Çawa nav Xweda Mezin kin Ruhê bê Eglebûn di Dannasînkirinêda
Roja îroyîn ruhê bê eglebûn mera lazim e. Îlahî xilaziyê vê dinê ew mera hê gelek lazim e bona xilazkirinê. Ev şîretêd ku jêrê hatine dayînê, dikarin ruhê bê eglebûn nav meda qewî kin.
Dua bike derheqa Padşatiya Xwedê (Met. 6:10).
Bi xwendina Kitêba Pîroze her rojî, tu dikarî dilê xwe xweyî kî (Îbrn. 3:12).
• Wedê xwe bi bîlanî bide xebatê (Efes. 5:15, 16; Fîlî. 1:10).Nihêrandina rast xweyî ke. Îzin nede wekî xwestinêd vê dinyayê ji qulixkirinê Yahowara te egle kin (Met. 6:22, 25; 2 Tîmt. 4:10).
Timê hişyar bimînin û serxwe bin, heta ku pêxembertî ji Kitêba Pîroz tê sêrî (Marq. 13:35-37).
Ruhê bê eglebûn dikare me hêlan ke, wekî em bi temamî di şixulê dannasînkirinêda bin, yê ku hê nehatiye xilazkirinê! (Yûhn. 4:34, 35)