KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Cotmeh rûp. 12-17
  • Hezkirina Xwedê Heta-Hetayê ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hezkirina Xwedê Heta-Hetayê ye
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BÎR NEKE KU HEZKIRINA YEHOWA, HÎNKIRINEKE KITÊBA PÎROZE SEREKE YE
  • “BAV WE HEZ DIKE”
  • TÊDERXE KU ŞIK Û DUDILÎBÛNÊN TE JI KU TÊN
  • AMIN BIMÎNE
  • Yehowa Gelekî Te Hez Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bawer Be ku Yehowa Te Hez Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Em Ça Dikarin ji Dudilîbûnê Aza bin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Hizkirina Yehowaye Amin Tera Çi Karê Tîne?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Cotmeh rûp. 12-17

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

KILAMA 108 Hizkirina Xwedêye Helal

Hezkirina Xwedê Heta-Hetayê ye

“ Şikirîyê bidine Xudan, çimkî Ew qenc e û huba Wî heta-hetayê ye” (ZEBÛR 136:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin ku Kitêba Pîroz derheqa hezkirina Yehowa çi dibêje, û gava em rastî tengasiya tên, ev yek çawa dikare dilê me qewî ke.

1-2. Gelek ji me çi halîda nin?

BIDE ber çevê xwe gemî, ya ku ketiye firtonê. Pêlên berê gemiyê virda-wêda davêjin. Heta ku gemîvan lengerê danexin, gemî wê nesekine. Lê bi saya lengerê, gemî dikare cîda bisene û firtone wê lê nebe.

2 Gava em rastî tengasiya tên, dibeke em xwe mîna vê gemiyê texmîn kin. Êmosiyên me dikarin mîna pêlên berê me virda-wêda bavêjin. Mesele, dibeke rojekê em bawer in ku Yehowa me hez dike û piştgiriya me dike, lê rojeke din em difikirin ku ew bona me xem nake (Zebûr 10:1; 13:1). Bi saya giliyên dostekî me, dibeke dilê me wextekî rihet be (Metelok 17:17; 25:11). Lê paşê em dîsa dikarin bikevine şikê, ku Yehowa bi rastî kêleka me ye. Gelo em ça dikarin tengasiyada qewî bisekinin, dêmek timê bawer bin ku Yehowa me hez dike û piştgiriya me dike?

3. Zebûr 31:7 û 136:1 derheqa hezkirin û aminiya Yehowa çi nîşanî me dikin, û çima em dikarin bêjin ku vê yekêda tu kes mîna Yehowa nîne? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Seva ku em tengasiyada qewî bisekinin, em gerekê hezkirina Yehowaye amin bînin bîra xwe (Bixûne Zebûr 31:7; 136:1). Van rêzên Zebûrêda, xebera ku hatiye welgerandinê ça “hub”, tê hesabê hezkirina amin. Vê yekêda tu kes mîna Yehowa nîne. Kitêba Pîroz dibêje ku ew bi hezkirinê tije ye (Derketin 34:6, 7). Usa jî Kitêba Pîroz derheqa Yehowa usa dibêje: “Hindava hemûyada xweyê huba mezin î, kîjan ku gazî Te dikin” (Zebûr 86:5). Hela bifikire ev yek çi tê hesabê: Yehowa xizmetkarên xweye amin tu cara tenê nahêle! Gava em nava tengasiyada nin, zanebûna ku Yehowa amin e dikare bona me mîna lengerê be (Zebûr 23:4).

Wedê firtonê lenger gemiyê qewî digire.

Çawa ku gemî bi saya lengerê wedê firtonê cîda dimîne, baweriya meye hindava hezkirina Yehowa jî dikare alî me bike, ku em wedê tengasiya qewî bimînin (Binihêre abzasa 3)


BÎR NEKE KU HEZKIRINA YEHOWA, HÎNKIRINEKE KITÊBA PÎROZE SEREKE YE

4. Kîjan in hine hînkirinên Kitêba Pîroze sereke, û şirovekin ku çira em baweriya xwe van tînin?

4 Gava em rastî çetinaya tên, were em bînin bîra xwe ku hezkirina Yehowa hînkirineke Kitêba Pîroze sereke ye. Ev fikir jî dikare bona me mîna lengerê be. Gelo hine hînkirinên sereke yên Kitêba Pîroz kîjan in? Mesele, tu ji Kitêba Pîroz hîn bûyî ku navê Xwedê Yehowa ye, Îsa Kurê Xwedê ye, mirî tiştekî nizanin, erd wê bibe cinet û emê heta-hetayê bijîn (Zebûr 83:18; Waîz 9:5; Yûhenna 3:16; Eyantî 21:3, 4). Te ev hînkirin qebûl kirin û te baweriya xwe wan anîn, çimkî tu îzbat bûyî wekî ewana rast in. Were em niha binihêrin ku gava em hezkirina Yehowa jî wek hînkirineke sereke qebûl dikin, ev yek ça dikare alî me bike nefikirin ku Yehowa dîna xwe nade me yan jî bona me xem nake.

5. Çi alî me kir ku hînkirinên qelp înkar kin?

5 Gava te hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, gelo çi alî te kir terka hînkirinên qelp bidî? Diqewime te hînkirinên rêlîgiya xweye berê beramberî hînkirinên Kitêba Pîroz dikir. Mesele, dibeke te berê bawer dikir wekî paşî mirinê, ruh ji bedenê vediqete û sax dimîne. Lê gava te Kitêba Pîroz lêkolîn kir, te ji xwe pirsî, ‘Hela ev hînkirin rast e yan na?’ Tu pêhesiyayî, wekî Kitêba Pîroz derheqa vê têmê çi dibêje û tu îzbat bûyî ku ev hînkirin nerast e. Paşê te hînkirina Kitêba Pîroz qebûl kir ku mirî tiştekî nizanin û wekî rojekê “hemû kesên rast û nerast wê ji mirinê rabin” (Waîz 9:5; Karên Şandiya 24:15). Rast e carna hêsa nîne ku hînkirinên qelp, yên ku mîna “bircên qewî” ne, “hilşînin” (2 Korintî 10:4, 5). Lê yeke, te terka hînkirinên qelp da û îda baweriya xwe wana naynî (Fîlîpî 3:13).

6. Tu çima dikarî bawer bî, wekî hezkirina Yehowa “heta-hetayê ye”?

6 Hema usa jî tu dikarî baweriya xwe vê hînkirina Kitêba Pîroz bînî, ku Yehowa te hez dike. Gava tu rastî tengasiyê têyî û hezkirina Yehowada dudilî dibî, ji xwe bipirse: “Gelo fikira min bi logîkî ye?” Fikirên xwe beramberî giliyên ji Zebûr 136:1 bike. Gelo Yehowa çira xwest wekî zebûrbêj binivîse ku hezkirina “Wî heta-hetayê ye”? Û çira ev yek vê zebûrêda 26 cara hatiye wekilandinê? Çawa ku em îda pêhesiyan, ev yek ku Yehowa xizmetkarên xwe hez dike û hindava wanda amin e, hînkirineke Kitêba Pîroze sereke ye. Fikira ku Yehowa te qîmet nake û te hez nake, derew e. Çawa ku te hînkirinên dine qelp înkar kiribû, vê fikira şaş jî înkar ke!

7. Kîjan in hine rêzên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin wekî Yehowa me hez dike?

7 Gelek rêzên din jî hene, ku derheqa hezkirina Yehowa gilî dikin. Mesele, Îsa şagirtên xwera usa got: “Hûn ji gelek çivîka qîmettir in” (Metta 10:31). Yehowa jî xizmetkarên xwera usa got: “Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim, ezê destê rastê bigirim” (Îşaya 41:10, DT). Dîna xwe bidê ku ev gotin çiqas qewî ne. Îsa negot, ‘Dibeke hûn diha qîmet in’, û Yehowa jî negot, ‘Ez dibeke alî te bikim’. Dewsê, Îsa got: “Hûn . . . qîmettir in”. Yehowa jî got: “Ezê alî te bikim”. Hergê wedê çetinaya tu dudilî dibî ku Yehowa bi rastî te hez dike, rêzên usa wê ne ku tenê dilê te rihet kin, lê usa jî te bidine bawerkirinê ku Yehowa bi rastî te hez dike. Gotinên van rêza îzbatkirî ne. Hergê hûn ser vê rastiyê kûr bifikirin û dua bikin, vî çaxî hûnê jî bikaribin usa bêjin: “Em wê hizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin” (1 Yûhenna 4:16).a

8. Hergê carna şik bikeve dilê te ku Yehowa te hez dike, tu çi dikarî bikî?

8 Lê hergê carna dîsa jî şik bikevin dilê te, ku Yehowa te hez dike, tu çi dikarî bikî? Fikirên xwe beramberî vê yekê bike, çi ku tu îda derheqa Yehowa zanî. Hestên me carna dikarin me bixapînin, lê hezkirina Yehowa rastiya Kitêba Pîroze sereke ye. Kesê ku bawer nake, wekî Yehowa wî hez dike, bi rastî bîr dike ku hunurê wîye sereke, hezkirin e (1 Yûhenna 4:8).

“BAV WE HEZ DIKE”

9-10. Gava Îsa got, wekî “Bav we hez dike”, ewî besa çi dikir? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Em dikarin diha zêde derheqa hezkirina Yehowa pêbihesin ji giliyên Îsa, yên ku ewî şagirtên xwera got: “Bav we hez dike” (Bixûne Yûhenna 16:26, 27). Nêta van giliya ne tenê ew bû ku dilê şagirtên xwe rihet ke. Kontêkst nîşan dike, ku Îsa neketibû heyra hestên wan. Lê ewî besa dua dikir. Ji van giliyên Îsa em derheqa hezkirina Yehowa çi hîn dibin?

10 Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana gerekê ne ku wîra, lê bi navê wî dua bikin (Yûhenna 16:23, 24). Gelek ferz bû ku ewana vê yekê fem bikin. Çaxê Îsa ji mirinê rabû, dibeke wana bixwesta Îsara dua kira, çimkî Îsa dostê wan bû û wana hez dikir. Lema jî ewana dikaribûn bifikirin, ku Îsa dikare guh bide wan û xwestina wan Bavê xwera bêje. Lê Îsa wanra got, ku ewana gerekê usa nefikirin. Gelo çira? Ewî got: “Bav we hez dike”. Ev heye hînkirineke Kitêba Pîroze sereke derheqa dua. Dîna xwe bidinê ku ev çi tê hesabê. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz te Îsa nas kiriye û tu wî hez dikî (Yûhenna 14:21). Dîsa jî mîna şagirtên Îsayî pêşin, tu dikarî raste-rast Xwedêra dua bikî, çimkî ew te hez dike. Her car gava tu Yehowara dua dikî, tu didî kifşê wekî îtbariya xwe van giliya tînî (1 Yûhenna 5:14).

Şikil: Birak derva rûniştiye û derheqa tiştên ferz dua dike. 1. Ew xwarinê jina xwera tîne, ya ku nexweş e û nav cî-nivînada ye. 2. Ew tevî qîza xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike. 3. Ew kaxaza dinihêre, yên ku xercên malbetêva girêdayî ne.

Em dikarin bi bawerî Yehowara dua bikin, çimkî ew me hez dike (Binihêre abzasa 9-10)b


TÊDERXE KU ŞIK Û DUDILÎBÛNÊN TE JI KU TÊN

11. Mîrê-cina çira dixwaze ku şik û dudilîbûn bikevine dilê me, wekî Yehowa me hez dike?

11 Şik û dudilîbûnên derheqa hezkirina Yehowa ji ku tên? Tu dibeke bêjî ku fikirên usa ji Mîrê-cina tên, û ji alîkîva ev yek rast e. Mîrê-cina dixwaze me hûfî xwe ke, û gava şik dikevine dilê me ku Yehowa me hez dike, ew şa dibe (1 Petrûs 5:8). Mîrê-cina dixwaze ku em xwe hêjayî qurbana Îsa hesab nekin, ya ku Yehowa bi dilovanî bona me berva daye (Îbranî 2:9). Hergê hindava hezkirina Yehowa şik bikeve dilê me, ev yek wê kê xweş bê? Mîrê-cina. Û hergê em usa dilteng bin ku îda nexwazin Yehowara xizmet kin, ev yek wê kê xweş bê? Dîsa jî Mîrê-cina. Ew dixwaze wekî em bifikirin ku Yehowa me hez nake, lê bi rastî, yê ku hezkirina Yehowa unda kiriye, ew e. Û yek ji “telikên” wî ew e, ku me bide bawerkirinê wekî Yehowa me hez nake û em înkar kirine (Efesî 6:11). Em gerekê rind fem kin ku nêta dijminê me çi ye. Wî çaxî emê bikaribin miqabilî Mîrê-cina bisekinin (Aqûb 4:7).

12-13. Ev yek ku em qisûrdar in ça dikare bibe sebeb ku em hezkirina Yehowada dudilî bin?

12 Şikên derheqa hezkirina Yehowa dikarin ji bo sebebeke din jî bikevine dilê me. Gelo ev çi ye? Ev heye qisûrdarî, ya ku derbazî ser me bûye (Zebûr 51:5; Romayî 5:12). Ji bo gune însanet ji Yehowa Xwedê dûr ketiye. Usa jî gune zirar daye hiş, dil û bedena însên.

13 Ji bo qisûrdariya xwe, dibeke em xwe carna sûcdar kin, xemgîn bin yan şerm bikin, îlahî çaxê em gune dikin. Xêncî vê yekê hestên usa dikarin cem me pêşda bên, çimkî em timê tînin ser xwe ku em qisûrdar in. Ev yek me eciz dike, çimkî meriv serîda usa nehatibûne efirandinê (Romayî 8:20, 21). Çawa ku tekereka erebêye berdayî, lezaya erebê kêm dike, qisûrdarî jî xîreta me kêm dike. Lema jî ecêbmayî nîne ku em carna dudilî dibin, wekî Yehowa me hez dike. Gava usa diqewime, were em bînin bîra xwe, wekî Yehowa Xwedê hindava kesên ku wî hez dikin û qanûnên wî xwey dikin, amin û dilovan e (Nehemya 1:5).

14. Çaxê em derheqa qurbana Îsa difikirin, ev yek ça alî me dike dudilî nebin wekî Yehowa me hez dike? (Romayî 5:8) (Usa jî binihêrin çargoşe “Ji Aliyê Qisûrdariya Xweva Neyê Xapandinê”.)

14 Dibeke em carna bifikirin, wekî em hêjayî hezkirina Yehowa nînin. Û hemikî ev yek rast e. Lê em çiqas nehêjayî vê yekê bin jî, yeke Yehowa me hez dike. Lema jî ewî emirê Kurê xwe berva daye, wekî ser hîmê vê yekê gunên me bêne baxşandinê (1 Yûhenna 4:10). Usa jî bîr neke wekî Îsa hatibû, ne seva ku merivên bêqisûr xilaz ke, lê seva ku gunekara xilaz ke (Bixûne Romayî 5:8). Tu kes nikare her tiştî bi cûrê bêqisûr bike, û Yehowa vê yekê ji me ne jî dewa dike. Ji bo qisûrdariyê şik dikeve dilê me ku Yehowa me hez dike, lema jî were em her tiştî bikin ku şikên xwe alt kin (Romayî 7:24, 25).

Ji Aliyê Qisûrdariya Xweva Neyê Xapandinê

Kitêba Pîroz dibêje wekî qewata gune heye ku meriva bixapîne (Îbranî 3:13). Lema jî, xêncî vê yekê ku qisûrdarî me hêlan dike wekî em gune bikin, ev usa jî dikare bibe sebeb, wekî şik bikevine dilê me ku Yehowa me hez dike.

Em dibeke difikirin wekî tu kes nikare me bixapîne. Mesele, em diqewime bawer dikin ku tu kesê qelp nikare me bixalifîne û perê me ji me bistîne. Lê hergê em haj xwe tune bin, em dikarin bêne xapandinê.

Mîna vê yekê, gava qisûrdariya me dibe sebeb ku em bifikirin wekî Yehowa me hez nake, em gerekê neyne xapandinê. Ji bo qisûrdariya xwe, dibeke em timê dîna xwe bidine kêmasî û şaşiyên xwe. Lê em gerekê bîr nekin wekî qewata gune heye ku me bixapîne. Lema jî em gerekê fikirên usa ji hişê xwe derxin.

AMIN BIMÎNE

15-16. Hergê em Yehowara amin bimînin, em dikarin çida bawer bin? (2 Samûyêl 22:26)

15 Yehowa dixwaze, wekî em safîkirina rast bikin ku nêzîkî wî bin (Qanûna Ducarî 30:19, 20). Hergê em usa bikin, ewê jî hindava meda amin bimîne (Bixûne 2 Samûyêl 22:26). Heta ku em Yehowara amin bimînin, ewê alî me bike wekî em bikaribin hemû çetinayada sebir kin.

16 Çawa ku gemî bi saya lengerê nuqî avê nabe, Yehowa hazir e alî me bike, wekî em him niha him jî axiriyêda tengasiyada sebir kin. Kitêba Pîrozda raste-rast tê gotinê, wekî Yehowa me hez dike. Û çaxê şik bikevine dilê me, were em dîna xwe bidine ne ku hestên xwe, lê vê yekê ku em derheqa hezkirina Yehowa çi zanin. Belê, were em îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin, ku hezkirina Yehowaye amin heta-hetayê ye!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima em gerekê bîr nekin, ku hezkirina Yehowa hînkirineke Kitêba Pîroze sereke ye?

  • Qisûrdariya me ça dikare bibe sebeb, ku em hezkirina Yehowada dudilî bin?

  • Hergê em dudilî bin ku Yehowa me hez dike, em çi dikarin bikin?

KILAMA 159 Rûmetê Bide Yehowa

a Seva ku diha zêde mesela bivînin, bixûnin Qanûna Ducarî 31:8, Zebûr 94:14 û Îşaya 49:15.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak ji Yehowa alîkariyê dixwaze ku jina xweye nexweş bibe xweyî, perê xwe bi bîlanî xerc ke û qîza xwe hîn ke, wekî Yehowa hez bike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin