KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Cotmeh rûp. 18-23
  • Em Ça Dikarin bi Saya Dua Hê Nêzîkî Yehowa bin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin bi Saya Dua Hê Nêzîkî Yehowa bin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BI AZAYÎ YEHOWARA DUA BIKE
  • SEVA KU DUAYÊN ME DIHA KÛR BIN, EM ÇI DIKARIN BIKIN?
  • SER DUAYÊN KU KITÊBA PÎROZDA NIVÎSAR IN KÛR BIFIKIRE
  • BI SAYA DUA DIHA NÊZÎKÎ YEHOWA BE
  • Bona Kesên Din Dua Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Cotmeh rûp. 18-23

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

Em Ça Dikarin bi Saya Dua Hê Nêzîkî Yehowa bin?

“Xudan, ez bi dil û can gazî dikim, min bibihê” (ZEBÛR 119:145).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin wekî duayên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, ça dikarin alî me bikin ku em duayên xwe diha baş kin û hê nêzîkî Yehowa bin.

1-2. a) Diqewime çima mera çetin e dilê xwe Yehowara vekin? b) Em ji ku zanin wekî Yehowa hazir e guh bide me?

DUAYÊN xweda gelo tu timê giliyên mîna hev diwekilînî? Gelo carna tera çetin e dilê xwe Yehowara vekî? Bawer be wekî gelek kes wî halîda nin. Ji bo vê yekê ku şixul-emelên me gelek in, dibeke em timê lez û bez dua dikin. Yan jî, dibeke em dilê xwe Yehowara venakin, çimkî difikirin ku nehêja ne nêzîkî wî bin.

2 Kitêba Pîroz nîşanî me dike ku bona Yehowa, tiştê herî ferz ne ev e, ku em duayên xweda xeberên bedew bêjin, lê ev e ku em ji dil û bi milûktî dua bikin, çimkî ew guh dide xwestinên milûka (Zebûr 10:17). Ew rind guh dide her xebereke me, çimkî bi rastî dikeve heyra me (Zebûr 139:1-3).

3. Vê gotarêda emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Gelo em çima dikarin aza Yehowara dua bikin? Seva ku duayên me diha kûr bin, em dikarin çi bikin? Duayên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, ça dikarin vê yekêda alî me bikin? Hergê mera çetin e dilê xwe Yehowara vekin, em çi dikarin bikin? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.

BI AZAYÎ YEHOWARA DUA BIKE

4. Çi dikare alî me bike ku em bi azayî dua bikin? (Zebûr 119:145)

4 Seva ku em bi azayî Yehowara dua bikin, gerekê em fem bikin ku Yehowa dostê meyî amin e, yê ku dixwaze wekî em pêşdaçûyî bin. Nivîskarê Zebûra 119 Yehowa ça dostê xwe hesab dikir. Ça tê kifşê, hine tengasiyên wî hebûn. Mesele, kesên qelp buxdan avîtibûne wî (Zebûr 119:23, 69, 78). Usa jî, ew carna dilteng dibû ji bo kêmasiyên xwe (Zebûr 119:5). Dîsa jî, ew neditirsiya ku dilê xwe Yehowara veke (Bixûne Zebûr 119:145).

5. Çima gerekê em şerm nekin dua bikin? Meselê bîne.

5 Hergê kesekî gunekî giran kiriye jî, Yehowa dixwaze ku ew wîra dua bike (Îşaya 55:6, 7). Lema jî, em gerekê îzinê nedine şermê û hestên dine nebaş ku riya me bigirin Yehowara dua bikin. Vê meselê bide ber çevê xwe: Merivekî ku beriyêda unda bûye, dûrva merivekî ku dikare lê xilaz ke, divîne. Gelo ew gerekê şerm bike wekî unda bûye û alîkariyê nexwaze? Hemikî na! Mîna vê yekê, hergê me şaşî yan gune kiriye jî, em dikarin bi azayî Yehowara dua bikin (Zebûr 119:25, 176).

SEVA KU DUAYÊN ME DIHA KÛR BIN, EM ÇI DIKARIN BIKIN?

6-7. Çaxê em derheqa hunurên Yehowa difikirin, ev yek ça dikare alî me bike, wekî duayên me diha kûr bibin? Meselê bîne. (Usa jî binihêre spartin.)

6 Seva ku duayên me diha kûr bin, em gerekê Yehowara besa hest û fikirên xwe bikin. Gelo çi dikare alî me bike usa dua bikin?

7 Derheqa hunurên Yehowa bifikire.a Çiqas em ser hunurên wî bifikirin, haqas mera wê diha hêsa be duada fikirên xwe bi rihetî bêjin û dilê xwe Yehowara vekin (Zebûr 145:8, 9, 18). Dîna xwe bide serhatiya xûşkeke me bi navê Krîstîna. Bavê wê yekî sert bû, û evê yekê ser wê xirab hukum dikir. Xûşka me usa dibêje: “Minra hêsa nîbû ku Yehowa ça Bavê xwe hesab kim û dilê xwe jêra vekim. Ez difikirîm ku ji bo kêmasiyên min, ewê terka min bide”. Gelo kîjan hunurê Yehowa alî wê kir, wekî tirsê ji dilê xwe derxe? Ew dibêje: “Ez ser hezkirina Yehowaye amin gelek difikirîm, û min fem kir ku ew min hez dike. Ez zanim wekî ewê tu car pişta xwe nede min. Hergê ez bikevim jî, ewê bi dilovanî destê xwe dirêjî min ke û alî min bike rabim ser piya. Ev yek alî min dike dilê xwe wîra vekim û besa tiştên ku şabûnê minra tînin yan jî min xemgîn dikin, bikim”.

8-9. Wê çima baş be pêşda bifikirin, ku em dixwazin duayên xweda çi bêjin? Meselê bîne.

8 Bifikire ku tu dixwazî çi bêjî. Pêşiya ku dua bikî, ji xwe bipirse: “Gelo derdên min çi ne? Gelo dilê min ser kesekî maye û ez gerekê bibaxşînime wî? Gelo minra alîkariya Yehowa lazim e, wekî ez problêmeke ku teze pêşda hatiye, safî bikim?” (2 Padşatî 19:15-19). Usa jî, duayê ku Îsa ça mesele hîşt, bîne bîra xwe û bifikire ku tu dikarî derheqa navê Yehowa, Padşatiya Wî û qirara Wî çi bêjî (Metta 6:9, 10).

9 Gava xûşkeke me bi navê Alîska pêhesiya, wekî mêrê wê bi kansera mejû nexweş e û çare tune ku ew qenc be, jêra çetin bû dua bike. Ew dibêje: “Ez haqas xemgîn bûm û fikirên min haqas tevlihev bûn ku gava min dua dikir, min nizanibû çi bêjim”. Gelo çi alî wê kir? Ew dibêje: “Pêşiya ku ez dua bikim, ez çend deqa difikirim, hela ez derheqa çi dixwazim dua bikim. Ev yek alî min dike, wekî ez ne tenê bona xwe û nexweşiya mêrê xwe dua bikim. Bi vî cûreyî, ez îda dikarim him bi dilrihetî, him jî derheqa cûre-cûre tişta Yehowara dua bikim”.

10. Çima em gerekê lez û bez dua nekin? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Lez û bez dua neke. Hemikî duayên kin jî alî me dikin nêzîkî Yehowa bin. Ji aliyê dinva jî, duayên dirêj dikarin mecaleke diha baş bidine me ku em dilê xwe wîra vekin û besa hest û fikirên xwe bikin.b Mêrê Alîskayê, Êlîcah, usa dibêje: “Nava rojêda ez xîret dikim ku gelek cara dua bikim. Ez bi lez dua nakim, û ev yek alî min dike diha nêzîkî Yehowa bim. Yehowa ji duayên dirêj eciz nabe, lema ne lazim e ku ez leze-lez dua bikim”. Tu dikarî vê yekê bicêribînî: Xwera wede û cîkî layîq bivîne kîderê ku dîna te neçe ser tiştekî din, û tuyê bikaribî dirêj dua bikî, diqewime bi dengê bilind jî, û vê yekê xwera bike xeyset.

Şikil: 1. Pêşiya ku ro hiltê, birak ber sifrê rûniştiye û kûr difikire. Ber wî Kitêba Pîroz û qawe heye. 2. Paşî ku ro hilat ev hê ber sifrê rûniştiye û dua dike.

Xwera wede û cîkî rihet bivîne ku bikaribî dirêj dua bikî (Binihêre abzasa 10)


SER DUAYÊN KU KITÊBA PÎROZDA NIVÎSAR IN KÛR BIFIKIRE

11. Wê çira baş be ku em ser duayên ji dil, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, kûr bifikirin? (Usa jî binihêrin çargoşe “Gelo Halê Te Mîna Halê Wan e?”)

11 Dibeke bona te kêrhatî be ku ser duayên ji dil, kilam û zebûrên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, kûr bifikirî. Gava tu bivînî wekî xizmetkarên Xwedê hest û fikirên xwe ça eyan dikirin, ev yek wê alî te bike wekî tu jî dilê xwe Yehowara vekî. Usa jî, dibeke tu hine xeber û fikirên teze seva xwe bivînî, wekî ça duayên xweda pesinê Xwedê bidî. Xêncî vê yekê, tu diqewime hine duayên usa bivînî, kîjanada ku hest û halê xizmetkarên Xwedêye berê mîna yên te bûn, û dibeke duada wana hema ev tişt ji Yehowa dixwestin, çi ku tu jî dixwazî.

Gelo Halê Te Mîna Halê Wan e?

Gelek derecada xizmetkarên Yehowa dilê xwe jêra vedikirin. Gelo halê te mîna halê wan e?

  • Gava Aqûb xemgîn bû, ewî duayên xweda baweriya xwe Yehowa dianî û şikirî dida wî (Destpêbûn 32:9-12).

  • Gava Silêman Padşa xort bû û nizanibû ku cabdariya xwe ça bîne sêrî, ewî ji Yehowa alîkarî xwest (1 Padşatî 3:7-9).

  • Paşî ku Dawid Padşa tevî Bat-Şebayê zinêkarî kir, ewî ji Yehowa reca kir, ku “dilekî paqij” bide wî (Zebûr 51:9-12).

  • Gava Meryemêra qedirekî mezin hate dayînê, ewê pesinê Yehowa da (Lûqa 1:46-49).

Bona lêkolînê: Giliyên duayê xizmetkarekî Xwedêye berê lêkolîn ke. Paşê dîna xwe bidê ku Yehowa ça caba xwestina xizmetkarê xwe da. Dersên ku tu ji wê derecê bistînî, emirê xweda bide xebatê.

12. Gava em ser giliyên duayên ji Kitêba Pîroz, difikirin, em dikarin kîjan pirsa bidine xwe?

12 Çaxê tu ser giliyên duakî ji Kitêba Pîroz, difikirî, ji xwe bipirse: “Ev duayê kê ye, ew çi halîda bû û ewî çira usa dua kir? Gelo giliyên ji vî duayî halê minva girêdayî ne? Ez dikarim ji vî duayî çi hîn bim?” Seva ku tu cabên van pirsa bistînî, dibeke lazim be wekî tu diha zêde lêkolînê bikî. Û bona vê yekê dibeke wede û xîret lazim be, lê bi rastî hêjayî ye vê yekê bikî. Were em dîna xwe bidine çend mesela.

13. Ji serhatiya Hannayê em dikarin derheqa dua çi hîn bin? (1 Samûyêl 1:10, 11) (Usa jî binihêrin şikil.)

13 Bixûne 1 Samûyêl 1:10, 11. Gava Hannayê dua kir, du derdên wêye mezin hebûn: Ya yekê, zar jêra nedibûn û ya duda, hewiya wê dilê wê dêşand (1 Samûyêl 1:4-7). Hergê derdê te jî heye, ya ku gelek wext e nayê safîkirinê, gelo tu dikarî ji duayê Hannayê çi hîn bî? Paşî ku ewê dirêj dua kir û Xwedêra besa derdê xwe kir, dilê wê rihet bû (1 Samûyêl 1:12, 18). Hergê em Yehowara bêjin ku derdê me ça ser me hukum dike û barê xwe wîra bihêlin, dilê me jî wê rihet be (Zebûr 55:22).

Şikil: 1. Elkana tevî du zarên xwe dilîze, lê Hanna xemgîn e û wana nanihêre. 2. Pênîna zara xweye tezebûyîra şa dibe. 3. Hanna bi dil û can dua dike û digirî. 4. Kahînê Mezin Elî ecêbmayî Hannayê dinihêre.

Gava zar Hannayêra nedibûn û hewiya wê dilê wê dêşand, ewê dilê xwe Yehowara vekir (Binihêre abzasa 13)


14. a) Em dîsa çi dikarin ji serhatiya Hannayê hîn bin? b) Gava em kûr ser Nivîsarên Pîroz bifikirin, ev yek ça dikare alî me bike duayên xweda besa diha zêde tişta bikin? (Binihêre spartin.)

14 Çend sal şûnda paşî ku Samûyêl hate bûyînê, diya wî Hannayê ew bire bal Kahînê Mezin Elî (1 Samûyêl 1:24-28). Duayê xweda Hannayê got ku Yehowa xizmetkarên xweye amin diparêze û wan dibe xweyîc (1 Samûyêl 2:1, 8, 9). Dibeke problêmên wêye malbetêda hê bi temamî safî nebibûn, lê dîsa jî ewê dîna xwe dida vê yekê ku ça Yehowa lê kerem kiriye. Gelo em çi ji vê yekê hîn dibin? Hergê em dîna xwe bidinê, ku Yehowa heta niha ça alî me kiriye, wê mera diha hêsa be çetinayada sebir kin.

15. Gava em rastî neheqiyê tên, em dikarin ji duayê Yêremya çi hîn bin? (Yêremya 12:1)

15 Bixûne Yêremya 12:1. Carekê Yêremya pêxember eciz bû gava dît ku merivên xirab pêş dikevin. Usa jî ew dilteng bû gava xelqê qerfên xwe wî dikirin (Yêremya 20:7, 8). Gava merivên qelp pêş dikevin yan gava meriv qerfên xwe me dikin, dibeke em jî xwe mîna Yêremya texmîn kin. Rast e Yêremya besa derdên xwe kir, lê ew tu car heqiya Yehowada dudilî nedibû. Gava ewî didît ku Yehowa xizmetkarên xweye neguhdar ça şîret dikir, baweriya wî hindava heqiya Yehowa diha qewî dibû (Yêremya 32:19). Em jî dikarin duayên xweda aza besa xemên xwe bikin û bawer bin ku wedê rastda, Yehowa wê neheqiya ku hindava meda hatiye kirinê, bide hildanê.

16. Ji duayê mêrekî Lêwî, em çi dikarin hîn bin? (Zebûr 42:1-4) (Binihêre usa jî şikil.)

16 Bixûne Zebûr 42:1-4. Nivîskarê vê kilamê mêrekî Lêwî bû, yê ku aksorkirî bû û nikaribû here paristgehê, wekî tevî kesên din serê xwe ber Yehowa dayne. Zebûra wî nîşanî me dike, ku ewî xwe çawa texmîn dikir. Hergê em nikarin ji malê derkevin yan hergê em ji bo baweriya xwe kelêda nin, dibeke em jî xwe usa texmîn kin. Em çi halîda bin jî, wê baş be ku em duayên xweda besa hestên xwe bikin. Ev yek dikare alî me bike ku hestên xwe diha baş fem kin û nihêrandina rast ser dereca xwe xwey kin. Mesele, Lêwî fem kir ku ber wî mecalên teze wê vebin, ku pesinê Yehowa bide (Zebûr 42:5). Usa jî ewî anî bîra xwe, ku Yehowa ça lê bibû xweyî (Zebûr 42:8). Duayên ji dil dikarin alî me bikin, ku em dilê xwe lêkolîn kin, dilrihetiyê û qewatê bistînin, wekî sebir kin.

Şikil: 1. Çolêda mêrekî Lêwî bi dil û can dua dike. 2. Nexweşxanêda birak nava nivînada rûniştiye û dua dike. Ber wî Kitêba Pîroz heye.

Nivîskarê Zebûra 42 dilê xwe Xwedêra vekir. Gava em duayên xweda besa hestên xwe dikin, ev yek dikare alî me bike bi cûrê rast ser dereca xwe binihêrin (Binihêre abzasa 16)


17. a) Em dikarin ji duayê Ûnis pêxember çi hîn bin? (Ûnis 2:1, 2) b) Gava em rastî çetinaya tên, hine giliyên ji Zebûra ça dikarin alî me bikin? (Binihêre spartin.)

17 Bixûne Ûnis 2:1, 2. Çaxê Ûnis pêxember zikê mesiya mezinda bû, ewî bi van giliya Yehowara dua kir. Ûnis guh nedabû Yehowa, lê dîsa jî ew bawer bû, ku Yehowa wê dengê wî bibihê. Duayê xweda Ûnis gelek giliyên ku Zebûrada nivîsar in, wekilandin.d Ça kifş e ewî ev rêz rind zanibûn. Gava ew ser van rêza difikirî, baweriya wî qewî dibû ku Yehowa wê alî wî bike. Mîna Ûnis pêxember, were em jî xîret bikin, ku hine rêza ezberî kin. Û çaxê em rastî çetinaya bên û Yehowara dua bikin, ev rêz dikarin bêne bîra me û dilrihetiyê bidine me.

BI SAYA DUA DIHA NÊZÎKÎ YEHOWA BE

18-19. Hergê em carna nizanin ku duada çi Yehowara bêjin, Romayî 8:26, 27 ça dikare alî me bike? Meselê bîne.

18 Bixûne Romayî 8:26, 27. Carna dibeke xemên me haqas giran bin, ku em nizanin çi Yehowara bêjin. Hergê usa be, “ruhê pîroz xwexa bona me hîvî dike”. Gelo çi cûreyî? Bi saya ruhê pîroz, Yehowa gelek duayên xizmetkarên xwe Kitêba Pîrozda dane nivîsarê. Hergê em halekî çetinda nin û nikarin fikirên xwe zelal bêjin, Yehowa dikare giliyên ji van dua usa qebûl ke, ku ça bêjî ew giliyên me ne, û ew dikare caba duayên me bide.

19 Evê fikirê alî xûşkeke meye Ûris bi navê Yêlêna, kir, ya ku hate girtinê, çimkî Xwedêra dua dikir û Kitêba Pîroz dixwend. Yêlêna haqas ber xwe diket, ku jêra çetin bû dua bike. Ew dibêje: “Wê demê kete bîra min ku gava ez xwe bêçare texmîn dikim û nizanim ça dua bikim, Yehowa wê duayên xizmetkarên xweye berê, yên ku ji bîna ber Wî hatibûne nivîsarê . . . mîna recayên min qebûl bike. . . . Van rojên çetinda, ji vê yekê min dilrihetiya mezin distand”.

20. Gava em strêsêda nin, em ça dikarin hişê xwe bona dua hazir kin?

20 Gava em strêsêda nin, dibeke em destpêkin dua kin, lê paşê fikirên me tevlihev bin û hişê me here ser tiştên din. Seva ku usa nebe, em dikarin çi bikin? Mesele, pêşiya ku em dua bikin, em dikarin guh bidine aûdîo-nivîsandinên Zebûra. Yan jî mîna Dawid Padşa xwera binivîsin ku em çi ser xwe texmîn dikin (Zebûr 18, 34, 142; sernivîsar). Hemikî qanûn tune ne, ku em gerekê xwe ça bona dua hazir kin (Zebûr 141:2). Lema jî her kes bira xwexa safî ke kîjan mêtodê bide xebatê.

21. Em çira dikarin duada dilê xwe Yehowara vekin?

21 Ça baş e wekî pêşiya ku em tiştekî bêjin, Yehowa îda hestên me fem dike (Zebûr 139:4). Lê yeke wî xweş tê gava em dilê xwe jêra vedikin û dibêjin ku îtbariya xwe wî tînin. Lema jî şerm neke ku Bavê xweyî ezmanara dua bikî. Ji duayên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, hîn be. Bi dil û can dua bike û wîra bêje ku tu bona çi şa dibî û çira xemgîn î. Yehowa dostê te ye û ewê timê kêleka te be!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çi dikare alî te bike, duada dilê xwe Yehowara vekî?

  • Seva ku bi saya dua diha nêzîkî Yehowa bî, tu çi dikarî bikî?

  • Tu ça dikarî ji duayên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, karê bistînî?

KILAMA 45 Fikirên Dilê Min

a Dîna xwe bidine “Hine hunurên Yehowaye mexsûs”, ji vê edebyeta bi navê Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, binserî “Yehowa”.

b Duayên ku bira civatêda dibêjin, dirêj nînin.

c Hine tiştên ku Hannayê duayê xweda gotin, mîna giliyên ji nivîsarên Mûsa ne. Ça tê kifşê ew ser Nivîsarên Pîroz kûr difikirî (Qanûna Ducarî 4:35; 8:18; 32:4, 39; 1 Samûyêl 2:2, 6, 7). Giliyên ku diya Îsa, Meryemê, gelek sal şûnda bona pesindayîna Xwedê got, mîna giliyên Hannayê bûn (Lûqa 1:46-55).

d Mesele, giliyên Ûnis 2:3-9 beramberî giliyên ji Zebûr 69:1; 16:10; 30:3; 142:2, 3; 143:4, 5; 18:6; û 3:8 bike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin