GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43
KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê
Bona Kesên Din Dua Bikin
“ Bona hev dua bikin . . . Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (AQÛB 5:16).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku çima ferz e seva kesên din dua bikin û em ça dikarin vê yekê bikin.
1. Em ji ku zanin wekî Yehowa duayên me qîmet dike?
DUA pêşkêşeke gelek qîmet e. Hela bifikire: Yehowa hine cabdarî dane meleka (Zebûr 91:11). Usa jî ewî hine cabdariyên mezin daye Kurê xwe Îsa Mesîh (Metta 28:18). Lê gelo cabdariya ku dua bibihên, Yehowa daye kê? Ew xwexa guh dide duayên me. Ewî ev cabdarî nedaye kesekî din. Lema jî, Kitêba Pîrozda derheqa wî tê gotinê, wekî ew ‘dua dibihê’ (Zebûr 65:2).
2. Derheqa duakirina bona kesên din, Pawlosê şandî çi mesele mera hîşt?
2 Rast e em bi azayî dikarin derheqa derdên xwe Yehowara dua bikin, lê em gerekê bona kesên din jî dua bikin. Pawlosê şandî jî usa dikir. Mesele, ewî civata Efesêra usa nivîsî: “Ez duayên xweda hertim we tînim bîra xwe” (Efes. 1:16). Pawlos şexsî bona hine kesa dua dikir. Mesele, ewî hevalê xwe Tîmotêyora usa got: “Şikir Xwedêra . . . Ez şev û roj dua-dirozgên xweda te bîr tînim” (2 Tîmotêyo 1:3). Rast e xemên Pawlosê şandî jî hebûn, seva çi jî ewî dikaribû dua kira (2 Korintî 11:23; 12:7, 8). Lê ewî wede didît, wekî bona kesên din jî dua bike.
3. Dibeke em çima bîr kin ku bona kesên din dua bikin?
3 Carna, dibeke em bîr kin bona kesên din dua bikin. Gelo çima? Xûşkeke bi navê Sabrînaa besa yek ji sebeba dike. Ew dibêje: “Jîyîna me tije strês e. Serê me carna bi problêma haqas tije ye, ku em tenê derheqa hewcên xwe dua dikin”. Gelo tu jî carna wî halîda yî? Vê gotarêda emê pêbihesin ku 1) çima ferz e bona kesên din dua bikin û 2) em ça dikarin vê yekê bikin.
ÇIMA EM GEREKÊ BONA KESÊN DIN DUA BIKIN?
4-5. Duayên bona kesên din ça dikarin “gelekî qewat” û bi “hukum” bin? (Aqûb 5:16)
4 Duayê bona kesên din “gelekî qewat e û hukum dike” (Bixûne Aqûb 5:16). Gelo duayên meye bona kesên din bi rastî dikarin dereca wan biguhêzin? Belê. Îsa, yê ku zanibû wekî wedekî kinda Petrûsê şandî wê wî înkar ke, usa got: “Min bona te dua-dirozge kir, wekî baweriya te sist nebe” (Lûqa 22:32). Pawlosê şandî jî zanibû ku qewata dua mezin e. Gava ew bi neheqî li Romê girtî bû, ewî Fîlîmonra usa nivîsî: “Gumana min heye, wekî ezê bi saya duayên we vegerim cem we” (Fîlîmon 22). Bi rastî jî usa qewimî. Gelek wext derbaz nebû ku Pawlos aza kirin û ewî karibû berdewam ke mizgîniyê bela ke.
5 Hemikî ev yek nayê hesabê ku bi saya dua, em dikarin zorê Yehowa bikin tiştekî seva me bike. Lê ew xemên xizmetkarên xwe divîne, û carna ew safî dike ku li gora xwestina wan hereket bike. Hergê usa ye, were em ji dil dua bikin û paşê derdên xwe bidine destê wî (Zebûr 37:5; usa jî binihêre 2 Korintî 1:11).
6. Gava em bona kesên din dua dikin, ev yek ça dikare ser hestên me hindava wan hukum ke? (1 Petrûs 3:8)
6 Duakirina bona kesên din alî me dike ku em hindava wanda rem bin (Bixûne 1 Petrûs 3:8). Merivê dilrem halê kesên din rind fem dike, û ew hazir e alî wan bike (Markos 1:40, 41). Rûspîkî bi navê Mîkayêl usa dibêje: “Gava ez bona hewcên kesên din dua dikim, ez diha baş fem dikim ku halê wan çiqas çetin e, û ez diha zêde wana hez dikim. Hergê ewana vê yekê nizanin jî, ez xwe diha nêzîkî wan texmîn dikim”. Lê rûspîkî bi navê Rîçard usa dibêje: “Gava em bona kesekî dua dikin, xwestina me zêde dibe ku em alî wî bikin. Usa jî gava em alîkariyê didine wî, em bi rastî qewatê didine xebatê, wekî duayê meye seva wan bê sêrî”.
7. Duakirina bona kesên din ça alî me dike ku em nekevine tenê heyra problêmên xwe? (Fîlîpî 2:3, 4) (Binihêre usa jî şikil.)
7 Duakirina bona kesên din alî me dike ku em nekevine tenê heyra problêmên xwe (Bixûne Fîlîpî 2:3, 4). Temamiya dinyayê bin destê Mîrê-cinada ye, lema jî her kes ji me rastî tengasiya tê (1 Yûhenna 5:19; Eyantî 12:12). Gava em xwera dikin xeyset ku bona kesên din dua bikin, em tînin bîra xwe “ku xûşk-birên [me] jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin” (1 Petrûs 5:9). Pêşengeke bi navê Katrîn usa dibêje: “Duakirina bona kesên din tîne bîra min, wekî kesên din jî rastî çetinaya tên û alî min dike ku ez bi zêdeyî dîna xwe nedime derdên xwe”.
Duakirina bona kesên din alî me dike ne tenê derheqa problêmên xwe bifikirin (Binihêre abzasa 7)d
EWANA HEWCÊ DUAYÊN ME NE
8. Em bona kê dikarin dua bikin?
8 Gelo em bona kê dikarin dua bikin? Mesele, em dikarin bona kesên nexweş, cahilên ku mektebêda rastî çetinaya tên yan bona kesên emirda mezin dua bikin. Usa jî seva wan xûşk-bira, yên ku ji aliyê merivên xweva yan ji aliyê dewletêva rastî peyketina tên (Metta 10:18, 36; Karên Şandiya 12:5). Ji bo şer û tevlihevbûna hine xûşk-bira mecbûr bûn ji malên xwe birevin herin. Hine kes jî ji bo teşqelên tebiyetê tengasiyê dikişînin. Dibeke em van xûşk-bira şexsî nas nakin, lê gava em bona wan dua dikin, em nîşan dikin wekî em guh didine temiya Îsa ku “hevdu hez bikin” (Yûhenna 13:34).
9. Çima em gerekê bona birên cabdar û bona jinên wan dua bikin?
9 Usa jî, em dikarin bona birên ku teşkîleta Yehowada cabdariyên wan hene, dua bikin. Mesele, bona Koma Rêberiyê û alîkarçiyên wan, bona Komîtêyên Beytela û birên ku Beytelada ça berpirsiyarên îdara xizmet dikin û usa jî bona berpirsiyarên mihalê, rûspiya û berdestiyên civatê. Rast e çetinayên şexsî cem wan bira hene, lê yeke ewana bona kara me şixulê Yehowada xîret in (2 Korintî 12:15). Mesele, berpirsiyarekî mihalê bi navê Mark usa dibêje: “Ev yek ku ez ji dê-bavê xweyî emirda mezin dûr im bona min derdekî mezin e, çimkî herdu jî nexweş in. Xûşka min û mêrê wê çiqas bona hewcên wan xem dikin jî, dilê min dêşe çimkî ez nikarim kêleka wan bim, seva ku xwexa jî alî wan bikim”. Firqî tune em derdên şexsî yên wan birên xîret zanin yan na, were em bona wan dua bikin (1 Têsalonîkî 5:12, 13). Xêncî vê yekê, em dikarin bona jinên wan jî dua bikin, çimkî piştgiriya wan bona mêrên wan bi rastî jî gelek qîmet e û alî wan dike, ku ewana xizmetiya xwe berdewam bikin.
10-11. Gelo Yehowa ji duayên bona hemûya bi temamî razîye? Şiroveke.
10 Çawa ku me şêwir kir, carna em bona hemû xûşk-bira bi temamî dua dikin. Mesele, carna em raste-rast navê kesekî hilnadin, lê bi temamî bona kesên ku kelêda nin, yan bona kesên ku merivên xweye hezkirî unda kirine, dua dikin. Rûspîkî bi navê Donald usa dibêje: “Çimkî gelek xûşk-bira tengasiyêda nin, em carna bi temamî bona wan hemûya dua dikin”.
11 Gelo Yehowa ji duayên usa razî ye? Belê! Hemikî em hewcên her xûşk-birakî nizanin, lema jî normal e ku em bona wan hemûya bi temamî dua bikin (Yûhenna 17:20; Efesî 6:18). Duayên usa nîşan dikin, wekî em hemû ‘xûşk-bira hez dikin’ (1 Petrûs 2:17).
GAVA EM XÛT BONA KESEKÎ DUA DIKIN
12. Seva ku em bikaribin konkrêt bona kesekî dua bikin, em gerekê çi bikin?
12 Bira dîna te ser meriva be. Xêncî vê yekê ku em dikarin bi temamî bona hemû xûşk-bira dua bikin, wê baş be wekî em bona hine kesên konkrêt jî dua bikin. Mesele, gelo civata meda kesekî nexweş heye? Gelo zar yan cahilek heye, yê ku dilteng e, çimkî mektebêda ji bo baweriya wî qerfên xwe wî dikin? Gelo xûşk yan birakîra ku tenê zarên xwe mezin dike, çetin e zara “li gora şîretkirin û rêberiya Yehowa” hîn ke? (Efesî 6:4) Were em rind dîna xwe bidine xûşk-birên der-dora xwe û kesên usa bivînin. Bi vî cûreyî emê diha zêde wana hez bikin û bixwazin bona wan dua bikinb (Romayî 12:15).
13. Em ça dikarin bona kesên ku em şexsî nas nakin jî dua bikin?
13 Duayên xweda navên xûşk-bira hilde. Hergê em kesekî şexsî nas nakin jî, em dikarin duayên xweda navê wî hildin. Mesele, bifikire derheqa wan xûşk-bira, yên ku li Krîmê, Erîtrêyayê, Rûsyayê û li Sîngapûrê kelêda nin. Navên kesên ku kelêda nin em dikarin li ser jw.org bivînin.c Berpirsiyarekî mihalê bi navê Brayan usa dibêje: “Seva ku ez navê xûşk yan birakî ku kelêda ye, bînim bîra xwe û duayên xweda navê wî hildim, ez navê wî xwera dinivîsim û bi dengê bilind dibêjim”.
14-15. Em ça dikarin bona tiştên konkrêt dua bikin?
14 Bira duayên te konkrêt bin. Mîkayêl, besa kîjanî ku me pêşda kiribû, usa dibêje: “Gava ez serhatiyên xûşk-birên ku kelêda girtî ne, li ser jw.org dixûnim, ez difikirim ku hergê ez dewsa wan bûma, minê xwe ça texmîn kira. Mesele, ezê bona jina xwe ber xwe ketama, û minê bixwesta ku bona hewcên wê xem kirana. Lema jî, gava ez bona xûşk-birên zewicî, yên ku ketine kelê, dua dikim, ez zanim ku dikarim besa çi bikim” (Îbranî 13:3, spartin).
15 Hergê em jîyîna xûşk-birên ku kelêda nin didine ber çevê xwe, wî çaxî emê fem bikin ku em dikarin xût bona çi dua bikin. Mesele, em dikarin dua bikin wekî nobedar hindava wan rem bin û kesên cabdar îzinê bidin, wekî xûşk-birên me bi azayî Yehowa bihebînin (1 Tîmotêyo 2:1, 2). Em dikarin dua bikin wekî xûşk-birên din ji mesela aminiya wan yên ku kelêda nin, hêlanê bistînin, yan jî wekî merivên nebawermend rabûn-rûniştina wane baş bivînin û guh bidine mizgîniyê (1 Petrûs 2:12). Hemikî em dikarin bona xûşk-birên ku tengasiyên din dikişînin jî usa dua bikin. Were em rind dîna xwe bidine der-dora xwe, navên hine xûşk-bira duayên xweda hildin û konkrêt bona halxweşiya wan Yehowara dua bikin. Bi vî cûreyî hezkirina ku nav meda heye wê diha zêde be (1 Têsalonîkî 3:12).
NIHÊRANDINA RAST SER DUA
16. Em gerekê ça ser duayên xwe binihêrin? (Metta 6:8)
16 Çawa me dît duayên me dikarin ser guhastina dereca hukum kin. Dîsa jî em gerekê nefikirin, wekî Yehowa hine tişta nizane û lazim e ku derheqa vê yekê bi saya dua jêra bêjin. Usa jî em gerekê Yehowara nebêjin ku çi bike. Yehowa hewcên xizmetkarên xwe zane, pêşiya ku ewana yan jî em derheqa vê yekê pêbihesin (Bixûne Metta 6:8). Lê hergê usa ne, çima lazim e ku em bona kesên din dua bikin? Xêncî van tişta besa çi jî me kir, bi duayên xwe em dikarin nîşan kin ku em bona meriva xem dikin. Em hevdu hez dikin, lema jî dixwazin bona hev dua bikin. Gava Yehowa divîne ku em çev didine hezkirina wî, ew gelek şa dibe.
17-18. Meselê bînin ku dide kifşê, wekî bi saya dua em bona xûşk-birên xwe xem dikin.
17 Hergê usa bê kifşê, wekî paşî duayên me filan derece nayê guhastinê, yeke bi duayên xwe em nîşan dikin ku xûşk-bira hez dikin. Yehowa vê yekê divîne û dişêkirîne. Vê meselê bide ber çevê xwe: Malbetekêda du zarên biçûk hene, kur û qîzek. Kur nexweş e û ketiye nava cî-nivîna. Keçik bavê xwera dibêje: “Bavo, lava dikim alî birê min bike. Ew gelek nexweş e!” Dîna bavê usa jî ser kurê wî ye, çimkî ew wî hez dike û rind lê dibe xweyî. Lê gava ew divîne ku qîza wî çiqas bona birê xwe xem dike, ew gelek şa dibe.
18 Hema bi vî cûreyî Yehowa dixwaze ku em bona hevdu xem bikin û dua bikin. Gava em bona kesên din dua dikin, em nîşan dikin ku em ne tenê dikevine heyra xwe, lê bi dil û can bona kesên din jî xem dikin, û ev yek Yehowa xweş tê (2 Têsalonîkî 1:3; Îbranî 6:10). Usa jî çawa me dît, duayên me carna dikarin ser dereca hukum kin. Lema jî were em tu car bîr nekin, wekî bona hevdu dua bikin.
KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin
a Hine nav hatine guhastinê.
b Ser jw.org, binihêre vîdêo Takêşî Şîmîzû: Yehowa yê ku Dua Dibihê.
c Seva ku navê wan xûşk-bira bivînî, yên ku kelêda nin, ser jw.org binihêre para “Wan Welatada Şedên Yehowa ji bo Baweriya Xwe Kelêda nin”.
d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşk-birên ku derdên wane şexsî hene, dîsa jî bona kesên din dua dikin.