Înî, 10 Cotmehê
Serê serwaxtîyê xofa Xudan e (Metlk. 9:10).
Hergê ser haceta meye elektronîk nişkêva şiklekî pornografî vebe, gerekê em çi bikin? Gerekê em derbêra berê xwe bizivirînin û evê şikilê nenihêrin. Wê mera hêsa be vê yekê bikin, hergê em bînin bîra xwe, ku dostiya me tevî Yehowa çiqas qîmet e. Hine şikilên ku raste-rast nayêne hesabê pornografiya, dîsa jî dikarin hestên meriya gur bikin. Çira lazim e ku em ji şikilên vî cûreyî jî birevin? Çimkî çawa ku Îsa gotibû, “kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28, 29). Rûspîkî bi navê Dêvîd, yê ku Taylandêda dijî, dibêje: “Ez hertim ji xwe dipirsim: ‘Hergê ez şikileke necayîz, ya ku nayê hesabê pornografiya, binihêrim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikirên usa alî min dikin, wekî ez safîkirinên rast bikim”. Gelo çi dikare alî me bike, ku em safîkirinên baş bikin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî tirsa Xwedê destpêka bîlaniya rast e. w23.06 23 ¶12-13
Şemî, 11 Cotmehê
Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur (Îşa. 26:20, ÎM).
Dibeke ev “odeyên hundur” têne hesabê civatên me. Wê demê, hergê em tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Lema jî, gerekê em nihada xîret bikin ku ji dil xûşk û bira hiz bikin. Dibeke xilazbûna me vê yekêva girêdayî be! “Roja mezin ya Xudan” wê bona hemû meriva wexteke gelek çetin be (Sêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê rastî tengasiya bên. Lê hergê em xwe nihada hazir kin, emê bikaribin rihet bimînin û alî kesên din bikin. Çi jî bibe, emê himberî hemû problêma sebir kin. Gava xûşk û birên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê wanra nîşan kin û alî wan bikin. Û hergê em nihada xûşk-bira hiz bikin, emê axiriyêda jî wana hiz bikin. Paşê, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me. Hingê wê tu teşqele û tengasî tune bin û wê bêne bîrkirinê (Îşaya 65:17). w23.07 7 ¶16-17
Led, 12 Cotmehê
[Xwedê] wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke (1 Pet. 5:10).
Xebera Xwedêda gelek car mêrên amin ça kesên qewî têne navkirinê. Lê cara wana jî xwe bê qewat texmîn dikir. Mesele, hine derecada Dawid Padşa xwe mîna çiyakî qewî texmîn dikir, lê hine derecada xof û tirs dikete dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi saya ruhê pîroz qewateke mezin dabû Şimşon. Lê Şimşon zanibû ku bê qewata Xwedê, ewê sist be û bibe mîna merivên din (Hakimtî 14:5, 6; 16:17). Ev mêrên amin qewî bûn, çimkî Yehowa qewat dida wan. Pawlosê şandî zanibû, wekî ew jî hewcê qewata Yehowa bû (2 Korintî 12:9, 10). Ew rastî çetinayên sihet-qewatêva girêdayî dihat (Galatî 4:13, 14). Cara wîra jî çetin bû tiştên rast bike (Romayî 7:18, 19). Û cara ew ber xwe diket, ku axiriya wî wê çawa be (2 Korintî 1:8, 9). Lê gava Pawlos sist dibû, ew dîsa jî qewî dibû. Gelo çawa? Yehowa haqas qewat dida wî, çiqas wîra lazim bû. Ewî Pawlos qewî dikir. w23.10 12 ¶1-2