Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Kî ye yan çi ye Mîrê-cin?
WEYÊ ÇA CABA XWE BIDA Mîrê-cin ew heye . . .
- Kesê ruhanî? 
- Zulmî hundurê merivada? 
- Meriva xwexa ber xwe derxistiye? 
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE
Mîrê-cina tevî Îsa xeberdida û ewî ew dicêriband (Metta 4:1-4). Dêmek, meriva wî ber xwe dernexistine, û ew ne jî zulmî ye hundurê merivada. Ew heye kesê ruhanî û zulim.
DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?
- Mîrê-cina milyaket bû, lê “tu car xwe rastiyê negirtiye” (Yûhenna 8:44). Ew bû yekî derewîn û miqabilî Xwedê derket. 
- Hine milyaketên din jî pey Şeytan çûn û miqabilî Xwedê derketin (Eyantî 12:9). 
- Mîrê-cina gelek meriva dixapîne yançi ew tune ye (2 Korintî 4:4). 
Lê gelo Mîrê-cina dikare ser meriva hukum ke?
HINE MERIV DIBÊJIN ku hukumê Mîrê-cina tuneye, lê yên din ditirsin wekî ruhê zulim ser wan hukum nekin. Lê hûn çi difikirin?
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE
“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Rast e Mîrê-cina gelek ser însanetê hukum dike, lê ser her merivekî kontrol nake.
DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?
- Mîrê-cina meriva dixalifîne seva hê zêde hukum bike (2 Korintî 11:14). 
- Cin hine derecada dikarin ser meriva hukum kin (Metta 12:22). 
- Hûn dikarin bi alîkariya Xwedê “miqabilî Mîrêcin bisekinin” (Aqûb 4:7).