KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 5 rûp. 15-17
  • Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 HINDAVA MERIVÊD XWE, NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN
  • 2 SEVA ZEWACA XWE CABDAR BIN
  • Hindava Hevda Amin Bin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Rêberiyê Cem Xwedê Bigerin, seva ku Zewaca We Bextewar be
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Paşî Dewatê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Ça Problêma Safî kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
Hê Zêde Binihêre
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 5 rûp. 15-17
Xasî qebûl nake cûrê xwerinhazirkirina bûka xwe

SERÊ 5

Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin

“Qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin” (Kolosî 3:12).

Bi zewacê, malbeta teze saz dibe. Rast e hûn her gav gerekê dê-bavê xwe hiz bikin û qedirê wan bigirin, lê niha mêr yan jina we, seva we kesê lapî ferz e. Û dibeke seva dê-bava çetin dibe evê yekê qebûl kin. Lê prînsîpêd Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin ku rast li ser vê yekê binihêrin, seva ku bikaribin tevî dê-bav û xasî xezûrê xwe, edilayê xwey kin. Hemû prînsîpêd ku di vê gotarêda têne dayînê, dikarin usa jî bêne xebitandinê wî çaxî, gava çûyîn hatina we tevî kurap pizmama, kalik pîrika û neferêd malêye din jî heye.

1 HINDAVA MERIVÊD XWE, NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN

Mêr û jin wede derbaz dikin tevî dê û bavê xwe

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Qedirê dê û bavê xwe bigire” (Efesî 6:2). Firqî tune hûn çend salî ne, çi jî hebe hûn timê gerekê qedirê dê-bavê xwe bigirin. Lema jî bîr nekin wekî mêr yan jina we, seva dê-bavê xwe dîsa jî çawa kur yan qîz, gerekê wede wanara bivîne. “Hizkirin hevsûdiyê nake”, lema jî hûn gerekê berxwe nekevin ji bo vê yekê ku heleqetiya mêr yan jina we tevî wana heye (1 Korintî 13:4; Galatî 5:26).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Ji giliyê usa xwe dûr bigirin, mesele “Malbeta te timê min ber tiştekî hesab nake” yan “Diya tera hertim xweş nayê çi ku ez dikim”

  • Bixebitin ku li ser hemû tiştî usa binihêrin, çawa ku mêr yan jina we dinihêre

2 SEVA ZEWACA XWE CABDAR BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24, PKM). Çaxê hûn dizewicin, dê-bavê we dikarin dişirmîş bin ku ewana dîsa jî seva we cabdar in. Û dibeke ewana bixwazin hê zêde bikevine nav şixulêd we.

Lê ev yek weva girêdayî ye, hela hûn derheqa çi safî dikin tevî dê-bava xeber din. Û paşê jî bi hizkirinê evê yekê wanara bidine kifşê. Helal bin û sert nîbin (Metelok 15:1). Milûktî, berbihêrî û sebirkirin, wê alî we bike, seva ku heleqetiya baş tevî merivêd xwe xwey kin. Xêncî vê yekê, ewê alî we bike ku berdewan kin “bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin” (Efesî 4:2).

Mêr û jin tiştekî şêwir dikin; mêr û jin pêşkêşekî didne dê-bavê xwe

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hergê hûn berxwe dikevin ji bo wê yekê, ku merivêd we çiqas dikevine nav şixulêd we, hingê wedekî baş bivînin ku derheqa vê yekê tevî mêr yan jina xwe xeber dî

  • Di van pirsada verên ser nêtekî

BIXEBITIN KU FEM BIKIN

Gelek ferz e wekî hest û nihêrandina dê-bavê xwe fem bikin. Ew ku ewana dikevine nav şixulêd we, nayê hesabê ku ewana wera xirabiyê dixwazin. Ewana bi helalî derheqa we xem dikin. Û dibeke wanara hinekî çetin dibe hesab kin, wekî hûn niha îda malbeta başqe ne. Ewana hela hê dikarin dişirmîş bin jî, wekî we wana bîr kiriye, û ku we hemû heleqetiya xwe tevî wan qetandiye. Lema jî ji bo vê yekê ewana hemû tiştî dikin, ku bikevine nav şixulêd we seva ku ev yek neqewime. Lê hergê hûn prînsîpêd Kitêba Pîroz didine xebatê, û bi helalî tevî mêr yan jina xwe û dê-bavê xwe xeber didin, hingê hûnê bikaribin qedirê dê-bavê xwe bigirin. Û usa jî evê alî we bike ku mêr yan jina xwe di emirê xweda li ser ciyê pêşin daynin. Bira zewaca we qewî be.

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Gelo çira xasî-xezûrê min dixwazin tevî şixulêd me bin?

  • Çi ez dikarim bikim seva ku pêşiyê derheqa mêr yan jina xwe dişirmîş bim, û xêncî wê yekê qedirê dê-bavê xwe jî bigirim?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin