PIRSA 17
Kitêba Pîroz ça dikare alî malbeta me bike?
MÊR/BAV
“Usa jî gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike. Çimkî bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike . . . Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe”
“Û hûn bavno, zarêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin”
(Efesî 6:4).
JIN
“Jin ji mêrê xwe xof [qedir bigire, DT] bike”
(Efesî 5:33).
“Kulfetno, gura mêrêd xweda bin, çawa ku li yektiya Xudan dikeve”
(Kolosî 3:18).
ZAR
“Zarno, çawa bawermendêd Xudan gura dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rast e. ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’ ku ev e temiya pêşin tevî sozdayînê, ‘wekî çerxa te rast be û ser erdê emirê te dirêj be’”
(Efesî 6:1-3).
“Zarno, her tiştîda gura dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê”
(Kolosî 3:20).