Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Ça Caba Xwe Bidî, Çaxê Xeberdanê Didine Birînê
Ev Yek Çira Ferz e: Bide ber çevê xwe, wekî tu zanî ku teşqele nêzîk dibe. Û heger meriv cî-sitarê nevîne û xwe veneşêre, wê bimire. Lema jî tu diçî cem cînarê xwe û derheqa vê teşqelê wîra dibêjî. Lê ew xeberdana te dibire û dibêje, ku wedê wî tera tune. Femdarî ye wekî tuyê pêra-pêra wî nehêlî, lê tiştekî bikî ku alîkariyê bidêy! Îro li wan ciya kîderê ku em dannasîn dikin, gelek meriv berî me didin çimkî fem nakin qîmetê wê mizgîniyê, kîjan ku emir xilaz dike. Çaxê em diçin cem meriya, dibeke wedê wan tune be guh bidine me (Met. 24:37-39). Yan jî dibeke ewana xalifîne ji bo çilovîska û xeberdanêd nerast (Met. 11:18, 19). Meriv usa jî dikarin mera bêjin wekî orta me û rêlîgiyêd din şixulêd kîjana ku xirab in, firqî tune (2 Pet. 2:1, 2). Heger xweyê malê naxwaze guh bide me, hingê em gerekê pêra-pêra wî nehêlin.
Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
Heger tu rastî merivekî usa têyî, yê ku xeberdana te dide birînê. Paşê çaxê ji wî diçî, dikarî tevî heval-xizmetkarê xwe xeber dî, wekî çawa teyê bikaribûya hê baş caba xwe bida.