RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Ji Rêzên Margînal Karê Bistîne
Kitêba Pîrozda ya Welgerandina Dinyaya Teze, rêzên margînal didine kifşê, ku cûre-cûre parên Kitêba Pîroz hevva girêdayî ne û dîna me dikişînin ser rêzên din. Ev rêzên margînal eşkere dikin, ku giliyên Kitêba Pîroz çiqas hevva girêdayî ne. Kitêba Pîrozda xilaziya hine xebera rêzên margînal bi herf yan hejmarên biçûk kifşkirî ne. Seva ku wan rêza Kitêba Pîroze neşirkirîda bivînin, kêleka rûpêlê yan jî ortêda binihêrin çargoşa zirav. Lê seva ku ser jw.org yan JW Library® wan rêza bivînin, bitikînin ser wan herf yan hejmara û ev rêz wê vebin.
Hine nêtên rêzên margînal ev in:
Qewimandinên mîna hev: Rêzên margînal didine kifşê wekî derheqa qewimandinekê ku em dixûnin, Kitêba Pîrozda ciyên dinda jî nivîsar e. Mesele, binihêrin 2 Samûyêl 24:1 û 1 Dîrok 21:1.
Kaniya gilî-gotina: Rêzên margînal eşkere dikin, ku gilî-gotinek ji kîderê hatiye hildanê. Mesele, binihêrin Metta 4:4 û Qanûna Ducarî 8:3.
Pêxembertiya ku hate sêrî: Rêzên margînal tiştekî ku hatibû pêxembertîkirinê û ev yek ku ev pêxembertî ça hatibû sêrî, hevva girêdide. Mesele, binihêrin Metta 21:5 û Zekerya 9:9.