Sêşem, 12 Tebaxê
Mirinê tunebe (Eyan. 21:4).
Gelo em çawa dikarin kesên din bidine bawerkirinê, ku sozê Xwedê derheqa Cinetê wê bi rastî bê sêrî? Ya yekê, Yehowa xwexa vî sozî dide. Kitêba Eyantî dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Ez her tiştî nû dikim!’” Qewat, bîlanî û xwestina Xwedê heye, wekî sozê xwe bîne sêrî. Ya duda, Yehowa zane wekî çi ku ewî gotiye, wê eseyî bê sêrî. Lema jî ew usa dibêje: “Ev xeberne amin û rast in. . . . Her tişt hate sêrî!” Ya sisiya, gava Yehowa tiştekî destpêdike, ew digihîje nêta xwe. Giliyên “Ez im Alfa û Omêga” vê yekê îzbat dike (Eyantî 21:6). Yehowa wê îzbat ke, ku Mîrê-cina derewîn e û nikare riya Wî bigire, ku nêta xwe bîne sêrî. Hergê tu kesekîra besa gumana ji Eyantî 21:4 bikî û ew bêje, “Ev gilî gelek xweş in, lê tenê xewn û xeyal in”, tu dikarî çi bikî? Tu dikarî rêzên 5 û 6 bixûnî û şirovekî. Nîşan ke, ku Yehowa hertim xweyê sozê xwe ye, çimkî Yehowa ça bêjî qolê xwe daniye (Îşaya 65:16). w23.11 7 ¶18-19
Çarşem, 13 Tebaxê
Ezê te bikime miletekî mezin (Destp. 12:2).
Yehowa ev soz da Birahîm, gava ew 75 salî bû û zarên wî tune bûn. Gelo Birahîm bi çevê xwe dît, ku ev soz çawa hate sêrî? Ne bi temamî. Çaxê Birahîm Çemê Feratêra derbaz bû û 25 sala hîviyê ma, ewî dît wekî kurê wî Îshaq bi keremetî hate bûyînê. Û 60 sal şûnda, nebiyên wî, Esaw û Aqûb jêra hatine bûyînê (Îbranî 6:15). Lê Birahîm qe nedît ku nebiyên wî ça bûne miletekî mezin û Erdê Sozdayîda cîwar bûn. Lê dîsa jî Birahîm amin ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirinê, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê bi saya bawerî û aminiya wî hatine keremkirinê! (Destpêbûn 22:18) Em ji vê yekê çi hîn dibin? Dibeke emê bi çevê xwe nevînin ku ça hemû sozên Yehowa wê bi temamî bêne sêrî. Lê hergê em mîna Birahîm sebir kin, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me him niha, him jî dinya tezeda xelat ke (Markos 10:29, 30). w23.08 24 ¶14
Pêşem, 14 Tebaxê
Dest bi lêgerîna Xwedê kir û . . . Xwedê karê wî serfiraz kir (2 Dîr. 26:5).
Ûziya Padşa cahiltiya xweda milûk bû. Ewî “Xudan digeriya”. Ewî 68 sal emir kir, û heçî zef ji temamiya emirê xwe, ewî keremên Yehowa didît (2 Dîrok 26:1-4). Ûziya himberî gelek dijminên miletê Xwedê serket û parastina Orşelîmê diha qewî kir (2 Dîrok 26:6-15). Bê şik, Ûziya şêkirdar bû ku ew bi saya alîkariya Xwedê pêşdaçûyî bû (Waîz 3:12, 13). Ûziya Padşa bû, lema jî bona wî tiştekî normal bû ku fermana bide kesên din. Û diqewime ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema usa jî bike. Rojekê, Ûziya usa qure babax bû, ku çû paristgehê û xwest bixûrê ser qurbangehê bişewitîne. Lê padşara îzin nehatibû dayînê vê yekê bikin (2 Dîrok 26:16-18). Kahînê Mezin, Azarya, xwest riya wî bigire, lê Ûziya gelek hêrs ket. Ûziya amin nema û Yehowa ew bi kotîbûnê ceza kir (2 Dîrok 26:19-21). Hergê ew milûk bima, ewê neketa halekî usa! w23.09 10 ¶9-10