Kilam 137
Mêrxasiyê Bide Me
(Karêd Şandiya 4:29)
- Çaxê bona navê Xwedê, - Û Padşatiyê dibêjin, - Gelek merî wek dijmina - Dijberî me derdikevin. - Lê em natirsin ji wan, - Em gere gura te bikin. - Tu qewat bide Ya Yahowa, - Dua û dirozga em dikin. - (LÊWEGERANDIN) - Mêrxasî bide, Yahowa, - Tirsa me ji me dûr xe. - Alî me bike bawer bin, - Ku her kes pêbihese - Dîwana te pir nêzîk e. - Lê heta ew roj bigihîje, - Bo mêrxasî dua dikin - Xwedayê me. 
- Em ditirsin lê tu zanî, - Ku em neqedandî ne. - Sozê te ku tê me xwey kî, - Her kes ji me bawer dike. - Va dijmin pey me ketiye. - Nimiz dike, dizêrîne. - Alî me bike Ya Yahowa, - Emê pîroz kin navê te. - (LÊWEGERANDIN) - Mêrxasî bide, Yahowa, - Tirsa me ji me dûr xe. - Alî me bike bawer bin, - Ku her kes pêbihese - Dîwana te pir nêzîk e. - Lê heta ew roj bigihîje, - Bo mêrxasî dua dikin - Xwedayê me. 
(Usa jî binihêre 1 Têsln. 2:2; Îbrn. 10:35.)