Kilam 19
Cineta Xwedê Sozdayî
1. Bav cinetê mera soz dide,
Bi padşatiyê vegerîne.
Ew wê gune, mirinê, êşê,
Şîn û hêsir tev kuta ke.
(Lêwegerandin)
2. Sozê Xwedê, em bawer dikin,
Ku miriyêd me, wê vegerin.
“Tê tevî min buhiştêda bî”,
Ev giliyêd han, soz da Îsa.
(Lêwegerandin)
3. Belê, Xwedê cinet soz daye,
Li ser erdê padşa yek be.
Heger pesnê Xwedê tu bidî,
Tê nîşan kî ku razî yî.
(LÊWEGERANDİN)
Li ser erdê, va cinet e,
Bi baweriyê tu bibîne.
Sozêd Xwedê, Îsa Mesîh
Cinetêda bîne sêrî.
(Binihêre usa jî Met. 5:5; 6:10; Yûhn. 5:28, 29.)