-
Gelo Hêvî Dikare bi Rastî Alîkariyê Bide?Hişyar Bin!—2004 | Nîsan
-
-
Gelo Hêvî Dikare bi Rastî Alîkariyê Bide?
DANIYÊL DEHE salî bû, lê îda salek bû ku ew ji bo nexweşiya kanserê diçerçirî. Doxdir û merivên wî tirê, îda tu tişt wê nikaribe alî wî bike, lê Daniyêl hêviya xwe unda nedikir. Ewî bawer dikir ku çaxê mezin be, wê bibe zandar û bikaribe dermanekî usa bivîne, ku kanserê qenc ke. Daniyêl gelek hîviya doxdirekî bû, kîjan ku kansera vî cûreyî qenc dikir. Lê doxdir ji bo hewa xirab nikaribû roja kifşkirîda bihata. Daniyêl qidûm ket. Îda hewasa wî ser tu tiştî tune bû. Çend roj şûnda ewî dest ji jîyîna xwe berda.
Ev yek doxdirekî gilî kir, kîjan ku lêkolîn dikir wekî çawa hêvî ser sihet-qewata meriya hukum dike. Diqewime we jî serhatiyên vî cûreyî bihîstiye. Mesele, wekî çawa merivekî emirda mezin ku ber mirinê bû, gelek hîviya rojekê bû, çimkî gelek hîviya merivê xweyî nêzîk bû, ku gerekê bihata. Lê çaxê ev roj derbaz bû, meriv mir. Gelo, çima usa diqewime? Gelo, qewata hêviyê bi rastî heye, çawa ku hinek meriv bawer dikin?
Îro hê zêde lêkolînkarên mêdîsînayê difikirin, wekî êmosiyên baş û hêvî bi rastî jî gelek hukum dikin ser jîyîn û sihet-qewata meriya. Lê her kes usa nafikire. Mesele, hine lêkolînkar evê yekê înkar dikin û dibêjin, wekî ev çilovîsk in. Ewana xwe li vê nihêrandinê digirin, ku nexweşî tenê ji bo sebebên fîzîkî ne.
Ev tişteke teze nîne, ku hine meriv hindava hêviyê dikevine şikê. Bi hezara sal pêşda, çaxê ji Arîstotêl fîlosof hîvî kirin, wekî ev şiroveke hêvî çi tê hesabê, ewî got: “Hêvî ev xewna rêalî ye”. Lê hine wext şûnda, Bênjamîn Franklîn, zaniyarê Amêrîkî neqayîlbûna xwe vê pirsêda da kifşê. Ewî got: “Ewê ku bi hêviyê dijî, wê birçî bimire”.
Çi ye hêvî? Gelo, ev baweriya pûç e, bi çi jî meriv xwe dilrihet dike? Yan ev hê zêde ye, dêmek ew e çida ku em hewce ne, wekî sihet-qewat û bextewar bin?
-
-
Çima Mera Lazim e Hêvî?Hişyar Bin!—2004 | Nîsan
-
-
Çima Mera Lazim e Hêvî?
HERGÊ Daniyêl kîjan ku ji kanserê mir, hêviya xwe xweyî kira, kansera wî wê qenc bûya? Ew wê îro sax bûya? Hela hê ew meriv jî yên ku bawer dikin, wekî hêvî meriva qenc dike, vê yekêra wê razî nebin? Bi rastî nelazim e hêviyê usa hesab kin, ku ew dermanê hemû nexweşiya ye.
Çaxê ji Doxdir Nêytan Çêrnî qisekirin hildidan, ewî got, wekî xof e hergê qewata hêviyê pir zêde hesab kin çaxê xeberdan diçe derheqa wan meriya, yên ku giran nexweş in. Ewî zêde kir: “Derecên usa hene, ku mêr, jinên xwera şer dikin seva wê yekê, ku ewana gelek wede xerc nakin ser rihetiya dilê xwe û pozîtîv nafikirin. Nihêrandina usa ku yan çi kanserê dikarin kontrol kin, nerast e. Hergê ev yek bi rastî usa bûya, dêmek halê merivê nexweş vê yekêva wê girêdayî bûya, ku ew çi cûreyî ser nexweşiya xwe dinihêre. Lê ev yek usa nîne”.
Bi rastî merivê bi nexweşiya giran ku nayê qenckirinê, dikeve nav şerekî giran himberî nexweşiyê, kîjanêda ew gelek qewat xerc dike. Neferên malê gerekê evî şerî usa giran nekin, ku yê nexweş xwe neheq texmîn ke. Lê gelo ev tê hesabê, ku kara hêviyê qe tune?
Hemikî em gerekê nefikirin, ku kara hêviyê qe tune. Mesele, ew doxdirê ku wan meriya dinihêre, nexweşiya kîjana nayê qenckirinê, şixulê wî ew e wekî êşên wan, kêm ke. Doxdirên usa bawer in, wekî mêtoda vî cûreyî gelek qîmet e, çimkî nexweş îda zef naçerçire û medê xwe nake. Gelek îzbatiyên din jî hene, wekî hêvî dikare hê zêde alîkariyê bide yên nexweş.
Qîmeta Hêviyê
Rojnemevan Gîfford-Cons, yê ku derheqa têmên mêdîsînayê dinivîsî, usa gotiye: “Hêvî dermanekî qewî ye”. Ewî gelek lêkolîn dikirin, ku têderxe wekî çiqas ferz e merivên ku nexweşiya wan nayê qenckirinê, aliyê êmosiyalîda bêne qewîkirinê. Gelek meriv dibêjin, ku piştgiriya vî cûreyî alî meriya dike, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin. Lêkolîna ku sala 1989-da derbaz bû, da kifşê, ku ew nexweşên ku alîkariya vî cûreyî distînin, dirêj dijîn. Lê lêkolînên ku paşê hatibûn kirinê eyan kirin, ku gerekê evê yekê sed selefî rast hesab nekin. Çi jî hebe lêkolîna îzbat kirine, wekî nexweşên ku evê alîkariyê distînin, êşên wan haqas tune ne û ewana nakevine dêprêsiyayê haqas, çiqas ewên ku ewê komekê nastînin.
Werên em lêkolîna din binihêrin, kîjan ku dide kifşê wekî nihêrandina pozîtîv çawa hukum dike ser nexweşên ku nexweşiya wan tamarên dilikva girêdayî ye. Ji weke 1 300 mêra zêdetir hate pirskirin, ku ewana ser jîyînê ça dinihêrin, pozîtîv yan nepozîtîv. Paşî dehe sala cem 12 selefa zêdetir ji wan mêra ev nexweşiya tamarên dilikva girêdayî hate dîtin. Ji wana weke 2 cara zêdetir ew meriv bûn, nihêrandina kîjana nepozîtîv bû. Lora Kûbzanskî, zandara sihet-qewatêva girêdayî, ya ku zaningeha doxdirtiyêda ders dida, usa dibêje: “Ev fikira ku nihêrandina pozîtîv baş hukum dike ser sihet-qewatê, berê ser hîmê îzbatiya nîbû. Lê ev lêkolîna teze, îzbatî da vê yekê”.
Hine lêkolîna dane kifşê, wekî ewên ku difikirin ku sihet-qewata wan sist e, paşî opêrasiyonê dereng têne ser xwe. Lê ewên ku difikirin wekî sihet-qewata wan baş e, hê zû qenc dibin. Hinek meriv dibêjin ku merivên pozîtîv diha dirêj dijîn! Mesele, wedê lêkolînekê dixwestin bidîtana, ku çawa nihêrandina pozîtîv û nepozîtîv hukum dibe ser merivên emirda mezin. Merivên mezinra ser êkranê hine tişt nîşan kirin, çi ku da kifşê, wekî yên emirda mezin bîlan û cêribandî ne. Paşê pê rêçûyîna wan hate kifşê ku wana qewat stand û şidiyan. Dêmek evê yekê usa rind ser wan hukum kir, ça ku 12 heftiya sportêva mijûl bûna.
Çawa şirovekin, wekî hêvî, usa jî nihêrandina pozîtîv û rast, bona sihet-qewatê kêrhatî ne? Diqewime zandar û doxdir heta niha hiş û bedena meriva haqas rind lêkolîn nekirine, ku bikaribin caba rast bidin. Lê dîsa jî hine merivên cêribandî ku vî alîda dixebitin, şirovekirina wêye hîmlî didin. Mesele, profêsorekî-nêvrolog usa dibêje: “Baş e timê dilşa û bi hêviyê bijîn. Ev tişteke baş e, ku nahêle strês pêşda bê û baş hukum dike ser bedenê. Ev dîsa mêtodek e, bi saya çi jî meriv dikarin sihet-qewata xwe baş xwey kin”.
Hine doxdir, psîxolog û zandar evê yekê hesab dikin mêtoda teze, lê bona lêkolînkarên Kitêba Pîroz ev tişteke nû nîne. Weke 3 000 sal pêşda, Silêman padşê bîlan, ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22). Ev yek bi rastî jî tişteke logîkî ye. Vê rêzêda nayê gotinê, wekî dilê şa dikare hemû nexweşiya qenc ke, lê dibêje ew “mîna dermanê kêrhatî ye”.
Bi rastî jî hergê hêvî derman bûya, her doxdirekî wê bigota, ku evî dermanî bidine xebatê. Xêncî wê yekê, hêvî ne tenê bona sihet-qewatê baş e.
Nihêrandina Pozîtîv, Nepozîtîv û Jîyîna Te
Zandara têderxistin, wekî nihêrandina pozîtîv hemû aliyava gelek baş hukum dike ser meriya. Merivên usa mektebêda, ser xebatê û hela hê sportêda jî serfiraz in. Lêkolînek evê yekê îzbat dike, kîjan ku ser komeke keçika, yên ku sportêva mijûl dibûn, hate kirinê. Ji mamosteyên koma wan hîvî kirin, wekî gilî kin ku her keçikek sportêda çiqas tişt dikare bike. Lê hema wê demê ji wan keçika jî pirsîn, ku bêjin wekî hêviya wan çiqas qewî ye. Axiriyê hate kifşê, wekî ewên ku hêviya wan qewî bû, diha serfiraz bûn, ne ku yên bi feresetên baş. Gelo çima qewata hêviyê usa mezin e?
Zandar ji lêkolîna nihêrandina nepozîtîv jî, gelek tişt pêhesiyane. Sala 1960-da, ser heywana lêkolîn dikirin, û sîndromeke teze pêhesiyan. Ev nav kirin “alîkariya hînkirî”. Wana têderxist, wekî cem hine meriya jî sîndroma vî cûreyî heye. Mesele, wana komeke meriva cêribandin. Ew meriv kirine odekê û dengê usa vêxistin, ku ewana eciz dibûn, û wanara gotin, wekî ewana dikarin evî dengî vêsînin hergê hine bişkoka pey hev biguvêşin. Wana karibû evî dengî bibirin.
Koma dudara jî gotin, wekî bişkoka bi vî cûreyî biguvêşin, ku deng vêsînin. Lê pê guvaştina wan, ev deng vênesiya. Çimkî ji wana geleka xwe bê hêvî texmîn dikirin û berxwediketin. Wedê cêribandinên din jî wana îda nedixwest tiştekî bikin, çimkî bawer bûn, wekî çi jî bikin wê badîhewa be. Lê dîsa jî vê komêda hebûn merivên bi nihêrandina pozîtîv, kîjana ku nedihîştin halê der-dorê wan, ser wan hukum be.
Martîn Sêlîgman, yê ku wan cêribandinada alîkarî dida, safî kir wekî jîyîna xweda hê zêde lêkolîna bike derheqa nihêrandina pozîtîv û nepozîtîv. Ewî destpêkir nihêrandina wan meriya lêkolîn ke, yên ku difikirîn wekî wê kêrî tiştekî neyên. Axiriyê ew hate ser wê nêtê, ku nihêrandina nepozîtîv riya meriya digire, wekî tiştekî jîyîna xweda bikin û pêşda herin. Martîn Sêlîgman paşî lêkolîna xweye derheqa nihêrandina nepozîtîv, usa got: “Paşî lêkolînên nava 25 salada, ez hatime ser vê nêtê, ku merivên nepozîtîv bawer dikin, wekî çi tiştê nebaş tê serê wan, ji bextê wan e û çi jî ewana bikin wê nebaş derê. Lê ez bawer im, wekî tevî merivên pozîtîv wê ev yek neqewime”.
Îro ev gilî bona hineka tişteke teze ye, lê lêkolînkarên Kitêba Pîroz zûdava evê yekê zanin. Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz çi dibêje: “Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î” (Metelok 24:10). Belê, Kitêba Pîroz zelal dike, wekî diltengî ku fikirên nerast pêşda tîne, meriva usa bêqewat dike ku nikarin tiştekî bikin. Gelo çi bikin ku nihêrandina nepozîtîv ji xwe dûr xin, nihêrandina pozîtîv qazanç kin û bi hêviyê bijîn?
[Şikil ser rûpêla 4, 5]
Hêvî dikare pir kêrhatî be
-
-
Tu Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe DûrxîHişyar Bin!—2004 | Nîsan
-
-
Tu Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûrxî
HERGÊ tiştek cem te nayê standinê, tu çawa ser vê yekê dinihêrî? Gelek merivên cêribandî dibêjin, wekî caba te wê nîşan ke, ku nihêrandina te pozîtîv e yan nepozîtîv e. Cûre-cûre tengasiyên me herkesî hene. Hinek rastî çetinyaên mezin tên, lê hinek jî rastî yên biçûk tên. Çima hine meriv tengasiyên biçûkda teyax nakin, lê hine meriv hela hê tengasiyên mezinda jî teyax dikin?
Bide ber çevê xwe wekî tu xebatê xwera digerî. Tu diçî cem mezinê xebatê tevî wî xeber didî, lê ew dibêje ku wê te hilnede. Vê derecêda tu çi difikirî? Dibe ku tu difikirî, wekî ev gunê te ye û wekî halê te xirab e. Tu xwera dibêjî: “Xebatçiyê mîna min kêra lazim e? Ezê qe nikaribim xebatekê xwera bivînim”. Û hê xirab ew e, ku te tirê wekî ev derece jîyîna teye bedew û rengîn, reş û terî dike. Tu xwera dibêjî: “Ez kêrî tiştekî nayêm. Ez tu kesîra lazim nînim”. Eşkere tê kifşê, wekî her du derecada jî nihêrandina usa nepozîtîv e.
Çawa Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûr xî
Çi dikarî bikî, ku fikirên nepozîtîv ji serê xwe derxî? Gava pêşin û ferz ew e, wekî hîn bî fikirên nêgatîv têderxî. Gaveke din jî ew e, ku miqabilî wan fikira şer bikî. Ser xwe bixebite, wekî ser dereca xwe bi nihêrandineke din binihêrî. Mesele, gelo bi rastî mezinê xebatê nedixwest tu bal wî bixebitî, yan ewî merivekî bi feresetên din digeriya?
Hergê dîna xwe bidî ser hine dereca, tuyê bikaribî fikirên nepozîtîv têderxî. Hergê carekê tera xebat nedan, gelo ev tê hesabê ku tu kêrî tiştekî nayêyî? Bîne bîra xwe derecên xweye din, kîjanada tu diha pêşdaçûyî dibî, mesele nêtên teye ruhanîda, malbeta teda û heleqetiya tevî hevalada. Hîn be ji xwe dûrxî wan fikira, ku yan çi wê hemû tişt îda nebaş be. Bi rastî tu ji ku zanî, wekî tuyê nikaribî dîsa xebatê xwera bivînî? Xêncî vê yekê dîsa hine tişt hene, çi ku dikarin alîkariyê bidin te, wekî fikirên nepozîtîv ji xwe dûrxî.
Nihêrandina Pozîtîv û Serwaxtî
Salên paşwextiyêda, zandara hevekî karibûn têderxin ku çi ye hêvî. Li gora giliyê wan hêvî ew e, gava bende bawer dike ku ewê bikaribe bigihîje nêtên xwe. Lê ji gotara din emê bivînin, wekî hêvî hê zêde tê hesabê û hine derecada ev kêrhatî ye. Hergê kûr bifikirî derheqa hêviya xwe û bawer kî ku tuyê bikaribî bigihîjî nêtên xwe, ev wê alî te bike nihêrandina pozîtîv û serwaxtiyê bal xwe pêşda bînî.
Seva ku bawer bikî, wekî axiriyêda tuyê bikaribî bigihîjî nêtên xwe, tu gerekê hîn bî, wekî nêta daynî pêşiya xwe û bigihîjî wan. Hergê tu vê yekêda cêribandî nînî, wê baş be bifikirî derheqa wan nêta, kîjana datînî. Berê pêşin, qe nêtên te hene? Şixulên her rojî dikarin usa wede ji te bistînin, ku tu nikaribî dîna xwe bidî wê yekê, çi ku tu bi rastî ji jîyînê dixwazî, kîjan ku bona te diha ferz e. Kitêba Pîrozda îda zûdava prînsîpên kêrhatî hatine dayînê derheqa vê yekê ku çi paşî çi bikin: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).
Çaxê em derheqa nêtên xwe difikirin, mera hêsa dibe têderxin, wekî jîyîna meda kîjan nêt lap ferz in; mesele yên usa ku malbet û ruhaniya meva girêdayî ne. Ferz e ku gelek nêta daneynin pêşiya xwe, lê wan nêta daynin, kîjan ku wê mera hêsa be bigihîjinê. Hergê mera gelek çetin dibe bigihîjine nêtên xwe, ev dikare me dilteng ke û qidûm bêxe. Lema jî wê baş be derbêra nêtên mezin daneynin pêşiya xwe, çimkî wê gelek wext lazim be ku bînin sêrî. Dewsê tu dikarî pêşiyê nêtên biçûk daynî pêşiya xwe.
Gilî-gotineke usa heye ku dibêje: “Hergê xwestina mêriv heye tiştekî bike, ewê eseyî mecalê bivînê evê yekê bike”. Paşî wê yekê ku em nêtên xweye sereke têderxin, mera lazim e xwestin, qewat û ruhê hazirbûnê ku evê yekê bikin. Seva ku ewê xwestina xwe qewî kin, em gerekê bifikirin ser vê yekê, ku ev nêt çiqas ferz in û wê çida kêrhatî bin. Hemikî çetinayî wê hebin, lê gerekê hîn bin, wekî wan çetinaya hesab kin ne mîna kevirê ku riya me digire, lê ça rêke usa kîjanêra em dikarin derbaz bin.
Lê em gerekê derheqa mêtodên kêrhatiye din jî bifikirin, ku çawa bigihîjine nêtên xwe. Rîk Snaydêr, yê ku kûr qîmeta hêviyê lêkolîn dikir, şîretê dide, wekî çend mêtoda bivînin, ku hêsa bigihîjine nêtên xwe. Hergê mêtodek alîkariyê nede, dikarin mêtoda duda, sisiya yan yên din bidine xebatê.
Snaydêr usa jî şîretê dide, ku hergê nayê standinê bigihîjine nêtekê, gerekê hîn bin dewsê nêteke din daynin pêşiya xwe. Hergê cem me qe nayê standin bigihîjine nêta û mera çetin e vê yekêra razî bin, ev wê tenê me dilteng ke. Lê hergê dewsa nêta ku nehate sêrî, em nêteke din datînin pêşiya xwe, kîjan ku dikarin hêsa bînin sêrî, hingê hîmê hêviya me çêdibe.
Kitêba Pîrozda meseleke baş heye, ku evê yekê îzbat dike. Nêta Dawid Padşa hebû, wekî paristgehê bona Xwedayê xwe Yehowa ava ke. Lê Xwedê gote Dawid, wekî ev qedir wê kurê wî Silêmanra bê dayînê. Çaxê Dawid ev yek pêhesiya, ew dilteng nebû, nejî ser ya xwe sekinî, lê dewsê nêtên xwe guhast. Ewî qewata xwe da vê yekê, wekî her tiştên ku bona avakirina paristgehê lazim bûna, hazir kir û tesmîlî kurê xwe Silêman kir (1 Padşatî 8:17-19; 1 Dîrok 29:3-7).
Carna dikare usa biqewime, wekî em ser xwe bixebitin ku nihêrandina nepozîtîv ji xwe dûr xin û derheqa tiştên baş bifikirin, lê dîsa jî dibeke hêviya me kêm be. Lê çima? Çimkî em rastî tiştên usa tên û divînin, çi ku meva girêdayî nîne û hêviya me sist dike. Lê çawa em dikarin nihêrandina pozîtîv xwey kin, çaxê divînin wekî însanet ça diçerçire ji bo kesîbiyê, şera, bêqanûniyê, nexweşiya û mirinê?
[Şikil ser rûpêla 7]
Hergê hûn xebatê digerin û we hilnadin, gelo ev tê hesabê ku hûnê îda tu car nikaribin xwera xebatê bivînin?
[Şikil ser rûpêla 8]
Dawid Padşa karibû nêtên din dayne pêşiya xwe
-
-
Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?Hişyar Bin!—2004 | Nîsan
-
-
Hêviya Rast ku Dikarî Bivînî?
BIDE ber çevê xwe, wekî siheta te xirab bûye û naxebite. Tu difikirî bivî ku, wekî çêkin, çimkî gelek ciya çêdikin. Rêklamada derheqa çêkirina siheta gelek înformasiya dinivîsin. Hine rêklam didin bawerkirinê, wekî dikarin rind çêkin, lê ev yek nehergav rast e. Paşê tu pêdihesî, wekî nêzîkî mala te hostek dijî, kîjanî ku dîzayna vê sihetê çêkiriye. Xêncî wê yekê, ew hazir e bêpere siheta te çêke. Îda femdarî ye, tuyê siheta xwe bal kê bidî çêkirinê.
Niha evê sihetê beramberî hêviya xwe bike. Hergê tu jî mîna gelek meriya texmîn dikî, wekî vê dinya xirabda hêviya xwe unda dikî, tuyê alîkariyê ji kê bixwazî? Gelek meriv dibêjin, wekî dikarin alîkariyê bidine te, ku problêmê xwe safî kî. Lê bi rastî gelek şîretên wan dikarin kêrhatî nîbin û te bixalifînin. Lema jî gelo wê diha baş nîbe, ku alîkariyê ji wî bixwazî, kê tu pê vî feresetê hêviyê efirandî? Kitêba Pîroz derheqa Efirandar dibêje: “Ew ...ji me her kesî ne dûr e” û hazir e alî me bike (Karên Şandiya 17:27; 1 Petrûs 5:7).
Femkirina Kûr Derheqa Hêviyê
Kitêba Pîroz derheqa hêviyê hê rind û kûr şirovedike, ne ku ça îro doxdir, zandar û psîxoloj şirovedikin. Li ser zimanên ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsarê, xeberên ku hatine welgerandinê ça hêvî têne hesabê gelek hîviyê bî û hîviya tiştekî baş bî. Ev yek dide kifşê, wekî du tişt dikevine nava hêviyê. Ya yekê, hizreta tiştekî baş î. Û ya duda, meniya te heye, ku bawer kî, wekî ev yek wê bê sêrî. Ev hêvî derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, rêalî ye û li ser hîmê îzbatiya ye.
Dêmek usa tê kifşê, wekî hêvî dibe mîna baweriyê, kîjan ku gerekê li ser hîmê îzbatiya be, ne ku li ser hîmê nihêrandina kesekî (Îbranî 11:1). Lê Kitêba Pîroz firqiyê dike orta baweriyê û hêviyê (1 Korintî 13:13).
Werên bi meselê şirovekin: Bide ber çevê xwe tu ji hevalekî xwe hîvî dikî, wekî tiştekîda alî te bike. Û hêviya te heye, ku ewê bê hewara te. Hîmê hêviya te qewî ye, çimkî tu baweriya xwe hevalê xwe tînî, wî rind nas dikî û zanî ew çiqas qenc û merd e. Rast e hêvî û baweriya te hevva girêdayî ne, yeke firqî orta wanda heye. Lê ça tu dikarî hema vî cûreyî hêviya xwe bidî ser Xwedê?
Hîmê hêviyê
Xwedê kaniya hêviya rast e. Wedê berê ser Yehowa digotin “hêviya Îsraêlê” (Yêremya 14:8). Hêviya Îsraêliya Yehowa Xwedê bû. Hêviya usa ne tenê xwestin bû, lê hîmê wêye qewî hebû. Nava qirnada çaxê Yehowa Xwedayê Îsraêliya bû, ewî gelek soz didan û ew soz dianîn sêrî. Yêşûyê kurê Nûn, rêberê cimeta Îsraêlê got: “Hûn ... dizanin ku, . . . yek jî ji gotinên ku Xwedayê we Xudan daye we, vala derneket” (Yêşû 23:14).
Hezara sal derbaz bûne û pêkanîna wan soza heta roja îro baweriya me qewî dikin. Kitêba Pîrozda gelek sozên Xwedêyî baş, usa jî serhatiyên terîxiyê ku hatine sêrî, nivîsar in. Ev sozên pêxembertiyê usa rêalî ne, ku car-cara derheqa wan usa hatiye gotinê, tê bêjî îda hatine serî.
Lema jî ser Kitêba Pîroz em dikarin bêjin, kitêba hêviyê. Çaxê em evê Kitêbê lêkolîn bikin, emê bivînin ku Xwedê hindava merivada çawa bû û hingê hîmê baweriya me wê hê bişide. Pawlosê şandî got: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman [xweyîhêvî] bin” (Romayî 15:4).
Xwedê Kîjan Hêviyê Dide Me?
Çi çax em hê zef hewcê hêviyê ne? Dibe ku hingê em hewce ne, gava merivê meyî hizkirî dimire? Mesele gelek meriv hingê xwe bê hêvî texmîn dikin, gava merivên xweyî nêzîk unda dikin. Belê, tu tişt meriva usa bêhêvî nahêle ça mirin. Mirin tê bêjî bê sekinandin pey me ketiye. Em dikarin tenê ser wedekî kin xwe ji vê xwey kin, û him jî qewata me der e miriyên xwe paşda vegerînin. Lema jî Kitêba Pîroz mirinê beramberî “dijminê xilaziyê” dike (1 Korintî 15:26).
Lê gelo bi rastî hêvî tune ye bona miriya? Vê rêza Kitêba Pîrozda kîderê mirin beramberî dijminê xilaziyê dibe, usa jî tê gotinê, wekî ew wê kokêva bê hildanê. Yehowa Xwedê ji mirinê qewattir e. Ewî ev yek cûre-cûre derecada îzbat kiriye. Çi cûreyî? Ewî yên mirî vedigerande jîyînê. Kitêba Pîrozda derheqa nehe dereca tê gotinê, ku yên mirî bi saya qewata Xwedê hatine saxkirinê.
Yehowa qewat da kurê xwe Îsa, wekî ew dostê xweyî nêzîk Lazar, yê ku çar roj mirî bû, ji mirinê rake. Îsa ev yek eşkere ber çevê gelek meriva kir (Yûhenna 11:38-48, 53; 12:9, 10).
Dibe ku hûn difikirin, çima lazim bû meriya paşda vegerînin jîyînê? Ne axir yeke ewana kal-pîr dibûn û dîsa dimirin? Rast e. Lê bi saya wan qewimandina, ne tenê xwestina me pêşda tê ku miriyên me ji mirinê rabin; lê usa jî ew derece dibin menî, ku em vê yekê bawer bikin. Dêmek, Kitêba Pîroz hêviya rast dide me.
Îsa got: “Ez im rabûn û jiyîn!” (Yûhenna 11:25). Yehowa wê qewatê bide Îsa, ku ew li temamiya dinyayê hemû merivên ku dest ji jîyîna xwe berdane, paşda vegerîne jîyînê. Îsa got: “Wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada wê dengê wî [Mesîh] bibihên” û “bona jiyînê rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Belê, hemû merivên ku bi xewa mirinê razane, mecalê distînin ku bêne saxkirinê û cinetêda ser erdê bijîn.
Îşaya pêxember derheqa saxkirina miriya usa bedew şirovekiriye, ku dilê me digire. Ewî got: “Wê miriyên te bivejin [sax bin]; wê cesedên yên min rabin! Ya hûn, yên ku di hundirê axêda radikevin, hişyar bin û bistirên! Ji ber ku xunava te mîna xunava gîhaye yî û wê erd miriyan bavêje derve”(Îşaya 26:19).
Ev yek gelek dilê me rihet dike. Yên mirî halekî bêxofda nin. Mesele, ça zar zikê dêda xweykirî ye, usa jî ewên ku bi xewa mirinê tirbada raza ne, bîra Xwedayê Himzorda nin (Lûqa 20:37, 38). Zûtirekê ewana wê vegerin jîyînê û merivên wan wê pir bextewar bin çaxê wana bivînin, mîna malbeteke ku gelek şa dibe, gava zar tê bûyînê! Dêmek ça me dît, hêvî hingê jî dimîne, gava mirin jîyînê ji me distîne.
Hêvî Ça Dikare Alî We Bike
Pawlosê şandî gelek tişt me hîn dike derheqa qîmeta hêviyê. Ewî ser hêviyê got kumzirih, kîjan ku ji çekên ruhanî pareke ferz e (1 Têsalonîkî 5:8). Çima Pawlos hêvî beramberî kumzirih kir? Wedê berê, şerda eskera ser kumê çermda kumê hesinî, dêmek kumzirih dikirine serê xwe. Kumzirih serê eskera ji tîrên dijmina xwey dikir û nedihîşt ziyanê bistîne. Pawlos bi vê yekê çi dixwest hîn ke? Çawa kumzirih serî xwey dike, usa jî hêvî fikirê me xwey dike. Hergê hêviya me hindava sozên Xwedê qewî be, emê dilrihet bin hingê jî gava rastî çetinayên mezin bên. Û emê nekevin panîkê, ne jî gelek berxwekevin. Belê, kumzirihê vî cûreyî me hemûyara lazim e.
Pawlos dîsa meselek anî, ya ku nîşan dike, wekî çawa hêvî qirara Xwedêva girêdayî ye. Ewî nivîsî: “Ev hêviya me wek lengerê ... saxlem” e (Îbranî 6:19). Pawlos gelek car xilaz bibû ji hûrdexweşîbûna gemiyê, lema jî ewî derheqa ferzbûna lengerê rind zanibû. Çaxê berêda firtona mezin rabibû, gemîvana lenger davîtine berê. Çaxê lenger digihîşte binê berê û qewî erdêva digirt, hingê gemî dihate parastin, kevir û zinara nediket, hûrdexweşî nedibû.
Anegorî vê yekê, hergê sozên Xwedê bona me “hîmgirtî” û “saxlem” in, hingê hêvî wê alî me bike, wekî vî wedê ku mîna firtonê ye, xwe qayîm bigirin. Yehowa soz dide, wekî zûtirekê wedekî usa wê bê, ku şer, bêqanûnî, kul-derd û mirin jî bêne hildanê. (Binihêrin çargoşe ser rûp. 10.) Hêvî bona me dikare bibe ça lenger, kîjan ku wedê çetinda wê qewatê bide me û me hêlan ke, wekî li gora normên Xwedê bijîn. Ew wê usa jî alî me bike, ku nekevin ber bayê nihêrandina vê dinyayê, kîjan ku bênamûsiyêva tije ye.
Hêviya ku Yehowa dide, dikare alîkariya mezin xût bide te jî. Yehowa dixwaze, wekî tu pê çevê xwe bivînî û bijîyî bi wê jîyînê, ya ku ewî bona me qirar kiriye. Ew “dixwaze hemû meriv xilaz bin”. Çi cûreyî? Berê pêşin, em gerekê “rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Evê rastiyê qebûl kin, kîjan ku ji Xebera Xwedê ye û jîyînê dide. Hêviya ku Xwedê dide, mexsûs e û ev lap cude dibe ji hêviya vê dinyayê.
Bi saya hêviya usa tuyê, tu car dilteng nebî. Xwedê wê qewatê bide te, ku tu wan hemû nêta, yên ku li gora qirara wî ne, bînî sêrî (2 Korintî 4:7; Fîlîpî 4:13). Hûn dixwazin hêviya weye usa hebe? Dêmek, hergê tu hewcê hêviyê yî û hêviyê digerî, sist nebe. Mêrxas be, tuyê bikaribî hêviyê bistînî!
[Çargoşe/Şikil ser rûpêla 10]
Hîmê Hêviyê
Fikirên ji Kitêba Pîroz wê alî we bikin, ku hêviya xwe qewî kin.
◼ Xwedê, axiriya bextewar soz dide.
Xebera wîda tê gotinê, wekî temamiya erdê wê bibe cinet, kîderê ku meriv bextewariyêda ça malbetek bijîn (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 25:8; Eyantî 21:3, 4).
◼ Xwedê nikare derewa bike.
Xwedê hemû cûre derewî nefret dike. Yehowa bêhesab pîroz û paqij e, lema jî ew nikare derewa bike (Metelok 6:16-19; Îşaya 6:2, 3; Tîto 1:2; Îbranî 6:18).
◼ Qewata Xwedê bêsînor e.
Tenê Yehowa Himzor e. Tu tişt gerdûnêda nikare riya wî bigire, ku ew sozên xwe bîne sêrî (Derketin 15:11; Îşaya 40:25, 26).
◼ Xwedê dixwaze, wekî tu heta-hetayê bijîyî.
—(Yûhenna 3:16; 1 Tîmotêyo 2:3, 4).
◼ Xwedê bi hêviyê li me dinihêre.
Ew dîna xwe dide ne ku ser şaşî û kêmasiyên me, lê ser xeyset-hunurên meyî baş û qewata ku em didine xebatê (Zebûr 103:12-14; 130:3; Îbranî 6:10). Ew bawer e, wekî emê wan tişta bikin çi ku rast e, û ew gelek şa dibe çaxê em hema usa jî dikin (Metelok 27:11).
◼ Xwedê soz dide, ku wê alî te bike bigihîjî wan nêta, yên ku li gora qirara wî ne.
Xizmetkarên Xwedê dikarin bawer bikin, ku ewê timê piştgiriya wan bike. Ew bi merdaniyê ruhê xweyî pîroz dêmek qewata here qewî, ça alîkarçî dide (Fîlîpî 4:13).
◼ Hêviya hindava Xwedê, naxapîne.
Xwedê yekî rast e û ew hêja ye ku em îtbariya xwe wî bînin. Ewê tu car me dilteng neke (Zebûr 25:3).
[Şikil ser rûpêla 12]
Ça kumzirih serî xwey dike, hêvî jî fikirên me xwey dike
[Şikil ser rûpêla 12]
Hêviya bi hîmê qewî, mîna lengerê dikare alî me bike, ku xwe qayîm bigirin
[Credit Line]
Courtesy René Seindal/Su concessione del Museo Archeologico Regionale A. Salinas di Palermo
-