KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Led, 19 Cotmehê

Torên xwe bavêjine avê (Lûqa 5:4).

Îsa Petrûsê şandîra got, ku Yehowa wê alî wî bike û bona wî xem bike. Paşî rabûna ji mirinê, Îsa bi keremet alî Petrûs û şandiyên din kir, ku ewana gelek mesiya bigirin (Yûhenna 21:4-6). Ji vê keremetê, Petrûs fem kir wekî Yehowa wê hemû hewcên wî razî ke. Wî çaxî, diqewime ev giliyên Îsa hatine bîra wî: Yehowa wê wan meriva bibe xweyî, yên ku “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Lema jî, Petrûs pêşiya her tiştî dîna xwe dida xizmetiyê, ne ku şixulê mesîgiriyê. Roja Pênciye Hesab sala 33 D.M., ewî alî bi hezara meriva kir, ku ewana mizgîniyê qebûl kin (Karên Şandiya 2:14, 37-41). Paşê ewî alî Samerya û kesên ji miletên din dikir, ku ewana bibine xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiya 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs da xebatê, wekî merivên ji hemû mileta bibine para civata Mesîhîtî. w23.09 20 ¶1; 23 ¶11

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Duşem, 20 Cotmehê

Hûn xewnê û şiroveya wê minra nebêjin, hûnê bên perçekirin (Dan. 2:5, ÎM).

Weke du sal şûnda, gava Babîloniya Orşelîm wêran kirin, Padşê Babîlonê, Nebûkedneser xewn-xeyaleke tirs dît, derheqa heykelekî mezin. Ewî qirar kir, ku hergê nevêjin wekî ewî çi xewn dîtiye û şirovenekin, ewê qesirêda hemû mêrên bîlan bikuje, Daniyêl jî nava wanda bû (Daniyêl 2:3-5). Daniyêl gerekê lez keta û zû-zû tiştek bikira, çimkî çawa emirê wî usa jî emirê gelek merivên din, bin xofêda bû. Ew “ket hundur û ji padşa wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Daniyêl 2:16, ÎM). Bona vê yekê mêrxasî û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Daniyêl pêşiya vê yekê îda xewn şirovekiribû. Ewî ji hevalên xwe reca kir ku ewana “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmana alîkariyê bixwazin” (Daniyêl 2:18, ÎM). Yehowa caba duayên wan da. Bi alîkariya Xwedê, Daniyêl xewna Nebûkedneser şirovekir. Ew û hevalên wî ji mirinê xilaz bûn. w23.08 3 ¶4

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Sêşem, 21 Cotmehê

Yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Met. 24:13).

Derheqa kara sebirkirinê bifikirin. Gava em bi sebir in, em diha bextewar û dilrihet in. Sebirkirin dikare him ser hest û fikirên me, him jî ser sihet-qewata me baş hukum ke. Gava em hindava merivada sebirê didine kifşê, ev yek heleqetiya me tevî wan, diha baş dike. Usa jî bi saya sebirê, civata meda wê diha zêde tifaqî û yektî hebe. Hergê kesek me eciz bike, lê em zû hêrs nekevin, problêm wê mezin nebe (Zebûr 37:8; Metelok 14:29). Lê ya lape ferz ev e, ku em çev didine Bavê xweyî ezmana û diha nêzîkî wî dibin. Sebirkirin hunurekî gelek qîmet û kêrhatî ye! Carna hêsa nîne sebirê bidine kifşê, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebira xwe zêde kin. Em bi sebir hîviya dinya teze ne. Em bawer in, ku “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne û li ser wane ku hîvîya huba Wî ne” (Zebûr 33:18). Werên em timê her tiştî bikin, wekî berdewam kin sebirê bidine kifşê! w23.08 22 ¶7; 25 ¶16-17

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin