KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 21
  • Gelo ser Erdê wê Heqî Hebe?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo ser Erdê wê Heqî Hebe?
  • Têmên Din
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Sebebê neheqiyê çi ye?
  • Gelo Xwedê ser neheqiyê ça dinihêre?
  • Xwedê wê neheqiyê bide hildanê?
  • Dinya tezeda jîyîna meriya wê çi cûreyî be?
  • Em dikarin îtbariya xwe sozê Xwedê bînin, ku neheqî wê bê hildanê?
  • Gelo niha dibe ku heqiyê bînin ser erdê?
  • Gava Rastî Neheqiyê Tên, Em Gerekê Çi Bikin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Em Ça Dikarin ber Neheqiyê Sebir kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • “Hakimê Temamîya Dinyayê” Timê Heq e
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Têmên Din
mrt gotar 21
Mêzîna heqiyê.

Gelo ser Erdê wê Heqî Hebe?

Îro dinya bi neheqiyê tije ye. Werên em şêwir kin du qewimandina, kîjan ku evê yekê îzbat dikin:

  • Meha Çileyê sala 2018-da, dîwana Welatên Yekbûyî mêrek heq derxist, yê ku weke 38 sala kelêda rûniştibû. Analîza înformasiya bîolojî (ADN), îzbat kir, wekî ew neheq nîne.

  • Meha Îlonê sala 1994-da welatekî Afrîkayêda, sê xortên cahil hatibûn girtinê bona wê yekê, ku wana li gora îsafa xwe înkar kiribûn herin eskeriyê. Meha Îlonê sala 2020-da îda 26 sal bû, ku ewana kelêda rûniştibûn. Bi rastî nava wî wedeyîda dîwana wan nehatibû kirinê û ewana ber dîwanê nesekinîbûn, ku xwe biparêzin.

Hergê tu jî rastî neheqiyê hatî, dibek te jî ser xwe ev yek texmîn kiriye, çi ku Îbo derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda nivîsar e, texmîn kiribû. Ewî got: “Bona alîkariyê diqêrim jî, ji minra dadî [heqî] nîne” (Îbo 19:7). Hine meriv difikirin, wekî ser erdê wê tu car heqî tune be. Lê Kitêba Pîroz soz dide, wekî axiriyêda heqî wê hebe. Xêncî wê yekê bîlaniya ji Kitêba Pîroz îda niha dikare alî te bike nava neheqiyêda jî nihêrandina rast xwey kî.

Sebebê neheqiyê çi ye?

Merivên ku rêberiya Xwedê înkar dikin, dibine sebebê neheqiyê. Kitêba Pîroz nîşan dike wekî tenê Xwedê dikare safî ke, ku çi ye heqî (Îşaya 51:4). Kitêba Pîrozda tê kifşê, wekî xeberên “heqî” û “rastî” hevva girêdayî ne (Zebûr 33:5). Merivên ku li gora normên Xwedê dijîn û xwe rast didine kifşê, heqiyê pêşda tînin. Lê çaxê ewana guna dikin, dêmek normên Xwedêyî rast diteribînin, ev yek berbi neheqiyê dibe. Werên em çend mesela şêwir kin:

  • Xwehizî. Xwehizî û gune hevva girêdayî ne (Aqûb 1:14, 15). Gelek meriv seva xwestinên xwe bînin sêrî, neheqiyê hindava yên dinda dikin. Lê Xwedê dixwaze wekî em berî pêşin kara meriva bixwazin (1 Korintî 10:24).

  • Nezanebûn. Hine meriv ji bo nezaniya xwe neheqiyê merivên din dikin. Lê ev yek jî ber çevê Xwedê gune ye (Romayî 10:3). Bi rastî nezanebûn bû sebebê neheqiya lape mezin terîxiyêda, dêmek kuştina Îsa Mesîh (Karên Şandiya 3:15, 17).

  • Sistbûnên teşkîletên meriva. Teşkîletên polîtîkî, komêrsî û yên rêlîgî gerekê heqiyê pêşda bivin. Lê bi rastî gelek car ji wan teşkîleta pêşda tê korûpsiya, nefretî, timayî, kesîbî û zordarî, çi ku dibine sebebê neheqiyê. Hine rêberên van teşkîleta dixwazin heqiyê bikin. Lê hemû qewata wan ku bigihîjine heqiyê boş-betal e, çimkî ewana rêberiya Xwedê hilnadin hesab (Waîz 8:9; Yêremya 10:23).

Gelo Xwedê ser neheqiyê ça dinihêre?

Xwedê neheqiyê nefret dike, usa jî hemû ew nihêrandin û kirên meriva, yên ku berbi neheqiyê dibin (Metelok 6:16-18). Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Ez Xudan [Yehowa, DT],a ez ji edaletê [heqiyê] hiz dikim û ji xirabî û neheqiyê nefretê dikim” (Îşaya 61:8, ÎM).

Qanûna ku Xwedê dabû cimeta Îsraêlê, dida kifşê ku Xwedê dixwaze wekî meriv heqiyê bikin. Ewî ferman dabû wekî hakim ruşeta hilnedin, û tiştên usa nekin, çi ku heqiyê xirab dike (Qanûna Ducarî 16:18-20). Xwedê ew Îsraêlî sûcdar dikirin, yên ku merivên belengaz û destteng bona kara xwe didane xebatê. Axiriyêda Xwedê ev cimet înkar kir, çimkî wana normên wî pişt guhê xweva davîtin (Îşaya 10:1-3).

Xwedê wê neheqiyê bide hildanê?

Belê. Bi saya Îsa Mesîh, Xwedê wê gune, dêmek sebebê neheqiyê bide hildanê. Hingê, çawa ku Xwedê qirar kiribû, hemû meriv wê bêqisûr bin (Yûhenna 1:29; Romayî 6:23). Xwedê usa jî Padşatî kifş kiriye, kîjan ku wê dinyake teze bi heqiyê tije, saz ke (Îşaya 32:1; 2 Petrûs 3:13). Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa Padşatiya ezmana, binihêre vîdêo Çi ye Padşatiya Xwedê?

Dinya tezeda jîyîna meriya wê çi cûreyî be?

Çaxê dinya bi heqiyê tije be, hingê jîyîna me wê bêxof be û her kes wê edilayêda be (Îşaya 32:16-18). Xwedê jîyîna her merivekî gelek qîmet dike, lema jî hindava hemûyada heqî wê bê kirinê. Derdê dilê me, êş-êşûk û hêsirên me ku ji bo neheqiyê dihatin, wê îda tune bin. Hela hê tiştên xirab jî ku hatibûn serê me, emê nekine bîra xwe (Îşaya 65:17; Eyantî 21:3, 4). Seva ku hê zêde pêbihesî, bixûne gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?”

Em dikarin îtbariya xwe sozê Xwedê bînin, ku neheqî wê bê hildanê?

Belê. Kitêba Pîroz kitêbeke bi îtbar e, çimkî gelek îzbatî hene, wekî pêxembertiyên wê têne sêrî û ew aliyê terîxiyê û zandariyêda jî rast e. Ev hemû tişt îzbat dike, ku em dikarin îtbariya xwe sozên Kitêba Pîroz bînin. Hê zêde elametî tu dikarî bivînî wan gotarada:

  • Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye? (vîdêo)

  • “Pêxembertî Yên Ku Hatine Sêrî”

  • “Pêxembertiyên Rast”

  • “Çima Gerekê Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Bînin?”

Gelo niha dibe ku heqiyê bînin ser erdê?

Wedê berê merivên qenc çaxê rastî neheqiyê dihatin, her tişt dikirin ku miqabilî nerastiyê derên. Mesele, carekê Pawlosê şandî bi neheqî hatibû cezakirinê, ji bo çi jî hindik mabû jîyîna xwe unda kira. Dewsa ku xwe ker ke, ewî mafê xwe bi qanûnî da xebatê û dewa dîwana Qeyser kir (Karên Şandiya 25:8-12).

Çi jî hebe, qewata meriya ku dinyayêda neheqiyê bidine hildanê, boş-betal e (Waîz 1:15). Lê dîsa jî gelek meriva nava neheqiyêda, dilrihetî û edilayî standine, çimkî baweriya xwe sozê Xwedê anîne, ku wê heqiyê bîne ser erdê.

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

Kitêba Pîroz alî wan kir heqiyê bivînin

  • Rafîka.

    Rafîka kete nava teşkîleteke usa, ya ku soz dida wekî wê bona neheqiyê şer bike. Lê ewê terka vê teşkîletê da, çimkî fem kir wekî ev teşkîlet bi zulmiyê miqabilî neheqiyê dertê. Wede şûnda ew ji Kitêba Pîroz pêhesiya, ku Padşatiya Xwedê wê edilayê û heqiyê bîne ser erdê. Ji vê vîdêoyê hê zêde derheqa wê pêbihese.

  • Antûan.

    Antûan Lubnanêda wedê şerê bajarvaniyê mezin bûye. Ewî aliyê xweda miqabilî neheqiyê şer dikir. Lê du rêzên ji Kitêba Pîroz alî wî kirin, ku edilaya dil qazanc ke. Hê zêde pêbihese, ku çawa Kitêba Pîroz alî wî kir, ku jîyîna xwe biguhêze.

  • Yûka.

    Yûka miqabilî neheqiya sosyalî şer dikir, lê fem kir wekî ev yek ji qewata wî der e. Niha ew piştgiriya wî şixulî dike, çi ku dinyayê wê ji neheqiyê aza ke. Û ew bawer e ku qewata xwe badîhewa xerc neke.

Rêzên Kitêba Pîroz derheqa heqiyê

Waîz 3:16, ÎM: “Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di şûna heqda xirabî heye”.

Ev çi tê hesabê: Kitêba Pîroz bi rêalî şirovedike derheqa halê dinya îroyîn, wekî heqî nav wêda tune.

Îbo 34:12: “Belê, Xwedayê rasteqîn xirabiyê nake û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, ya rast xwar nake”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê tu car neheqiyê nake.

Qanûna Ducarî 32:4, 5: “Ew Qeya ye, kirina wî kamil e, çimkî hemû rîyên wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye, ew heq e û li ser heqîyê ye. Lê we miqabilî wî gune kir, hûn ji dest qusûrên xwe îdî ne zarê wî ne”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê sebebê neheqiyê nîne, lê meriv in ku gune dikin û terka rêberiya Xwedê didin.

Îşaya 32:1, ÎM: “Va ye, wê padşek bi heqiyê padşatiyê bike, wê serok bi edaletê [heqî] serwêrtî bikin”.

Ev çi tê hesabê: Padşatiya Xwedê wê bi rastiyê û heqiyê serwêrtiyê bike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin