Şemî, 11 Cotmehê
Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur (Îşa. 26:20, ÎM).
Dibeke ev “odeyên hundur” têne hesabê civatên me. Wê demê, hergê em tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Lema jî, gerekê em nihada xîret bikin ku ji dil xûşk û bira hiz bikin. Dibeke xilazbûna me vê yekêva girêdayî be! “Roja mezin ya Xudan” wê bona hemû meriva wexteke gelek çetin be (Sêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê rastî tengasiya bên. Lê hergê em xwe nihada hazir kin, emê bikaribin rihet bimînin û alî kesên din bikin. Çi jî bibe, emê himberî hemû problêma sebir kin. Gava xûşk û birên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê wanra nîşan kin û alî wan bikin. Û hergê em nihada xûşk-bira hiz bikin, emê axiriyêda jî wana hiz bikin. Paşê, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me. Hingê wê tu teşqele û tengasî tune bin û wê bêne bîrkirinê (Îşaya 65:17). w23.07 7 ¶16-17
Led, 12 Cotmehê
[Xwedê] wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke (1 Pet. 5:10).
Xebera Xwedêda gelek car mêrên amin ça kesên qewî têne navkirinê. Lê cara wana jî xwe bê qewat texmîn dikir. Mesele, hine derecada Dawid Padşa xwe mîna çiyakî qewî texmîn dikir, lê hine derecada xof û tirs dikete dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi saya ruhê pîroz qewateke mezin dabû Şimşon. Lê Şimşon zanibû ku bê qewata Xwedê, ewê sist be û bibe mîna merivên din (Hakimtî 14:5, 6; 16:17). Ev mêrên amin qewî bûn, çimkî Yehowa qewat dida wan. Pawlosê şandî zanibû, wekî ew jî hewcê qewata Yehowa bû (2 Korintî 12:9, 10). Ew rastî çetinayên sihet-qewatêva girêdayî dihat (Galatî 4:13, 14). Cara wîra jî çetin bû tiştên rast bike (Romayî 7:18, 19). Û cara ew ber xwe diket, ku axiriya wî wê çawa be (2 Korintî 1:8, 9). Lê gava Pawlos sist dibû, ew dîsa jî qewî dibû. Gelo çawa? Yehowa haqas qewat dida wî, çiqas wîra lazim bû. Ewî Pawlos qewî dikir. w23.10 12 ¶1-2
Duşem, 13 Cotmehê
Xudan li dil dinihêre (1 Sam. 16:7, ÎM).
Hergê em jî carna xwe bêqîmet hesab dikin, were em bînin bîra xwe, ku Yehowa em çawa kişandine berbi xwe (Yûhenna 6:44). Yehowa zane ku dilê meda çi heye, û ew hunurên meye baş divîne, hergê em van navînin jî (2 Dîrok 6:30). Gava ew dibêje ku em qîmet in, em dikarin vê yekêda dudilî nebin (1 Yûhenna 3:19, 20). Hine Mesîhî xwe bona tiştên berê sûcdar dikin (1 Petrûs 4:3). Usa jî, xizmetkarên Xwedêyî amin himberî kêmasiyên xwe şer dikin. Hergê dilê te, te sûcdar bike, bîr neke wekî xizmetkarên Yehowayî berê jî xwe usa texmîn dikirin. Mesele, Pawlosê şandî ji bo kêmasiyên xwe eciz dibû (Romayî 7:24). Hemikî Pawlos gunên xwe tobe kiribû û hatibû nixumandinê, lê dîsa jî ewî got ku ew “ji şandiya yê herî paş” e û herî gunekar e (1 Korintî 15:9; 1 Tîmotêyo 1:15). w24.03 27 ¶5-6