SERÊ 1
Mizgîniya ku Tera Hewas be Bizanibî
Kesekî qe carekê tera tiştekî usa gotiye, wekî tu kesîra nebêjî?~a Mesele di Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, ku carekê Xwedê tiştekî usa got, derheqa çi jî tu kes nizanibû. Hela hê milyaketa jî dixwestin hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin. Ev mizgînî bû. Lê tu dixwazî bizanibî ev çi mizgînî bû?~
Ça tu dişirmîş dibî milyaket çi dixwezin pêbihesin?
Wedê berê Xwedê mêr û jina pêşin efirandin. Navê wan Adem û Hêwa bû. Xwedê maleke bedew da wan, yê ku baxçê Adenê dihate navkirinê. Hergê Adem û Hêwa gura Xwedê bikirana, hingê ewana û zarêd wan wê bikaribûna erd pêda bikirana cinet. Û di Cinetêda wê heta-hetayê bijîtana. Lê tê bîra te Adem û Hêwa çi kirin?~
Adem û Hêwa gura Xwedê nekirin, lema jî em îro di cinetêda li ser erdê najîn. Lê Xwedê got ku ew wê erdê pêda bedew ke, û her kes wê heta-hetayê bijî û bextewar be. Gelo Xwedê wê ça evê yekê bike? Gelek wext meriv ev yek nizanibûn. Çimkî ev yek wanara eyan nîbû.
Çaxê Îsa hat li ser erdê, derheqa vê mizgîniyê ewî gelek tişt meriyara gilî dikir. Ewî wanara got, ku ev mizgînî derheqa Padşatiya Xwedê bû. Îsa wanara digot ku dua bikin, wekî ev Padşatî bê. Çimkî ev Padşatî erd wê bike cinet.
Gava tu derheqa vê mizgîniyê pêhesiyayî, ev te xweş hat?~ Bîra xweda xwey ke, wekî tenê ew meriv wê di Cinetêda bijîn, yêd ku gura Yahowa dikin. Kitêba Pîroz mera gelek serhatiya gilî dike derheqa wan jin û mêra, yêd ku gura Yahowa dikirin. Tu dixwazî derheqa wan pêbihesî?~ Werê em derheqa hineka ji van pêbihesin, û bizanibin ku çawa em dikarin çev bidine wan.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Destpêbûn 1:26-28; 2:8, 9; 3:6, 23
Zebûr 37:11, 29
a Di nava van serhatiyada paşî pirsa, tuyê nîşanekî usa (~) bivînî. Ev nîşan tê hesabê ku gerekê bisekinî, seva ku zara te bikaribe caba xwe bide.