Şemî, 16 Tebaxê
[Ewê we] xweyîbingeh ke (1 Pet. 5:10).
Hergê te xwe cêribandiye, diqewime te çend kêmasiyên xwe dîtiye, lê dîsa jî dilteng nebe. Bîr neke, ku Padşê me Îsa Mesîh yekî dilovan e û ewê alî te bike, wekî tu pêşda herî (1 Petrûs 2:3). Petrûsê şandî dibêje, ku Xwedê “wê xwexa we . . . bişidîne”. Carekê, Petrûs xwe hêja hesab nekir ku kêleka Kurê Xwedê be (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs berdewam dikir bi aminî pey Îsa here. Axiriyêda Yehowa îzin da Petrûs, wekî ew bikeve “Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh” (2 Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin e! Mîna Petrûs, hergê tu berdewam kî xîret bî û îzin bidî Yehowa ku te hîn ke, tuyê jî emirê heta-hetayê bistînî. Paşê tê bigihîjî nêta baweriya xwe, dêmek bêyî xilazkirinê (1 Petrûs 1:9). w23.09 31 ¶16-17
Led, 17 Tebaxê
Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman . . . efirandine (Eyan. 14:7).
Wedê berê hewşeke konê pîroz hebû. Ew cîkî gelek fire bû û dora wê sûrkirî bû. Wêderê kahîna cabdariyên xwe dianîne sêrî. Hewşêda qurbangeheke ji sifir hebû. Ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dianîn. Usa jî, pêşiya ku kahîna xizmetiya xweye pîroz destpêkirana, wana hewza sifirda dest-nigên xwe dişûştin (Derketin 30:17-20; 40:6-8). Îro kesên bijartî ser erdê bi aminî hewşa hindurda ya paristgeha ruhanîda xizmet dikin. Hewza mezin, çawa wanra usa jî xizmetkarên Xwedêye dinra dida kifşê, ku ewana gerekê ruhanîda û nav-namûsiyêda xwe temiz xwey kin. Lê gelo ‘elaleta mezin’ kîderê bi aminî xizmet dike? Yûhennayê şandî dît, ku ewana “li ber text” sekinî ne, dêmek li hewşa derva. Wêderê, ewana “şev û ro” Xwedêra xizmet dikin (Eyantî 7:9, 13-15). Em gelek dişêkirînin ku Yehowa mecal daye me, wekî em paristgeha wîye ruhanîda jêra xizmet kin! w23.10 28 ¶15-16
Duşem, 18 Tebaxê
Baweriya xwe li sozê Xwedê anî û . . . bi baweriyê ser qewata xweda hat (Rom. 4:20).
Yehowa bi saya rûspiya jî qewatê dide me û me dişidîne (Îşaya 32:1, 2). Çaxê tu ber xwe dikevî, dilê xwe wanra veke. Alîkariya wan bi dil û can qebûl ke. Bi saya wan, Yehowa dikare te qewî ke. Usa jî gumana meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ku heta-hetayê yan cinetêda ser erdê, yan jî ser ezmana bijîn, me qewî dike (Romayî 4:3, 18, 19). Guman alî me dike, wekî em ber çetinaya sebir kin, mizgîniyê bela kin û cabdariyên civatêda bînin sêrî (1 Têsalonîkî 1:3). Ew guman Pawlosê şandî jî qewî dikir. Ew “telî-tengiyada” bû, “derecê bêgumanda” bû, rastî peyketina dihat û “lêdayî-ketî” bû. Û cara emirê wî hela hê bin xofêda bû jî (2 Korintî 4:8-10). Pawlos dîna xwe dida hêviya xwe û ew yek qewat dida wî, wekî sebir ke (2 Korintî 4:16-18). Pawlos derheqa hêviya jîyîna ser ezmana difikirî, lema jî ewî texmîn dikir, wekî “roj bi roj nûyejiyîn” dibe. w23.10 15-16 ¶14-17