Înî, 29 Tebaxê
Min navê te wanra eyan kir (Yûhn. 17:26).
Îsa ne tenê merivara digot, ku navê Xwedê çi ye, lê hê zêde. Cihûyên ku Îsa wana hîn dikir, zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê Îsa Ew wanra “da eyankirinê” (Yûhenna 1:17, 18). Mesele, Nivîsarên Pîroze Îbranî nîşan dikin, ku Yehowa yekî dilrem û dilşewat e (Derketin 34:5-7). Çaxê Îsa meteloka derheqa kurê undabûyî û bavê wî gilî kir, ewî dîna meriva kişande ser van hunurên Xwedê. Metelokêda, gava bav kurê xweyî ku tobe kir “hê dûrva” dît, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ji dil baxşande wî. Ev metelok nîşanî me dike, ku dilremî û dilşewatiya Yehowa çiqas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa zelal nîşan kiriye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 ¶8-9
Şemî, 30 Tebaxê
Dil bidine ber wan . . . bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê (2 Korn. 1:4).
Yehowa jî rojên çetinda ber dilê meda tê û dilê me hêsa dike. Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, dêmek hindava merivada dilşewat bin û berdiliyê bidine wan? Mecalek ku em ça dikarin vê yekê bikin ev e, wekî hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku wê alî me bikin dilşewatiyê û berdiliyê bidine kifşê. Gelo ew çi hunur in? Gelo çi wê alî me bike berdewam kin her roj hezkirinê bidine kifşê û ber dilê hevda bên? (1 Têsalonîkî 4:18) Em gerekê berdilî, hezkirina biratiyê û dilşewatî nav xweda pêşda bînin (Kolosî 3:12; 1 Petrûs 3:8). Ew hunur ça wê alî me bikin? Hergê em hindava xûşk-birada dilşewat bin û bona wan xem bikin, xwestina me wê qewî be ber dilê wanda bên, çaxê ewana rastî kul-derda bên. Çawa ku Îsa got, “dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje. Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye” (Metta 12:34, 35). Belê, gava em ber dilê xûşk-birada tên, em nîşan dikin ku em bi rastî jî wana hez dikin. w23.11 10 ¶10-11
Led, 31 Tebaxê
Yên şehreza [serwaxt] wê fem bikin (Dan. 12:10, ÎM).
Bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz mera alîkarî lazim e. Dîna xwe bidine vê meselê: Tu diçî cîkî nenas, lê hevalekî te, yê ku wî cîyî rind nas dike, tevî te tê. Ew sed selefî zane ku hûn kîderê ne û ev rê berbi çi dibe. Bê şik, tu gelek şa yî ku hevalê te kêleka te ye! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind zane ku sibê-duspa wê çi biqewime. Lema jî bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz, gerekê em bi milûktî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Daniyêl 2:28; 2 Petrûs 1:19, 20). Mîna hemû dê-bavên qenc, Yehowa jî dixwaze wekî axiriya zarên wî baş be (Yêremya 29:11). Yehowa pêşda dikare bêje, ku axiriyêda çi wê biqewime, û giliyên wî bi temamî têne sêrî. Seva ku em bizanibin wekî kîjan tiştên ferz wê biqewimin, Xwedê pêxembertiyên xwe Kitêba Pîrozda daye nivîsarê (Îşaya 46:10). w23.08 8 ¶3-4