GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30
KILAMA 97 Emir Xebera Xwedêva Girêdayî ye
Gelo Hûn Dikarin ji Rastiyên Sereke yên Kitêba Pîroz Dersên Teze Hîn bin?
“Ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rastiya ku gihîştiye we jî hîmgirtî ne” (2 PETRÛS 1:12).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku ça paşî gelek sala jî, em dikarin ji rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz dersên teze hîn bin.
1. Gava em rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz pêhesiyan, ev yek ça ser me hukum kir?
EMIRÊ me bi saya rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz hatiye guhastinê. Mesele, çaxê me bihîst ku navê Xwedê Yehowa ye, me gava pêşin avît seva ku bibine dostên wî (Îşaya 42:8). Çaxê em pêhesiyan ku paşî mirinê çi diqewime, em îda ber xwe nediketin ku merivên meyî hezkirî diçerçirin (Waîz 9:10). Û gava em pêhesiyan ku Xwedê wê erdê bike Cinet, guman kete dilê me. Em bawer in ku emirê me wê îda ne tenê 70 yan 80 sal be, lê emê heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29; 90:10).
2. Çawa 2 Petrûs 1:12, 13 nîşan dike, ku xûşk-birên ruhanîda gihîştî jî dikarin ji rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz karê bistînin?
2 Em gerekê tu car bîr nekin ku rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz çiqas qîmet in. Petrûsê şandî nema xweye duda wan xûşk-birara nivîsî, yên ku rastiyêda “hîmgirtî” bûn (Bixûne 2 Petrûs 1:12, 13). Lê civatêda kesên xirab hebûn, yên ku dixwestin şagirtên Îsa ji rastiyê dûr xin (2 Petrûs 2:1-3). Lema jî, nêta Petrûs ev bû ku qewatê bide xûşk-bira, wekî ewana himberî van cêribandina qewî bisekinin. Bona vê yekê, ewî hine rastiyên ku wana îda zanibû, dîsa kire bîra wan. Ev rastiyên sereke wê alî wan bikira heta xilaziyê amin bimînin.
3. Çima lazim e ku em berdewam kin ser rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz bifikirin? Meselê bîne.
3 Çiqas em ruhanîda gihîştî dibin, haqas em dikarin ji rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz, dersên teze hîn bin. Vê meselê bide ber çevê xwe: Aşpêjekî cêribandî û aşpêjekî teze bona hazirkirina xwarinekê, sebzeyên mîna hev didine xebatê. Lê yê cêribandî îda hîn bûye ku ça sebze bi cûrekî usa hazir ke, wekî xwarin xweş be. Mîna vê yekê, dibeke nihêrandina kesên ruhanîda cêribandî û nihêrandina yên rastiyêda teze, ser hînkirinên sereke yên Kitêba Pîroz, ji hev cude be. Ji wedê nixumandina me, derecên emirê me û cabdariyên meye civatêda, diqewime hatine guhastinê. Hergê em ser rastiyên ku zûdava zanin, bifikirin, dibeke em dersên teze bistînin, yên ku bona derecên meye niha kêrhatî ne. Were em şêwir kin, wekî kesên ku îda gelek sal e Yehowara xizmet dikin, çi dikarin hîn bin ji sê rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz.
YEHOWA EFIRANDAR E
4. Ev yek ku em zanin wekî Yehowa Efirandarê me ye, ser me ça hukum dike?
4 Kitêba Pîroz dibêje: “Yê her tişt efirandiye, Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Em zanin ku Xwedê erd û ezman çêkiriye. Bîlanî û qewata Xwedê bêsînor e. Usa jî, ew yek ku ewî me efirandiye, nîşan dike wekî ew me rind nas dike û seva me xem dike. Bi saya vê yekê ku em zanin wekî Yehowa Efirandarê me ye, emirê me aliyê başda hatiye guhastinê û me nêta jîyînê dîtiye.
5. Kîjan rastî alî me dike milûktiyê pêşda bînin? (Îşaya 45:9-12)
5 Rastiya ku Yehowa Efirandarê her tiştî ye, me hîn dike ku em gerekê milûk bin. Gava Îbo bi zêdeyî dîna xwe dida halê xwe û kesên din, Yehowa anî bîra wî ku Efirandarê erd û ezmana kî ye (Îbo 38:1-4). Bi saya giliyên Yehowa, Îbo fem kir ku hemû kirên Yehowa rast in. Çend qirne şûnda, Îşaya pêxember usa nivîsî: “Gelo gil dikare kesê şikil didêra bêje: ‘Tu çi çêdikî?’” (Bixûne Îşaya 45:9-12).
6. Îlahî kengê lazim e ku em bînin bîra xwe, wekî Yehowa Efirandarê me ye? (Binihêre usa jî şikil.)
6 Çiqas em ruhanîda cêribandî dibin, haqas xofî heye ku em diha zêde xwe bispêrin fikir û nihêrandinên xwe, ne ku rêberiya Yehowa û Kitêba Pîroz (Îbo 37:23, 24). Gelo çima kêrhatî ye ku em dereca usada, derheqa bîlaniya û mezinaya Efirandarê me bifikirin? (Îşaya 40:22; 55:8, 9) Ev rastiya sereke dikare alî me bike ku em milûk bimînin û bîr nekin, wekî fikir û nihêrandina Yehowa ji ya me bilindtir e.
Çi dikare alî me bike, wekî em bîr nekin ku fikirên Yehowa ji fikirên me bilindtir in? (Binihêre abzasa 6)d
7. Rahêlayê çi kir seva ku hînî guhastinekê be?
7 Gava xûşka me Rahêla, ya ku Slovênyayêda dijî, derheqa Efirandar difikire, jêra diha hêsa dibe ku guhastinên teşkîletê qebûl ke. Ew dibêje: “Carna bona min hêsa nîbû guhastinên teşkîletê qebûl kim. Mesele, rast e min zanibû ku li gora Elametiya ji Koma Rêberiyê №8 ya sala 2023 îzina bira heye wekî rûyê xwe berdin, lê dîsa jî gava min cara pêşin birakî bi rû dît, ku pê gotarê derketibû, ez ecêbmayî mam û ev yek min xweş nehat. Lema jî min Yehowara dua kir, wekî ew alî min bike hînî vê guhastinê bim”. Rahêlayê fem kir ku Yehowa, ça Efirandarê erd û ezmana, dikare rêberiya rast bide teşkîleta xwe. Hergê tera jî çetin e ku hînî guhastina bî, gelo wê baş nîbe wekî tu bi milûktî ser bîlanî û qewata mezin ya Efirandarê me, Yehowa, kûr bifikirî (Romayî 11:33-36).
XWEDÊ ÇIMA DIHÊLE WEKÎ KUL-DERD HEBIN?
8. Ev yek ku em sebebê kul-derda zanin, ça ser me hukum dike?
8 Gelo Xwedê çima dihêle wekî kul-derd hebin? Hine merivên ku caba vê pirsê nizanin, ser Xwedê hêrs ketine yan jî bûne atêîst (Metelok 19:3). Lê tu pêhesiyayî wekî sebebê kul-derda çi ye. Tu zanî wekî Yehowa neheq nîne, lê meriv diçerçirin û dimirin ji bo vê yekê ku gunekar in. Usa jî, tu pêhesiyayî wekî bi saya sebira Yehowa, bi mîlyona meriva wî nas kirine, û ewana îda zanin wekî ça Yehowa wê kul-derda ser heta-hetayê kuta ke (2 Petrûs 3:9, 15). Bi saya van rastiya, dilê te rihet e û tu diha nêzîkî Yehowa bûyî.
9. Îlahî kengê lazim e wekî em bînin bîra xwe, ku Yehowa çima îzinê dide wekî em rastî kul-derda bên?
9 Em fem dikin ku em gerekê bi sebir hîviyê bin heta ku Yehowa kul-derda kuta ke. Lê gava merivekî meyî hezkirî dimire yan jî gava em rastî tengasî û neheqiyê tên, dibeke em bifikirin ku çima Yehowa tiştekî nake (Hebaqûq 1:2, 3). Çaxê tiştên usa diqewimin, were em bînin bîra xwe ku çima Yehowa îzinê dide wekî kesên rast biçerçirina (Zebûr 34:19). Usa jî, were em tu cara bîr nekin ku rojekê ewê hemû kul-derda ser heta-hetayê kuta ke.
10. Çi alî Annayê kir ku paşî mirina diya xwe dilrihetiyê bistîne?
10 Ev yek ku em meniya kul-derda zanin, alî me dike wekî em teyax kin. Xûşka me Anna, ya ku ser girava Mayottayê dijî, usa dibêje: “Çend sal pêşda, kengê diya min mir, ez gelek dilteng bûm. Lê ez hertim tînim bîra xwe wekî sebebê kul-derda Yehowa nîne. Ew ji dil dixwaze hemû kul-derda kuta ke û merivên meyî hezkirî ji mirinê rake. Fikirandina ser van rastiya, dilê min gelek rihet dike”.
11. Ev yek ku em sebebên kul-derda zanin, me berbi çi hêlan dike?
11 Zanebûna vê yekê, ku Xwedê çima dihêle wekî kul-derd hebin, me hêlan dike berdewam kin mizgîniyê bela kin. Çaxê Petrûs şirovekir, wekî sebira Yehowa rê vedike ku kesên tobekar xilaz bin, paşê ewî zêde kir: “Hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (2 Petrûs 3:11). Yek ji tiştên ku nîşan dikin wekî em Xwedêra amin in, ev e ku em mizgîniyê bela dikin. Mîna Bavê meyî ezmana, em jî meriva hez dikin û dixwazin wekî ewana jî dinya tezeda bijîn. Yehowa bi sebir mecalê dide merivên der-dora me, ku wî bihebînin. Qedirekî çiqas mezin e ku em hevalkarên Xwedê ne! Pêşiya xilaziya vê dinyayê, em dikarin alî meriva bikin wekî ewana Yehowa nas bikin (1 Korintî 3:9).
EM ROJÊN XILAZIYÊDA DIJÎN
12. Zanebûna vê yekê ku em rojên xilaziyêda dijîn, çi karê mera tîne?
12 Kitêba Pîrozda gelek sal pêşda hûr bi hûr hatibû nivîsarê, wekî rojên xilaziyêda, meriv wê çi cûreyî bin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Gava em der-dora xwe dinihêrin, em bi çevê xwe divînin wekî ev pêxembertî ça tê sêrî. Halê meriva çiqas xirab dibe, haqas em diha baş divînin wekî Kitêba Pîroz kitêbeke bi îtbar e (2 Tîmotêyo 3:13-15).
13. Li gora mesela Îsa ji Lûqa 12:15-21, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
13 Em zanin wekî em rojên xilaziyêda dijîn, lema jî lazim e wekî em wedê xwe ser şixulên diha ferz xerc kin. Dîna xwe bidinê, ku em çi dikarin hîn bin derheqa şixulên diha ferz ji mesela ku Îsa anî, kîjan ku kitêba Lûqa 12:15-21-da nivîsiye (bixûne). Gelo mêrê dewletî çira hatibû navkirinê ‘bêfem’? Ne ji bo vê yekê ku ew dewletî bû, lê ji bo vê yekê ku ewî dîna xwe nedida tiştên diha ferz. Ewî ‘xizne xwera top dikir, lê çevê Xwedêda dewletî nîbû’. Ev şaşîke mezin bû, çimkî mirina wî îda nêzîk bû. Îro jî çiqas diçe haqas em diha nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, lema jî em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo nêtên ku min xwera daniye, didine kifşê wekî ez dîna xwe didime tiştên herî ferz? Ez zarên xwe hêlan dikim wekî ewana kîjan nêta daynin pêşiya xwe? Gelo ez qewata xwe, wedê xwe û tiştên matêrîalî, herî zêde bona xwe xerc dikim, yan seva ku ez ber çevê Xwedê dewletî bim?”
14. Çawa ku em ji serhatiya Mîkî divînin, çima wê baş be wekî em bîr nekin ku em rojên xilaziyêda dijîn?
14 Gava em îzbat dibin ku em rojên axiriyêda dijîn, ev yek dikare alî me bike nihêrandina rast xwey kin û safîkirinên baş bikin. Mesele, xûşka me Mîkî usa dibêje: “Gava min mekteb xilaz kir, min dixwest bona xwendina zoolojiyê, dêmek lêkolîna heywana, herim zanîngehê. Him jî min dixwest ça pêşenga hertim xizmet kim û herim ciyê usa, kîderê ku xizmetiyêda hewcetî heye. Hine xûşk-bira şîret dane min, wekî ez rind bifikirim hela hînbûna zanîngehêda wê mecalê bide ku ez bigihîjime nêtên xwe bona xizmetiyê. Wana anî bîra min ku xilaziya vê dinyayê nêzîk e. Ji aliyê dinva, dinya tezeda wê gelek mecalên min hebin ku ez heywana lêkolîn kim. Lema jî min safî kir, wekî hînbûneke usa bistînim, ya ku wê gelek wede ji min nestîne. Bi vî cûreyî, min xwera xebateke usa dît, ya ku dest dida ça pêşenga hertim xizmet kim û paşê bona xizmetiyê derbazî Ekwadorê bim”. Îro Mîkî tevî mêrê xwe, yê ku berpirsiyarê mihalê ye, teseliya civatên wêderê dikin.
15. Çima em gerekê gumana xwe wan meriva nebirin, yên ku heta niha rastî qebûl nekirine? Meselê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)
15 Gava em mizgîniyê bela dikin û meriv guh nadine me, em gerekê bona vê yekê dilteng nebin. Meriv dikarin bêne guhastinê. Bînin bîra xwe serhatiya Aqûb, yê ku birê Îsa bû. Ew tevî Îsa mezin bibû, dîtibû ku Îsa ça bibû Mesîh û usa jî didît, ku mîna wî tu kesî hîn nedikir. Dîsa jî gelek sala Aqûb nebû şagirtê Îsa. Tenê paşî vê yekê çaxê Îsa ji mirinê hate saxkirinê, ew bû şagirtekî wîyî xîretb (Yûhenna 7:5; Galatî 2:9). Lema jî gumana xwe unda neke hindava merivên xwe û kesên din, yên ku heta niha rastiya Kitêba Pîroz hê qebûl nekirine. Bîr neke ku em rojên xilaziyêda dijîn, lema jî şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e. Tiştên ku tu niha wanra dibêjî, dikare paşê ser wan hukum ke, diqewime hela hê paşî destpêkirina tengasiya mezin jî.c
Çi dikare alî me bike ku em gumana xwe hindava merivên xweye nebawermend nebirin? (Binihêre abzasa 15)e
BONA RASTIYÊN SEREKE ŞÊKIRDAR BE
16. Te ji rastiyên sereke çi kar standiye? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Bi Saya Rastiyên Kitêba Pîroz Alî Meriva Bike”.)
16 Hine înformasiya ku em ji teşkîletê distînin, bona wan meriva ye, yên ku rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz nizanin. Mesele, gotarên ku em her heftiyê civatêda dibihên, hine têmên edebyetên meda û vîdêoyên ser malpera me jw.org û usa jî hine jûrnalên me, hema bona kesên usa têne hazirkirinê. Lê em jî dikarin ji wan karê bistînin, çimkî ewana alî me dikin diha zêde Yehowa hez bikin, baweriya xwe giliyên wî bînin û rastiyên sereke meriva hîn kin (Zebûr 19:7).
17. Wê îlahî kengê baş be ku em ser rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz bifikirin?
17 Gava em femkirina teze derheqa rastîke Kitêba Pîroz distînin, em gelek şa dibin. Xêncî vê yekê, em bona rastiyên sereke, yên ku meniya vê yekê bûn ku em hatine ser riya rastiyê, şêkirdar in. Hergê em bifikirin ku nihêrandina me ser pirsekî diha rast e, ne ku nihêrandina teşkîleta Yehowa, were em bînin bîra xwe ku Xwedê, qewat û bîlaniya kîjanî têra her tiştî dike, rêberiya teşkîletê dike. Hergê em yan jî merivê meye nêzîk rastî tengasîke bên, were em sebir kin û bîr nekin ku Yehowa çima dihêle wekî kul-derd biqewimin. Gava em safî dikin ku ça wede û tiştên matêriyalî xerc kin, were em bîr nekin wekî xilaziya vê dinyayê çiqas nêzîk e. Bira rastiyên Kitêba Pîroz timê qewat û bîlaniyê bidine me, wekî em Yehowara bi aminî xizmet kin!
KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe
a Binihêre gotara bi navê “Çima Em Bawer in, wekî Zûtirekê Kul-Derd wê Tune bin?” ji Birca Qerewiliyê ya 15 Gulanê, sala 2007, rûpêlên 21-25.
b Binihêre dersa 8 ya broşûra Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin.
c Binihêre gotara bi navê “Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?” ji Birca Qerewiliyê bona meha Gulanê, sala 2024, rûpêlên 8-13.
d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Koma rûspiya fikira rûspîkî qebûl nake. Paşê, ew ser steyrka dinihêre û fem dike ku qewat û bîlaniya Xwedê çiqas mezin e. Lema jî ew qebûl dike wekî qirara Yehowa diha ferz e, ne ku xwestinên wî.
e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bi saya lêkolîna şexsî, xûşkeke me îzbatiyên vê yekê divîne, ku em rojên xilaziyêda dijîn. Ev yek lê hêlan dike xûşka xwera têlê xe û besa Kitêba Pîroz bike.