KILAMA 13
Îsa Mera Mesele ye
Ya Neşirkirî
1. Xwedê cimet hiz kir,
Kerem ser bela kir.
Îsa qurban kir seva gunê me.
Ew hate ser erdê,
Ku rûmet ke Xwedê,
Navê Xwedê ew tim bilind dikir.
2. Xebera Yehowa,
Ça nan bû bo Îsa.
Dida xebatê, yên din hîn dikir.
Îsa bi şabûnê
Dima ser rya Xwedê,
Çimkî Bavê xwe ewî hiz dikir.
3. Em çev bidin Îsa,
Rûmet kin Yehowa.
Her roj wê mera bide kerema.
Îsa mesele ye,
Ew rê nîşan dike.
Emê mîna wî şa kin Xwedê xwe.
(Usa jî binihêre Yûhn. 8:29; Efes. 5:2; Fîlî. 2:5-7).