KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Sêşem, 19 Tebaxê

Xudan qewatê bide cimeta Xwe, bira Xudan dua û xêr-xweşîyê bide cimeta Xwe (Zeb. 29:11).

Çaxê dua dikî, bifikire: “Gelo niha wedê rast e, ku Yehowa xwestina min bîne sêrî?” Diqewime em difikirin, ku em gerekê zû caba duayên xwe bistînin, lê bi rastî Yehowa wedê herî baş alî me dike (Îbranî 4:16). Hergê em caba duayên xwe zû nestînin, diqewime em bifikirin, ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi rastî ew dibêje ‘Hela hê na’. Dîna xwe bidine mesela birê nexweş, yê ku dixwest qenc be, lê ew qenc nebû. Hergê Yehowa wî bi keremetî qenc kira, Mîrê-cina dikaribû bigota, ku ew bona qenciya Yehowa, aminiyê xwey dike (Îbo 1:9-11; 2:4). Yehowa wede kifş kiriye, ku hemû nexweşiya bide hildanê (Îşaya 33:24; Eyantî 21:3, 4). Heta ew roj bê, em nikarin hîviya keremeta bin. Lema jî birê me dikare ji Yehowa qewat û dilrihetiyê bixwaze, wekî ew her gav sebir ke û bi aminî Wîra xizmet ke. w23.11 24 ¶13

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Çarşem, 20 Tebaxê

Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me (Zeb. 103:10).

Şimşon şaşîke giran kir, lê dîsa jî ewî pişta xwe neda Yehowa. Ewî mecal digeriya wekî miqabilî Filistiya şer bike, çimkî Yehowa ev şixul dabû destê wî (Hakimtî 16:28-30). Şimşon ji Yehowa lava kir ku wî qewî ke, wekî ew ji Filistiya heyfê hilde. Yehowa duayê wî qebûl kir û qewateke mezin da wî. Û vê carê Şimşon diha zêde Filistî kuşt, ne ku berê. Rast e Şimşon seva şaşiya xwe gelek êş û derd kişand, lê ewî dîsa jî qirara Yehowa dianî sêrî. Hergê em şaşîkê bikin û bêne şîretkirinê, yan jî cabdarîke xwe civatêda unda kin, em gerekê xizmetiya xwe nedine sekinandinê. Bîr nekin, Yehowa hazir e bibaxşîne me (Zebûr 103:8, 9). Çaxê em şaşiya dikin, çawa dereca Şimşonda, Yehowa dikare qewatê bide me jî, wekî em qirara wî bînin sêrî. w23.09 6 ¶15-16

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Pêşem, 21 Tebaxê

Sebir jî ketin-rabûnê [tîne], ketin-rabûn jî gumanê (Rom. 5:4).

Gava baweriya me tê cêribandinê û em amin dimînin, em qebûlkirina Yehowa qazanc dikin. Ev yek nayê hesabê, ku Yehowa şa dibe çaxê em rastî tengasiya tên. Dewsê, gava Yehowa divîne ku em teyax dikin, ew mera firnaq dibe. Rastî jî ev yek keremeke gelek mezin e! (Zebûr 5:12) Birahîm jî bi aminî tengasiyada sebir dikir û dilê Yehowa şa dikir. Yehowa ew ça dostê Xwe û merivekî rast hesab dikir (Destpêbûn 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî usa hesab dike. Ew me qebûl dike, ne ji bo vê yekê, ku em çi şixulî dikin, yan çi cabdariyên me hene, lê ev yek aminiya meva girêdayî ye. Firqî tune em çend salî ne, çi halîda nin, yan jî çi feresetên me hene, em dikarin sebir kin. Gelo niha tu bi aminî tengasiyada teyax dikî? Hergê erê, bîr neke ku Xwedê ji te razî ye. Gava em divînin ku Xwedê ji me razî ye, ev yek gumana me diha qewî dike. w23.12 11 ¶13-14

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin