GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33
KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”
Bawer Be ku Yehowa Te Hez Dike
“Min bi hezkirina herheyî ji te hez kir” (YÊREMYA 31:3, ÎM).
VÊ GOTARÊDA
Emê pêbihesin ku em ji ku zanin, wekî Yehowa me hez dike û em ça dikarin baweriya xwe hindava vê yekê diha qewî kin.
1. Te çima sond xwar, wekî tuyê heta-hetayê Yehowara xizmet kî? (Binihêre usa jî şikil.)
TÊ BÎRA te ku te ça sond xwaribû wekî tuyê heta-hetayê Yehowara xizmet kî? Te ev yek safî kir, çimkî te Yehowa hez kir. Wê demê te soz da wekî tuyê bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe wî hez bikî (Markos 12:30). Ji wî çaxî hezkirina te hindava wî diha qewî bûye. Lema jî hergê kesekî ji te bipirsiya, “Gelo tu Yehowa bi rastî hez dikî?”, teyê bê şik bigota, “Erê, ez ji her kesî û her tiştî zêdetir Wî hez dikim!”
Gava te emirê xwe tesmîlî Yehowa kir û hatî nixumandinê, tê bîra te ku te wî çiqas hez dikir? (Binihêre abzasa 1)
2-3. Yehowa dixwaze ku em çida bawer bin, û vê gotarêda emê derheqa çi xeber din? (Yêremya 31:3)
2 Belê, tu Yehowa hez dikî, lê diqewime tu dudilî dibî vê yekêda ku ew te hez dike. Xûşkeke ku zarotiya wê çetin derbaz bibû, usa got: “Ez zanim, wekî ez Yehowa hez dikim, û vê yekêda qe dudilî nabim. Lê ez bawer nînim vê yekêda ku Yehowa min hez dike”. Gelo tu ça dikarî pêbihesî hela nihêrandina Yehowa hindava teda çi cûreyî ye?
3 Yehowa dixwaze wekî tu bawer bî ku ew te hez dike (Bixûne Yêremya 31:3). Rastî ev e, ku Yehowa te kişande berbi xwe. Gava te sond xwar ku tuyê wîra xizmet kî û bêyî nixumandinê, te tiştekî gelek qîmet stand, hezkirina wîye amin. Ew te gelek hez dike û ewê te tu cara tenê nehêle. Yehowa hemû xizmetkarên xwe hez dike û wana ça milkê xweyî qîmet hesab dike, û nihêrandina wî hindava te jî hema usa ne (Malaxî 3:17). Çawa ku Pawlosê şandî bawer bû, wekî Yehowa wî hez dike, Yehowa dixwaze wekî tu jî bawer bî ku ew te hez dike. Pawlos usa nivîsî: “Ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne: Ne mirin, ne jîyîn, ne melek, ne serwêrtî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qewat, ne bilindayî, ne kûrayî, ne jî efrînekî din. Qe tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne” (Romayî 8:38, 39). Vê gotarêda emê bivînin ku çima ferz e baweriya xwe diha qewî kin hindava vê yekê, ku Yehowa me hez dike û ça em dikarin vê yekê bikin.
ÇIMA FERZ E HEZKIRINA YEHOWADA BAWER BIN?
4. Em ça dikarin nekevine telikên Mîrê-cina?
4 Bawerbûna hindava hezkirina Yehowa alî me dike “nekevine telikên Mîrê-cina” (Efesî 6:11). Mîrê-cina dixwaze wekî em terka xizmetiya Yehowa bidin. Ew gelek xîret dike ku bigihîje vê nêtê. Mesele, ew her tiştî dike wekî me bide bawerkirinê ku Yehowa me hez nake. Lê ev yek derew e. Kitêba Pîroz Mîrê-cina beramberî şêrekî birçî dike (1 Petrûs 5:8, 9). Şêr hicûmî ser heywanên sist dikin, yên ku nikarin xwe biparêzin. Mîna vê yekê, Mîrê-cina mecala digere wekî hicûmî ser me bike gava em dilteng in, mesele ji bo tiştên ku berê hatibûne serê me, ji bo çetinayên ku em niha dikişînin, yan jî ji bo vê yekê ku em axiriyê ditirsin (Metelok 24:10). Ew dixwaze wekî em qidûm kevin û terka xizmetiya Yehowa bidin. Lema jî, seva ku em bikaribin “miqabilî Mîrêcin bisekinin”, em gerekê sed selefî bawer bin wekî Yehowa me hez dike (Aqûb 4:7).
5. Çima ferz e ku em hezkirina Yehowada bawer bin?
5 Gava em bawer in vê yekêda ku Yehowa me hez dike, em diha nêzîkî wî dibin. Gelo çima? Yehowa me usa efirandiye ku em him xwexa hez bikin him jî hewce ne, wekî kesên din me hez bikin. Gava kesek me hez dike, em jî wî hez dikin. Lema jî, çiqas em divînin wekî Yehowa me hez dike û qîmet dike, haqas em jî diha zêde wî hez dikin (1 Yûhenna 4:19). Sal pey salara hezkirina me hindava hevda diha qewî dibe. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Lê em ça dikarin baweriya xwe hindava vê yekê qewî kin wekî Yehowa me hez dike?
ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE HEZKIRINA YEHOWADA BAWER BIN?
6. Seva ku em hezkirina Yehowada bawer bin, em dikarin bona çi dua bikin?
6 Timê dua bike û ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku fem bikî wekî ew çima te hez dike (Lûqa 18:1; Romayî 12:12). Hergê lazim be rojê çend cara ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî tu bikaribî bi çevê wî ser xwe binihêrî. Carna dilê te dibeke te neheq dike û tu bawer nakî, wekî Yehowa te hez dike. Lê bîr neke, wekî Yehowa ji dilê te “mestir e” (1 Yûhenna 3:19, 20). Ew te rind nas dike û divîne tiştên baş, ku tu nav xweda diqewime navînî jî (1 Samûyêl 16:7; 2 Dîrok 6:30). Lema jî şerm neke dilê xwe wîra veke û alîkariya wî bixwaze, wekî hezkirina wîda bawer bî (Zebûr 62:8). Paşê li gora duayê xwe hereket bike û şîretên ku jêrê hatine dayînê, bîne sêrî.
7-8. Kitêba Zebûr ça nîşan dike, ku Yehowa me hez dike?
7 Îtbariya xwe xeberên Yehowa bîne. Ji bîna ber Xwedê, nivîskarên Kitêba Pîroz nivîsî ne, wekî Yehowa bi rastî yekî çawa ye. Mesele, Dawid Padşa derheqa wî usa got: “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (Zebûr 34:18). Gava tu xemgîn î, dibeke tu xwe tenê texmîn dikî. Lê Yehowa soz dide ku wedê usa ewê nêzîkî te be, çimkî ew divîne ku tu çiqas hewcê wî yî. Zebûreke dinda, Dawid usa got: “Hêsirên min Tu bike meşkê Xwe” (Zebûr 56:8). Yehowa çetinayên te divîne. Ew bi temamiya dil bona te xem dike û dikeve heyra te. Çawa ku rêwîk avê meşka xweda xwey dike, Yehowa jî ça bêjî hêsirên çevên te xwey dike. Zebûr 139:3 derheqa Yehowa usa dibêje: “Teva eyan e hemû rîyên min”. Belê, Yehowa hemû rêyên te divîne, lê ew dîna xwe dide qenciya ku tu dikî (Îbranî 6:10). Gelo çima? Çimkî ew qîmet dike xwestina te ku tu dixwazî dilê wî şa kî.a
8 Bi saya rêzên ku dilê me rihet dikin, Yehowa ça bêjî mera dibêje: “Ez dixwazim nîşanî te bikim ku ez te gelek hez dikim û bona te xem dikim”. Lê çawa ku me pêşiya vê dît, Mîrê-cina dixwaze te bide bawerkirinê ku Yehowa te hez nake. Lema jî hergê tu carna ber xwe dikevî hela Yehowa bi rastî te hez dike, ji xwe bipirse: “Ezê baweriya xwe giliyên kê bînim, ‘bavê derewa’ yan ‘Xwedayê rastiyê’?” (Yûhenna 8:44; Zebûr 31:5, ÎM).
9. Yehowa çi dibêje wan, yên ku wî hez dikin? (Derketin 20:5, 6)
9 Bifikire, ku Yehowa çawa ne hindava wan meriva, yên ku wî hez dikin. Dîna xwe bidê ku Yehowa Mûsa û Îsraêliyara çi gotibû (Bixûne Derketin 20:5, 6). Yehowa soz da wekî ewê kesên ku wî hez dikin, bi aminî hez bike. Ev gilî nîşanî me dikin, wekî Yehowa pişta xwe nade kesên ku wî hez dikin (Nehemya 1:5). Lema jî hergê tu carna ber xwe dikevî ku Yehowa te hez dike yan na, ji xwe bipirse: “Gelo ez Yehowa hez dikim?” Paşê bifikire: Hergê tu wî hez dikî û çi ji destê te tê dikî, wekî dilê wî şa kî, tu dikarî bawer bî ku ew jî te hez dike (Daniyêl 9:4; 1 Korintî 8:3). Dêmek, hergê tu dudilî nabî vê yekêda ku Yehowa hez dikî, gerekê vê yekêda jî dudilî nebî ku ew te hez dike. Tu dikarî bawer bî wekî ewê timê te hez bike û tu cara te tenê nehêle.
10-11. Yehowa dixwaze wekî nihêrandina te hindava kirînê çi cûreyî be? (Galatî 2:20)
10 Derheqa kirînê kûr bifikire. Qurbana Îsa pêşkêşeke lapî mezin e ji Yehowa, ya ku ewî bona kara hemû meriva daye (Yûhenna 3:16). Lê gelo ev pêşkêş bona te jî hatiye dayînê? Hemikî erê! Were em serhatiya Pawlosê şandî şêwir kin. Pêşiya ku ew bû şagirtê Îsa, ewî hine gunên giran kiribû, û paşê jî dîsa lazim bû ku ew hine kêmasiyên xwe alt ke (Romayî 7:24, 25; 1 Tîmotêyo 1:12-14). Lê Pawlos fem kir ku Yehowa bona kara wî qurban daye (Bixûne Galatî 2:20). Em zanin ku Pawlos giliyên xwe ji bîna ber Xwedê nivîsî, û her tiştê ku Kitêba Pîroz dibêje, bona hînkirina me ye (Romayî 15:4). Lema jî giliyên Pawlos didine kifşê, ku Yehowa dixwaze wekî tu jî qurbanbûna Îsa ça pêşkêşa şexsî xût bona xwe hesab kî. Hergê nihêrandina teye ser qurbanê usa be, tuyê hê zêde bawer bî wekî Yehowa te jî hez dike.
11 Em ji Yehowa razî ne, çimkî ewî Îsa şande ser erdê, wekî emirê xwe bona me berva bide. Usa jî Îsa hate ser erdê wekî merivara rastiya derheqa Xwedê bêje (Yûhenna 18:37). Yek ji wan rastiya ku ewî merivara got ev e, ku Yehowa zarên xwe hez dike.
ÎSA ÇA ALÎ ME DIKE WEKÎ EM HEZKIRINA XWEDÊDA BAWER BIN?
12. Em çima dikarin baweriya xwe giliyên Îsaye derheqa Yehowa bînin?
12 Gava Îsa ser erdê bû, ewî merivara digot ku Yehowa yekî çawa ye (Lûqa 10:22). Îsa bi mîlyarda sala cem Yehowa bû û Yehowa rind nas dike, lema jî em dikarin baweriya xwe giliyên wî bînin (Kolosî 1:15). Îsa bi çevê xwe dîtibû ku Yehowa merivên amin çiqas hez dike. Gelo ewî ça alî kesên din dikir, wekî ewana hezkirina Xwedêda bawer bin?
13. Îsa dixwaze ku nihêrandina me hindava Yehowa çawa be?
13 Îsa dixwaze wekî em bizanibin, ku Yehowa hindava meda çawa ne. Ewî zêdetirî 160 cara Yehowa ça “Bav” nav kir. Usa jî gava Îsa tevî meriva xeber dida, ewî carna digot ‘Bavê we’ yan “Bavê weyî ezmana” (Metta 5:16; 6:26). Xizmetkarên Xwedêye wedê berê, çaxê derheqa Yehowa digotin yan tevî wî xeber didan, sernavên usa didane xebatê ça “Himzor”, “Xwedayê Jorin” û “Efirandarê her tiştî”, lê Îsa gelek car jêra digot “Bav”. Ev yek nîşan dike ku Yehowa dixwaze wekî em nêzîkî wî bin, çawa ku zar nêzîkî bavê xwe ye. Were em du mesela şêwir kin, yên ku didine kifşê wekî Îsa xebera “Bav” ça dida xebatê.
14. Îsa ça nîşan kir ku Bavê meyî ezmana me qîmet dike? (Metta 10:29-31) (Binihêre usa jî şikil.)
14 Were em dîna xwe bidine giliyên Îsa ku Metta 10:29-31-da nivîsî ne (bixûne). Çivîkên biçûk Yehowara xizmet nakin û nikarin mîna meriva wî hez bikin. Dîsa jî, Bavê me çivîka gelek qîmet dike, û gava yek ji wan dikeve ser erdê, ew vê yekê zane. Hergê ew çivîka qîmet dike, bifikire ku ew çiqas hê zêde xizmetkarên xweye amin qîmet dike, yên ku wî hez dikin. Usa jî, Îsa got ku Bavê me zane ku çiqas por ser serê me hene. Ev yek nîşan dike wekî ew bona me her kesî xem dike. Belê, Îsa dixwaze ku em bawer bin wekî Bavê meyî ezmana gelekî me qîmet dike.
Gava çivîkek dikeve ser erdê, Yehowa vê yekê zane, çimkî ew çivîka qîmet dike. Hergê tu bi aminî wîra xizmet dikî û wî hez dikî, hela bifikire ku ew çiqas diha zêde te qîmet dike! (Binihêre abzasa 14)
15. Giliyên Îsa ji Yûhenna 6:44 derheqa Bavê teyî ezmana çi tera didine kifşê?
15 Dîna xwe bide meseleke din, kîjan ku nîşan dike wekî Îsa xebera “Bav” ça dida xebatê (Bixûne Yûhenna 6:44). Bavê teyî ezmana te kişande ser riya rastiyê. Gelo çima? Çimkî ewî xeyset-hunurên teyî baş dît (Karên Şandiya 13:48). Diqewime Îsa Yûhenna 6:44-da besa giliyên Yêremya kir, kîjan ku rêza sereke ya vê gotarê ye: “Min bi hezkirina herheyî ji te hez kir [dêmek, min te bi hezkirina amin berbi xwe kişand]” (Yêremya 31:3, ÎM; beramber ke Hoseya 11:4). Bifikire ku ev yek çi tê hesabê. Diqewime tu hine xeyset-hunurên xweye baş navînî, lê Bavê meyî ezmana rind divîne.
16. a) Îsa bi rastî çi dixwest mera bigota, û çima gerekê em baweriya xwe giliyên wî bînin? b) Çi dikare alî te bike bawer bî, ku Yehowa Bavekî lapî baş e bona te? (Binihêre çargoşe “Bavê ku Em Her Kes Hewce ne”.)
16 Bi vê yekê ku Îsa got wekî Yehowa Bavê me ye, ewî bi rastî dixwest bigota: “Yehowa ne tenê Bavê min e, ew Bavê we ye jî. Bawer bin ku ew we hez dike û dikeve heyra we her kesî”. Lema jî, hergê tu carna dudilî dibî hela Yehowa bi rastî te hez dike yan na, ji xwe bipirse: “Gelo ez gerekê baweriya xwe giliyên Îsa neynim, yê ku Bavê me rind nas dike û hertim rastiyê dibêje?” (1 Petrûs 2:22).
BERDEWAM KE BAWERIYA XWE QEWÎ KE
17. Çima ferz e ku em baweriya xwe hindava hezkirina Yehowa diha qewî kin?
17 Em gerekê baweriya xwe hindava hezkirina Yehowa diha qewî kin. Çawa ku me dît, dijminê me, Mîrê-cina, dixwaze wekî em Yehowara xizmet nekin. Seva ku me ji Yehowa dûr xe, ew dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa me hez nake. Lê em gerekê baweriya xwe derewên Mîrê-cina neynin (Îbo 27:5).
18. Tu ça dikarî baweriya xwe hindava hezkirina Yehowa diha qewî kî?
18 Seva ku tu baweriya xwe hindava vê yekê ku Yehowa te hez dike, qewî kî, berdewam ke dua ke û alîkariyê ji wî bixwaze ku bikaribî pê çevê wî ser xwe binihêrî. Ser wan rêzên Kitêba Pîroz, yên ku hezkirina wîye mezin nîşan dikin, kûr bifikire. Bîr neke ku hergê kesek Yehowa hez dike, ew jî wî kesî hez dike. Bide ber çevê xwe ku qurbana Îsa çima mîna pêşkêşeke mexsûs e. Û îtbariya xwe giliyên Îsa bîne, ku Yehowa Bavê te ye. Hingê, gava kesek ji te bipirse hela tu bawer dikî ku Yehowa te hez dike yan na, tuyê aza bikaribî bêjî: “Erê, ez zanim wekî ew min hez dike, û çi ji destê min tê dikim, seva ku nîşanî wî kim wekî ez jî wî hez dikim!”
KILAMA 154 Hizkirin Xilaz Nabe