Şemî, 18 Cotmehê
Ez wera dibêjim, berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê, berdewam kin bigerin û hûnê bivînin, berdewam kin derî xin û wê ber we vebe (Lûqa 11:9).
Tera hê zêde sebir lazim e? Hergê erê, seva vê yekê dua bike. Sebir hunurê berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Lema jî em dikarin bona ruhê pîroz dua kin û ji Yehowa bixwazin ku alî me bike, wekî em sebira xwe zêde kin. Hergê sebira me bê cêribandinê, emê duada ruhê pîroz ji Xwedê “bixwazin”, wekî bikaribin sebir kin (Lûqa 11:13). Usa jî em dikarin ji Yehowa reca kin, wekî ew alî me bike ku em li gora nihêrandina wî bifikirin. Paşî duakirinê, em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî her roj sebir kin. Em çiqas bona sebirkirinê dua bikin û her tiştî bikin ku bi sebir bin, ev hunur wê kûraya dilê meda koka xwe berde û bibe para xeysetê me. Usa jî, derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz kûr bifikire. Kitêba Pîroz besa gelek merivên bi sebir dike. Gava em van serhatiya dixûnin û li ser wan kûr difikirin, em hîn dibin ku sebir kin. w23.08 22 ¶10-11
Led, 19 Cotmehê
Torên xwe bavêjine avê (Lûqa 5:4).
Îsa Petrûsê şandîra got, ku Yehowa wê alî wî bike û bona wî xem bike. Paşî rabûna ji mirinê, Îsa bi keremet alî Petrûs û şandiyên din kir, ku ewana gelek mesiya bigirin (Yûhenna 21:4-6). Ji vê keremetê, Petrûs fem kir wekî Yehowa wê hemû hewcên wî razî ke. Wî çaxî, diqewime ev giliyên Îsa hatine bîra wî: Yehowa wê wan meriva bibe xweyî, yên ku “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Lema jî, Petrûs pêşiya her tiştî dîna xwe dida xizmetiyê, ne ku şixulê mesîgiriyê. Roja Pênciye Hesab sala 33 D.M., ewî alî bi hezara meriva kir, ku ewana mizgîniyê qebûl kin (Karên Şandiya 2:14, 37-41). Paşê ewî alî Samerya û kesên ji miletên din dikir, ku ewana bibine xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiya 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs da xebatê, wekî merivên ji hemû mileta bibine para civata Mesîhîtî. w23.09 20 ¶1; 23 ¶11
Duşem, 20 Cotmehê
Hûn xewnê û şiroveya wê minra nebêjin, hûnê bên perçekirin (Dan. 2:5, ÎM).
Weke du sal şûnda, gava Babîloniya Orşelîm wêran kirin, Padşê Babîlonê, Nebûkedneser xewn-xeyaleke tirs dît, derheqa heykelekî mezin. Ewî qirar kir, ku hergê nevêjin wekî ewî çi xewn dîtiye û şirovenekin, ewê qesirêda hemû mêrên bîlan bikuje, Daniyêl jî nava wanda bû (Daniyêl 2:3-5). Daniyêl gerekê lez keta û zû-zû tiştek bikira, çimkî çawa emirê wî usa jî emirê gelek merivên din, bin xofêda bû. Ew “ket hundur û ji padşa wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Daniyêl 2:16, ÎM). Bona vê yekê mêrxasî û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Daniyêl pêşiya vê yekê îda xewn şirovekiribû. Ewî ji hevalên xwe reca kir ku ewana “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmana alîkariyê bixwazin” (Daniyêl 2:18, ÎM). Yehowa caba duayên wan da. Bi alîkariya Xwedê, Daniyêl xewna Nebûkedneser şirovekir. Ew û hevalên wî ji mirinê xilaz bûn. w23.08 3 ¶4