KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Tîrmeh rûp. 20-25
  • Gelo Tu Hîn Bûyî ku Yekî Şêkirdar bî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Tu Hîn Bûyî ku Yekî Şêkirdar bî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ŞÊKIRDAR BE
  • NIHÊRANDINA RAST XWEY KE Û MILÛK BE
  • DERHEQA GUMANA XWE KÛR BIFIKIRE
  • EWÊN KU YEHOWA DIGERIN WÊ KÊMASIYA TU QENCIYÊ NEVÎNIN
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Yehowa Xwedayê Sax e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Gelo Tu Dikarî Rastiyê Têderxî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Tîrmeh rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

Gelo Tu Hîn Bûyî ku Yekî Şêkirdar bî?

“Ez hîn bûme ku hemû halîda bi tiştên ku destê minda hene razî bim” (FÎLÎPÎ 4:11).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku milûktî, fikirandina ser sozên Yehowa derheqa axiriyê, û ev yek ku em dîna xwe didine qedandina qirara Yehowa, alî me dikin razîbûnê nav xweda pêşda bînin.

1. Razîbûn çi tê hesabê û çi nayê hesabê?

GELO tu ji halê xwe razî yî? Merivê ku ji halê xwe razî ye, ji wan keremên ku cem wî hene şabûnê distîne û dilê wî rihet e. Ew xemgîn nabe û hêrs nakeve çaxê tiştek ji wî kêm e. Gava kesek ji halê xwe razî ye, ev yek nayê hesabê ku ew yekî bêtalaş e. Mesele, ew mecala digere seva ku hê zêde Yehowara xizmet ke (Romayî 12:1; 1 Tîmotêyo 3:1). Dîsa jî, hergê ew xizmetiyêda cabdariya zû nastîne, ew şabûna xwe unda nake.

2. Çima gelek xof e gava kesek ji halê xwe razî nîne?

2 Merivê ku ji halê xwe razî nîne, dikare gavên nebaş bavêje. Mesele, dibeke ew gelek siheta bixebite seva ku tiştên usa bikire, yên ku bi rastî jêra qe nelazim in jî. Sed heyf ku hine Mesîhiya hela hê pere û tiştên din dizî ne. Diqewime wana xwe usa heq derxistibû: “Ez hêjayî vî tiştî me”, “Ez gelek wede hizreta vî tiştî bûm” yan “Ezê paşê van pera eseyî vegerînim”. Lê Yehowa hemû cûre diziyê nefret dike, û dizî lekê tîne ser navê wî (Metelok 30:9). Hine kes jî ji bo vê yekê ku civatêda cabdarîk nestandine, haqas xemgîn bûne wekî terka xizmetiya Yehowara dane (Galatî 6:9). Tiştekî usa ça dikare bê hişê xizmetkarê Yehowa? Problêm dibeke vê yekêda ne, ku ew îda ji halê xwe razî nîne.

3. Em dikarin ji Fîlîpî 4:11, 12 çi dersê hîn bin?

3 Em gişk dikarin hîn bin ku ji halê xwe razî bin. Pawlosê şandî usa nivîsî: “Ez hîn bûme ku hemû halîda bi tiştên ku destê minda hene razî bim” (Bixûne Fîlîpî 4:11, 12). Gava ewî wan xebera dinivîsî, ew girtî bû. Dîsa jî ewî şabûna xwe unda nekiribû, çimkî “surê” razîbûnê ‘hîn bibû’. Hergê mera çetin e ku ji halê xwe razî bin, gilî û serhatiyên Pawlosê şandî dikarin me bidine bawerkirinê, wekî em dikarin vî hunurî nav xweda pêşda bînin. Em gerekê nefikirin ku em dikarin hêsa xwe bi xwe ji halê xwe razî bin. Lazim e ku em vê yeke hîn bin. Gelo ça? Were em dîna xwe bidine hine hunura, yên ku dikarin alî me bikin surê razîbûnê hîn bin.

ŞÊKIRDAR BE

4. Şêkirdarî ça dikare alî me bike, ku em ji halê xwe razî bin? (1 Têsalonîkî 5:18)

4 Merivê şêkirdar ji halê xwe razî ye (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:18). Mesele, hergê em razî ne bona tiştên sereke ku cem me hene, emê bi zêdeyî ber xwe nekevin bona tiştên ku em dixwazin, lê nikarin destxin. Hergê em bona cabdariyên ku me civatêda standine, razî bin, emê xîret bikin ku van cabdariya bi cûrê lapî baş bînin sêrî, û emê timê nefikirin ku em ça dikarin cabdarîke teze bistînin. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje, wekî em duayên xweda Yehowara bêjin ku em çiqas ji wî razî ne. Hergê em şêkirdar bin, ev yek dikare alî me bike ku “edilaya Xwedê, ya ku ser femkirina merivara ye” bikeve dilê me (Fîlîpî 4:6, 7).

5. Çi meniyên Îsraêliya hebû ku şêkirdar bûna? (Binihêre usa jî şikil.)

5 Were em dîna xwe bidine halê Îsraêliyên berê. Wana çend cara nerazîbûna xwe Yehowara dane kifşê, çimkî wana bîra xwarinên Misirê dikir (Jimar 11:4-6). Hemikî emirê beriyêda hêsa nîbû, lê çi dikaribû alî wan bikira, ku ji halê xwe razî bin? Wana gerekê bi razîbûnê ser tiştên ku Yehowa bona wan kiribû, bifikiriyana. Misirêda ewana xulam bûn, wana dizêrandin û didane cefê, lema jî Yehowa 10 bela anîn ser welatê Misirê. Çaxê Îsraêlî aza bûn, wana “misirî talan kirin”, zêr, zîv û kinc ji wan xwestin (Derketin 12:35, 36). Gava Îsraêlî ji ordiya Misirê reviyan û hatine ber Bera Sor, Yehowa ava berê bi keremetî vekir. Paşê, gava ewana beriyêda bûn, ewî her roj mana dida wan. Lê gelo problêma wan çida bû? Ewana ji halê xwe razî nîbûn, ne ku çimkî ewana birçî mabûn, lê çimkî bona tiştên ku bal wan hebûn, razî nîbûn.

Hine Îsraêlî bona manayê Mûsara gazinên xwe dikin. Kesên din jî wana dinihêrin û berdewam dikin manayê top kin.

Îsraêlî çima ji halê xwe razî nîbûn? (Binihêre abzasa 5)


6. Çi dikare alî me bike şêkirdar bin?

6 Çi dikare alî te bike şêkirdar bî? Ya pêşin, her roj wede bivîne wekî bifikirî ku çi tiştên baş bal te hene. Diqewime tu dikarî du-sê tişta, bona çi jî razî yî, xwera binivîsî (Lûrînên Yêremya 3:22, 23). Ya duda, razîbûna xwe eyan ke. Gava meriv bona te tiştekî dikin, razîbûna xwe wanra bide kifşê. Û ya lape ferz, her roj razîbûna xwe Yehowara bide kifşê (Zebûr 75:1). Ya sisiya, tevî kesên şêkirdar hevaltiyê bike. Hevalên usa wê baş ser me hukum kin û emê jî bibine kesên şêkirdar. Lê hergê hevalên me merivne bêşêkir in, ew yek dikare ser me jî xirab hukum ke (Qanûna Ducarî 1:26-28; 2 Tîmotêyo 3:1, 2, 5). Hergê em mecala digerin wekî razîbûna xwe bidine kifşê, emê diha kêm dîna xwe bidine çetinayên xwe û ber xwe nekevin bona van tişta, çi ku cem me tune ne.

7. Xûşka me şêkirdariya xwe ça zêde kir û evê yekê çi kar jêra anî?

7 Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Açî, ya ku li Endoneziyayê dijî. Ew dibêje: “Wedê pandêmiya COVID-19, min destpêkir halê xwe beramberî halê xûşk-birên din bikim. Axiriyêda, ez ji halê xwe razî nîbûm” (Galatî 6:4). Gelo çi alî wê kir nihêrandina xwe biguhêze? Ew dibêje: “Min destpêkir keremên ku min her roj distand, bijmêrim û bifikirim ser tiştên baş, çi ku bal min hene, ji bo vê yekê ku ez para malbeta Xwedê me. Paşê, min razîbûna xwe Yehowara da kifşê. Bi saya vê yekê, ez îda ji halê xwe razî bûm”. Hergê tu jî ji halê xwe razî nînî, gelo tu dikarî gavên usa bavêjî, ku bibî yekî şêkirdar?

NIHÊRANDINA RAST XWEY KE Û MILÛK BE

8. Barûk bona çi dilteng bû?

8 Barûk, bergirê Yêremya, ser wextekî dilteng bû û ji halê xwe razî nîbû. Cabdariya wî hêsa nîbû. Ewî gerekê alî Yêremya bikira, yê ku elametiya sert digîhande miletekî bêşêkir. Rojekê, Barûk nihêrandina rast unda kir. Dewsa ku dîna xwe bide xwestina Yehowa, ewî bi zêdeyî dîna xwe dida xwe û nêtên xwe. Bi saya Yêremya, Yehowa usa gote Barûk: “Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tişta!” (Yêremya 45:3-5, ÎM). Yehowa ça bêjî gote wî: “Ji halê xweyî niha razî be”. Barûk guh da şîreta Yehowa û qebûlkirina wî unda nekir.

9. Li gora 1 Korintî 4:6, 7, em gerekê bi milûktî çi qebûl kin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Carna dibeke kesek bifikire ku hêjayî filan cabdariyê ye. Diqewime ew yekî xîret û cêribandî ye. Lê dîsa jî, dibeke cabdariya ku ew dixwaze bistîne, kesekî dinra bê dayînê. Gelo çi dikare alî wî bike hêrs nekeve? Mesele, ew dikare ser giliyên Pawlosê şandî bifikire ji 1 Korintî 4:6, 7 (bixûne). Hemû cabdariyên ku em distînin û hemû feresetên me ji Yehowa ne. Gava mera cabdarî tê dayînê, ev yek nayê hesabê ku em hêjayî vê yekê ne û ji kesên din çêtir in. Yehowa ev her tişt dide me, çimkî ew rem e û me hez dike (Romayî 12:3, 6; Efesî 2:8, 9).

Şikil: Xûşk-birên ku xizmetiyêda cûre-cûre cabdarî standine. 1. Birak avayîke teşkîletêda tansiyona lûleya kontrol dike. 2. Ser civata mezin ya bi zimanê ker-lala, birak ji xûşkekê qisekirinê hildide. 3. Birak civatêda pê gotarê derdikeve.

Hemû cabdariyên ku em distînin, eyankirina rem û hezkirina Yehowa ye (Binihêre abzasa 9)b


10. Çi dikare alî me bike milûk bin?

10 Hergê em ser mesela Îsa Mesîh kûr bifikirin, ev yek dikare alî me bike milûktiyê nav xweda pêşda bînin. Dîna xwe bidinê, wekî şeva ku Îsa nigên şandiyên xwe şûştin, çi qewimî. Yûhennayê şandî usa nivîsî: “Îsa, ku zanibû [1] Bav her tişt daye destê wî, û [2] ku ew ji Xwedê hatiye û [3] diçe cem Xwedê, . . . destpêkir nigên şagirtên xwe bişo” (Yûhenna 13:3-5). Îsa dikaribû bifikire, ku şandî gerekê nigên wî bişon. Lê gava ew ser erdê bû, tu cara nedifikirî ku ew hêjayî emirekî rihet, hebûkê û maleke baş e (Lûqa 9:58). Îsa yekî milûk bû û ji halê xwe razî bû. Ewî mera meseleke bêqisûr hîştiye (Yûhenna 13:15).

11. Milûktî ça alî Dênîs dike ji halê xwe razî be?

11 Birê me Dênîs, yê ku li Nîdêrlandayê dijî, xîret dike ku çev bide milûktiya Îsa, lê ev yek carna hêsa nîne. Ew dibêje: “Mesele gava kesekî dinra cabdarî tê dayînê, ya ku min dixwest bistanda, carna quretî dikeve dilê min yan jî ez dilteng dibim. Derecên usada ez têmên derheqa milûktiyê lêkolîn dikim. Programa JW Library®-da, min hine rêzên derheqa milûktiyê kifş kirine, wekî bikaribim zû bivînim û dîsa bixûnim. Usa jî min hine gotarên derheqa milûktiyê têla xweda dane kişandinê û gelek car guh didime wan.a Min fem kir, wekî bona hemû şixulên ku em dikin, ne ku em hêjayî paya ne, lê Yehowa Xwedê. Her yek ji me pêkanîna qirara Yehowada roleke biçûk dilîze”. Hergê tu dilteng dibî ku filan cabdarî tera nehatiye dayînê, ser xwe bixebite wekî diha zêde milûk bî. Ev yek wê dostiya te tevî Yehowa diha qewî ke û alî te bike ji halê xwe razî bî (Aqûb 4:6, 8).

DERHEQA GUMANA XWE KÛR BIFIKIRE

12. Gumana me çi ye û ça ev alî me dike? (Îşaya 65:21-25)

12 Seva ku em diha zêde ji halê xwe razî bin, were em ser gumana xweye derheqa axiriya xweş, kûr bifikirin. Kitêba Îşayada, Yehowa dibêje wekî ew rind fem dike ku emirê me çiqas çetin e û soz dide ku wê hemû problêmên me kuta ke (Bixûne Îşaya 65:21-25). Emê malên xweş û rihetda bijîn. Emê xebateke hewas bikin û xwarina xweş û kêrhatî bixwin. Wî wedeyî, emê îda netirsin ku tiştekî xirab bê serê me yan serê zarên me (Îşaya 32:17, 18; Hezeqêl 34:25). Em dikarin sed selefî bawer bin wekî rojên gelek xweş pêşiya me ne.

13. Îlahî kengê lazim e ku em dîna xwe bidine gumana xwe?

13 Îro gelek ferz e ku em dîna xwe bidine gumana xwe. Gelo çima? Çimkî em rojên paşinda dijîn û problêmên her kesî hene (2 Tîmotêyo 3:1). Seva ku em bikaribin teyax kin, Yehowa her roj rêberî, qewat û alîkariyê dide me (Zebûr 145:14). Usa jî, rojên çetinda gumana me dikare qewatê bide me. Diqewime tera çetin e ebûra malbeta xwe bikî. Gelo ev yek tê hesabê ku tuyê timê vî halîda bî? Na! Yehowa soz daye ku Cinetêda, ewê her tiştî, çi ku tera lazim e, bide te (Zebûr 9:18; 72:12-14). Diqewime nexweşîke usa ku qenc nabe, dêprêsiya yan nexweşîke din bal te heye. Gelo bi rastî ev yek barê te ye, û wê tu cara derbaz nebe? Na! Dinya tezeda, nexweşî û mirin wê tune bin (Eyantî 21:3, 4). Ev guman îro alî me dike, wekî em ji halê xwe razî bin û bona wan tişta çi ku tê serê me, dilteng nebin û hêrs nekevin. Gava em rastî neheqiyê tên, yan gava merivê meyî hezkirî dimire, yan gava tiştekî xirab tê serê me, em dîsa jî dikarin ji halê xwe razî bin. Gelo çima? Çimkî tengasiyên me çiqas giran bin jî, em zanin ku ewê tenê “wedekî kin” bikişînin. Wexteke nêzîkda, dinya tezeda emê bi temamî ji wan kul-derda xilaz bin (2 Korintî 4:17, 18).

14. Em ça dikarin gumana xwe diha qewî kin?

14 Guman gelek ferz e bona vê yekê, ku em ji halê xwe razî bin, lê gelo ça em dikarin gumana xwe diha qewî kin? Çawa ku hine meriv gerekê berçevka bidine xebatê seva ku tiştên dûr bi zelalî bivînin, diqewime lazim e ku em tiştekî bikin wekî gumana xwe diha qewî kin, û Cineta ku pêşiya me ye, diha zelal bivînin. Gava em bona halê xweyî matêriyalî ber xwe dikevin, were em bidine ber çevê xwe ku emirê bê pere, bê deyn û bê kesîbiyê wê çi cûreyî be. Hergê em xemgîn dibin ku me cabdarîk civatêda hê nestandiye, were em bînin bîra xwe ku gava em bigihîjine bêqisûrtiyê û bi hezara sala Yehowara xizmet kin, xemên usa wê mera çiqas badîhewa bêne kifşê (1 Tîmotêyo 6:19). Sêrîda dibeke mera çetin be derheqa axiriyê kûr bifikirin û bona îro xem nekin, lê wext şûnda wê mera diha hêsa be dîna xwe bidine sozên Yehowa.

15. Tu ji giliyên Krîstayê çi hîn dibî?

15 Dîna xwe bidine mesela xûşka me, ya ku ji gumana xwe qewatê distîne. Navê wê Krîsta ye, ew kulfeta Dênîs e, besa kîjanî ku me jorê kir. Ew dibêje: “Dest nexweşiya xweye giran, ez mecbûr im ku kursiya seqeta bidime xebatê û heçî zef nav nivînada bim. Ez her roj êşê dikişînim. Doxdir gotiye ku guman tune ye. Lê min xwera got: ‘Ew ser axiriyê usa nanihêre çawa ez’. Ez dîna xwe didime gumana xwe, lema jî dilê minda edilayî ye. Vê dinêda çiqas çetinayên min hebin jî, ezê ji emirê dinya tezeda şabûneke gelek mezin bistînim!”

EWÊN KU YEHOWA DIGERIN WÊ KÊMASIYA TU QENCIYÊ NEVÎNIN

16. Dawid Padşa çima got, wekî “ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin”?

16 Xizmetkarê Yehowa çiqas ji halê xwe razî be jî, yeke ew dikare rastî tengasiya bê. Mesele, Dawid Padşa herî kêm sê zarên xwe unda kir. Buxdan avîtine wî, nemamiya wî kirin û bi sala ew mecbûr bû bireve xwe veşêre. Dîsa jî, gava ew rastî çetinayîke giran hat, ewî derheqa Yehowa got, wekî “ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin” (Zebûr 34:9, 10, DT). Gelo ewî çira usa got? Rast e em Yehowara xizmet dikin, lê em hîviyê nînin ku emirê me wê sivik û rihet be. Lê çiqas kul-derdên me hebin jî, em zanin wekî Yehowa wê me nehêle bêyî wan tişta, çida em bi rastî hewce ne (Zebûr 145:16). Em dikarin bawer bin ku hemû tengasiyên meda, Yehowa wê bê hewara me. Lema jî em dikarin ji halê xwe razî bin.

17. Tu çima dixwazî hîn bî ku bibî yekî şêkirdar?

17 Yehowa dixwaze wekî tu ji halê xwe razî bî (Zebûr 131:1, 2). Lema jî qewatê bide xebatê, ku bibî yekî şêkirdar. Hergê tu şêkirdar bî, nihêrandina rast xwey kî, milûk bimînî û dîna xwe bidî gumana xwe, tuyê bikaribî mîna Pawlosê şandî bêjî: “Ez hîn bûme ku hemû halîda bi tiştên ku destê minda hene razî bim” (Fîlîpî 4:11).

SEVA KU JI HALÊ XWE RAZÎ BÎ, ÇIMA FERZ E . . .

  • şêkirdar bî?

  • nihêrandina rast xwey kî û milûk bimînî?

  • ser gumana xwe kûr bifikirî?

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

a Mesele, ser malpera jw.org binihêrin bernamên Şêwirkirina Kitêba Pîroze Şebeqê bi navê Yehowa bona Milûka Xem Dike û Qurebûn Berbi Wêranbûnê Dibe.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak miqatî avayîke teşkîletê dibe, xûşkek ku zimanê ker-lala hîn bûye, ser civata mezin qisekirinê dide, û birak civatêda pê gotarê derdikeve.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin