GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37
KILAMA 114 Sebira Mezin
Gava Rastî Neheqiyê Tên, Em Gerekê Çi Bikin?
“[Heqî] . . . bû hêviya wî, lê tenê ma hewarî” (ÎŞAYA 5:7, ÎM).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku gava em rastî neheqiyê tên, em ça dikarin çev bidine Îsa û dilê Yehowa şa kin.
1-2. Gelek meriv gava rastî neheqiyê tên, ça xwe didine kifşê û kîjan pirs diqewime cem me pêşda tên?
DINYA bi neheqiyê tije ye. Gelek meriv ji bo milet, berek, reng-rûyê xwe yan ji bo kesîbiyê rastî neheqiyê tên. Gelek meriv jî diçerçirin ji bo vê yekê, ku serwêrên dewletê û bîznêsmên tenê pey pera ketinê û ziyanê didine tebiyetê bi vê yekê, ku rêsûrsên vê xerc dikin. Dibeke em jî yan merivên meyî hezkirî rastî tiştên usa hatine.
2 Em gişk hizreta heqiyê ne. Lema jî hine merivên ku hêrs dikevin her tiştî dikin, seva ku neheqiyê bidine hildanê. Ewana dikevine nava şixulên polîtîkê, pê protêsta derdikevin û bi cûrên din himberî neheqiyê şer dikin. Lê çawa şagirtên Îsa, em gerekê xwe ji tiştên usa dûr bigirin, çimkî em “para vê dinyayê nînin” û hîviya Padşatiya Xwedê ne, ya ku wê neheqiyê bi temamî bide hildanê (Yûhenna 17:16). Dîsa jî, gava em divînin ku kesek rastî neheqiyê tê, em jî eciz dibin. Vê derecêda em gerekê çi bikin? Gelo em dikarin îda niha tiştekî bikin, wekî neheqiyê bidine hildanê? Seva ku em cabên van pirsa bistînin, were em dîna xwe bidine vê yekê, ku Yehowa û Îsa ça ser neheqiyê dinihêrin.
YEHOWA Û ÎSA NEHEQIYÊ NEFRET DIKIN
3. Çima normal e ku em ji bo neheqiyê eciz dibin? (Îşaya 5:7)
3 Çima em ji bo neheqiyê haqas eciz dibin? Kitêba Pîroz nîşan dike ku Yehowa Xwedê, yê ku “rastîyê û heqîyê hiz dike”, em dilqê xweda efirandine (Zebûr 33:5; Destpêbûn 1:26). Yehowa tu cara neheqiyê û nerastiyê nake, û ew naxwaze ku kesên din neheqiyê bikin (Qanûna Ducarî 32:3, 4; Mîxa 6:8; Zekerya 7:9). Mesele, rojên Îşaya pêxemberda, Yehowa dibihîst hewar-gaziya kesên ku ji aliyê Îsraêliyên din rastî neheqiyê dihatin (Bixûne Îşaya 5:7). Yehowa wan meriva ceza dikir, yên ku Qanûna wî pêpes dikirin û neheqî li kesên din dikirin (Îşaya 5:5, 13).
4. Serhatîke ji Kitêba Pîroz, nihêrandina Îsa hindava neheqiyê ça dide kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Îsa jî mîna Yehowa, heqiyê hez dike û neheqiyê nefret dike. Carekê ewî mêrek dît, destê kîjanî ku kişiyayî bû û lê qenc kir. Lê serwêrên rêlîgî hêrs ketin û gotin, wekî Îsa qanûna derheqa roja Şemiyê pêpes dike. Qe xema wan nîbû, ku ew mêr ji êşa xwe xilaz bibû. Gelo Îsa ser wan merivên dilsar ça dinihêrî? Kitêba Pîroz dibêje ku ew “ji bo dilkeviriya wan gelek xemgîn bû” (Markos 3:1-6).
Dilê serwêrên rêlîgî ser meriva nedişewitî, lê Îsa meriv hez dikirin û alî wan dikir (Binihêre abzasa 4)
5. Gava em ji bo neheqiyê hêrs dikevin, em gerekê çi bîr nekin?
5 Yehowa û Îsa ji bo neheqiyê hêrs dikevin, lema jî normal e ku em jî hêrs dikevin (Efesî 4:26). Dîsa jî em gerekê bîr nekin, wekî hêrsa me neheqiyê wê nede hildanê. Xêncî vê yekê, hergê em hêrsa xwe alt nekin, diqewime em nexweş kevin yan bikevine dêprêsiyayê (Zebûr 37:1, 8; Aqûb 1:20). Lema jî gava em rastî neheqiyê tên, em gerekê çi bikin? Were em dîna xwe bidinê, ku Îsa çi dikir.
ÎSA HIMBERÎ NEHEQIYÊ ÇI DIKIR?
6. Gava Îsa ser erdê bû, meriv rastî çi cûre neheqiyê dihatin? (Binihêre usa jî şikil.)
6 Gava Îsa ser erdê bû, ewî didît ku gelek meriv rastî neheqiyê tên. Mesele, ewî didît ku serwêrên rêlîgî ça neheqiyê li cimetê dikin û barê wan giran dikin (Metta 23:2-4). Usa jî ewî didît ku dewleta Romê hindava cimeta Îsraêl gelek sert bû. Lema jî, gelek Cihûya dixwest ji bindestiya Romê xilaz bin û xweserîxwe bin. Hine kesa hela hê miqabilî Romaya şer dikirin jî. Lê Îsa piştgiriya wan koma nedikir, yên ku miqabilî dewletê derdiketin. Gava Îsa pêhesiya, wekî cimet dixwaze wî bike padşa, ew ji wêderê çû (Yûhenna 6:15).
Gava xelqê dixwest Îsa bikine nava şixulên polîtîkî, ew ji wêderê çû (Binihêre abzasa 6)
7-8. Gava Îsa ser erdê bû, ewî çi nedikir? (Yûhenna 18:36)
7 Îsa tevî polîtîkê nedibû seva ku neheqiyê bide hildanê, çimkî zanibû wekî merivara îzin nehatiye dayînê, ku serwêrtiya însanetê bikin, û ne jî qewata wan heye vê yekê bikin (Zebûr 146:3; Yêremya 10:23). Ewana nikarin neheqiyê bidine hildanê, çimkî dinya bin destê Mîrê-cinada ye, rûyê kîjanîda haqas neheqî tê kirinê (Yûhenna 8:44; Efesî 2:2). Usa jî hergê nêta hine meriva baş be jî, yeke ewana nikarin timê heqiyê bikin, çimkî xwexa jî qisûrdar in (Waîz 7:20).
8 Îsa rind zanibû ku tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû sebebên neheqiyê bi temamî bide hildanê. Lema jî ewî bi xîret “mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikir” (Lûqa 8:1). Ewî dilê “kesên ku tî û birçiyê rastiyê” bûn, rihet dikir û wanra digot, ku neheqî wê bi temamî bê hildanê (Metta 5:6 elametî bona hînbûnê; Lûqa 18:7, 8). Lê ev yek ne ku pê qewata meriva wê bê kirinê, lê bi saya Padşatiya Xwedê, ya ku “ne ji vê dinyayê ye” (Bixûne Yûhenna 18:36).
ÇEV BIDINE ÎSA
9. Tu çima bawer î, ku tenê Padşatiya Xwedê dikare neheqiyê bide hildanê?
9 Rast e wedê Îsada neheqî gelek bû, lê rojên meda diha zêde bûye. Mîna berê, neheqiya ku van rojên xilaziyêda heye, dîsa jî ji Mîrê-cina ye û ji kesên ku bin hukumê wîda nin (2 Tîmotêyo 3:1-5, 13; Eyantî 12:12). Mîna Îsa, em jî zanin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare sebebê neheqiyê, dêmek Mîrê-cina kuta ke. Em ji dil piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin, lema jî tevî protêstên vê dinyayê nabin, yên ku himberî neheqiyê şer dikin. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me bi navê Stêysî.a Pêşiya ku ewê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ew timê himberî neheqiyê diçû protêsta. Lê paşê ew dudilî bû, ku ev protêst bi rastî dikarin heqiyê pêşda bînin. Ew dibêje: “Gava ez diçûme protêsta, min ji xwe dipirsî ku kara vê yekê heye, yan na. Lê niha ez piştgiriya Padşatiya Xwedê dikim û zanim ku riya rast ev e. Yehowa wê neheqiyê bi temamî bide hildanê, çi ku minê tu car nikaribûya bikira” (Zebûr 72:1, 4).
10. Li gora Metta 5:43-48, em çima tevî komên polîtîkî nabin, yên ku dixwazin heqiyê pêşda bînin? (Binihêre usa jî şikil.)
10 Îro gelek meriv piştgiriya van koma dikin, yên ku dixwazin bi destê zorê serwêra ji textê wan bavêjin. Ewana usa hêrs dikevin, ku qanûna diteribînin û ziyanê didine kesên din. Ev kirên wan miqabilî vê yekê ne, çi ku Îsa meriv hîn dikirin (Efesî 4:31). Birakî bi navê Cêfrî usa dibêje: “Wedê protêstên ku bi edilayî destpêdibin, meriv carna nişkêva usa hêrs dikevin ku destpêdikin tişta bişkênin, diziyê bikin û ziyanê bidine hevdu”. Îsa gotibû ku em gerekê hindava her kesîda dilovan bin, hela hê hindava wan merivada jî, yên ku me hez nakin yan jî pey me dikevin (Bixûne Metta 5:43-48). Em şagirtên Îsa ne, lema jî çi ji destê me tê em dikin, wekî çev bidine wî.
Em gerekê xwera nêt daynin, ku tevî şixulên polîtîkî û sosyalî nebin (Binihêre abzasa 10)
11. Carna dibeke çima hêsa nîne çev bidine Îsa?
11 Rast e em zanin ku Padşatiya Xwedê wê neheqiyê bi temamî bide hildanê, dîsa jî dibeke carna mera hêsa nîne ku çev bidine Îsa. Xûşka me Janîya, ya ku ji bo rengê çermê xwe dihate nimiz kirinê, usa dibêje: “Meriva bi giliyên xwe gelek dilê min dêşandin. Ez gelek hêrs diketim û min dixwest, wekî merivên ku neheqiyê dikin, bêne cezakirinê. Lema jî ez bûme endema vê komê, ya ku miqabilî rasîzmê derdiket. Ez difikirîm ku bi wî cûreyî derece wê bê guhastinê û ezê xwe diha baş texmîn kim”. Lê wede şûnda, Janîyayê fem kir ku ew gerekê nihêrandina xwe biguhêze. Ew dibêje: “Min têderxist wekî ez îzinê didime kesên din ser fikirên min usa hukum kin, wekî ez baweriya xwe ne ku Yehowa, lê meriva bînim. Hingê min safî kir ji vê komê bi temamî derkevim”. Em gerekê haj xwe hebin, wekî hêrsa me nebe sebeb, ku em bikevine nava şixulên polîtîkayê (Yûhenna 15:19).
12. Çira em gerekê fesal bin ku em çi dixûnin û çi dinihêrin?
12 Gelo çi dikare alî me bike rihet bimînin, gava em neheqiyê divînin? Em gerekê miqatî xwe bin, ku em çi dixûnin û çi dinihêrin. Hine malperên sosyalî dîna meriva dikişînin ser nûçeyên derheqa neheqiyê û wan koma pêş dixin, yên ku dixwazin guhastinên polîtîkî bikin. Hine nûçe jî dîna meriva dikişînine ne ku ser vê yekê çi qewimî ye, lê ser nihêrandina xwe. Hergê nûçeyeke derheqa neheqiyê rast be jî, gelo emê karê bistînin hergê timê derheqa wan tişta bifikirin? Hergê em timê tiştên usa binihêrin, dibeke em gelek eciz bin, dilteng bin û hêrs kevin (Metelok 24:10). Him jî dibeke em bîr kin, ku tenê Padşatiya Xwedê dikare neheqiyê bi temamî kuta ke.
13. Çira ferz e ku em Kitêba Pîroz her roj bixûnin?
13 Hergê em Kitêba Pîroz her roj bixûnin û kûr ser bifikirin, emê bizanibin ku gerekê çi bikin, gava neheqiyê divînin. Xûşkeke bi navê Alîya gelek eciz dibû, çimkî hine merivên der-dora wê rastî neheqiyê dihatin. Usa dihate kifşê, tê bêjî kesên ku zulmî li xelqê dikirin, nedihatine cezakirinê. Ew dibêje: “Min gerekê wede veqetanda seva ku dilê xwe lêkolîn kira û ji xwe bipirsiya, hela ez bi rastî bawer im wekî Yehowa wê van problêma safî ke. Hingê min Îbo 34:22-29 xwend. Evan rêza anîne bîra min, wekî tu kes nikare xwe ji Yehowa veşêre. Heqiya Yehowa bêqisûr e û tenê ew dikare hemû problêmên însanetê safî ke”. Lê heta ku Padşatiya Xwedê heqiya rast bîne, gelo em çi dikarin bikin?
NIHA EM ÇI DIKARIN BIKIN?
14. Em gerekê çi bikin seva ku xwexa jî neheqiyê nekin? (Kolosî 3:10, 11)
14 Rast e em nikarin kirên van meriva kontrol kin, yên ku neheqiyê dikin, lê em dikarin kirên xwe kontrol kin. Çawa me îda şêwir kir, em gerekê mîna Îsa hindava her kesîda rem û dilovan bin, hela hê hindava van meriva jî, yên ku neheqiyê dikin (Metta 7:12; Romayî 12:17). Hergê em hindava her kesîda heq û dilovan bin, Yehowa wê ji me razî be (Bixûne Kolosî 3:10, 11).
15. Çima ferz e ku em merivara derheqa Kitêba Pîroz bêjin?
15 Seva ku em alî meriva bikin, mêtoda here baş ev e, ku em wanra derheqa Kitêba Pîroz bêjin. Gelo çira? Çimkî zanebûna derheqa Xwedê dikare kesên zulim jî bike merivên nerm û edilayîhez (Îşaya 11:6, 7, 9). Mêrekî bi navê Cemal, pêşiya ku bû Şedê Yehowa, tevî komekê hevkarî dikir, ya ku miqabilî serwêrên dewletê derdiket, çimkî endemên vê komê difikirîn, wekî serwêr neheqiyê dikin. Ew derheqa xwe usa dibêje: “Tu kes destê zorê nayê guhastinê. Ez jî ne ku bi destê zorê, lê bi saya rastiya Kitêba Pîroz hatime guhastinê”. Belê, Cemal bi saya tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn dibû, fem kir ku nelazim e miqabilî serwêrên dewletê derê. Merivên ku bi saya Kitêba Pîroz têne guhastinê çiqas zêde bin, haqas merivên ku neheqiyê dikin, wê kêm bin.
16. Tu çima dixwazî mizgîniya Padşatiya Xwedê bela kî?
16 Mîna Îsa em jî dixwazin merivara bêjin, ku tenê Padşatiya Xwedê dikare neheqiyê bi temamî bide hildanê. Ev yek dikare berdiliyê bide wan kesa, yên ku rastî neheqiyê hatine (Yêremya 29:11). Stêysî, ya ku me jorê besa wê kiribû, usa dibêje: “Ez zanim ku Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê, lema jî gava neheqî tê kirinê, ez dikarim dilrihetiyê xwey kim. Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa dilê min rihet dike”. Seva ku em merivara bêjin, wekî Kitêba Pîroz derheqa kutakirina neheqiyê çi dibêje, em gerekê xwe pêşda hazir kin. Çiqas baş tu hînkirinên Kitêba Pîroz derheqa kul-derda fem bikî, haqas baş tê bikaribî ser xebatê yan jî mektebêda merivara şirovekî, ku çira haqas neheqî û kul-derd hene, û çawa Yehowa wê van kul-derda bide hildanê.b
17. Yehowa ça alî me dike, ku em himberî neheqiyê sebir kin?
17 Em zanin wekî heta ku Mîrê-cina serwêrtiya vê dinyayê dike, emê rastî neheqiyê bên. Lê em şa ne ku zûtirekê Mîrê-cina, dêmek “serwêrê dinyayê wê bê avîtinê derva” (Yûhenna 12:31). Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa him eşkere dike ku çima haqas neheqî heye, him jî nîşanî me dike, ku dilê wî ser me dişewite (Zebûr 34:17-19). Ji mesela Îsa em hîn dibin, ku gerekê himberî neheqiyê çi bikin, û demeke nêzîkda Padşatiya wî wê neheqiyê bi temamî kuta ke (2 Petrûs 3:13). Were em mizgîniya Padşatiya Xwedê bi dil û can bela kin û hîviya wê rojê bin, gava dinya bi heqî û edilayê tije be (Îşaya 9:7).
KILAMA 158 Ewê Dereng Nemîne!
a Hine nav hatine guhastinê.
b Usa jî binihêrin broşûra bi navê Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin, elametiya zêde A, №24-27.