Sêşem, 14 Cotmehê
Dev ji mala Xwedayê bapîrên xwe Xudan berdan (2 Dîr. 24:18).
Serhatiya Yoaş Padşa nîşan dike, wekî em gerekê xwera hevalên usa bijbêrin yên ku Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa kin. Hevalên usa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me cahiltir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada cahiltir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min diha qewî be? Gelo ewana min hêlan dikin ku ez li gora qanûn û prînsîpên Xwedê bijîm? Gelo ewana besa Yehowa û rastiyên wîye qîmet dikin? Gelo ewana tenê tiştên usa dibêjin yên ku ez dixwazim bibihêm, û çaxê lazim e, gelo ewana derheqa şaşiya min dibêjine min?” (Metelok 27:5, 6, 17). Bi rastî, hevalên ku Yehowa hez nakin tera ne lazim in. Lê hevalên ku Yehowa hez dikin gelek qîmet in, çimkî ewana wê ser te baş hukum kin (Metelok 13:20). w23.09 9-10 ¶6-7
Çarşem, 15 Cotmehê
Ez Alfa û Omêga me (Eyan. 1:8).
Alîfbeya Yûnanî bi herfa alfa destpêdibe û bi herfa omêga xilaz dibe. Bi wan giliya, “Alfa û Omêga”, Yehowa dide kifşê, ku gava ew destpêdike tiştekî bike, bê şik ew wî tiştî tîne sêrî. Yehowa Adem û Hêwayêra got, ku qirara wî bona meriva û erdê çi ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Çaxê Yehowa cara pêşin derheqa qirara xwe got, ev yek destpêk bû, dêmek “Alfa” bû. Lê çaxê qirara wî bi temamî bê sêrî û merivên guhdar ji zureta Adem û Hêwayê dinyayê tije kin û bikine Cinet, ev yek wê “Omêga” be. Çaxê efirandina “erd û ezman temamîya nexşên xweva li ser hevda hatin”, hingê Yehowa tiştekî usa got, çi ku da kifşê wekî sozê wî wê eseyî bê sêrî. Qirara Wî bona meriva û erdê, wê xilaziya roja hefta bi temamî bê sêrî (Destpêbûn 2:1-3). w23.11 5 ¶13-14
Pêşem, 16 Cotmehê
Li beriyê riya Xudan amade [hazir] bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşa. 40:3, ÎM).
Rêwîtiya ji Babîlonê heta Îsraêlê gelek zemet bû û weke çar meha dikişand. Lê Yehowa soz dabû, ku wê hemû çetinaya ji riya wan bide hildanê. Bona Cihûyên amin, vegerin welatê xwe Îsraêlê, hêjayî her tiştî bû. Çimkî bona wan keremên herî mezin hebandina Yehowa bû. Babîlonêda paristgeha Yehowa tune bû. Wêderê, bona qurbananîna li gora Qanûna Mûsa, ne qurbangeh ne jî kahînên kifşkirî hebûn, wekî qurbana bînin. Usa jî, vî şeherîda heçî zef meriv, xudanên qelp dihebandin, ne ku Yehowa. Lema jî bi hezara Cihûyên xwedêxof, hizreta wê rojê bûn, ku vegerin welatê xwe û dîsa wêderê Yehowa bihebînin. w23.05 14-15 ¶3-4