Çarşem, 15 Cotmehê
Ez Alfa û Omêga me (Eyan. 1:8).
Alîfbeya Yûnanî bi herfa alfa destpêdibe û bi herfa omêga xilaz dibe. Bi wan giliya, “Alfa û Omêga”, Yehowa dide kifşê, ku gava ew destpêdike tiştekî bike, bê şik ew wî tiştî tîne sêrî. Yehowa Adem û Hêwayêra got, ku qirara wî bona meriva û erdê çi ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Çaxê Yehowa cara pêşin derheqa qirara xwe got, ev yek destpêk bû, dêmek “Alfa” bû. Lê çaxê qirara wî bi temamî bê sêrî û merivên guhdar ji zureta Adem û Hêwayê dinyayê tije kin û bikine Cinet, ev yek wê “Omêga” be. Çaxê efirandina “erd û ezman temamîya nexşên xweva li ser hevda hatin”, hingê Yehowa tiştekî usa got, çi ku da kifşê wekî sozê wî wê eseyî bê sêrî. Qirara Wî bona meriva û erdê, wê xilaziya roja hefta bi temamî bê sêrî (Destpêbûn 2:1-3). w23.11 5 ¶13-14
Pêşem, 16 Cotmehê
Li beriyê riya Xudan amade [hazir] bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşa. 40:3, ÎM).
Rêwîtiya ji Babîlonê heta Îsraêlê gelek zemet bû û weke çar meha dikişand. Lê Yehowa soz dabû, ku wê hemû çetinaya ji riya wan bide hildanê. Bona Cihûyên amin, vegerin welatê xwe Îsraêlê, hêjayî her tiştî bû. Çimkî bona wan keremên herî mezin hebandina Yehowa bû. Babîlonêda paristgeha Yehowa tune bû. Wêderê, bona qurbananîna li gora Qanûna Mûsa, ne qurbangeh ne jî kahînên kifşkirî hebûn, wekî qurbana bînin. Usa jî, vî şeherîda heçî zef meriv, xudanên qelp dihebandin, ne ku Yehowa. Lema jî bi hezara Cihûyên xwedêxof, hizreta wê rojê bûn, ku vegerin welatê xwe û dîsa wêderê Yehowa bihebînin. w23.05 14-15 ¶3-4
Înî, 17 Cotmehê
Mîna zarên ronayê bijîn (Efes. 5:8).
Seva ku em “mîna zarên ronayê bijîn”, em hewcê alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çira? Çimkî hêsa nîne ku em vê dinya bênamûsda temiz bimînin (1 Têsalonîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em himberî fikir û fîlosofiyên dinyayê, yên ku miqabilî nihêrandina Xwedê ne, şer bikin. Usa jî ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em “qencî, heqî û rastî” nav xweda pêşda bînin (Efesî 5:9). Em gerekê dua bikin, wekî Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa gotibû, wekî Yehowa wê ruhê pîroz bide wan, yên ku “ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Usa jî gava em ser civata tevî xûşk û bira pesinê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efes. 5:19, 20). Ruhê pîroz wê usa jî alî me bike, wekî em li gora xwestina Xwedê bijîn. w24.03 23-24 ¶13-15