SERHATÎ
Şer, Şerê Yehowa ye!
SALA 2010, zivistanê, 28 Çileyê ez Fransayêda li bajarê Strasbûrgê bûm ne ku seva li vî bajarê xweşikda bigerim, lê seva ku tevî komeke qanûnzana ber Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva, Şedên Yehowa biparêzim. Dewleta Fransayê xercekî mezin danî ser xûşk-birên me, ya ku weke 64 mîlyon êvro bû. Bona me ferz bû ku em vê dîwanêda serkevin wekî navê Yehowa pîroz be, xizmetkarên wî bibine xweyê navekî baş û azaya meye hebandinê bê parastinê. Wedê dîwanê me dît, ku bi rastî jî “şer, şerê Xudan e” (1 Samûyêl 17:47, ÎM). Were ez wera gilî kim, ku çi qewimî.
Problêm sala 1999-da pêşda hat. Wê salê, dewleta Fransayê xwestibû wekî em bona qurbankirinên ku ji sala 1993 heta sala 1996 şandibûne Beytela Fransayê, xerc bidin. Sêrîda em çûn dîwanên Fransayê, lê hemû tişt badîhewa bû. Çaxê me dîwana apîlasiyonêda da der, dewletê ji hesabê Beytelê ya bankêda zêdetirî 4,5 mîlyon êvro hildan. Lema jî parastina mafên xwe ber Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva, mecala meye paşin bû. Lê pêşiya ku dîwanê destpêkira şixulê me safî ke, wana xwest ku em û hine qanûnzanên dewletê, rastî hev bên seva ku ber sêkrêtara dîwanê bicêribînin, hela em dikarin bêne ser nêtekê yan na.
Em difikirîn ku sêkrêtar wê zorê me bike, wekî em hine perê ku dewletê ji me dixwest, bidin û problêmê bi vî cûreyî safî kin. Lê me fem dikir ku hergê em hema êvrokî jî bidin, ev yek wê miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz be. Xûşk-bira perê xwe bona şixulê Padşatiya Xwedê qurban kiribûn, lema jî ev pere ya dewletê nîbû (Metta 22:21). Lê dîsa jî, em li gora xwestina dîwanê çûne vê civînê.
Sala 2010, koma meyî qanûnzana ber Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva sekinî ye
Civîn dîwanêda, odeke bedewda derbaz bû. Sêrîda em hinekî ber xwe ketin. Sêkrêtarê got ku ew hîviyê ye wekî Şedên Yehowa pareke ji xercê ku dewletê dixwest, bidin. Lê ruhê pîroz me hêlan kir ji wê bipirsin: “Gelo hûn zanin ku dewletê îda zêdetirî çar û nîv mîlyon êvro ji hesabê meye bankêda ji me standiye?”
Hate kifşê, wekî sêkrêtar ecêbmayî ma. Gava qanûnzanên dewletê gotin ku wana bi rastî usa kiribû, nihêrandina sêkrêtarê bi temamî hate guhastinê. Ew ser wan hêrs ket û xeberdan derbêra xilaz kir. Hingê min fem kir, wekî Yehowa her tişt bi cûrekî usa guhast, ku em ne jî hîviyê bûn. Gava em ji wêderê çûn, em gelek şa bûn.
Sala 2011-da, 30 Hezîranê hemû hakimên Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva bi dengekî safî kirin, wekî xerca ser qurbanên me betal kin û ji dewletê dewa kirin, wekî ewana perê ku ji me standibûn, û serda hê zêde pere vegerînine me. Heta îro jî, ev safîkirina ferz hebandina Şedên Yehowa yên li Fransayê diparêze. Mîna kevirê ku eniya Golyat ketibû, pirsa ku me nişkêva pirsî, axiriya safîkirina dîwanê guhast. Gelo em çira ser ketin? Çimkî çawa ku Dawid Golyatra gotibû, “şer, şerê Xudan e” (1 Samûyêl 17:45-47, ÎM).
Heta niha, em gelek car ser ketine. Wedê peyketinên ji aliyê dewletê û rêlîgiyayê, dîwanên herî bilind yên 70 welata û usa jî çend dîwanên hemdinyayê, 1 225 safîkirinên bona kara Şedên Yehowa kirine. Bi saya van serketina, mafên me têne parastinê, mesele heqê me ku em ça rêlîgiyeke ofîsyalî bêne qebûlkirinê, wekî em mizgîniyê bela kin, ku em tevî polîtîkayê nebin û xûnê berî xwe nedin.
Lê ez ça ketime nav dîwana Ewropayê, hergê wî çaxî min li Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowa ku li Niyû Yorkê ye, xizmet dikir?
XÎRETA DÊ-BAVÊ MIN SER MIN HUKUM KIRIYE
Ez li Etyopyayê sala 1956-da hatime bûyînê. Diya min Lûsî û bavê min Corc koma 12 ya Mekteba Gîledê xilaz kiribûn û wêderê xizmet dikirin. Wana navê min danî Fîlîp, mîna navê Fîlîpo, yê ku qirna yekêda mizgînvanekî xîret bû (Karên Şandiya 21:8). Salek şûnda dewleta Etyopyayê hebandina me qedexe kir. Hingê ez gelek biçûk bûm, lê rind tê bîra min ku malbeta min ça dizîkava Yehowara xizmet dikir. Ez zar bûm, lema jî ev yek gelek min xweş dihat! Sed heyf ku sala 1960-da, em ji Etyopyayê hatine derxistinê.
Sala 1959-da Nêytan Nor (aliyê çepê) Etyopyayêda teseliya malbeta min dike
Em Dewletê Yekbûyîda, bajarê Wîçîtayêda cîwar bûn. Dê-bavê min xîreta xweye bona belakirina mizgîniyê tu cara unda nedikirin. Ewana li gora rastiya Kitêba Pîroz dijîtin, û wana alî min, xûşka mine mezin Cûdî û birê minî biçûk Lêslî dikirin, yên ku mîna min li Etyopyayê hatine bûyînê, wekî em Yehowa hez bikin û jêra xizmet kin. Gava ez 13 salî bûm, ez hatime nixumandinê. Sê sal şûnda, em derbazî welatê Pêrûyê bûn, çimkî wêderê mizgînvan hindik bûn.
Sala 1974-da, gava ez 18 salî bûm, Beytela Pêrûyê ez û çar birên din ça pêşengên mexsûs kifş kirin. Cabdariya me ev bû wekî mizgîniyê ciyên dûr, nav Çiyayên Andêda bela kin. Mesele, me şedetî dida cimeta Kêçûa û Aymara. Em bi erebekî, ya ku mîna qutîke mezin bû, diçûne wan ciya. Ez gelek qîmet dikim wan bîranîna, ku bi saya Kitêba Pîroz me nîşanî meriva dikir, ku demeke nêzîkda, Yehowa wê kesîbiyê, nexweşiyê û mirinê bide hildanê (Eyantî 21:3, 4). Gelek ji wan meriva mizgîniya Padşatiyê qebûl kirin.
Sala 1974, ereba me ku mîna qutiyê ye
XIZMETIYA LI OFÎSA SEREKE
Sala 1977-da, birê me Albêrt Şrêdêr, yê ku endemê Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa bû, hate Pêrûyê. Ewî minra got, wekî blanka bona xizmetiya Beytelêda tije kim. Min usa jî kir. Sala 1977-da, 17 Hezîranê, min Beytela Brûklînêda destpêkir xizmet kim. Çar sal min Îdara Paqijkirinêda û Îdara Lênêrîna Têkinîkêda xizmet dikir.
Dewata me sala 1979-da
Meha Hezîranê, sala 1978-da, ser civata mezine hemdinyayê ya ku li Lûîsyanayê derbaz dibû, min xûşkeke bi navê Êlîzabêt Avalon nas kir. Mîna dê-bavê min, dê-bavê wê jî li gora rastiya Kitêba Pîroz dijîtin. Êlîzabêtê çar sal ça pêşenga hertim xizmet kiribû, û ewê xizmetiya xwe gelek hez dikir. Me diha baş hevdu nas kir, û gelek wext derbaz nebû ku dilê me kete hev. Sala 1979-da, 20 Cotmehê em zewicîn û me tevayî destpêkir Beytelêda xizmet kin.
Xûşk-birên ji civata “Brûklîn Îspanî”, ya ku civata meye pêşin bûn, gelek dilovan bûn. Nava salada me sê civat guhast, û xûşk-birên ji wan civata jî gelek dilovan bûn û xizmetiya meye Beytelêda piştgiriya me dikirin. Em bona alîkariya wan û him jî bona alîkariya heval û merivên me, gelek razî ne, yên ku alî me dikirin miqatî dê-bavên meyî emirda mezin bin.
Sala 1986, Beytelvanên ji civata “Brûklîn Îspanî”
XIZMETIYA LI ÎDARA QANÛNZANIYÊ
Ez gelek ecêbmayî mam gava meha Çileyê, sala 1982-da, Beytelê ez derbazî Îdara Qanûnzaniyê kirim. Sê sal şûnda, wana ez şandime zanîngehê wekî bibime advokat. Zanîngehêda ez pêhesiyam, ku azaya mafên sereke ya li Amêrîkayê û gelek welatên dinda bi saya serketinên dîwanêda, yên Şedên Yehowa hatibûn destûrkirinê. Ew serketinên ferz wedê dersa gelek cara dihatine şêwirkirinê.
Sala 1986-da, gava ez 30 salî bûm, ez ça berpirsiyarê Îdara Qanûnzaniyê hatime kifşkirinê. Ez gelek cahil bûm, lema jî ez him şa bûm, him jî hinekî ditirsiyam, çimkî ev cabdarîke gelek mezin bû.
Sala 1988-da, ez bûm advokat, lê min têdernedixist wekî hînbûna ku min standibû, zirareke çiqas mezin dabû ruhaniya min. Xwendina bilind dikare bibe sebeb, ku meriv xwe ji kesên din, yên ku xwendina usa nestandine, diha bilind hesab kin û pey navdariyê kevin. Lê şikir ku Êlîzabêtê alî min kir, wekî ez tiştên ku min pêşiya hînbûnê, bona Yehowa dikir, dîsa bikim. Wext lazim bû, lê hêdî-hêdî ez dîsa nêzîkî Yehowa bûm. Min rind fem kir, ku emirê meda xwendina bilind, tiştê lapî ferz nîne. Lê emirê meda tiştê herî ferz ev e, ku em nêzîkî Yehowa bimînin û wî û xizmetkarên wî bi dil û can hez bikin.
PARASTINA MIZGÎNIYÊ BI QANÛNÎ
Paşî xilazkirina zanîngehê, min bona hewcên Beytelê aliyê qanûnêda xem dikir û şixulê Padşatiya Xwedê dîwanêda diparast. Teşkîleta me zû mezin dibû û gelek guhastin têda diqewimîn, lema jî rast e şixulê min hewas bû, lê hêsa nîbû. Mesele, berê me kiribû qeyde ku bona edebyetên xwe qurbana bixwazin, lê sala 1990-da Koma Rêberiyê ji Îdara Qanûnzaniyê alîkariyê xwest, wekî em vê qeydê biguhêzin. Ji wî çaxî Şedên Yehowa edebyetên xwe îda bê pere bela dikin. Qeydê teze şixulê Beytelê diha hêsa kir û heta îro me ji problêmên ku xercên dewletêva girêdayî ne, diparêze. Hine kes difikirîn ku ji bo vê guhastinê, emê bêpere bimînin û nikaribin edebyeta bona belakirinê derxin, lema jî meriv wê nikaribin rastiyê pêbihesin û bêne ser riya rastiyê. Lê her tişt bi cûrekî din qewimî. Ji sala 1990 hejmara xizmetkarên Yehowa weke du cara zêde bû, û îro meriv dikarin bêpere xwarina ruhanî bistînin. Min pê çevê xwe dît ku tenê bi saya qewata Yehowa û rêberiya ku ew bi saya xulamê amin dide, guhastinên usa karê tînin (Derketin 15:2; Metta 24:45).
Serketinên dîwanada ne tenê axiriya şixulê advokatên baş e. Gelek cara rabûn-rûniştina baş yên Şedên Yehowa ser dilê hakim û serwêra hukum dikin. Mesele, sala 1998-da, gava sê endemên Koma Rêberiyê û jinên wan bona civata mezine mexsûs çûn Kûbayê, qedir û qenciya wan diha zêde ser serwêra hukum kir û wana da bawerkirinê, ku em bi rastî nakevine nav şixulê polîtîkî, ne ku xeberdanên meye tevî wan bi ofîsyalî.
Dîsa jî, em carna mecbûr in ku dîwanada mafên xwe biparêzin (Fîlîpî 1:7). Mesele, dewletên Ewropa û Korêya Başûrê bi gelek sala heqê me ku qulixa eskeriyê înkar kin, qebûl nedikir. Weke 18 000 birên li Ewropayê û zêdetirî 19 000 birên li Korêya Başûrê ji bo vê yekê ku îsafa wan îzin nedida wan wekî herine eskeriyê, ketine kelê.
Sala 2011-da, 7 Tîrmehê, Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva pirsa Bayatyan V. ji Ermenîstanê safî kir, wekî hemû dewletên Ewropayê gerekê mecalê bidin ku meriv dewsa qulixa eskerî, herine qulixa altêrnatîv. Paşî vê safîkirinê, 28 Hezîranê sala 2018-da, Dîwana Konstîtûsiyaye Korêya Başûrê jî safîkirineke usa kir. Hergê hema çend birên meyî cahil tevnebûyînê xwey nekirana, meyê vê dîwanêda ser neketa.
Îdara Qanûnzaniyê û birên cabdar Beytelêda bi xîret bona parastina mafên me dixebitin. Em gelek şa ne ku em dikarin alî xûşk-bira bikin, yên ku ji aliyê dewletêva rastî peyketina tên. Hergê em carna ser nakevin jî, wekîl, padşa û milet bi saya dîwanên me mizgîniya Padşatiyê dibihên (Metta 10:18). Rêzên ku em hemû dokûmêntada dinivîsin û dîwanêda besa wan dikin, dikevine ber çevê hakima, merivên dewletê, mêdya û xelqê. Merivên helal pêdihesin ku Şedên Yehowa kê ne û kaniya baweriya wan çi ye. Bi saya vê yekê, hine ji wan bûne xûşk-birên me.
ŞIKIR YEHOWARA!
Nava zêdetirî 40 salên paşinda, min gelek welatada tevî Beytelên Şedên Yehowa hevkarî kiriye û mafên me ber gelek dîwan û serwêra parastiye. Ez hevalkarên xweye ji Îdara Qanûnzaniyê ya ofîsa sereke û ji Îdarên Qanûnzaniyê yên nav temamiya dinyayê hez dikim, û ez wanra firnaq dibim. Min gelek kerem standine, û ez ji emirê xwe şabûna mezin distînim.
Kulfeta min, Êlîzabêt, nav 45 salên paşinda wedê xweş û çetinda bi hezkirinê pişta min digire. Ez jêra firnaq dibim, çimkî rast e nexweşîke wêye giran heye ji bo çi jî qewata wê kêm dibe, lê ew bi aminî alî min dike.
Me bi çevê xwe dît ku qewat û serketin, hunur û feresetên meva girêdayî nînin. Çawa ku Dawid Padşa gotibû: “Xudan e qewata cimeta Xwe” (Zebûr 28:8). Belê, şer, şerê Yehowa ye!