Serhatî 109
Petrûs Serîkî Kornêlyo Dixe
EV MÊRÊ tu li ser şikil divînî Petrûsê şandî ye. Mêrêd ku pişt wîva sekinîne hevalêd wî ne. Lê gelo ew mêrê ku ber wî çok daye kî ye? Çira ewî çok da ber Petrûs? Gelo ev yek rast bû? Were em pêbihesin.
Navê wî mêrikî Kornêlyo ye. Ew sersedê eskerêd Romê ye. Kornêlyo qe Petrûs nas nake, lê wîra hatibû gotinê wekî ew Petrûs teglîfî mala xwe bike. Were em pêbihesin ça ev hemû tişt qewimî.
Em zanin ku şagirtêd Îsa pêşin tenê cihû bûn, lê Kornêlyo ne cihû bû. Lê ewî Xwedê hez dikir, wîra dua dikir û hin jî meriyara gele qencî dikir. Lema jî derbekê milyaket wîra xuya bû û gote wî: “Xwedê ji te qebûle, û lema jî ew cava duayê te dide. Hine mêra bişîne şeherê Yafayê pey mêrekî bi navê Petrûs. Ew di mala Şimhûnda dimîne, yê ku ber berê dijî”.
Kornêlyo pêra-pêra çend mêr şande pey Petrûs. Rojek şûnda gava ev mêr îda nêzîkî Yafa dibûn, Petrûs li ser baniya mala Şimhûnda bû. Wî çaxî Xwedê usa kir ku Petrûs parçekî dirêj dît, yê ku ji ezmana dihate xwarê. Li ser parçe ewî cûre-cûre heywan dît, yê ku bi qanûna Xwedê seva xwarinê heram dihatin hesavê. Lê dengekî yeke tiştekî usa gote wî: “Rabe Petrûs, ewan heywana serjêke û bixwe”.
Lê Petrûs got: “Haşa ji min Xudan, min tu car tiştekî heram nexwariye”. Lê wê dengê gote Petrûs: “Ew tiştêd ku Xwedê helal kiriye, tu heram hesav neke”. Ev yek weke sê cara qewimî. Çaxê Petrûs hê ecêbmayî dilê xweda difikirî, ku ew tişt çi dihatin hesavê, ew mêrêd ku bi Kornêlyo hatibûn şandinê gihîştin mala wî û gazî Petrûs kirin.
Wî çaxî Petrûs peya bû jêrê û gote wan: “Ez im ew ku hûn lê digerin. Hûn bona çi hatine?” Çaxê wana gilî kir ku milyaket gotibû Kornêlyo, wekî ew Petrûs teglîfî mala xwe bike, Petrûs qayîl bû tevî wan biçûya. Rojek şûnda Petrûs tevî hevalêd xwe rê ket heta Qeyseriyê, ku serîkî Kornêlyo xe.
Kornêlyo hemû bira pizmamêd xwe û hevalêd xweye nêzîk, topî mala xwe kir. Çaxê Petrûs derda hat Kornêlyo pêşiya wîda çû û kete ber nigêd wî. Lê Petrûs gote wî: “Rabe bisekine, ez xwexa jî mîna te merî me”. Bi vê yekê Kitêba Pîroz nîşanî me dike, ku em gerekê serê xwe ber meriya daneynin. Em gerekê tenê ber Yahowa serê xwe daynin.
Niha Petrûs wanara dannasîn dike û giliyêd usa divêje: “Ez niha fem dikim, wekî her kes ku wê bixwaze Xwedêra qulix ke, ber çevê Xwedê qebûl e”. Çaxê Petrûs hê xever dida, Xwedê ruhê pîroz li ser wan anî û wana destpêkir xeverdin li ser cûre-cûre zmana. Ji bo vê yekê şagirtêd cihû, yêd ku tevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, çimkî wana tirê ku Xwedê tenê cihûya qebûl dike. Bi vê yekê ewana serwaxt bûn ku Xwedê firqî danayne orta mileta û miletek ji miletê din çêtir hesav nake. Ev yek baş e ku timê bîra meda jî be, usa nîne?
Karêd Şandiya 10:1-48; 11:1-18; Eyantî 19:10.