PIRSA 15
Em ça dikarin bextewar bin?
“Periyek xwarin di nava aramiyêda [edilayêda], ji mala bi şer û ziyafetêva tijî qenctir e”
(Metelok 17:1).
“XUDAN, Pîrozê Îsraêlê yê ku te . . . xilaz kiriye, di rêya ku tuyê bimeşeda te ajotiyê, ez im”
(Îşaya 48:17).
“Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraba rêva naçe, bi pey gunekara nakeve, li komela tinazkara rûnanê. Ew tenê zewqa xwe ji şîreta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire. Yêd weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, meywa xwe di demêda dide, pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike”
(Zebûr 1:1-3, ÎM).
“Hevalê xwe weke xwe hiz bike”
(Metta 22:39).
“Çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin”
(Lûqa 6:31).
“Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin”
(Lûqa 11:28).
“Emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne”
(Lûqa 12:15).
“Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin”
“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya”
(Karêd Şandiya 20:35).