşê?

15 Bira xwendekarê te ji xwe bipirse, hela sebebê rêaksiya merivên wî çi ye. Dibeke ewana difikirin ku ew hatiye xapandinê, yan jî nihêrandina wan hindava Şedên Yehowada nerast e. Hine merivên Îsa jî difikirîn ku ew dîn bûye (Markos 3:21; Yûhenna 7:5). Xwendekarê xwe hîn ke, ku ew sebira xwe unda neke û tevî merivên xwe û kesên din bi nermî xeber de.

16. Em dîsa çi dikarin derheqa xizmetiyê xwendekarê xwe hîn kin?

16 Hergê merivên xwendekarê te derheqa hînkirinên me pirsa bidinê, wê baş be ku em pêşda lê hîn kin, wekî ew her tiştî derbekêra wanra şiroveneke. Hergê ew usa bike, dibeke merivên wî eciz bin û îda nexwazin derheqa rastiyê xeber din. Lema jî bira xwendekarê te kin besa rastiyê bike û mecalê bihêle wekî careke din jî hewasa wan pêşda bê pirsa bidine wî (Kolosî 4:6). Dibeke xwendekarê te dikare dîna merivên xwe bikişîne ser malpera jw.org. Wêderê ewana dikarin diha zêde înformasiyayê derheqa Şedên Yehowa bistînin.

17. Tu ça dikarî xwendekarê xwe hîn kî, wekî ew bikaribe caba wan meriva bide, yên ku Şedên Yehowa rind nas nakin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Tu dikarî bi saya rêza gotara bi navê “Pirsên Gelek Meriya”, ya ku ser malpera jw.org heye, alî xwendekarê xwe bikî, wekî ew bikaribe hine cabên hêsa hazir ke, wekî caba pirsên merivên xwe û hevalxebatçiyên xwe bide (2 Tîmotêyo 2:24, 25). Usa jî bîr nekin xilaziya her dersa ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! biwekilînin para “Hine Meriv Dibêjin”. Xwendekarê xwera bêje, wekî ew pêşda xwe hazir ke, ku bikaribe caba pirsên derheqa baweriya xwe bide. Hergê tu divînî ku lazim e wekî ew diha zelal baweriya xwe şiroveke, alî wî bike. Usa ewê bikaribe bi mêrxasî baweriya xwe biparêze.

Wedê hînbûna Kitêba Pîroz, xûşkek alî xwendekara xwe dike, wekî ew xwe bona belakirina mizgîniyê hazir ke. Xwendekar belavoka bi navê “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?” dide xûşkê.

Were em xwendekarên xwe hêlan kin mizgîniyê bela kin û bona vê yekê pêşda wana hazir kin (Binihêre abzasa 17)c


18. Tu ça dikarî xwendekarê xwe hêlan kî mizgîniyê bela ke? (Metta 10:27)

18 Îsa şagirtên xwera gotibû, ku ewana hemû ciya mizgîniyê bela kin (Bixûne Metta 10:27). Çiqas zû xwendekar destpêke mizgîniyê bela ke, haqas zû ewê alîkariya Yehowa ser xwe texmîn ke û hîn be diha zêde îtbariya xwe wî bîne. Gelo tu ça dikarî alî xwendekarê xwe bikî, wekî ew xwera nêt dayne mizgîniyê bela ke? Mesele, çaxê civatêda bê elamkirinê ku kampaniya bona belakirina mizgîniyê wê hebe, xwendekarê xwera bêje, ku ew bifikire hela ew hazir e bibe mizgînvan yan na. Jêra şiroveke ku wedê kampaniyayê diha hêsa ye mizgîniyê bela kin. Usa jî ew dikare xwera nêt dayne, wekî ser civatê pê dersa derkeve. Ev yek wê alî wî bike hîn be bi mêrxasiyê baweriya xwe îzbat ke.

ÎTBARIYA XWE XWENDEKARÊ XWE BÎNE

19. Îsa ça baweriya xwe hindava şagirtên xwe dida kifşê, û em ça dikarin çev bidine wî?

19 Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî şagirtên xwera got ku ewana wê dîsa tevayî bin. Lê şagirta fem nedikir ku ev yek tê hesabê, wekî ewana jî wê herin ser ezmana. Rast e şagirta gelek tişt fem nedikirin, lê Îsa dîna xwe dida aminiya wan, ne ku şikên wan, û bawer bû ku ewana dixwazin dilê Yehowa şa kin (Yûhenna 14:1-5, 8). Ewî zanibû ku wanra wede lazim e wekî hine tişta fem kin, mesele vê yekê ku ewana wê herine ser ezmana (Yûhenna 16:12). Were em jî çev bidine Îsa û xwendekarên xwera bidine kifşê ku em dudilî nabin, wekî ewana dixwazin dilê Yehowa şa kin.

Çiqas zû xwendekar destpêke mizgîniyê bela ke, haqas zû ewê alîkariya Yehowa ser xwe texmîn ke, û hîn be diha zêde îtbariya xwe wî bîne

20. Malavyayêda xûşkekê ça baweriya xwe xwendekara xwe anî?

20 Em gumana xwe unda nakin, ku xwendekarên me dixwazin wan tişta bikin, çi ku rast e. Mesele, were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Çîfûndo, ya ku Malavyayêda dijî. Ewê tevî jinikeke cahil bi navê Alînafê, ya ku Katolîk bû, bi saya kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Gava wana dersa 14 xilaz kir, Çîfûndoyê ji xwendekara xwe pirsî hela ew derheqa hebandina pûta çi difikire. Alînafê gelek eciz bû û got: “Ev yek safîkirina şexsî ye!” Çîfûndo difikirî ku ev jinik wê terka hînbûna Kitêba Pîroz bide. Lê usa neqewimî. Çîfûndo berdewam dikir bi sebir tevî Alînafê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, û bawer bû ku rojekê ewê vê rastiya ferz fem bike. Çend meh şûnda, gava wana dersa 34 lêkolîn dikir, Çîfûndoyê pirs xwend: “Hînbûna Kitêba Pîroz û zanebûna derheqa Yehowa çi kar tera anîne?” Gelo Alînafê ça caba vê pirsê da? Çîfûndo usa dibêje: “Ewê besa gelek fikirên ferz kir. Mesele, ewê got ku Şedên Yehowa xwe ji tiştên ku Kitêba Pîroz qedexe dike, dûr digirin”. Paşî vê yekê, gelek wext derbaz nebû, ku Alînafê terka hebandina pûta da û hate nixumandinê.

21. Em ça dikarin xwendekarên xwe hêlan kin, ku bibine xizmetkarên Yehowa?

21 Rast e em zanin, wekî yê ku “mezin dike” Yehowa ye, lê em jî dikarin alî xwendekarên xwe bikin, ku ewana ruhanîda pêşda herin (1 Korintî 3:7). Bes nîne wanra bêjin ku Xwedê çi ji wan dewa dike. Em gerekê usa jî alî wan bikin ku Yehowa hez bikin. Xêncî vê yekê em gerekê alî wan bikin ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xwestina Yehowa û bi vî cûreyî hezkirina xwe wîra îzbat kin. Usa jî em gerekê wana hîn kin, ku gava rastî tengasiya tên, ça dikarin xwe bispêrine Yehowa. Em gerekê dudilî nebin, wekî xwendekarên me dikarin li gora prînsîpên Yehowa bijîn û bibine xizmetkarên wîye xîret.

EM ÇA DIKARIN ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKIN KU EWANA . . .

  • têderxin ku çi dikare riya wan bigire ruhanîda pêşda herin?

  • hê zêde Yehowa hez bikin?

  • ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xwestina Yehowa?

KILAMA 55 Ji Wana Netirse!

a Du sal û nîv paşî xeberdana tevî Îsa, Nîkodêmo hê endemê dîwana bilind ya Cihûya bû (Yûhenna 7:45-52). Hine terîxzan dibêjin, wekî paşî mirina Îsa, Nîkodêmo bû şagirtê wî (Yûhenna 19:38-40).

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Petrûs û mesîgirekî din şixulê xweye mesîgiriyê dihêlin û pey Îsa diçin.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkek alî xwendekara xwe dike ku ew xwe bona belakirina mizgîniyê hazir ke.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin