KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 23-27
  • Yahowa wê Alîkariyê Bide Te

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yahowa wê Alîkariyê Bide Te
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • WEDÊ NEXWEŞIYÊ ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNE
  • HÛN GEREKÊ KÎJAN ŞÎRETÊ QEBÛL KIN?
  • FESAL BIN
  • “HÛN XWEŞ BIN!”
  • Ewî Meriv Hiz Dikirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Çaxê Malbetêda Kesek Nexweş e
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • “Gunên Te Hatine Afûkirinê”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Îsa Nexweşa Qenc Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 23-27
XXûşkeke Mesîhî nexweşxanêda ne; mêrê wê destê wê destê xweda girtiye û tevî wê dua dike

Yahowa wê Alîkariyê Bide Te

“Di dema nexweşiya wîda, Yahowa, ji wîra dibe alîkar” (ZEBÛR 41:3, AB).

KILAMÊN: 23, 138

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Zebûr 41:3 ça dikare me dilgerm ke wedê nexweşiyê?

  • Çira em hîviyê nînin ku Xwedê niha bi keremet me qenc ke?

  • Çira em gerekê fesal bin çaxê yên din mera derheqa sihet-qewatê şîretê didin?

1, 2. Wedê berê Xwedê çi dikir bona nexweşa, û çaxê îro hine meriv nexweş dikevin dibeke derheqa çi difikirin?

HERGÊ nexweşiya teye giran hebû, dibeke te pirs da xwe: “Gelo ezê qenc bim?” Yan jî dibeke neferê mala te yan jî hevalê te nexweş e û tu difikirî ku gelo ew wê qenc be. Ew bi tebiyetî ye ku em xwera û merivên xweyî nêzîkra sihet-qewata baş dixwazin. Di Kitêba Pîrozda em dikarin bixûnin derheqa wan meriva, yên ku bê sihet bûn û yên dixwastin bizanibin ku ewana wê qenc bin yan na. Mesele, Ahazya Padşa, kîjan ku kurê Ahab û Îzabêlê bû, ziyan standibû û dixwast bizanibûya hela wê qenc be yan na. Ben-hadad Padşayê Sûryayê jî nexweş bû û pirsî ku gelo ew dikare qenc be (2 Padşatî 1:2; 8:7, 8).

2 Kitêba Pîroz usa jî mera dibêje, ku berê car-cara Yahowa bi keremet meriv qenc dikirin û hela hê ewî pêxemberên xwe jî dida xebatê, seva ku hineka ji mirinê rake (1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:17-20, 32-35). Îro, hine merivên nexweş dibeke difikirin, ku gelo Xwedê bona wan jî wê tiştekî bike, ku ewana qenc bin.

3-5. Yahowa û Îsa çi dikarin bikin, û kîjan pirsa emê şêwir kin?

3 Yahowa dikare ser sihet-qewata meriva hukum ke. Ewî hinek bi nexweşiya ceza dikir, mesele Firewinê ku wedê Birahîmda bû, û paşê xûşka Mûsa, Meryem (Destpêbûn 12:17; Jimar 12:9, 10; 2 Samûyêl 24:15). Û çaxê Îsraêlî Yahowara amin nîbûn, ewî ewana “bi nexweşî û . . . bela” ceza kirin (Qanûna Ducarî 28:58-61). Wedê mayîn, Yahowa cimeta xwe ji nexweşiya xwey dikir (Derketin 23:25; Qanûna Ducarî 7:15). Ewî hin jî hinek ji wan qenc dikirin. Mesele, çaxê Îbo gelek giran nexweş bû û dixwast bimira, Yahowa ew qenc kir (Îbo 2:7; 3:11-13; 42:10, 16).

4 Em sed selefî bawer in wekî qewata Yahowa heye ku merivên nexweş qenc ke. Îsa jî dikare nexweşa qenc ke. Çaxê ew ser erdê bû, ewî merivên nexweş, mesele yên kotî yan jî hîvketî qenc dikirin. Ewî usa jî yên kor û şilûşet qenc dikir (Bixûne Metta 4:23, 24; Yûhenna 9:1-7). Ew keremet alî me dikin ku em hîviya wan tiştên pir baş bin, kîjan ku dinya tezeda Îsa wê bike. Wî çaxî wê tu kes nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24).

5 Lê hergê nexweşiya meye giran heye, gelo em niha gerekê hîviya Yahowa yan Îsa bin ku ew me bi keremet qenc kin? Û em gerekê derheqa çi bifikirin çaxê em cûrê qenckirinê dijbêrin?

WEDÊ NEXWEŞIYÊ ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNE

6. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa wan keremeta yên ku Mesîhiyên qirna yekêda dikirin?

6 Qirna yekêda, Yahowa Mesîhî bi ruhê pîroz kifş kirin û feresetê usa da wan ku keremeta bikin (Karên Şandiya 3:2-7; 9:36-42). Mesele, wana karibûn meriv qenckirana û karibûn ser cûre-cûre zimana xeberdana (1 Korintî 12:4-11). Lê paşê, îda keremet tune bûn, çawa ku Kitêba Pîrozda hate gotinê (1 Korintî 13:8). Lema îro em nikarin ji Xwedê hîviya keremetê bin, ku me û merivên meyî nêzîk qenc ke.

Yehowa zane ku çira xizmetkarên wî diçerçirin û ew aminiya wan bîr nake

7. Zebûr 41:3 ça me qewî dike?

7 Hergê nexweşiya we heye, Yahowa wê ber dilê weda bê û alî we bike, çawa ku berê ewî alî xizmetkarên xwe dikir. Dawid Padşa nivîsî: “Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran [belengaza, DT]! Di roja xirabda, wî xilaz dike Xudan. Xudan wî digire, dide wî jîyan, li welat wî dilgeş dike, wî nade destê dijminan” (Zebûr 41:1, 2, ÎM). Hilbet, Dawid nedixwast bigota ku ew meriv, kîjan ku alî belengaza dike, tu car wê nemire. Lê wekî usa ne, Yahowa ça alî wî merivê heyf dikir? Dawid şirovekir: “Dema nexweşiya wîda, Yahowa, ji wîra dibe alîkar û di nexweşiya wîda tevahiya cilên wî tu çêdikî” (Zebûr 41:3, AB). Yahowa zane ku xizmetkarên wî çi êşê dikişînin, û ew tu car wana bîr nake. Ew dikare mêrxasî û bîlaniyê bide wan. Hin jî, Yahowa meriv usa çêkir, ku bedena meriva dikare xwexa qenc be.

8. Li gora Zebûr 41:4, Dawid çi ji Yahowa hîvî kir ku bona wî bike çaxê nexweşiya wîye giran hebû?

8 Zebûr serê 41-da, Dawid usa jî mera gilî dike derheqa wî wedeyî, çaxê ew zef nexweş bû, sist û xemgîn bû. Tê kifşê ku ew wede hingê bû, çaxê kurê wî Abşalom dixwast dewsa wî bibûya padşa. Û Dawid usa zef nexweş bû, ku nikaribû kurê xwe bide sekinandinê. Ewî zanibû ku ji bo vî guneyî ku tevî Bat-Şebayê kir, malbeta wîda problêm hene (2 Samûyêl 12:7-14). Lê Dawid xwe ça da kifşê? Ewî dua kir: “Li min were remê ya Xudan! Şîfa [qenckirin] bide min, çimkî li pêş te kir gunehan!” (Zebûr 41:4, ÎM). Dawid zanibû ku Yahowa gunê wî baxşandê, û ewî îtbariya xwe Yahowa dianî ku ew wê alî wî bike wedê nexweşiya wî. Lê gelo Dawid ji Yahowa hîviya keremetê bû?

9. a) Yahowa bona Hizqiya Padşa çi kir? b) Dawid wedê nexweşiya xwe ji Yahowa hîviya çi bû?

9 Belê, wî çaxî car-cara Yahowa meriv bi keremet qenc dikirin. Mesele, çaxê Hizqiya Padşa nexweş ket û ber mirinê bû, Yahowa ew qenc kir. Û Hizqiya paşî vê yekê 15 sala jît (2 Padşatî 20:1-6). Lê Dawid hîviyê nîbû ku Yahowa bi keremet wî qenc ke. Dewsê, ew hîviyê bû ku Xwedê hindava wîda jî usa be, çawa hindava merivê ku alî belengaza dike. Heleqetiya Dawid tevî Xwedê gelek nêzîk bû, û lema ewî karibû ji Yahowa hîvî ke ku wî dilbîniyê bide wî û wî xwey ke wedê nexweşiya wî. Ewî usa jî hîvî kir ku Yahowa alî wî bike wekî ew bi qewata bedena xwe qenc be. Em jî usa dikarin alîkariyê ji Yahowa bixwazin (Zebûr 103:3).

10. Çi qewimî tevî Trofîmo û Êpafrodîto, û ew yek me çi hîn dike?

10 Qirna yekêda rast e Pawlosê şandî û yên din bi keremet karibûn nexweşa qenc kin, lê ne hemû Mesîhî bi keremet qenc dibûn. (Bixûne Karên Şandiya 14:8-10.) Pawlosê şandî bavê Popliyo qenc kir, kîjan ku tayê ketibû û germa wîye bilind hebû. Pawlos “dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir” (Karên Şandiya 28:8). Lê Pawlos her kesên ku nas dikir qenc nedikir. Mesele, yek ji hevalên wî Trofîmo tevî Pawlos rêwîtiya mîsyonêrtî dikir (Karên Şandiya 20:3-5, 22; 21:29). Çaxê Trofîmo nexweş ket, Pawlos wî qenc nekir. Lema Trofîmo rêwîtiya xwe tevî Pawlos da sekinandinê û di şeherê Mîletosda ma, seva ku qenc be (2 Tîmotêyo 4:20). Hevalê Pawlosî din Êpafrodîto nexweş ket û ber mirinê bû, lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Pawlos ew qenc kir (Fîlîpî 2:25-27, 30).

HÛN GEREKÊ KÎJAN ŞÎRETÊ QEBÛL KIN?

11, 12. Ji Kitêba Pîroz em çi pêdihesin derheqa Lûqa, û ew ça dibeke alî Pawlos dikir?

11 Lûqa hekîm bû, û ew tevî Pawlos rêwîtî dikir (Karên Şandiya 16:10-12; 20:5, 6; Kolosî 4:14). Diqewime ku ew alî Pawlosê û yên din dikir, çaxê ewana di rêwîtiya xweye mîsyonêrtîda nexweş diketin (Galatî 4:13). Çawa ku Îsa got, “saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Lûqa 5:31).

Em gerekê fesal bin, gava kesek şîretekê derheqa sihet-qewata me dide me

12 Lûqa ne ku tenê ew meriv bû, yê ku hiz dikir şîreta bide derheqa sihet-qewatê. Ew bi profêsiya xwe hekîm bû. Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku kîderê yan kengê Lûqa profêsiya xwe hîn bû. Lê tê gotinê ku Pawlos ji aliyê Lûqada pirs-silav şande Kolosyara. Ji vê yekê tê kifşê ku dibeke Lûqa mekteba mêdîsînayê di Lawdikyayêda hîn bûye, kîjan ku nêzîkî Kolosyayê bû. Usa jî, çaxê Lûqa kitêba Karên Şandiya û Lûqa nivîsî, ewî xeberên mêdîsînayê da xebatê. Û çimkî ew hekîm bû, di nivîsarên xweda ewî gelek qewimandin nivîsî, çaxê Îsa meriv qenc dikirin.

13. Pêşiya ku em derheqa sihet-qewatê şîretê bidine kesekî yan çaxê kesek şîretê dide me, em gerekê çi bîra xweda xwey kin?

13 Îro, ji xûşk-birên me tu kes nikare keremeta bike û me qenc ke. Lê çimkî ewana dixwazin alî me bikin, hinek ji wan dibeke şîretê didine me, cara wî çaxî jî hergê me ji wan nexwastiya. Hilbet, hine şîret bêxof in. Mesele, Pawlos Tîmotêyora şîret da ku hine şerav vexwe. Problêma Tîmotêyo ya zikva girêdayî hebû, çimkî dibeke ewî ava netemiz vedixwar.a (Binihêre spartin.) (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:23.) Lê em gerekê fesal bin çaxê mera şîreta didin derheqa sihet-qewatê. Mesele, dibeke bira yan xûşkek mera bêje ku em dermanekî yan pincarekê bixwin, yan kîjan xwarinê bixwin yan jî kîjanê nexwin. Ew dikare mera bêje ku ewê yekê alî neferê mala wî kiriye, problêma kîjanî usa bû ça ya me. Lê ew nayê hesabê ku ew yek wê alî me jî bike. Rast e îro gelek meriv dermana yan cûrê qenckirinê didine xebatê, lê em gerekê bîr nekin, ku ew derman yan qenckirin dikare ziyanê bîne. (Bixûne Metelok 27:12.)

FESAL BIN

14, 15. a) Em çida gerekê fesal bin? b) Em çi dikarin hîn bin ji Metelok 14:15?

14 Her kes ji me dixwaze sihet-qewat be, çimkî usa em dikarin jîyîna xwera şa bin û bona Yahowa gelek kar bikin. Lê em gunekar in, lema jî em nikarin xwe ji hemû nexweşiya xwey kin. Çaxê em nexweş dikevin, dibeke gelek cûrê qenckirinê hene, lê em xwexa safî dikin ku kîjanê bijbêrin. Dibeke hine meriv û kompanya dibêjin ku dîtine ew derman, kîjan ku wê nexweşiya me qenc bike. Lê yazix nêta wan tenê ew e ku gelek pera çêkin. Ewana dikarin bêjin ku gelek meriva ev derman dane xebatê û qenc bûne. Û çimkî em gelek dixwazin qenc bin, lema jî dibeke em bixwazin çi jî hebe bidine xebatê, seva ku qenc bin û jîyîna xwe dirêj kin. Lê em gerekê tu car bîr nekin şîreta ku Xebera Xwedê dide me: “Kesê hişsivik bi her gotinêva bawer dibe, lê belê yê aqil jî hesabê gava xwe ya diavêje dike” (Metelok 14:15).

Em gerekê serwaxt bin û fesal bin, ku em baweriya xwe çi tînin

15 Hergê em bîlan in, emê fesal bin çaxê kesek şîretê dide me derheqa sihet-qewata me, lê vê yekêda cêribandî nîne. Wî çaxî em gerekê pirsên usa bidine xwe: “Ew meriv dibêje ku ev vîtamîn, dermanên ji şînkaya, yan dîêtayê alî meriva kiriye, lê ez sed selefî zanim ku bi rastiyê alî wan kiriye? Hergê bi rastiyê jî ewan tişta alî merivên din kirine, lê ez ji ku zanim ku wê alî min jî bikin? Gelo lazim e ez hê zêde lêkolîn bikin û tevî wan meriva xeberdim, yên ku cêribandî ne û zanin ku çawa nexweşiya min qenc kin? (Qanûna Ducarî 17:6).

16. Em gerekê derheqa çi bifikirin, çaxê bona sihet-qewata xwe safîkirina dikin?

16 Çaxê em safî dikin ku, kîjan cûrê qenckirinê yan kîjan derman bidine xebatê, em gerekê “aqilda giran” bin, dêmek serwaxt bin (Tîto 2:12). Îlahî çaxê ew cûrê qenckirinê yan jî derman nenas e, em gerekê serwaxt bin. Gelo ew merivê ku mera derheqa wan qenckirina gotiye, dikare şiroveke ew tişt yan derman ça gerekê bêne xebitandinê? Şirovekirina wî te dudilî nake? Gelo hene gelek hekîm ku qayîl in, wekî ew qenckirin yan derman bi rastiyê dikare meriva qenc ke? (Metelok 22:29). Dibeke kesek mera dibêje, ku cîkî dûr cûrekî qenckirina teze hate derxistinê û ku hekîm hê nizanin derheqa vê yekê. Lê gelo hene îzbatkirin ku ew cûrê qenckirinê heye? Hinek jî dibeke şîretê didine me ku dermanên usa bidine xebatê, ku eyan nînin ji çi hatine çêkirinê yan eyan nînin, ku ew ça ser meriva hukum dibe. Ew yek dikare gelek xof be. Bîra xweda xwey kin ku Xwedê mera pêşda dibêje, ku em tiştên netebiyetî yan sêrbaziyêva girêdayî nedine xebatê (Qanûna Ducarî 18:10-12; Îşaya 1:13).

“HÛN XWEŞ BIN!”

17. Kîjan xwestina meye tebiyetî heye?

17 Koma rêberiyê qirna yekêda nemek birara şand, seva ku wanra bêje wekî ewana ji hine tişta xwe dûr bigirin. Xilaziya wê nemekê koma rêberiyê nivîsî: “Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin” (Karên Şandiya 15:29). Di hine zimanada, giliyên xilaziyê ji wê rêzê hate welgerandinê bi wan xebera “sihet-qewata baş wera”, û usa jî ew gilî dikare bê hesabê “qewî bin”. Belê, ji wan giliya tê kifşê ku tebiyetî ye em gişk dixwazin, wekî sihet-qewata me baş be.

Xûşkeke Mesîhî û mêrê wê tevî hekîm xeberdidin, têne ser civatê, û wede tevî yên din derbaz dikin

Rast e em dixwazin sihet qewat bin, lê em xizmetkirina Yahowara datînin ciyê pêşiyê (Binihêre abzasa 17)

18, 19. Dinya tezeda em dikarin hîviya çi bin?

18 Çimkî em gunekar in, em nikarin xwe ji hemû nexweşiya xwey kin. Û çaxê em nexweş dikevin, em ji Yahowa hîviyê nînin ku ew me bi keremet qenc ke. Lê em dikarin hîviya axiriya baş bin, çaxê Xwedê bi temamî me qenc ke. Di Eyantî 22:1, 2, Yûhennayê şandî derheqa “ava jiyînê” û “dara jiyînê” gilî dike, kîjan ku her kesa wê qenc ke. Ew nayêne hesabê hine derman ku dikarin îro yan dinya tezeda me qenc kin. Lê ew tê hesabê hemû tişt çi ku Yahowa û Îsa wê bikin, seva ku em heta-hetayê bijîn (Îşaya 35:5, 6).

19 Em gelek hîviya wî wedê baş in. Lê niha em zanin ku Yahowa me her kesî hiz dike û zane em çi texmîn dikin çaxê tengasiyêda nin. Mîna Dawid, em jî bawer in ku hergê em nexweş kevin, Yahowa wê me tu car nehêle. Ew timê wê miqatî wan be, yên ku wîra amin in (Zebûr 41:12).

a Kitêba “Çêkirin û Terîxiyaye Şeravêye Berê” (“The Origins and Ancient History of Wine”) dibêje, ku zandara têderxistin ku çaxê baktêriyên xof dikevine nava şeravê, derbêra dimirin.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Yahowa wê alîkariyê bide te çaxê tu nexweş bî: Tu dikarî îtbariya xwe Yahowa bînî ku ew wê miqatî te be çaxê tu nexweş bî. Dua bike ku Xwedê bîlaniyê bide te, seva ku safî kî ku çawa  miqatî sihet-qewata xwe bî. Yahowa wê berdiliyê û mêrxasiyê bide te. Û ew soz dide ku zûtirekê ew wê bi temamî hemû nexweşiya qenc ke

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin