Pêşem, 28 Tebaxê
Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin, wan hemûya ku dilê rast gazî dikin (Zeb. 145:18).
Yehowa “Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê” tevî me ye (2 Korintî 13:11). Ew bona me her kesî xem dike. Em bawer in, ku “huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan” (Zebûr 32:10). Çiqas em didine ber çevê xwe ku ew me hez dike, haqas em xwe nêzîkî wî texmîn dikin. Em dikarin aza dilê xwe wîra vekin û bêjin, wekî em gelek hewcê hezkirina wî ne. Em dikarin jêra besa hemû kul-derdên xwe bikin û bawer bin, ku ew halê me fem dike û hazir e alî me bike (Zebûr 145:19). Çawa ku agir rojeke sarda me germ dike, hezkirina Yehowa jî usa dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa him qewî ye, him jî nazik e. Şabûna xwe unda neke, çimkî Yehowa te hez dike. Lema were em jî bi dil û can bêjin: “Ez Yehowa hez dikim!” (Zebûr 116:1). w24.01 31 ¶19-20
Înî, 29 Tebaxê
Min navê te wanra eyan kir (Yûhn. 17:26).
Îsa ne tenê merivara digot, ku navê Xwedê çi ye, lê hê zêde. Cihûyên ku Îsa wana hîn dikir, zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê Îsa Ew wanra “da eyankirinê” (Yûhenna 1:17, 18). Mesele, Nivîsarên Pîroze Îbranî nîşan dikin, ku Yehowa yekî dilrem û dilşewat e (Derketin 34:5-7). Çaxê Îsa meteloka derheqa kurê undabûyî û bavê wî gilî kir, ewî dîna meriva kişande ser van hunurên Xwedê. Metelokêda, gava bav kurê xweyî ku tobe kir “hê dûrva” dît, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ji dil baxşande wî. Ev metelok nîşanî me dike, ku dilremî û dilşewatiya Yehowa çiqas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa zelal nîşan kiriye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 ¶8-9
Şemî, 30 Tebaxê
Dil bidine ber wan . . . bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê (2 Korn. 1:4).
Yehowa jî rojên çetinda ber dilê meda tê û dilê me hêsa dike. Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, dêmek hindava merivada dilşewat bin û berdiliyê bidine wan? Mecalek ku em ça dikarin vê yekê bikin ev e, wekî hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku wê alî me bikin dilşewatiyê û berdiliyê bidine kifşê. Gelo ew çi hunur in? Gelo çi wê alî me bike berdewam kin her roj hezkirinê bidine kifşê û ber dilê hevda bên? (1 Têsalonîkî 4:18) Em gerekê berdilî, hezkirina biratiyê û dilşewatî nav xweda pêşda bînin (Kolosî 3:12; 1 Petrûs 3:8). Ew hunur ça wê alî me bikin? Hergê em hindava xûşk-birada dilşewat bin û bona wan xem bikin, xwestina me wê qewî be ber dilê wanda bên, çaxê ewana rastî kul-derda bên. Çawa ku Îsa got, “dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje. Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye” (Metta 12:34, 35). Belê, gava em ber dilê xûşk-birada tên, em nîşan dikin ku em bi rastî jî wana hez dikin. w23.11 10 ¶10-11