KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
Elametî
Zimanê teze hate zêdekirin: Dendi
  • Îro

Çarşem, 13 Tebaxê

Ezê te bikime miletekî mezin (Destp. 12:2).

Yehowa ev soz da Birahîm, gava ew 75 salî bû û zarên wî tune bûn. Gelo Birahîm bi çevê xwe dît, ku ev soz çawa hate sêrî? Ne bi temamî. Çaxê Birahîm Çemê Feratêra derbaz bû û 25 sala hîviyê ma, ewî dît wekî kurê wî Îshaq bi keremetî hate bûyînê. Û 60 sal şûnda, nebiyên wî, Esaw û Aqûb jêra hatine bûyînê (Îbranî 6:15). Lê Birahîm qe nedît ku nebiyên wî ça bûne miletekî mezin û Erdê Sozdayîda cîwar bûn. Lê dîsa jî Birahîm amin ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirinê, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê bi saya bawerî û aminiya wî hatine keremkirinê! (Destpêbûn 22:18) Em ji vê yekê çi hîn dibin? Dibeke emê bi çevê xwe nevînin ku ça hemû sozên Yehowa wê bi temamî bêne sêrî. Lê hergê em mîna Birahîm sebir kin, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me him niha, him jî dinya tezeda xelat ke (Markos 10:29, 30). w23.08 24 ¶14

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Pêşem, 14 Tebaxê

Dest bi lêgerîna Xwedê kir û . . . Xwedê karê wî serfiraz kir (2 Dîr. 26:5).

Ûziya Padşa cahiltiya xweda milûk bû. Ewî “Xudan digeriya”. Ewî 68 sal emir kir, û heçî zef ji temamiya emirê xwe, ewî keremên Yehowa didît (2 Dîrok 26:1-4). Ûziya himberî gelek dijminên miletê Xwedê serket û parastina Orşelîmê diha qewî kir (2 Dîrok 26:6-15). Bê şik, Ûziya şêkirdar bû ku ew bi saya alîkariya Xwedê pêşdaçûyî bû (Waîz 3:12, 13). Ûziya Padşa bû, lema jî bona wî tiştekî normal bû ku fermana bide kesên din. Û diqewime ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema usa jî bike. Rojekê, Ûziya usa qure babax bû, ku çû paristgehê û xwest bixûrê ser qurbangehê bişewitîne. Lê padşara îzin nehatibû dayînê vê yekê bikin (2 Dîrok 26:16-18). Kahînê Mezin, Azarya, xwest riya wî bigire, lê Ûziya gelek hêrs ket. Ûziya amin nema û Yehowa ew bi kotîbûnê ceza kir (2 Dîrok 26:19-21). Hergê ew milûk bima, ewê neketa halekî usa! w23.09 10 ¶9-10

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Înî, 15 Tebaxê

Ewî xwe dida alîkî û vedikişiya, ji tirsa ewên ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê (Galt. 2:12).

Çaxê Petrûsê şandî bû xizmetkarê Xwedê yê bijartî, hingê jî ewî himberî kêmasiyên xwe şer dikir. Sala 36 D.M.-da, Xwedê Petrûs şande cem Kornêlyo, yê ku ne Cihû bû. Wêderê, Xwedê Kornêlyo bi ruhê xweyî pîroz bijart. Bi vê yekê Petrûs fem kir, ku merivên ji hemû mileta ber çevê Xwedê yek in, û ewana jî dikarin bibine para civata Mesîhîtî (Karên Şandiya 10:34, 44, 45). Paşî vê yekê, Petrûs tevî merivên ji miletên din jî xwarin dixwar. Lê pêşiya vê yekê, Petrûs wê tiştekî usa qe nekira. Wî çaxî, hine Mesîhiyên Cihû difikirîn, wekî xûşk-birên Cihû û yên ji miletên din, gerekê tevayî xwarinê nexwin. Gava hine ji wan Cihûya hatine Entakyayê, Petrûs îda tevî xûşk-birên ku ne Cihû bûn, xwarin nedixwar, çimkî nedixwest dilê Mesîhiyên Cihû bêşîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û ber hemû meriva şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Paşî vî şaşiyê jî, Petrûs berdewam dikir bi xîret xizmet ke. w23.09 22 ¶8

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin