KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Duşem, 1 Îlonê

Wê ji ezmana dakeve ser me, mîna royê ku hiltê (Lûqa 1:78).

Xwedê qewat daye Îsa, wekî ew hemû problêmên meriva bide hildanê. Pê keremetên xwe, Îsa nîşan dikir, ku qewata wî heye van problêmên me safî ke, yên ku meyê tu car nikaribûya pê qewata xwe safî kira. Mesele, qewata wî heye, wekî me ji koka kul-derdên meriva xilaz bike, dêmek ji nexweşî û mirinê, ku derbazî ser me bûne (Metta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Keremetên wî bi zelalî nîşan dikirin, wekî ew dikare “her cûre” nexweşiya qenc bike û hela hê meriva jî ji mirinê rake (Metta 4:23; Yûhenna 11:43, 44). Usa jî, qewata wî heye ku firtona bide sekinandinê û meriva ji hukumê cina xilaz ke (Markos 4:37-39; Lûqa 8:2). Em gelek şa ne, wekî Yehowa qewateke usa mezin daye Kurê xwe! Em dikarin sed selefî bawer bin, ku hemû sozên Yehowa wê bi saya Padşatiya Wî bêne sêrî. Keremetên ku Îsa ser erdê kiribûn, meselên vê yekê ne, ku axiriyêda ça Padşê ezmana, ewê keremetên hê mezin bike. w23.04 3 ¶5-7

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Sêşem, 2 Îlonê

Ruh her tiştî enene dike, heta nêt-meremên Xwedêye kûr jî (1 Korn. 2:10).

Hergê civata teda gelek mizgînvan hene, û destê te gelek car neyê dîtinê, dibeke tu bifikirî îda destê xwe hilnebirî. Lê dilteng nebe, berdewam ke destê xwe hilbire. Tu dikarî bona her civînekê, çend caba hazir kî. Hergê te destpêka civatêda cab neda, dîsa jî vê mecala te hebe ku caba xwe bidî. Çaxê tu xwe bona lêkolîna Birca Qerewiliyê hazir dikî, bifikire ku her abzasek çawa têma serekeva girêdayî ye. Hergê tu usa bikî, tuyê bikaribî civatêda cabên baş bidî. Usa jî, tu dikarî cabên derheqa wan hînkirinên Kitêba Pîroz hazir kî, şirovekirina kîjana hêsa nîne. Gelo çira? Çimkî gelek kes bona abzasên usa destê xwe bilind nakin. Lê hergê dîsa jî ser çend civata mecal nakeve destê te, ku caba xwe bidî, tu çi dikarî bikî? Pêşiya civatê, tu dikarî herî cem birê ku civatê derbaz dike û jêra bêjî wekî tu dixwazî caba kîjan pirsê bidî. w23.04 21-22 ¶9-10

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Çarşem, 3 Îlonê

Ûsiv . . . çawa ku melekê Yehowa wîra gotibû, ewî dergîstiya xwe jintî anî mala xwe (Met. 1:24).

Ûsiv timê hazir bû guh bide rêberiya Yehowa. Lema jî ew malxêkî baş bû. Kêmî-kêm ewî sê cara bona malbeta xwe rêberî ji Xwedê standibû. Çiqas jî wîra çetin bû, Ûsiv timê derbêra guh dida Yehowa (Metta 1:20; 2:13-15, 19-21). Ew pey rêberiya Yehowa diçû, lema jî ewî Meryem diparast û bona wê xem dikir. De bidine ber çevê xwe, ku Meryemê çiqas qedirê Ûsiv digirt û wî hiz dikir! Mêrno, hûn dikarin çev bidine Ûsiv û bona xweykirina malbeta xwe rêberiyên Kitêba Pîroz bigerin. Hergê wera hêsa nîne wan şîreta bidine xebatê, lê dîsa jî hûn vê yekê dikin, usa hûn hizkirina xwe hindava kulfeta xwe didine kifşê û dixwazin zewaca xwe qewî kin. Xûşkeke ji girava Vanûatû, ya ku 20 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Gava mêrê min rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gora vê rêberiyê bijî, ez diha zêde qedirê wî digirim. Ez xwe rihet texmîn dikim û zanim ku safîkirinên wî gelek baş in”. w23.05 21 ¶5

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin