PIRSA 2
Ça tu dikarî Xwedê nas kî?
“Ev kitêba . . . ji devê teva neqete . . . tuyê bi şev û roj wê bifikire, ji ber ku, wê gavê tuyê rêya xwe vekî û serfiraz bibî!”
(Yêşû 1:8).
“Û wî destpêkir ji Mûsa û hemû pêxembera, çi ku wan kitêbada bona wî nivîsar bûn, wanara şirovekirin. Hingê femê wan vekir, ku nivîsara fem bikin”
(Lûqa 24:27, 45).
“Xwezî li wî mirovê ku bi şîreta xebera rêva naçe . . . ew tenê zewqa xwe ji şîreta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire . . . Her karê ku dike qenc dike”
(Zebûr 1:1-3, ÎM).
“Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew kitêba Îşaya pêxember dixûne û jê pirsî: ‘Çi ku tu dixûnî fem dikî?’ Ewî gotê: ‘Ezê çawa bikaribim fem bikim, heger yek minra şiroveneke?’”
“Rast ji efirandina dinyayêda hunurêd wîye nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê”
(Romayî 1:20).
“Û ezê li ser kirinê wî kûr bifikirim, bi balkêşî li ser hemû karêd wî bisekinim”
(Zebûr 77:12).
“Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin”
“Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê.
Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake”
(Aqûb 1:5).