Duşem, 18 Tebaxê
Baweriya xwe li sozê Xwedê anî û . . . bi baweriyê ser qewata xweda hat (Rom. 4:20).
Yehowa bi saya rûspiya jî qewatê dide me û me dişidîne (Îşaya 32:1, 2). Çaxê tu ber xwe dikevî, dilê xwe wanra veke. Alîkariya wan bi dil û can qebûl ke. Bi saya wan, Yehowa dikare te qewî ke. Usa jî gumana meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ku heta-hetayê yan cinetêda ser erdê, yan jî ser ezmana bijîn, me qewî dike (Romayî 4:3, 18, 19). Guman alî me dike, wekî em ber çetinaya sebir kin, mizgîniyê bela kin û cabdariyên civatêda bînin sêrî (1 Têsalonîkî 1:3). Ew guman Pawlosê şandî jî qewî dikir. Ew “telî-tengiyada” bû, “derecê bêgumanda” bû, rastî peyketina dihat û “lêdayî-ketî” bû. Û cara emirê wî hela hê bin xofêda bû jî (2 Korintî 4:8-10). Pawlos dîna xwe dida hêviya xwe û ew yek qewat dida wî, wekî sebir ke (2 Korintî 4:16-18). Pawlos derheqa hêviya jîyîna ser ezmana difikirî, lema jî ewî texmîn dikir, wekî “roj bi roj nûyejiyîn” dibe. w23.10 15-16 ¶14-17
Sêşem, 19 Tebaxê
Xudan qewatê bide cimeta Xwe, bira Xudan dua û xêr-xweşîyê bide cimeta Xwe (Zeb. 29:11).
Çaxê dua dikî, bifikire: “Gelo niha wedê rast e, ku Yehowa xwestina min bîne sêrî?” Diqewime em difikirin, ku em gerekê zû caba duayên xwe bistînin, lê bi rastî Yehowa wedê herî baş alî me dike (Îbranî 4:16). Hergê em caba duayên xwe zû nestînin, diqewime em bifikirin, ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi rastî ew dibêje ‘Hela hê na’. Dîna xwe bidine mesela birê nexweş, yê ku dixwest qenc be, lê ew qenc nebû. Hergê Yehowa wî bi keremetî qenc kira, Mîrê-cina dikaribû bigota, ku ew bona qenciya Yehowa, aminiyê xwey dike (Îbo 1:9-11; 2:4). Yehowa wede kifş kiriye, ku hemû nexweşiya bide hildanê (Îşaya 33:24; Eyantî 21:3, 4). Heta ew roj bê, em nikarin hîviya keremeta bin. Lema jî birê me dikare ji Yehowa qewat û dilrihetiyê bixwaze, wekî ew her gav sebir ke û bi aminî Wîra xizmet ke. w23.11 24 ¶13
Çarşem, 20 Tebaxê
Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me (Zeb. 103:10).
Şimşon şaşîke giran kir, lê dîsa jî ewî pişta xwe neda Yehowa. Ewî mecal digeriya wekî miqabilî Filistiya şer bike, çimkî Yehowa ev şixul dabû destê wî (Hakimtî 16:28-30). Şimşon ji Yehowa lava kir ku wî qewî ke, wekî ew ji Filistiya heyfê hilde. Yehowa duayê wî qebûl kir û qewateke mezin da wî. Û vê carê Şimşon diha zêde Filistî kuşt, ne ku berê. Rast e Şimşon seva şaşiya xwe gelek êş û derd kişand, lê ewî dîsa jî qirara Yehowa dianî sêrî. Hergê em şaşîkê bikin û bêne şîretkirinê, yan jî cabdarîke xwe civatêda unda kin, em gerekê xizmetiya xwe nedine sekinandinê. Bîr nekin, Yehowa hazir e bibaxşîne me (Zebûr 103:8, 9). Çaxê em şaşiya dikin, çawa dereca Şimşonda, Yehowa dikare qewatê bide me jî, wekî em qirara wî bînin sêrî. w23.09 6 ¶15-16